Tirkiye bûye welatê kesên ku li ‘edaletê’ digerin – PANORAMA

Li Tirkiyeyê hema bibêje li her derê mirov li edaletê digerin. Jinên ku ji bo ‘edaletê’ diqîrin, di sala 2022’yan de jî dest ji têkoşîna xwe bernedan.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê di sala 2022’yan de, li her bajarî hema bibêjî li ser kolanê mirov li edaletê geriyan. Ji qetilkirina jian, heta binpêkirina mafên girtiyan, ji windabûna Gulistan Doku, heta girtina rojnameger, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, her kesê xwest ‘edalet’ pêk were. Pêşiya avahiyên edliyeyan bûn cihê çalakiyan. Hevdîtinên ku li meclisê çêbûn bêencam man. Bangên ji bo edaletê ji nedîtîve hatin dîtin lê lêgerîna edaletê tevî çavên ku nabînin û guhên ku nabihîsin jî domiya.

Girtîgeh bûn cihên mirinê

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên wezareta edaletê, yên ku di Kanûna 2022’yan de eşkere kir, hejmara girtî û hukumxwariyan 336 bin 315. Ye. Di 17 salan de hejmara girtî û hukumxwariyan şeş qat zêde bû. Li welat her tevgera muxalif wekî “endamtiya rêxistinê” hat dîtin, nivîsandin û parvekirina van bûyeran sûc hat dîtin. Li girtîgehan tevî hemû lêkolînan, rapor û agahiyan jî îşkence domiya. Girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hat şewitandin terkî mirinê hatin kirin. Di deh mehên sala 2022’yan de li girtîgehan 63 kesan jiyana xwe ji dest dan. Girtîgeh bûn cihên mirinê.

Malbatan dest bi çalakiyê kirin

Xizmên girtiyan, li Amed, Stenbol, Wan û Îzmîrê dest bi ‘nobetên edaletê’ kirin. Ji ber bêdengiya li dijî îşkenceyê û xirabûna mercên girtiyan, malbatan dest bi çalakiyan kirin. Malbatên girtiyan li Baroya Amedê hatin ba hev û dest bi çalakiyê kirin. Bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Heqî Boltan, xwişka Ebdulselam Guler Încî Guler, hevjîna Sidiq Guler Hasîne Guler, dayika Ehmed Kolakan, Fewziye Kolakan û keça Mehmed Emîn Ozkan, Selma Ozkan dest bi nobeta edaletê kirin. Piştî çendek keça Ebdulhelîm Kirtay Herdem Merwanî û xwişka girtiya bi navê Hemdusena Ada, Reşehet Ada jî tevli çalakiya rûniştinê bûn.

Nobeta ku li Baroya Amedê dest pê kir, bi demê re hefteyê sê rojan li ber Edliyeya Amedê, Saziya Tiba Edlî û pêşiya Girtîgeha Tîpa D tê lidarxistin. Malbat, bi çalakiya xwe balê dikşînin ser pirsgirêkên hemû girtiyan.

Du car çûn Enqereyê

Xizmên girtiyan di 5’ê meha serê salê ango Çileyê de çûn meclisê, bi partiyên siyasî re hevdîtinan kirin. Malbatan di hevdîtinên xwe de dosyayên ku amade kiribûn dan kesên pêwendîdar û xwestin tiştek were kirin lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Malbat di 2’yê Cotmehê de careke din çûn Enqerê bi Partiya Demokrasî û Atilimê re (DEVA) Partiya Saadetê re (SP) bi Partiya Pêşerojê û Yekitiya Tebîbên Tirk (TTBB) re hevdîtinan kirin. Ji bo ku girtiyên nexweş werin berdan û înfaza girtiyên ku cezayê wan qediyaye neyê şewitandin, cara duduyan çûn Enqereyê û bang li kes û cihên pêwendîdar kirin.

Li Stenbolê çalakiya fînalê hat lidarxistin

Li Stenbolê her hefte li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê malbatên girtiyan bang li rayedaran kirin lê bi şîdet, heqaret û kelepçeyê hatin binçavkirin. Malbatan di bin dorpêça polîsan de çend roj berê çalakiya xwe ya dawî li dar xistin. Di vê çalakiyê de jî rastî êrîşa polîsan hatin û hatin binçavkirin. Jinên ku ji bo xizmên wan bi saxî û selametî ji girtîgehê derbikevin çalakiyê li dar xistin, her carê rastî heqaretê hatin. Bi êrîşan xwestin dest ji çalakî û daxwazên xwe berdin.

Ji bo Denîz Poyraz…

Malbatên girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şewitandin, Îzmîrê di 12’ê Sibata 2022’an de dest bi nobeta edaletê kirin. Malbatên ku li pêşiya Baroya Îzmîrê hatine ba hev, diyar dikin ku heta daxwazên wan bi cih werin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê bi êrîşek hat qetilkirin, Fehîme Poyraz jî di nava kesên ji bo edaletê dest bi nobetê kirin de cihê xwe girt. Fehîme Poyraz, dixwaze ku kesên ji qetilkirina keça wê berpirsyar in werin darizandin û ceza bigrin.

21 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi salan e li Girtîgeha F Tîpî ya Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Ji 27’ê Temûza 2011’an ve hevdîtina wî ya bi parêzeran re hatiye qedexekirin. Hevdîtina bi malbatê re jî tê astengkirin û herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê bi birayê xwe re axivî. 21 meh in tu agahî jê nayê girtin. Ji bo dawî li tecrîdê were anîn, li Tirkiye û hema bibêje hemû welatên cîhanê çalakî tên lidarxistin.  Li dijî tecrîdê jinên ku derketin kolanan bi girtinê re rûbirû man. Di tevahiya sala 2022’yan de jinan bi çalakî û daxuyaniyan xwestin tecrîda li ser Abdullan Ocalan were rakirin. Bi taybetî Tevgera Jinen Azad  (TJA) ji bo Abdullah Ocalan dest bi meş û kampanyayan kir.

Qîrîna ku qet nesekinî

Li Pirsûsa Rihayê qîrîna ku qet nesekinî tevahiya rojên salê li Tirkiyeyê deng veda. Vî dengê ku guhên ker jî dibihîstin, ji nedîtîve hat dîtin. Li Pirsûsê êrîşa ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de, li dijî malbata Şenyaşar pêk hat ket rojevê. Malbat li dijî bêedaletiyê bêdeng nema. Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li pêşiya edliyeya Rihayê di 9’ê Adar 2021’de dest bi nobeta edaletê kirin. Çalakiya wan di sala 2022’yan de jî tevî sermaya zivistanê û germahiya havînê berdewam kir.

Pirtûka berxwedanê hat nivîsandin belgefîlma wê hat kişadêin

Xizm û parazvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, avêtibûn ser dikana malbata Şenyaşar û êrîşê wan kiribûn. Ji ber êrîşê birîndarên ku rakiribûn nexweşxaneyê li wê derê jî rastî êrîşê hatibûn. Dema ku bavê wan Hecî Eswet Şenyaşar çû nexweşxaneyê ji bo zarokên xwe yên birîndar Celal û Adil Şenyaşar bibîne, li ber çavên hevjîna xwe Emîne Şenyaşar bi lînckirinê hat qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji wê rojê û vir ve ji bo edaletê li ser piyan e. Pirtûka vê berxwedanê hat nivîsandin, belgefîlma wê hat kişandin. Emîne Şenyaşar ji bo kurê xwe Fadil ê hat girtin û hevjîn û du kurên wê yên ku hatin qetilkirin dest bi nobeta edaletê kir. Der barê wê de lêpirsîn hatin destpêkirin; doz hatin vekirin lê wê tevî her tiştî dest ji nobeta ji bo pêkhatina edaletê berneda.

Gulistan Doku li ku ye?

Wendekara zanîngehê Gulistan Doku, ji 5’ê Çileya 2020’an ve winda ye û tu agahî jê nayê girtin. Yek ji cihên nobeta edaletê jî Dêrsim bû. Malbat Doku li pêş edliyeya Dêrsimê, bi daxwaza edaletê, dest bi çalakiya rûniştinê kir. Bi pankartên; “Gulistan Doku li ku ye” pirsa wê kirin lê tu bersiv negirtin. Dayik, bav û xwişka Gulistanê çûn Enqereyê. Ji ber daxwaza randevûya bi wezîrê dadê re hatin binçavkirin. Li meclisê hinek hevdîtinan kirin û hê jî pirs dikin dibêjin; “Gulistan Doku li ku ye?”

Ji bo girtiyên Geziyê

Ji doza Geziyê Mucella Yapici, Can Atalay û Tayfun Kahraman hatin girtin. Piştî vê biryara darazê Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyaran (TMMOB) ji bo girtiyên doza Geziyê dest bi nobeta edaletê kir. di her daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li Tirkiyeyê bi destên darazê pêvajoyek bê hiqûq û edalet tê jiyîn û her roja diçe bêedaletî zêde dibe. Çalakiya edaletê ji 250 rojan derbas bû.

Li Çorluyê qezaya trênê

Di 8’ê Temûza 3018’an de trêna ku ji Halkaliyê diçû Uzunkopruya Edîrneyê li gundê Sarilar ê navçeya Çorluya Tekîrdagê qelibî. Di qezayê de heft jê zarok 25 kesan jiyana xwe ji dest dan ji, 300’î zêdetir kes jî birîndar bûn. Di ser qezayê re çar sal derbas bû. Kesên ku birîndar bûn, ên ku xizmên wan di qezayê de mirin hê jî ji bo edaletê têdikoşin û li bendê ku berpirsyar werin darizandin û cezakirin.

Xizmên windayan her hefte çalakiya xwe didomînin

Komeleya Mafên Mirovan a Amedê û xizmên windayan, li Amedê her hefte çalakiya bi sernavê “Bila winda bên dîtin, kiryar werin darizandin” li dar dixin û daxwaza edaletê dikin. Bi salan e li parka Koşuyoluyê li pêş Abîdeya Mafê Jiyanê daxuyanî didin, behsa serpêhatiya xizmên xwe yên winda dikin. Malbatên ku bang li wezîrê dadê dikin, dixwazin ku dosyayên di refan de hatine jibîrkirin werin vekirin û polîtîkaya bêcezatiyê bi dawî bibe.

Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê dema ku dibêjin “Em li zarokên xwe digerin. Ji bo zarok û hevjînên me yên hatine qetilkirin, bi qîrîna di hundirê xwe de em ‘nobeta edaletê’digrin, dixwazin dengê wan were bihîstin, mekanîzmayên têkildar bixebitin û edalet pêk were. Ev berxwedana wan bi salan e didome. Dayikên Şemiyê her hefte serpêhatiya kesek winda vedibêjin û dixwazin Qada Galatasarayê ya ji bo wan hatiye qedexekirin were vekirin. 

Komkujiya Pirsûs û Enqereyê

Ji bo 33 kesên ku Pirsûsê hatin qetilkirin, malbat hê jî li benda edaletê ne. Ji bo kesên hatine qetilkirin, malbat bang bi dovîzên; “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesê edalet” bang li rayedaran dikin. Li Enqereyê li dijî mîtînga ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de hat lidarxistin, çalakiya bonbeyî pêk hatibû, gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Îhmal û gelek xalên ku pêşî li qetliamê vekiribûn derketin holê. Malbat û parêzeran xwestin hemû xalên tarî derkevin holê û gotin ku ew ê dest ji “Daxwaza edaletê bernedin.”

Ji bo Şebnem Korur Fincanci azadî

Li Amedê Yekitiya Tebîbên Tirk (TTB) ji bo Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fincanci nobeta edaletê da destpêkirin. Nobet ket hefteta çaran. Odeya Tebîban a Amedê, dixwaze Şebnem Korur Fîncanci ya ku ji ber xwestibû li ser bikararanîna çekên kîmyewî li Tirkiyeyê lêkolîn were kirin hatiye girtin were berdan.

Ji bo Akbelen edalet

Di vê pêvajoya ku bawerî bi darazê nemaye, krîza di warê mafên mirovan û edaletê de kûr bûye de; ji her derê deng ji bo edaletê bilind dibe. Yek ji wan cihan jî navçeya Mîlasa Muglayê ye. Li dijî YK Enerjî ya ku hewl dide li devera Îkîzkoyê qada komirê berfireh bike, li Daristana Akbelenê, parazvanên jiyanê  ji bo daran nobetê digrin. Bi dirûşma “Ji bo Akbelenê edalet” li Qada Mîlasê çalakiyan li dar dixin.

Pinar Gultekîn

Li Tirkiyeyê li dijî zêdebûna kuştina jinan û ji bo kujeran polîtîkayên bêcezatiyê, çalakî tên lidarxistin. Jinan di her dozê de û ji ber her jina ku nehat parastin daxwaza edaletê kirin. Yek ji van dozan jî ya Pinar Gultekîn bû. Ji bo Cemal Avci yê ku li Muglayê Pinar Gultekîn bi îşkenceyê qetil kir, ‘tehrîka neheq’ hat pêkanîn û 23 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Jinan li gelek bajaran çalakî li dar xistin û li Muglayê nobetên edaletê girtin.

Nobeta parêzeran

Parêzer bi pankarta “Ji bo her kesê edalet” li hinek edliyeyên Tirkiyeyê nobeta edaletê didomînin. Ji girtina rojnamegeran heta karkerên madenê yên li Bartinê jiyana xwe ji dest dan û ji bo gelek mijarên din, parêzeran daxuyanî dan. Parêzer di heman demê de bûn parazvanên daxwazên xwe yên edaletê.