Siyaset / Mêr, Dadger / Mêr, Fail / Mêr: Li Tirkiyeyê dinava 18 salan de 6 hezar û 759 jin hatin qetilkirin -1

Di 18 salên ku AKP desthilatdar bû de, herî kêm 6 hezar û 759 jin hatin qetilkirin. Hejmara jinên hatine qetilkirin jî heya roja vê nivîsê hat weşandin zêde bû. Lê belê, li dijî vê wêne û hovîtiya ku li kolanê li ber çavên her kesê pêk hat êdî tu gav nehatin avêtin; nayên avêtin. Parastina dewletê li ser kaxizê dimînin. Dema mirina jinan a bi guman zêde dibe, di vî warî de lêpirsînên têrker nayên kirin. Wekî din, gelek destkeftiyên wekî Peymana Stenbolê ya ku bi têkoşîna jinan hatibû îmzekirin tên feshkirin. Desthilatdarî bi polîtîkayên xwe jinan hedef nişan dide. Li Tirkiyeyê qirkirina jinan heye! Di dosyayên xwe de bal dikişînin ser şîdeta mêr a li hemberî jinan û bi taybetî komkujiyên jinan ên bajarên Kurdistan û li bajarên Tirkiyeyê. Di beşa yekem de, em ê tiştê ku qewimîne bi kurtasî binivîsin û di beşa duyemîn û paşîn de, em ê berfirehiya binpêkirinên mafên jiyanê ji bo jinan li bajarên wekî Amed, Mêrdîn û Batmanê vebêjin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Navenda Nuçeyan – Keder, Esma, Fatma, Ozgecan, Gulistan, Muazez, Gîzem, Semîha, Turkan, Violet, Neslîhan, Meltem, Çîgdem, Şeyda, Gulîzar, Yildiz, Angel, Ayşe, Zeynep, Filîz, Medîna, Halîme, Oya, Rahîme, Necla, Gultan, Şerîfe, Hasibe, Elîf, Leyla, Fahriye, Hulya, Arzu, Aysel, Esra, Pippa, Melika... Navên jinên ku li Tirkiyeyê hatine qetilkirin dikarin bi gelek rûpelan werin dagirtin... Çima ji bo her jina hatiye kuştin "hat qetilkirin" dibêjin? Ji ber ku di 18 salên dawî de dema ku AKP li vî welatî desthilatdar bû, mêran bi hezaran jin kuştin.
Di nava 18 salan de bi hezaran jin hatin qetilkirin
Di 8’ê Adara 2021’ê de di "Rapora Binpêkirina Mafên Jinan li Tirkiyeyê" de hat ragihandin ku di 18 salên dawî de 6 hezar û 732 jin ji hêla mêran ve hatinê kuştin. Li gorî rapora ku du meh berê hatibû ragihandin, li gorî çeteleya şîdetê ya JinNews’ê di meha Adara îsal de 27 jin hatin qetilkirin û hejmara meha Nîsanê nehatiye eşkerekirin. Hejmara jinên ku li Tirkiyeyê di 18 salan de hatine qetilkirin bi meha Adarê re bû 6 hezar û 759. Ji ber vê yekê ne bi dehan, ne bi sedan, bi hezaran jin hatin qetilkirin. Ger bi lez peşî neyê girtin, ev hejmar qat bi qat dê zêde bibe. Li Tirkiyeyê ev 18 sal in jinan tu carî kolanan vala nehişt û her car li dijî êrîşan  bang li desthilatdariyê kirin. Ew bang û hawara ku her car hat bilind bû nehat bihîstin û nexwestin bibihisîn. Jin di jiyanê de bi êrîşkirina mêrên ku xizmên wan ên herî nêz in li nîvê kolanê, li xaniyên wan, cihên kar, tax û kafeyan rû bi rû şîdetê dimînin û ji jiyanê tên qutkirin.
Peymana pêşîgirtina li komkujiyan hat betalkirin
Tirkiye îmzekerê Peymana Stenbolê ye ku li welat hêviyek çêkir her çend peyman tenê bi îmzeyê bi sînor mabe jî herî dawî bi biryarnameya Serokomar hat betalkirin. Bi taybetî piştî bidawîbûna Peymana Stenbolê bi zelalî êrîşên li dijî jinan li Tirkiyeyê ji berê zêdetir bûn. Beriya vê deriyên gelek saziyên jinan bi qeyûmên ku li şaredariyên herêmê yên wekî bajarên Amed, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê hatine avetin hatin kilîtkirin. Rêxistinên jinan her cure piştgirî didan jinan û dema ku pêwîst bû wan digirtin bin parastinê. Guhertinên ku li bajêr dest pê kirin, bi navendên şêwirmendiya jinan ên li herêmê, bi girtina saziyan ve hatin berevajîkirin. Îro, dema ku ragirtina saziyên ji bo jinan hatine vekirin didome, karmendên wan tên binçavkirin û girtin. Lewre ev mînak dikare wekî mînaka herî zelal a mêtingeriyê were dayîn. Bi dosyaya me ya  ku ji sê beşan pêk te, "Jin di 18 salan de çi jiyane, çi zext li wan hatine kirin, bersivek li hember nîqaş û polîtîkayên ku jinparêz in di civakê de dîtiye, jinan li dijî  hemû meylên mêtinger kîjan têkoşîn meşandiye ? " Em ê li bersiva van pirsan bigerin. Di beşa yekem a dosyaya xwe de, em bi Endama Desteya Birêveber a Navenda Hevgirtin û Pêkanîna Mafên Jinan a Baroya Amedê  Dîren Elîf Vurgun re axivîn.
"Bi wan polîtîkayan cesaretê didin mêran"
Dîren Elîf Vurgun destnîşan kir ku newekheviya zayendî, pîvanên ku şîdetê teşwîq dikin, polîtîkayên ku newekheviyê zêde dikin û gelek sedemên din bingeha şîdeta li dijî jinan e û dibêje ku divê li dijî şîdetê li ser bingeha wekheviyê têkoşîn were meşandin. Dîren Elîf Vurgun ku daneyên par ên 284 jinên hatibûn qetilkirin û 255 jin jî bi guman mirin parve kir û diyar kir ku ev hejmar di sê mehên pêşîn ên 2021’ê de bû 91 kes. Dîren Elîf Vurgun ku têkildarî polîtîkayên mêtinger û nîqaşên hikûmetê re têkildar e, mînaka betalkirina Peymana Stenbolê da.
“Cesaretê didin failan”
Dîren Elîf Vurgun, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Peymana Stenbolê destpêkê ji bo cînayetên jinan, şîdeta li dijî jinan û polîtîkayên bêcezabûnê hat îmzekirin û piştre ji bo bikeve meriyetê em têkoşiyan. Di şevekê de bi biryarekê ev peyman hat betalkirin. Ev biryarname li dij qanûnê ye, nenaskirina qanûnan e. Li dijî vê biryarnameyê me wekî baro mekanîzmayên qanûnê xist dewrê. Dema ku betalkirina biryarnameyê hat ragihandin dan diyarkirin ku bi destên dewletê yên ku faîl bi cesaret kirin tacîz, tecawiz û şîdeta li dijî jinê rewa dike. îqtîdarê bi polîtîkayên xwe şîdeta li dijî jinan aniye asta rewakirinê. Em jin jî li dijî vê şîdetê gav şûnde navêjin, li dijî newekheviyê em ê bisekinin weke jin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”  
“Kilît li deriyê saziyan dan”
Parêzer Dîren Elîf Vurgun balê dikşîne ser ku li herêmê zêdebûna şîdeta li dijî jinan, ji ber ku deriyê hemû saziyan hatine girtin zêde bûye, bi avêtina qeyûman bi dehan saziyên jinan hatin girtin. Di vê pêvajoyê de ew jinên ku rastî şîdetê dihatin cihên ku serî lê bidan gelek kêm bûne û ji ber rastî şîdetê hatine nikarin serî li tu saziya bidin û neçar dimînin serî li întihar bidin û wiha axftina xwe domand: “Niha li Amedê saziyên weke ÎHD,Kamer, Komela Jina Rosa û Baroya Amedê hene, ew jinên ku rastî şîdetê tên dikarin serî li van saziyan bidin. Êrîşên li dijî hemû destkeftiyan bi vê ve girêdayî polîtîkayên çavtirsandina endamên Komeleya Jinan Rosa ji her demê zêdetir bûye. Ev zîhniyeta ku yên dixwazin tevgerên jin û Kurdan parçe bikin, krîmînalîze bikin e. Ev zîhniyet hewl dide Kurdbûn û jinan ceza bike. Li dijî van bêyî ku em bêzar bibin em ê hin zêdetir bi hêz bibin û li dijî şîdetê bisekinin.”
“Navê întiharê li mirina bi guman dikin”
Dîren Elîf Vurgun dide diyarkirin ku di dema pandemiyê de mirina jinan a bi guman weke mirina normal û bi zêdebûna hejmara întiharan re li ser van bûyeran lêpirsînek rast nayê kirin û li tevahiya welat bi girtina dosyayan re jin hemû terkî qedera wan tên kirin û wiha got: “Ji ber sazî serlêdanan nagrin ji derveyî ew jinên tên kuştîn û kujerên wan diyar in, îstatîstikên rast ên daneyên di destê me de nîn e. Bi navê întiharê dosya tên girtin. Jinên ku bi biryara malbatê tên qetilkirin weke întihar dikeve qeydan. Bi taybetî dema kujer jî di nava malbatê de be em nikarin dosyayan bişopînin. Ji ber ku dixwazin ser cînayetê bigrin em nikarin ji bo şopandina dosyayan wekaletê bigrin. Gelek caran ji bo em li dosyayan binêrin pêşniyara me ji aliyê dadgehê ve tê redkirin.”
“Divê lêpirsînek bi lez û berfirek were meşandin”
Dîren Elîf Vurgun bi bîr xist ku ji bo pêşîlêgirtina cînayetên zayendî, mirina jinan a bi guman û întiharê, pêwîst e yekitiya jinan a li navendek bi ewle werin gel hev hebe. Di demek wisa de dewlet jî mecbûr e ku karê dikeve li ser milê wan bi cih bîne û wiha bang kir: “Divê di mijarên perwerde, medya û qanûnî de sererastkirin werin çêkirin. Di heman demê de pêwîst e polîs û hemû endamên darazê û hemû baskên darazê der barê lêpirsînên kuştina jinan de di perwerdeyê re derbas bibin. Li beramberî kuştinên jinan ên bi guman û li dijî întiharan divê STK li ser vê rewşê baş bisekinin, ji bo kujer werin dîtin xebatên raporkirinê zêdetir bikin. Dema jinek hatibe kuştin dema jê re were gotin ev întihar e divê bi belgeyan vê întiharê bide isbatkirin. Evqas cînayetên jinan hene, hemû bûyerên mirina jinan dema tê lêpirsînkirin çi edlî be, çi siyasî be divê îhtimala ku întihar nebe li ber çav were girtin. Dema lêpirsîn tê kirin divê bi baldar were lêkolînkirin divê lêpirsînek berfireh û bi lez were meşandin.”  
  Sibe: Jinên li Mardin, Êlih, Sêrt û Rihayê: Mêr serwerî sazumaniyek ne yeksan xwedî dike