Yekemîn Komeleya Jinên Afganî: RAWA

Ji bo naskirina xebatên Komeleya Şoreşger a Jinên Afganistanê di sala derbasbûyî de, ajansa me bi yek ji endamên komeleyê re hevdîtinek pêk anî.

BAHARAN LEHÎB

Kabul – Komeleya Şoreşger a Jinên Afganistanê (RAWA) yekemîn rêxistina jinan e, ku ji çar dehsalan zêdetir e ku ji bo pêşxistina mafên jinan û demokrasiyê di nav çînên cuda yên civakî de dixebite. Ji dema damezrandina wê ve, RAWA di wê baweriyê de ye ku bêyî bilindkirina hişmendiya komeke mezin a jinan, guhertinên bingehîn ên civakî, siyasî û çandî di civaka Afganî de çênabe. Ji bo naskirina xebatên Komeleya Şoreşger a Jinên Afganistanê di sala derbasbûyî de, ajansa me bi yek ji endamên komeleyê re hevdîtinek pêk anî.

Perwerdeyên ji bo jinan

Endama Komeleya Şoreşger a Jinên Afgan Yasmîn Newabî diyar kir ku yek ji armanca yekemîn a xebatên wan yên di komeleyê de perwerdekirin û birêxistinkirina jinan e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em hewl didin ku bi her awayî vê armancê pêk bînin. Beriya niha me kursên xwendin û nivîsandinê ji bo jinan li Afganîstanê pêk anî. Bi vegera Talîbanê bo ser desthilatê û girtina dibistanên keçan, me destpêşxeriya vekirina kursên perwerdeyê li malê kir. Çend navendên me yên perwerdeyê û çalakiyên veşartî hene ku ji ber rewşa welat em nikarin di bin navê RAWA’yê de li ber çavan bixebitin. Armanca me ji van kursan ne tenê hînkirina zanist û îngilîzî ye, lê bi vî awayî em dixwazin bi mirovan re bi taybetî bi jinan re têkiliyek xurtir hebe.”

Ji 8’ê Adarê heyanî 25’ê Mijdarê li qadan bû

Yasmîn Newabî eşkere kir ku keçan hêviya xwe winda kirine, bi van kursan ew hewl didin ku tovên hêviya pêşerojê di dilê wan de biçînin û wiha pê de çû: “Ev jî bi perwerdekirina jinan di qada siyasî de pêkan e, ji ber ku ew şoreşger in ku di şert û mercên herî krîtîk û depresyonê de jî xwedî hêvî ne û têkoşîna xwe didomînin. Derbarê çalakiyên siyasî yên komeleyê de, endamên komeleyê di nav xwe de bernameyên xwendina pirtûkan û nîqaşên siyasî pêk tînin, bi vî awayî em rewşa siyasî û civakî ya welat nîqaş dikin û helwest û çalakiyên xwe diyar dikin. Di nava karên me de hevdîtina bi dayikên têkoşer re û lidarxistina panelên weke bîranîna şehadeta damezrînera komeleyê Mîna Kişwar Kemal di 8’ê Adarê de, 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û cejna Newrozê, hene. Çalakvanên jin ji bo ku dengê xwe li dijî tevgera Talîbanê ya dijmirovî bilind bikin, beşdarî meşên protestoyî bûne.”

Di derbarê çalakiyên civakî de Yasmîn Newabî wiha anî ziman: “Komele ji bo alîkariya jin û zarokan li gelek deverên welêt dixebite. Komeleyê hewl da ku alîkariyê bi alîkariya komek ji alîgirên xwe yên li dervayî welêt kom bike û ji bo kesên ku ji xizaniya giran êşê dikişînin xizmetê bike. Di nava van çalakiyan de alîkariya tenduristiyê ya ji bo mexdûrên erdhejê, mexdûrên lehiyê û mirovên ji şer reviyane hene. Komele li herêmên cuda xwarinên bingehîn li jin û zarokan belav dike.”

Di sala 2022’an de li dijî her cure êrişan di çalakiyan de bû

RAWA di Dezgeha Weşan û Rewşenbîran de di Komelê de reklam û belavokên ku tê de vekolînek li ser rewşa welat heye û bîr û baweriyên hejmarek rewşenbîrên ku xwe difiroşin red dikin belav kir.

Yasmîn Newabî du gotarên analîtîk ên komeleyê yên bi sernavên "Xiyaneta cudaxwaziyê ji Talîbanê wêrantir e" û "Xiyaneta laîktiyê û xizmeta biratiyê" hatin weşandin, xwend.

Xebatên Komelê di sala borî de tenê bi Afganîstanê re sînordar nebûn, endamên komeleyê ji bo beşdarî konferans, civînên navneteweyî û civînên siyasî bibin, çûne welatên cuda yên Ewropayê.

Endama Komeleyê Yasmîn Newabî beşdarî Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Ji Zemînê bû, ku Îlona borî li Tûnisê hat lidarxistin. Her wiha beşdarî Duyemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Berlînê ya bi navê "Şoreşa me: Rizgariya jiyanê" bû. Armanca vê beşdariyê ronîkirina pirsgirêka Afganîstanê di civakên Rojava de û eşkerekirina tevgera Talîbanê bû.

Li ser navê komeleyê Yasmîn Newabî di 8’ê Çile de ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê ve xelata Şehîd Sakîna Cansiz wergirt.