Sersala Êzîdiyan Çarşema Sor
Li gorî baweriya Êzidiyan Çarşema Sor ango cejna despêka buharê afirandina zindiyan û jiyanê ye.
Navenda Nûçeyan - Sersala êzîdiyan Çarşema Sor yek di baweriya Êzidiyan de yek ji cejnên herî kevin û pîrozin. Ji bo wan ev cejin afirandina zindî û jiyanê û destpêka buharê ye. Her sal li gorî salnameya welatên Rojhilata Navîn di çarşema yekmîn ya miha Nîsanê de tê pîroz kirin.
Girîngiya cejnê li gel Êzîdiyan
Di salên dawî de, Êzîdî cejina xwe pîroz nekirin, sedemên wê jî gelekin. Ji bo vê jî belavbûna vîrûsa corona ya ku bi hezaran giyan kûştine, sersala 2020'an di malê de pîroz kirin.
Bi derketina desthilatdariyê re û heya bi salên dawî her tim gelên êzîdî rastî komkujî û talankirinê hatine. Weke dîrok jî nivîsandiye 73 fermanên qirkirinê bi ser wan de hatiye kirin. Di despêka sedsala 20'an de ji aliyê împiratoriya Osmaniyan ve hatin qirkirin. Di dema serokê Îraqê Sedam Elhusên ve jî dîsa rastî qirkirin û kuştinê hatin û ji warê xwe koçber bûn. Herî dawî êrîşa DAIŞ'ê di 2014'an li ser gelên Şengalê, di encama êrîşê de bi hezaran jin û zarok hatin revandin û mêr jî hatin qetilkirin. Ev rewş heya bi 2016'an de dewam kir. Ji ber van bûyeran her tim çarşema sor reşkirine.
Şer û komkujiyên bi ser gelên êzîdî de hatiye, bandoreke nerênî di warê danûstandên civakî, zihinî û bê bawerî bi wan re pêşket.
Gelo çi girîngiya çarşema sor li gel Êzîdiyan heye?
Çarşema Sor, Mîr Fexr Aldîn ji eşq û evîna dil afirandiye, westan û hesab tê de nîne, deriyên başî û qenciyê ji rohilat heya bi roj diçe ava vekiriye. Mîr Fexr Aldîn yek ji melaikên ku xweda ji ronahiyê afirandiye. Ew giyanê temsîl dike û bi navê "derdeîl" tê nasîn.
Êzîdî çarşema yekemîn ji miha Nîsanê li gorî salnameya Rojhilat ya ku bi 13 rojan ji rojên li paşî Nîsana Rojava dimîne pîroz dikin.
Yek ji pîroztirîn cejinê ye, afirandina zindiyan û jiyanê ye, despêka buhar û temamkirina erdê ye, ango sersala nû ye.
Di baweriya ola Êzîdiyan de "Melekê Tawis" xweda şandiye ser erdên zûha û ev erd veguhestiye av û şînatî. Buhar bi rengên xwe xemilandiye. Ev roj jî roja Çarşemê bû.
Giyan nemire
Di ola Êzidiyan de gelek bawerî û kevneşopiyên cuda hene. Di cewherê de baweriya bi xwedayeke heye, ew jî erd afirandiye. Ango ji baweriya xwezayî ber bi xwedayekî ve çûye. Pêxmberê wan nîne, ji ber ku têkîliya di navbera xweda û kesan red dikin. Tenê baweriya wan bi giyanê heye. wisa bawer dikin "Giyan namire, ji nifş derbazî nifşan dibe."
Ola Êzîdî yek ji olên herî kevnar di Rojhilata Navîn de ye, mezinên wan di wê baweriyê de ne ku ji ola babilî ya kevin li Mezopotamiyayê 3000 sal B.Z derketiye.
Ji roja sêşemê de Êzidî dest bi amedekariya cejinê dikin, ango her kes li gorî teqeta xwe qurbanê dike. Mih, beran, çêlek an bizin serjê dikin, ji ber ku di roja cejnê de serjêkirina ajalan qedexe ye. Roja çarşemê jî diçin ser gorên xizmên xwe, şîranî û fêkiyan bi xwe dibin li zarokan û xizanan belav dikin.
Peresgeha Laleşê
Di danên êvarê de jî agir pêdixin. Li perasgeha Laleşê, xeçe rê û li kolanan mûmen ji zeyta zeytûna pêdixin. Ciwan jî li qadê agir gur dikin û xwe ser re davêjin. Bi avêtina li ser agir ciwan dibêjin: "Ey agirê rengê zer bibe û rengê xwe ya sor bide min."ango rengê zer nexweşiye û ya sor jî tenduristî û saxî ye… Her wekî tê zanîn agir di ola Êzîdiyan de pîroz e. nîşaniya ronahiyê û xelaseya ji reşiyê ye.
Peresgeha Laleşê, di baweriya Êzîdiyan de Laliş cihê herî pîroz e, li geliyê Şêxan dikeve, ji hêla Sumeran û hin şaristaneyên din ve hatiye avakirin. êzîdî carekê di jiyana xwe de diçin ber lalişê û şeş rojan dimînin.
Her wiha kesên li wê herêmê dimînin di payîzê de serlêdana lalişê dikin, ji 23'ê Eylûlê heya bi 1'ê cotmehê dimînin.
Di baweriya Êzîdiyan de, di vê heyv de xweza xwe nû dike û hêk çêdibe. Ji ber vê jî hêk di baweriya wan de girîng e. Di vê rojê de êzîdî 12 hêkan dikelînin û her 3 hêkan bi rengê demsalekê dixemilînin. Hêk di baweriya êzîdiyan de sembola erdê, avabûn û vejîna jiyanê ye. Ango tiştê di hundirê hêkan de, di erdê de jî heye. Kelandina wê nîşaneya çêbûna erdê û qaliqa hêkan jî helandina qeşayê ye, her wiha rengê ku li hêkan dikin jî nîşaneya hatina Melekê Tawis, gul û jiyan dest pê kiriye.
Berhevkirina kulîlkên sor
Di baweriy wan de reşandina qaliqên hêkan li ser zeviyan berkete. Keçik jî gangulîk (çîçekên sor) berhev dikin û bi jorî deryê malê dadilqînin ta ku xêr û bereketa sala nû bikeve jiyana wan.
Di heyva nîsanê de hin tişt qedexeye. Weke zewac, cotkarî û sefer, ji ber ku ev heyv (bûka salê)ye, tu bûk bi bedewiya wê nîne. Erd jî bi tovan ducanî ye, cot jî zirarê dide wê.
Çar cejin di cejinekê de tê pîroz kirin
Di baweriya êzîdiyan de Çarşema Sor çar cejinan bi hev re dike yek. Yekemîn cejin dema gerdûn çêbûye û teqiyayî. Ji çar hêmanan pêk hatiye av, ax, ba û agir. Ango hêmanê hişk, rûn, gaz bilezme bi hev re bûne yek stêrk û gerestêrk çêbûne.
Cejina duyemîn bîranîna kelandin, cemidandin û keskaniya erdê radigihîne. Ev jî bi kelandin, cemidandin û rengkirina hêkan didin diyar kirin.
Cejina sêyemîn jî dema xweda yekem zindî afirandiye û xwîn berdayê bedena wî. Ji ber vê jî dibêjin çarşem sor di nîsana ku gulên sor direngîne.
Cejina çaramîn ya berketê ye ango hêka yekem hatiye afirandin û zindiyê yekemîn hatiye xuliqandin. Ev jî çêbûna gerdûnê dide nîşan kirin.
Gelek şîroveyên cuda li vê rojê hatine kirin, hin nêrîn dibêjin ku siyasîne û civaka êzîdî xistne bin xizmeta cihê taybet. Çarşema sor bîranîna qirkirina gelê Êzidi ye, ên ku car caran di nav xwînê de mane. Her wiha ev roj kirin berjewandiyên xwe ku bizanibin gelên êzîdî vê rojê pîroz dibînin a na?
Hin lêkolînerên dîrokî dibêjin ev roj vedigere dema Împiratoriya Medyayê ku di wan deman de şereke mezin rûdide û ew bi ser dikevin. Sedema pir xwîn rijandin û serkeftina ku bidest xistine şahî li dardixin, ji ber vê jê re Sor tê gotin. Hin jî dibêjin ku dema xweda Adem daye û xwîn berdayî bedena wî jiyan li ser erdê dest pêkir.
Tê diyar kirin ku gelên Êzîdî li seranserî cîhanê belav bûne. Bi taybet jî li welatên mîna herêma kurdistanê û Îraqê û paytexta Nînawa a Îraqî û bajarên ku herî zêde kurd lê jiyan dikin. Her wiha li turkiyayê, Rûsiya, Ezerbîcan, Ermîniye,û herî zêde li Ewropayê jî gelek Êzîdî hene.
Her wiha li Bakur û Rojhilata Sûriyê jî êzîdî jiyan dikin. Weke herêma cizîr, Efrîn û taxa Şêx meqsûd li Helebê hemû şêwazên cejna xwe pîroz dikin, lê tenê nikarin biçin peresgeha giyanî Lalişê ji ber dûrbûna cihê wê.
Li herêmên bakûr û rohilata Sûriyê mafên Êzîdiyan hatibû windakirin dema rêjîma Baas de. Serhildana 19'ê Tîrmehê hemû mafên Êzidiyan bi xwe re anî. Rêveberiya Xweser ev roj kir betlane û Êzîdî çarşema sor bi kêf û şahî pîroz dikin.
Barse Xatûn
Lê belê di van demên dawî de, sedema êrîşa dewleta tirkiyayê bi ser herêma Efrînê di 20'ê rêbendana 2018'an de. Mezarên (Barse Xatûn)li gundê Qestel Cindo ji aliyê dagirkeriya tirkiya ve hate rûxandin û peykera Zeredeşt li pêşiya komleya çandê ya Êzidiyan hate hilweşandin. Li Serêkaniyê jî 8 gundên wan ji hêla çeteya ve hate talankirin.