Têkoşîna bê navber a tevgera jinên Kurd-1

Tevgera jinên Kurd a ku li dijî polîtîkayên dijminatiya li ser jinan ên hikûmeta AKP'ê bûye hêza herî bi bandor a têkoşîna jinan, bi têkoşîna xwe ya nasnameya neteweyî û zayendî, di asta herêmî û navneteweyî de avakirina jiyana nû berdewam dike.

DELAL SARI

Navenda Nûçeyan- Tevgera jinên Kurd jî bi gotin û çalakiyên xwe, li dijî polîtîkayên zayendperest, nijadperest, mîlîtarîst, cudakar, tundî û şer ên AKP’ê ku di desthilatdariya xwe ya 20 salan de dimeşîne, têkoşîneke bêhempa da meşandin. Tevgera jinên Kurd ku bi girseyî û hêza xwe ya rêxistinbûyîn, bû hêza herî bi bandor a têkoşîna jinan, bi polîtîkayên ku di pêvajoya têkoşîna neteweyî û nasnameya zayendî de hilberand, di asta xwecihî, herêmî û navneteweyî de avakirina jiyana nû berdewam dike.

Jinên Kurd ku çareseriya pirsgirêkên civakî di bîrdoziya Rizgariya Jinan de dîtin û li ser esasê paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û azadiya jinê xwe birêxistin kirin, hewl dan hêza xweser a jinê di hemû qadên jiyanê de derxin pêş.

Di qada kamûyê de bû 'kirdeya polîtîk'

Jinên Kurd bi awayekî aktîf tevlî xwenîşandanên girseyî, mitîng û partiyên siyasî yên Kurd bûn û di qada kamûyê de wek “kirdeya polîtîk” hîn zêdetir hatin dîtin. Jinên Kurd ên ku ji sala 2001’ê û vir ve tenê bi tevlibûna jinan pîrozbahiyên 8’ê Adarê dan destpêkirin, bi tevahî birêxistinbûnek jinan a xweser bi pêş ketin. Bi avakirina rêxistinên ji mêran serbixwe, biryarên têkildarî jinan ji mêran re nehişt. Li kolan, mal, li ser kar bi hilberandina polîtîkayên li dijî pergala serwer a mêr, bi pêş ket.

Jin xwedî li cenazeyên jinan derketin

Jinên Kurd ên ji salên 2000’an û vir ve dest bi tenê ji aliyê jinan ve xwedîderketina cenazeyên jinên ku di bin navê “namûsê” de hatine qetilkirin kir, li dijî darazên nirxê civakî yên baviksalarî jî ket pêvajoya hesabpirsînê. Jinên Kurd ku ji aliyekî ve li Meclîsê hatin temsîlkirin û ji aliyê din ve hemû rêxistinên jinan di bin banekî de kom kir, ji bo hemû têkiliyên desthilatdariyê yên zext û tundiyê ji holê rakin rêxistina xwe berfireh kir.

Rêxistinên banê yên pir pêkhate

Tevgera jinên Kurd a ku ji bo têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr a li her qadê didome pêdivî avahiyeke xweser dît, ji salên 2000’an û vir ve bi riya rêxistinên ban gav bi gav zemîna xwe ya girseyî berfireh kir. Rêxistinên banê ji aktîvîstên jin, jinên hilbijartî û jinên ji pêkhateyên têkel ên wek sendîkayan pêk hat.

Jinên Kurd ên di bin sîwana Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) de birêxistinbûna xwe didomînin, di 1’emîn Kongreya Jinê ya 2015’an pêkanî de DOKH’ê betal kir û bi modela nû ya rêxistinkirine bi kongre re rêya xwe berdewam kir. Piştre tevî ku rêxistinên wan ên xweser ya bi awayê konfederasyon ku bi Kongreya Jinên Azad (KJA) ve hate avakirin, bi Biryarnameyên Hukmê Qanûnê (KHK) a di çarçoveya OHAL’ê hat derxistin, hat girtin jî niha di bin sîwana Tevgera Jinên Azad (TJA) de rêxistinbûna xwe didomîne.

Jin bi awayekî çalak di siyasetê de ne

Jinan di siyasetê ku qadeke din a ku mêr serwere de jî, ji bo bibin kirde hewildanek mezin nîşan dan. Tevgera jinên Kurd tevî hemû astengiyan jî ji bo tevlîbûna siyasetê li ber xwe da. Di sala 1991'an de di meclîsê de tenê parlamenterek jin hebû (Leyla Zana), di sala 2007'an de 8 parlamenterên jin ketin meclîsê. Di hilbijartinên giştî de di sala 2011’an de 11, di 2015’an de 31, di sala 2018’an de jî 24 jin ketin meclisê.

Bi tevlibûna siyasetê re veguherîna jinan bi leztir bû. Rêxistinbûna jinan a di qada siyasetê de di sala 1997’an de wek komîsyona jinan, di sala 2000’an de şaxên jinan û di sala 2005’an de jî wek meclisên jinan berdewam kir. Bi rêz di partiyan de kotaya ji sedî 25, 35 û ji sedî 40 jinan hat pêkanîn û di encamê de derbasê pêkanîn hevserokatî bûn. Tevgera jinên Kurd, hevserokatiyê veguherand destkeftiyek qanûnî, li meclisê îdiaya nûnertiya ji sedî 50  ava kir û li şaredariyan polîtîkaya wekheviya filî pêk anî. Di parlamentoyê de partiyên ku hejmara jin herî zêde, partiyên Kurd bûn. Namzedên jin ji aliyê yekîneyên jinan ên partiyê ve hatin diyarkirin. Bi sedan jin bûn endama meclisa şaredarî û hevseroka şaredariyan.

Nûnertiya jinan hat hedefgirtin

Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) ku di hilbijartinên herêmî yên sala 1999’an de cara yekem nûnertiya nasnameya siyasî ya Kurd kir, rêveberiya 37 şaredariyan bi dest xist. Di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) rêveberiya 95 şaredariyan, di hilbijartinên herêmî yên 29'ê adara 2009'an de jî rêveberiya 99 şaredariyan bi dest xist. Her ku hejmara rêveberiyên şaredariyan zêde bû, hejmara rêveber û siyasetmedarên jin ên Kurd jî zêde bû.

Jinan di rêveberiyên herêmî yên 17 salan de, bi pêkhateyên wek hevserokatî û navendên jinan, bi pêkanînên ku armanca dike pêdiviyên civakî yên wek girîngî dide jin û pêdiviyên wan, ji zarokan bigre heta kesên girêdayî madeyên hişbir, ji kal û pîran bigre heta astengdaran pêk bînine, tercûbeyek girîng bi dest xist. Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, li şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê stargehên jinan vekir û xeta tundiyê ava kir. Li gelek şaredariyên bajar û navçeyan jî navendên şêwirmendiya jinan vekir. Xebatên ji bo jinan wek yek ji erkên sereke yên şaredariyê hat qebûlkirin û butçe li gorî vê hat diyar kirin. Navendên jinan ên girêdayî şaredariyan bi girîngî dayîna xebatên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê, bi hevkariya saziyên jinan ên li bajêr xebatek bi bandor meşandin. Ji bo xebatên jinan ên li şaredariyan jî bi sedan jinên ji pîşeyên cuda ji hatin îstîhdamkirin.

Peymanên wan ên karê giştî yên ji bo çavderi kirina wekheviya zayendî ya civakî û pêşî girtina tundiya li ser jinê ya ku bixebatkarên şaredariyan re pêkanîn, girîngiyek mezin qezenc kir. Di aliyê de yekemîn peymana giştî di sala 2004’an de di navbera Şaredariya Amed/Kayapinar û sendîkaya Genel-Îşê de hat îmzekirin. Di peymana karê giştî de hikum hat dayîn ku kesên zarokên keç nadin xwendin dê nikaribin ji alîkariya perwerdeyê sûd bigrin û di rewşa tundiya di nav malê de nîvê mûçeyê mehane dê ji endamên malbatê yên rastî tundiyê hatine re bê dayîn. Şaredar DTP’ê ya Taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhana Edeneyê Leyla Guven jî, ji van re hikma  karkerên ku hevjîna duyemîn tînin dê bêyî ku tazmînata qidemê bistînin peyaman bê betalkirin, zêde kir. Tercume û zanîna tevgera jinan bû parçeyek ji polîtîkayên heyî yên rêveberiyên herêmî. Gelek xebatên wekî xwedîderketina girseyî ya cenazeyên jinên hatine qetilkirin, eşkerekirina sûcdarên tacîz û tecawizê û şopandina dozên jinan meşand.

Hevserokatî bû pêngava şênber a temsîliyeta wekhev

Hevserokatî bû yekemîn gava şênber a temsîliyeta wekhev. Tevgera jinên Kurd, di hemû rêxistin, sazî û organên demokratîk de rêxistinbûna jin a xweser bingeh girt. Tevlîbûna li ser temsîliyeta wekhev û pêşxistina pergala hevserokatiyê wek pêdîviyek siyaseta demokratîk dît. Her destkeftiyên ku di vê pêvajoyê de hatin bidestxistin ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo di jiyana jinên Tirkiye û Rojhilata Navîn de jî bû xwedî bandorên girîng.

Bi “meclîsên jinan", "navendên hevgirtina jinan" ên li kolanan belavbûn û "kursên perwerdeya pîşeyî ya jinan" a li şaredariyan, kovarên jinan, komên jinan ên çand û hunerê û hunermendên jin re di hişmendiya civaka "feodal" de şiyarbûneke nû afirand.

Bi platformên jinan re girîngî da têkoşîna hevpar

Tevgera jinên Kurd ku li hemberî êrîşên hikûmeta AKP’ê, ji bilî têkoşîna maf a gelê Kurd, têkoşîna jinan jî da, ji bo têkoşîna guhertina jin û mêran xebatên xwe berdewam kir. Li dijî tundiya li ser jinan kampanyayên weke “Ji Qirqirîna Jinê re Na” pêk anî. Girêdana ku jinên li Tirkiye û Kurdistanê li dijî tundiya mêr-dewletê ava kirin jî di 10 salên dawî de hin zêdetir xurtir bû. Bi platformên jinan ên Tirkiye û navneteweyî re, bi taybetî jî li dijî tundiya li ser jinê li dijî her cure êrîşên li dijî laş, nasname, vîn û keda jinê, têkoşîn hevpar meşand. Ji bo pêkanîna bi bandor a Peymana Stenbolê, CEDAW û qanûna jimare 6284’an û peymanan têkoşîn meşand.

Di pêvajoya muzakare û aştiyê de daxwaza ‘kirdeya avaker’

Jinên Kurd ên ziman, çand û nasnameya wan hat xespkirin, dema ji bo na vê jî têkoşiya, rastî tundiya dewletê hat. Li dijî polîtîkayên nîjadperest, şovenîst û şer ên hikûmeta AKP'ê, daxwazên wekhevî, xwişk û biratî, edalet, azadî û aştiyê hin xurtir anîn ziman. Tevgera jinên Kurd ku biryar da di ‘pêvajoya çareseriyê’ ya çek bêdeng bûn de, bibe 'kirdeya avaker' ya pêvajoya ji nû ve avakirina gelê Kurd derbas dibe,  hem têkiliyên xwe li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn a bi rêxistinên jinan re zêde kir.

Tevgera jinên Kurd ku li gel pirsgirêkên ku ji ber pirsgirêka Kurd û nakokiyên li Rojhilata Navîn derdikevin, têkoşîna xwe ya li dijî tundiya mêr û dewletê jî didomîne, ji salên 2000’î û vir ve têkiliyên xwe yên bi tevgera jinên Tirkiyê û femînîstên re bi têkiliyên xurtir re şekil kir. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê tifaqan ava kir.

Înîsiyatîfa Jinê ya ji bo Aştiyê (BİKG), Meclîsa Azadiya Jinê (KOM) ya muzakere û çareseriyê pêkhateyên di vê çarçoveyê de hatine avakirin û bi femînîstan re tifaq tên kirin in. Her çend piştî sala 2015’an qadên ku hevkariyên aştî û çareseriyê lê hatin avakirin bi asatekî mezin ji hev belav bûn jî, tevgera jinên Kurd îro wek TJA’yê berdewam dike ku bibe parçeyek ji pêkhateyên jinan ên li dijî baviksalarî têdikoşin.

Di delegasyona Meşa Jinan a Cîhanê de cih girt

Jinên Kurd ne tenê bi jinên Kurdistanî û Tirkiyeyê re, bi jinên cîhanê re jî xebatên hevpar meşandin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî bi tevgerên jinan ên cuda re toreke berfireh a têkilî û tifaqan ava kir. Tevgera jinên Kurd ku di nava heyeta Meşa Jinan a Cîhanê de cih digre, di Foruma Jinên Neteweyî ya Kurd de jî pêkhateyeke girîng e. Bi tevlibûna di gelek têkilî û torên hevgirtinê yên bi rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn re, ji bo pêşxistina mafên jinan û destkeftiyên jinan bi tevgerên jinên cîhanê re li ser zemîna têkoşîna hevpar a têkoşîn dimeşîne.

Jinan têkoşînê birin meclisê

Parlamenterên jin ên Kurd ên li meclisê, ji bo bibin dengê tevgera jinên Kurd, tevgera jinên Tirkiyeyê û hemû jinên civakê, bang li parlamenterên jin ên Kurd kirin ku bi hemû parlamenterên jin ên li Meclîsê re li hev bicivin û ji derveyî komên partiyên siyasî ji banga komeke parlementerî ya jinan ava bike, partiyên li meclîsê bersivek erenî nedan.

Li ser vê yekê parlamenterên jin ên Kurd, li Meclîsê Koma Jinên Meclîsê ava kirin. Di meclîsê de hat misogerkirin ku tenê jin werin salona komê ya meclîsê û dîvan û axaftvan ji jinan pêk werin. Di meclîsê de cara ewil bi jinên ku ji aliyê saziyên cuda ve hatine destnîşankirin, derfeta axaftinê û îfadeyê kirine hatin dayîn. Dengê jinan êdî ji kursiya meclisê digihîje civakê.

Parlamenterên jinên Kurd ku hem di meclisa giştî de hem jî di xebatên komîteyê de pirsgirêk û daxwazên jinan anîn li ser ziman, ji bo pêşîgirtina li her cure tundiya li ser jinê û qetlîamên li ser jinan, îstîhdamkirina jinan û başkirina şert û mercên xebatê yên jinan gelek caran pêşnûnameyên pir û  lêkolînê pêşkêşî meclisê kirin. Ji bo jinan budçeyek wekhev û azadîxwaz were afirandin xebat meşand. Di pêvajoya amadekirina makezagona nû de hewl da ku jin, LGBTI+yan, mafên hemû gelan û ekolojî di makeqanûnê de cih bigire.

Parlamenterên jin ên ku di pêvajoya îmzekirina Peymana Stenbolê de bi saziyên jinan ên li meclisê re dixebitin, di îmzekirina peymanê û avakirina Komîsyona Wekheviya Derfetên Jin û Mêran (KEFEK) de rolekî girîng girtin.

Destkeftî û temsîlkariya jinan hatiye hedefgirtin

Di sala 2009’an de di bin navê ‘oparasyona KCK’ de û di nav de siyasetmedarên jin û yên hatin hilbijartin hene bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin. Di mehên dawî ên sala 2016’an de kayum avêtin ser şaredariyan, gelek hevserokên şaredariyê, parlementer, endamên meclîsa şaredariyê  û jinên siyasetmedar ên Kurd ku salên dirêj di têkoşîna jinê de cihê xwe girtin hatin girtin. Hemû saziyên ku tevgera jinên Kurd, kilit kirin. Desthilata AKP’ê bi avêtina keyuman re, binçavkirin û girtinan bi teybet xwestin jinan ji siyaseta xwecihî dûr bixin. Ji ber vê jî ji derveyî avêtina kayuman, bi taybet hevserokatî, temsilkarî û destkeftiyên jinan hedef girtin.

Tundîtûjî birin meclisê

Desthilat AKP’ê li kolan, zanîngeh, di bin çavande û di girtîgehan de polîtakayên tundiyê ku didin meşandin birin meclisê jî. Di her pêşniyara parlamenterên jin ên Kurd de dibêjin ‘Jixwe ev terorîst in’ desthilatdariya AKP’ê wan dike hedef. Hema bibêje her roj bi gotinên xwe yên nijadperestî li meclisê hewl didin qadeke siyasî ya ku gotin, îradeya jinan lê nebe ava bikin. AKP hewl dide parêzbendiyan ji holê rake, di heman demê de armanc dike ku destkeftiyên dirokî yên jinan û têkoşîna jinên azad ji holê rake. Li dijî vê jinên Kurd payama ‘Ger tu dest bavêjî jiyana min, bajarê min, çanda min, paşeroj û pêşeroja min, bedena min û cenazeyê min, bi rêxistina cewherî û di bingehê parastina cewherî ya demokratîk de em ê li ber xwe bidin.’ û wisa jî kir.

Sibe: Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ veguherî dirûşmeya jinên cîhanê- 2