Têkoşîna Clara Zetkîn, bi şoreşa jinan re gihîşt lûtkeyê-2
Leyla Gulo ku di sala 2004’an de yekem pîrozkirina 8’ê Adarê de şahitbû wiha dibêje: “Ruxmê êrîşên Rejîma Baas me dikarî bi pêşengtiya jina kurd 8’ê Adarê roja jinên cîhanê pîroz bikin.”
“Jinên Rojavayê Kurdistanê cara yekem 2004’an 8’ê Adarê pîroz kirin”
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Jinên Rojavayê Kurdistanê ku bi demên dirêj rastî kiryarên Rejîma Baas hatine û ruxmê wê yekê jî tucaran dev ji qirîna azadiyê bernedane û herdem ji bo azadiya welatê xwe û jinê têkoşîyane. Jina Kurd beriya sala 2005’an ku hin rêxistina xwe avanekiribûn, bi awayekî cebhewî (milîs) kar û xebatên xwe li Rojava dimeşandin. Jinên Cebhewî ji dayikan pêk dihat û ji bo ku doza wan bi ser bikeve her di nava têkoşînê de bûn. Bi rêxistinbûna jinên kurd, di sala 2005’an de Yekîtiya Star ku hemû jinên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê hembêz dikir, hate avakirin. Yekîtiya Star karibû bibe deng, reng û hebûna jina kurd. Şoreşa Jinên ku bingeha xwe ji Yekîtiya Star digire, jin karibûn şoreşa xwe hembêz bikin û bibin dengê jinên cîhanê. Îro tevahî jinên cîhanê îlhama xwe ya serek ji têkoşîn û berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê hildigire. Jinên kurd cara yekem di sala 2004’an de bi awayekî veşartî amadekariya pîrozbahiya 8’ê Adarê dikin da ku Rejîm pê nehise gundekî bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiya xwe li dar dixin. Yek ji wan rojan dîtiye û pîroz kiriye Jina bi navê Leyla Gulo ye ku wan kêliyan parve dike.
“Me cara yekem di sala 2004’an de 8’ê Adarê pîroz kir”
Leyla Gulo 8’ê Adara 2004’an wiha dinirxîne: “8’ê Adarê cara ewil di sala 2004’an de hate pîroz kirin. Ji ber zexta Rejîmê me bi awayekî veşartî pîrozbahiya xwe li dar dixist. Me di gundekî bajarê Qamişlo ku li bajêr durbû, me li wir pîrozbahî li dar xist. Ji ber cara yekem em ê pîrozbikin me gelek meraq dikir ku wê çawa derbas bibe. Ez bi xwe jî di wê demê de endama Çand û Hunerê bûm û wê demê biryar hate girtin ku divê em di derborê girîngiya wê rojê de sîkecekî çêbikin. Ji kêyfxweşiyê me sîkeca xwe pir xweş çêdikir. Sikêca me jî li ser xwedevanda Îştarê bû ku jinên kole û bundest rizgar dike bû. Îştar nîşan dide ku jin çawa xwe nas bike, rizgar bike û hebûna xwe mayinde bike. Sikecek asayî bû, lê girîngiya wê pir zêde bû.”
“Pîrozbahî pir gerim hate pêşwazîkirin”
Leyla çalakiyên 8’ê Adara 2004’an wiha tîne ziman: “Bi coş û morelekî mezin em çûn cihê pîrozbahiyê. Dema bername destpêkir, di serî de hevalek me li ser girîngiya rojê axivî û roja jinan pîroz kir. Paşê me dest bi pêşkêşkirina sikêca xwe kir û min bi xwe rola xwedavenda Îştar dileyîst û min jinên kole û bindest rizgar dikir. Sikêca me pir xweşbû û me bi awayekî serkeftî pêşkêş kir. Kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn, ji ber cara yekem bû, pir gerim dihat pêşwazî kirin. Her wiha di wê demê de jî me dikarî bi cil û bergên xwe yên çandinî pîrozbahî li dar bixin. Di heman demê de tenê jin beşdarî pîrozbahiyê bûbûn.”
“Rejîm nedixwast em jin roja xwe pîroz bikin”
Leyla Gulo da zanîn ku ew dema pîrozbahî li dar xistin, Rejîm êrîşa wan kiriye û wiha domand: “Piştî me şahiya xwe ber bi dawî dibir, Rejîm êrîşa me kir û derdora me dorpeç kirin. Di wan demê de pir îxbarî hebû û em hatin îxbarkirin. Dema Rejîm êrîş kir û wê dest bi girtinan bikirina, jin li hember vê yekê bûn yek dest û gotin ya em ê hemû bên girtin, yan jî yek kes nayên girtin. Rejîm ajanek xwe şandibû ku digot divê ku hûn şahiya xwe bidin sekinandin, ango wê Rejîm êrîş bike. Lê jin gotin em nasekînin û em ê roja xwe pîroz bikin. Rejîm çekên xwe hildan û xwe bi hêrs kirin, lê hêrsa jinan ji wan zêdetir bû. Gelek jin hebû ku dev ji govenda xwe bernedan û pîrozbahiya xwe dewam kirin. Ev ajana Rejîmê ji bo ku provakasyon derxîne, digot werin min bidin û min biqewitînin bila şer rû bide, lê em ferqê provakasyonê bûn loma me zêde bi xwe re nekir xem.”
“Nazliye Keçel hate girtin”
Leyla Gulo da zanîn ku di wê salê de Nazliye Keçel ji aliyê Rejîmê ve hate girtin û heta niha di derbarê wê de tu agahî nîne û wiha dirêjî da gotina xwe: “Di wê demê de binçavkirin çêdibû, lê nedihatin girtin. Bes mêrbûya digirtin û carinan jî winda dikirin. Di wê demê de di aliyê Dêrîkê jî pîrozbahî hebû û me bihîst jina bi navê Nazliye Keçel hatiye girtin û dewlet li gel xwe winda kiriye. Heta roja îro jî çarenûsa wê ne diyar e. Piştî wê serhildanê me hemû rojên xwe yên xweş û bi wate pîroz dikir. Her ku çalakî û pîrozbahiyê me çêdibûn zêdetir êrîş jî pêk dihat. Her ku Rejîm êrîşê me dikir, em zêdetir hêrs dibûn û çalakiya me bi serkeftî derbas dibû.
“Jin xwedî şoreşa jinê derket”
Leyla Gulo diyar kir ku ew bi têkoşînek mezin karibûn şoreşa jinê avabikin û wiha pêl da gotina xwe: “Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê em her roj çalakî û pîrozbahiyê xwe li dar dixînin. Me karîbû weke jin rola xwe di şoreşa jinê de bileyîzin. Jina ku hatibû kolekirin û ji mala xwe nediwêrî derbikeve, bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê wê zincirî şikenandin û pêşenga şoreşa xwe kirin. Îro jin karîbû xwedî li şoreşa xwe derkevin û gelek sazî, dezgeh û rêxistinên xwe avakirin. Her wiha jin karîbû hêza xwe ya leşkerî YPJ’ê avabikin. Dema gotin YPJ’ê hatiye avakirin, ez wek dayik ji kêfan girîyam. Îro jin rastî tundî werê dizanîn malek wan heye û dikarin biçin û çareseriyan ji xwe re peyda bikin.”
“8’ê Adarê jinên Rojhilata Navîn pîroz dikim”
Leyla herî dawî cejina tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Em 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û taybet ya Rojhilata Navîn pîroz dikin. Peyama me ji bo jinan ewe ku em hêza xwe xurt bikin û kar û xebatên xwe zêde bikin. Ev hemû encamên sala borîne ku em îro bi rihetî pîrozbahiyan li dar dixînin. Jinên pêşeng em bi bîr tînin. Bi fikir û ramanê Rêber Apo, em hêza xwe xurt bikin û bighêjin tevahî jinan. Rêber Apo jinan ji koletiyê rizgar kir û divê îro em jî ji hêza xwe bawer bikin. Em ê cardin bi jinan re vê rojê pîroz bikin û em dixwazin Rêber Apo di nava xwe de bibînin. Em ê her li ser riya şervan û Rêber Apo bûn. Çi ji me bê xwestin em ê bêteredûtî bikin. Em ê bibin mertalê zindî ji tevahî jinan re.”
Sibê: Jinên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qala cilên xwe yên gelerî dikin.