Zeytunên Efrînê tên talankirin û ji derve bi markayên Tirikiyê tên firotin 4
Jin bi çavê hunerî dikarin gelek cureyên xemlê ji dendikên zeytûnan çêbikin Dayika Siltan Mihemed li ser bikaranîna dendikên zeytûnan diyar kir ku ji dendikên zeytûnê gelek berhemên renga reng derdikevin, ev yek bingeha xwe bi nêrîna hunerî ya jinan digre û dibêje: “Zeytûn bi xwe ji bo çêkirina muneta zivistanê xwarinek bingehîn e, divê dagirker ji nav warê zeytûnan derbikevin da ku em li cih û warê xwe vegerin."
Jin bi çavê hunerî dikarin gelek cureyên xemlê ji dendikên zeytûnan çêbikin
Dayika Siltan Mihemed li ser bikaranîna dendikên zeytûnan diyar kir ku ji dendikên zeytûnê gelek berhemên renga reng derdikevin, ev yek bingeha xwe bi nêrîna hunerî ya jinan digre û dibêje: “Zeytûn bi xwe ji bo çêkirina muneta zivistanê xwarinek bingehîn e, divê dagirker ji nav warê zeytûnan derbikevin da ku em li cih û warê xwe vegerin."
SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Dara zeytûnê bi berhemên xwe yên cur be cur tê naskirin. Ji koka wê bigre heya pel û bermahiyên wê berhemdar e û sûd jê tê wergirtin. Bi rastî dareke pîroz e. Pelên wê di nava avê de tên kelandin û ji bo dermankirina nexweşiyan tên bikaranîn. Şêniyên gundan ên ku xwedî pez in pelên zeytûnan hişk dikin da di zivistanê de bikin êm ji pezê xwe re. Berhemên zeytûnan gelek in, bi taybetî dema em derbasî herêma Heleb û Efrînê dibin, em dibînin ku zeytûn bi gelek rêbazan û awayan tên çêkirin. Ev tişt tenê li herêma Heleb û Efrînê tê dîtin. Teşeyeke wan a gelek xweş û rengîn heye. Gelek cure û awayên zeytûnan hene. Di her malê de zeytûn xwarineke sereke ye, ji ber vê yekê em dibînin ku her sal çiqas zeytûn ji bo monetê tên rakirin û bi gelek cure û rêbazan tên çêkirin. Hin ji cureyên wê, etûn ew zeytûnên reş in, bi gelek tiştan li gorî xwesteka mirov tên teblandin lê yên herî zêde li herêma Helebê bi lîmon û zehtera şîn tên teblandin.
Li Efrînê ji zeytûnên derdora Helebê re dibêjin zeytûnên xelo. Tê gotin ku ev cure mezin in û rêjeya zeyta wan di navbera ji % 15 ji % 20 de ye. Ev zeytûn jî li gorî xwesteke mirov bi gelek tiştan tên teblandin, bi îsotan an jî gêzer, lîmon û hwd. Di dema me ya niha de gelek malbat hene, mûneta zeytûnan ji xwe re kirine karek da ku debara xwe pê bikin. Bi hatina demsala zeytûnan re, dayik hemû ketine tevgerê da ku mûnetên xwe amade bikin, yek ji wan dayikan jî dayika Siltan Mihemed e ku zeytûnan ji bo mûnetê amade dike û der barê vê yekê de nêrînên xwe bi me re parve kir.
"Sala min mûneta xwe çênedikir min hîs dikir ku tiştek ji dilê min hatiye veqetandin"
Dayika Siltan rojên xwe yên di nava darên zeytûnan de bi bîr anî û wiha got: "Niha dema demsala çinîn û birefkirina zeytûnan e. Min gelekî bêriya erdê zeytûnan kiriye. Berê dema demsala zeytûnan dihat em pir kêfxweş dibûn. Zeytûnên me niha di destên çeteyan de ne û bi rehetî zeytûnên me didizin û piştî diziyê daran qut dikin, ev yek sûcek e, ne Xwedê û ne jî wijdanê mirovan tehemul dike. Em nikarin bêyî zeyt û zeytûnên Efrînê bijîn, ji ber ku ew dar mîna zarokên me bûn û me gelek ked bi wan re daye. Zeytûnên me ji dijmin re namînin. Di vê demsalê de bîranîna çûyîna nava zeytûnan, xwarina firavînê di bin daran de, rihê hevaltiyê, alîkariya komînal, çîrok û serpêhatiyên li nav zeytûnan tên bîra min. Helbet em ê vegerin. Zeytûnên me bi zeyta xwe û pir cure û awayên çêkirina ji bo mûnetê dewlemend in. Ji hin cureyên wê jî zeytûnên xelo, beledî, etûn, mikeles in. Sala ku min mûneta xwe ya zeytûnan çênedikir, min hîs dikir ku tiştek ji dilê min hatiye veqetandin."
"Bi dîtina zeytûnên li ser sifreyê mirov li xwarinê vedibe"
Siltanê bal kişand ser cure û awayên çêkirina zeytûnan ji bo mûneta zivistanê û wiha axivî: "Em fêr bûne her sal zeytûnan ji bo mûnetê amade bikin. Diviyabû her tim zeytûn li ser sifreyên me hebe. Her çiqas peydakirina zeytûnan zehmet be jî em peyda dikin û ji bo mûnetê zivistanê dadigirin. Ez pir cure zeytûnan ji bo dagirtina mûnetên zivistanê amade dikim. Cureyên zeytûna xelo ji cureyên zeytûnên mikeles tên çêkirin lê şêwaza çêkirina wê hinekî pisporî jê re divê. Ji ber ku ger dermanê wê pir têkevê zeytûn nerm dibin û piştre xirab dibin. Ji bo wê divê baş bizanibin ku çiqas rêjeya derman tê de pêwîst e. Cureyeke din heye bi gûzan tê çêkirin an jî bi dimsa îsotan û nane, kîmyon, lîmon û zehtera şîn. Ev jî destpêkê em zeytûnan ji nav avê derdixin, piştre bi destan yan jî li cihê wê yê ku taybet ji bo derxistina dendikan ji zeytûnê, em dendikan jê derdixin û zeytûnan ditebilînin. Her mirovek li gorî xwesteka xwe zeytûnên xwe çêdike. Cureyek din heye gêzer lîmon dikeve nav û her cureyek ji van cureyan çêjeka wê ya cuda heye. Cureyek heye navê wê zeytûnên beledî ye, ev zeytûn mîna zeytûnên Efrînê ye tenê tên şikandin û dixin nav ava xwê û piçek ji xwêya lîmonê lê tê zêdekirin da ku demek dirêj bimîne û xira nebe. Cureyek din heye ku pêwîst e her dem ava wê were guhertin da ku rengê wê yê şîn reş bibe û bibe etûn, piştre bi gelek tewablan mîna lîmon, kîmyon, kizbere, ava îsotan tê teblandin, dikin qetremîzan û radikin ji bo mûneta salê, çêja wê gelekî xweş e. Zeytûnên derdora Heleb û yên Efrînê ji hev cuda ne. Awayê çêkirina zeytûnên mikeles wisa ye, em zeytûnên xelo tînin û 24 demijmêran di nav dermanê wê de dihêlin. Piştî rojekê em wan ji nav derman derdixin û her dem ava wê diguherînin. Ev cure dema tê amadekirin xwedî çêjeke tirş û xweş e. Dema cureyên zeytûnan li ser sifreyê tên dîtin, mirov li xwarinê vedibe. Bi dîtina cureyên zeytûnên renge renge, çavên mirov têr dibin.”
"Divê dagirker ji warê zeytûnan werin derxistin"
Dayika Siltanê di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku Efrîn di demeke nêz de were rizgarkirin da ku biçe nav erd û zeviyên xwe û wiha got: “Gelê Efrînê yê ku xwedî erdê zeytûnan e niha zeyta nebatî dixwe û bi hesreta dilopek ji zeyta zeytûnan e. Ma gelê Efrînê çi sûc kirin+u ku ax û erdên wan ji wan hatin girtin! Di dîrokê de me mafê kesê nexwariye, ev ax a bav û kalên me ye ji berê ve. Me gelek ked ji bo erdên xwe daye. Ez bang li hemû dewletên navneteweyî dikim ku axa me ji destên dagirkeran rizgar bikin û wan ji warê zeytûnan derbixin."