Zeytunên Efrînê tên talankirin û ji derve bi markayên Tirikiyê tên firotin 3

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Rûşîn Hido der barê destdirêjiya dewleta tirk û çeteyên wê li ser axa Efrînê û zeytûnên de axivî û wiha got: “Bi dagirkirina Efrînê re gelek sûcên dijmirovî pêk hatin. Heta vê kêliyê jî bi hezaran darên zeytûnan tên birîn. Bi hatina demsala çinîna zeytûnan çeteyên li Efrînê nahêlin gel bi serbestî karên xwe yên demsalî bikin û keda wan ji wan didizin. Zeyta Efrînê di bin navê berhemên Tirkiyeyê de li cîhanê tê firotan.”

"Zeyta Efrînê di bin navê berhemên Tirkiyeyê de tê firotan"
 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb – Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk a dagirker bi armanca têkbirina ewlehiya herêma Efrînê, bi hemû hêz û teknîkên xwe û bikaranîna 72 balafiran êrîşê Efrînê kir û di encamê de Efrîn hat dagirkirin. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve, gelê ku dev mal û milkê xwe berneda her roj rastî kiryarên qirêj tê mîna qetilkirin, revandin, talankirin, dizî her wiha xweza û darên zeytûnan jî para xwe ji vê hovîtiyê digrin. Li gorî saziya mafên mirovan a Efrînê di 2018'an de zêdetirî 45000 dar, di sala 2019'an 78800 dar, di sala 2020'an de 58600'an dar û di sala 2021'ê de 23800 dar, hejmara bi giştî zêdetirî 315200 dar ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine qutkirin. Heya roja me ya îro jî ev yek bi hemû rê û rêbazên hovane berdewam dike. Bi hatina demsala çinîna zeytûnan, dîsa dizên şaxên zeytûnan ketine tevgerê da ku berhem û keda gel û karkeran bidizin.
Di 1'ê Cotmeha 2021'ê de dewleta tirk û hevkarên wê biryarek li ser tevahî gelê Efrînê ferz kirin ku zeytûnên xwe biçinin, gelê Efrînê jî ji tirsa ku zeytûnên wan werin dizîn, zû dest bi çinîna zeytûnan kirin. Beriya çend rojan jî komên çekdar ji zilamekî temenê mezin re gotine em ê te qetil bikin ger tu ji erdê xwe yê zeytûnan dernekevî.
"Ji dema dagirkirina Efrînê ve gelek sûcên dijmirovî pêk tên"
Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Rûşîn Hido diyar kir ku ji kêliya dewleta tirk Efrîn dagir kiriye ve gelek kiryarên dijmirovî li ser gelê herêmê tên meşandin û wiha got: "Bi dagirkirina Efrînê re dewleta tirk û çeteyên wê gelek sûcên dijmirovî li ser gel, xweza û hemû zindiyên li Efrînê pêk anîne. Heya roja îro welatiyên ku li ser mal û milkên xwe mane û dev ji Efrînê bernedan rastî qetilkirin, revandin û destdirêjiyê tên. Her wiha hewldanê guhertina demografiya herêmê didomînin. Bi hezaran dar û zeviyên ku herêma Efrînê dixemilînin tên qutkirin û şewitandina. Ji ber hovîtiye dewleta tirk gelê Efrînê neçar ma dev ji mal û milkên xwe berde û ji warê xwe koçber bibe, bi vê yekê dewleta tirk malbatên çeteyan û xelkên biyanî li herêmê bi cih kirin. Navê gund û kolanên wê jî guhertin. Di dibistanên Efrînê de bi zimanê tirkî perwerde tê dîtin. Mirov dikare bibêje ku bi giştî nasnameya Efrînê hatiye guhertin."
"Darên qutkirî li perçeyên din ên Sûriyeyê tên firotin an jî didizin dibin Tirkiyeyê"
Rûşîn di berdewamiya gotina xwe de behsa birandin û şewitandina darên zeytûnan kir û wiha axivî: "Hejmarek zêde ji daran hatine şewitandin û birîn. Beriya dagirkeriyê 18 milyon darên zeytûnan li Efrînê hebûn. Darên ku xweserî û wateya Efrînê ne û ji beriya hezar salan ve bi destên dapîr û bapîrên me hatine çandin, niha pir bi hêsanî tên qutkirin. Erdê Efrînê yê berê zedetirî wî bi darên zeytûnan bû, niha bê zeytûn maye. Bi hezaran dar ji kokê de hatin qutkirin, ji ber ku dijmin dizane zeytûn nasnameya Efrînê ye dixwaze ev herêm ji kokê de were guhertin û Efrînek din ava bike. Darên qutkirî li perçeyên din ên Sûriyeyê yên dagirkirî tên firotin, an jî didizin dibin Tirkiyeyê. Beriya demeke nêz li gundê Kutana yê girêdayî Bilbilê bi sedan dar bi destên fesîleya El-Hemzat hatin qutkirin û qurmên wan hatin dizîn."
 Çete nahêlin gel bi serbestî karên xwe yên demsalî bikin
 Rûşîn got ku dewleta tirk bacên giran li ser gelê Efrînê ferz dike û wiha berdewam kir: "Her komek ji komên çete li gorî xwe bacan diyar dike û li ser her darek zeytûnê bacek distîne. Di sala borî de fesîleya El-Emşat a navçeya Şiyê ya herêma Efrînê -Bakur Rojhilate Sûriyeyê, li serê her darek zeytûnê 8000 lîrayên Sûriyeyê digre da ku kesên xwedî zeytûn di Efrînê de mane nikaribin zeytûnên xwe biçinin. Dema ku gel çinîna zeytûnan bi dawî dikin û dibin mekbezan, di hundire mekbezan de jî zeytê ji wan distînin. Piraniya berhemên welatiyên ku di Efrînê de mane bi darê zorê ji wan tên standin." 
"Zeyta Efrînê di bin navê berhemên Tirkiyeyê de tê firotin"
Rûşîn li ser awayê kirîn û firotina zeytûnan axivî û wiha got: "Ev zeyta zeytûnan a ku ji Efrîn tê dizîn di bin navê berhemên Tirkiyeyê de tê firotin. Çete nahêlin gelê Efrînê ji derveyî Efrînê zeyta xwe bifroşe. Komên çete tensîq çêdikin ku nabe ev zeyt ji derveyî Efrînê were firotin divê bi destên komên çeteyan were kirîn û firotin. Nahêlin welatî zeyta xwe wekî dixwazin bifiroşin. Ev zeyt di riya di navbera Efrîn û Tirkiyeyê de tê derbaskirin. Piştî wê di hundirê Tirkiyeyê de dixin şûşeyan û di bin navê Tirkiyeyê tê firotin. Ji welatiyan bi bihayê pir hindik dikirin û di bazarên cîhanê de bi bihayê bilind didin firotin. Dijmin firotina zeytûnan ji xwe re kiriye bazirganiyeke herî bi sûd. 
"Daxwaza me ew e ku mecliseke bêalî li Efrînê were avakirin"
Rûşîn di dawiya axaftina xwe de bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan kir û wiha got: “Di gelek raporên navdewletî de xuya dike ku ev kiryarên di Efrînê de diqewimin gihîştine asta sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinên bi giştî. Em dikarin kesên berpirsyar ên ku van sûcan dikin di nav dadgehên navdewletî de bidarizînin û mafên gelê Efrînê ji wan bixwazin. Ev agahiyên ku digihîjin me pir rêjeyek hindik e ji tiştên ku di hundirê Efrînê de diqewimin. Ev agahî bi riya telefonan an jî bi riya kesên ku ji Efrînê derdikevin digihîjin me. Daxwaza me ew e ku em mecliseke bêalî li ser axa Efrînê ava bikin da ku kesên sûcdar werin dadgehkirin. Em bang li saziyên navdewletî dikin ku li hemberî van kiryaran bisekinin û vê dagirkeriya di nava Efrînê de bi dawî bikin, komên çeteyan ji Efrînê derbixin û welatiyên Efrînê yên ku koçber bûne vegerînin cih û warên wan."
Sibê: Siltan Mihemed a ji berikan heta pelê zeyîtûnan bi qasî xwarinê xemla hunerî jî çêdike li ser tiştên ji dendikên zeyîtûnê çêdike agahiyan dide.