Çandina kulîlkan ji bo jinên li Idlibê çavkaniya debarê ye

Feydeyên mezinkirina gul û daran li gundewarê Idlibê di navbera kêfa temaşevanan û peydakirina debara jiyanê de pêk tê, ji ber ve yekê jinên İdlibê dev ji çandina gul û daran bernedan û ji bo wan bûye çavkaniya debarê.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Tevî şert û mercên şer û koçberiyê jinên İdlibê dev ji çandina gul û daran bernedan û lê xwedî derketin, ji ber ku çandina gul û daran ji bo wan hem çavkaniya debarê ye hem jî dergeha jiyana wan e ya ku di bin siya xemgîngiyê de maye. Di destekan de stokek nebatên cihêreng ên wekî şînahî, nebatên xemilandinê, gul, kulîlk, darên piçûk û mezin hene. Têkildarî mijarê hin ji jinên li İdlibê yên ku di çandina gul û daran de dixebitin ji me re axivîn.

"Bi çandina cureyên kulîlkan min dest bi projeya xwe ya piçûk kir"

Beraa El-Mihemed a 43 salî diyar kir ku ew ji dayika xwe fêrî çandina gul û daran bû ye û wiha got: "Beriya ku em ji gundê xwe yê ku li gundewarê başûrê İdlibê ye koçberî kampên Kefer Yehmûl bibin, min di baxçeyê mala xwe de gelek cureyên gulan çandibû. Piştî sê salan ji koçberiyê min biryar da ku ji ezmûna xwe sûd werbigirim û bi çandina cureyên kulîlkan min dest bi projeya xwe ya piçûk kir û ji bo min bû çavkaniya debarê. Ji cureyên kulîlkên ku herî zêde ji aliyê xelkê İdlibê ve tên kirîn, gulberoj, her cureyê gula, yasemîn, nêrgiz û hin dar ên wekî darên hêjîr, zeytûn, behîv û kiraz. Pêvajoya çandiniyê di destpêka Sibatê de dest pê dike û pêvajoya mezinbûna kulîlkan bi qasî sê mehan berdewam dike."

"Ji ber ku nikarim madeyên pêwîst bi dest bixim rastî gelek zehmetiyan têm"

 Menal El-Berhûm a 33 salî anî ziman ku ji mehên zivistanê ve bi hevjînê xwe re hevkariyê dike di çandina gulan de di serayan de, da ku bi hatina biharê re zûtir mezin bibe û wiha axivî: "Bi van serayan faktorên hewayê têne sererast kirin ji ber ku gul hewceyê germiyek diyarkirî ne. Gul di nav axeke taybet de di hundirê serayan de têne çandin û di vê axê de xwarinên pêwîst ji bo misogerkirina jiyana wan gulan dihewîne. Ez nikarim madeyên pêwîst ên wekî peydakirina av, gubre û dermanên ku ji bo dermankirina nexweşiyan nebatan têne bikar anîn bi dest bixim, ji ber vê yekê ez gelek zehmetiyan dikşînim."

"Bi çandina gulan min dixwest ez rengê jiyanê bînim konê xwe"

Sara El-Ednan a 38 bi lêv kir ku hezkirina wê ya ji kulîlkan re hişt ku ew tevî koçberiya xwe jî kulîlkan li pêşiya konê xwe biçîne û wiha anî ziman: "Bi çandina gulan min dixwest ez rengê jîyanê bînim konê xwe. Bi van gulan konê min pir xweşik bû. Feydeyên kulîlkan ne tenê rehetiya estetîk û psîkolojîk e, di heman demê de hin ji wan ji bo dermankirina hin nexweşiyan têne bikaranînin."