Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ji jinên berxwedêr re bû hêvî

Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan destpê kir ji bo hemu jinên cîhanê yên li dijî pergala baviksalarî têdikoşin dibe hêvî.

DELAL SARI

Navenda Nûçeyan – Pergalên mêr serwer ên Îranê bi sedan salan armanc kir ku jinên li hemberî xwe weke gefekî dibîne di qadên giştî û taybet de bixwe bin venêrînê û pêkutiyê. Jinên ji Rojhilat û Îranê jî li dijî van rejîmên mêr serwer ên dijminên jinan, ji bo mafên xwe yên siyasî, çandî, civakî aborî timî di nav berxwedanê de bûn. Jinên ku bi rêxistinbûnê têkoşîna xwe mezin kirin ji serdema Riza Pehlewî ya xwest jinan bixe bin kontrolê heyanî rejîma Îlamî ya Molla têkoşîna azadiyê berdewam kirin û timî di nav berxwedanê de bûn.

Qanûna Medenî ya nû hat qebûlkirin

 Piştî rûxandina Xanedaniya Qaçaran li Îranê, Riza Xan Şah di sala 1925’an de hat ser desthilatê û di sala 1927’an de tac danî û xanedana “Pehlewî” damezrand. Jinan bi awayekî aktîf di polîtîkayên ku xanedana Pehlewî di bin navê 'Modernbûnê' de dabûn destpêkirin de cih girt. Bi têkoşîna jinan re di sala 1931’an de Qanûna Medenî ya nû ji aliyê Meclîsê ve hate qebûlkirin. Jinên ku cara ewil mafê hevberdanê bi dest xistin ancax di bin hin şert û mercan de dikaribûn mafê xwe yê hevberdanê bi kar bînin. Temenê zewacê ji bo zarokê keç heya 15’an û ji bo kuran jî heya 18 salî hat bilindkirin. Jinên ku li Zanîngeha Tehranê dest bi xwendinê kirin jî di kadroyên akademîk de cih girtin.

Çarçef hat qedexekirin

“Çarçefa” ku ji bo jinan mecburî bû di 1936’an de hat qedexekirin. Li dijî jinên ku hê jî çarçefê li xwe dikin sepanên zextê yê xanedaniyê çarçef veguherand ‘sîmgeyek siyasî’. Her çiqas li hemberî azadiyên civakî başkirinek çêbûbe jî ji ber hemû partî di bin venêrîna Xanedaniyê de bûn azadiya siyasetê nebû. Ber bi dawiya vê pêvajoya ku azadiya ragihandinê jî tune hat hesibandin mafên ku jinan bi dest xistibûn yek bi yek ji destê wan hat girtin.

Şoreşa Spî

Di sala 1941’ê de bi dawîbûna desthilatdariya Riza Xan Şah re kurê wî yê mezin Mihemed Riza Şah Pehlewî hat. Di sala 1953’an de bi însiyatîfa Brîtanya û DYA’yê serokwezîr Muhammed Mossadegh ji desthilatdariyê hate xistin. Di sala 1962’an de bi piştgiriya DYA’yê di bin navê ‘pêşveçûn û nûjenkirina netewî’ de bername hatin destpêkirin ku jê re “Şoreşa Spî” hat gotin.

Mafên xwe yên medenî bi dest xistin

Jinên ku li dijî pirzewacê û ji bo mafê dengdanê têkoşîneke dijwar didan, di sala 1962’an de “mafê xwe yê dengdanê” bi dest xistin. Di Qanûna Parastina Malbatê ya ku di sala 1968'an de hat derxistin de ji bo jinan rêzikname hatin çêkirin. Bi Qanûna Parastina Malbatê ya ku di sala 1975'an de hat qebûlkirin, temenê zewaca zarokên keç bû 18 sal û pirzewatî jî bi destûra nivîskî ya hevjînê bû. Hevberdan êdî ne girêdayî soza mêr a “tu berdayî yî” bû û bû şertê zewaca fermî. Jin û mêrên ku dixwestin hev berdin, mecbûr bûn ku serî li Dadgehên Malbatê bidin. Dema ku girtina zarokan ji aliyê dadgehê ve dihat kirin, jin piştî mirina hevjînê xwe karîbû xwedî li zarokan derkeve. Her çendî kurtaj tu carî qanûnî nebû jî cezayên kesên ku kurtaj kirin siviktir bûn. Di rewşên weke tecawiz û rewşên ku jiyana jinê bikeve xeterê de mafê kurtajê hat dayîn.

Jin vê carê jî bûn hedefa rejîma Mela

Gelên ku ji ber pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên di sala 1978’an de hat jiyankirin daketin kolanan, li dijî xanedaniya Pehlewî dest bi çalakiyan kirin. Ji hemu beşên civakê û çînî bi milyonan jin jî ji bo mafên xwe yê aborî, civakî û zagonî li çalakiyên li dijî canedaniya Pehlewî de cih girtin. Lê piştî bi dawîbûna serdema Pehlewî ‘Rejîma Mela’ serweriya xwe ava kir. 

Zagonên şerîatê yên bi niviskî û ne niviskî anîn

Melayên Şiî li dijî reformên zagonî û Qanûna Parastina Malbatê derketin. Vê carê jî Melayên Şiî zextê li jinan kirin ku çarçefê li xwe bikin. Di 1979’an de Komara Îslamî hat îlankirin. Bi zagonên şerîatê yên niviskî û ne niviskî rejîmekê nû yê pêkûtiyê dest pê kir. Rêveberiya Ayetullah Ruhullah Humeynî bi rêvebirina ‘şerîatê’ qedexe, zext û sînordarkirinên nû li dijî jinan pêk anî ku wan weke ‘parazvanên nirxên exlaqî’ didît.

Mafên jinan paş de hat girtin

Mafên ku jinan bi têkoşînên demdirêj bi dest xistine yek bi yek paş ve hat vegerandin. Bi biryarnameyên Ayetullah Ruhullah Xumeynî di sala 1979’an de li dadgehan dadweriya jinan hate qedexekirin û Qanûna Parastina Malbatê hate rakirin. Li ser jinan “li gor rêgezên Îslamê” cil û bergên ku li qadên giştî jî di nav de ye, lixwekirina hîcab û cil û bergên dirêj û belfireh hat ferzkirin. Di cil û bergên mêran de ti astengî nebû. Ji bo jinên ku hîcabê li xwe nekirine, cezayê hepsê û cezayê pereyan hat birîn. Çûyîna dibistanê li jinên zewicandî hat qedexekirin, temenê zewazê ji bo zarokên keç daxistin 13 salî.

Di 8’ê Adarê de ji jinan çalakiyek mezin

Di 7'ê Adara 1979'an de Ayetullah Ruhullah Xumeynî biryarnameyek derxist û diyar kir ku jinên ku çarçef li xwe nekin dê "tazî bên hesibandin". Lê belê jin bêdeng neman. Jinên ku lez dan rêxistinbûna xwe, şaxên jinan ên partiyên siyasî ava kirin. Rêxistinên jinan di bin navê “koalîsyonê” de bûn yek. Di sala 1980’an de di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, zêdetirî 100 hezar jin li kolanên Tehranê li dijî siyasetên zordar û ferzkirina hîcabê ya rejîmê xwepêşandan kirin. Xwepêşandanên ku mêr jî di nav de bûn û 6 rojan berdewam kir, bi tundî hatin şikandin. Gelek siyasetmedar û aktîvîstên jin hatin girtin.

Bi qanûnan re newekhevî û cudakarî hat kûrkirin

Digel ku têkoşîna jinan berdewam kir, qanûn û rêziknameyên li dijî wan jî berdewam kirin. Di sala 1980'î de "qanûna hîcabê ya mecbûrî" pêşkêşî Meclîsê hat kirin. Hemû partiyên siyasî hatin qedexekirin, hemû tevger bi tundî hatin tepisandin. Di sala 1984’an de yekem dibistanên olî yên ji bo jinan hatin vekirin tenê mamosteyên jin hebûn. Bi "Qanûna Destûrî ya Îslamî" re, Qanûna Medenî, Qanûna Ceza û Hiqûqa Malbatê li dijî jinan ji nû ve hatin sererastkirin. Bi vî awayî newekhevî û cihêkarî bi qanûnan kûrtir bû.

Ji bo zarokên keç temenê berpirsiyariya sûc daxistin 9 salî

Ji bo jin û mêrên ku xizmên hev ên xwînî nînin, hatina gel hevdû hat qedexekirin. Cihên şahiyê hatin girtin. Ji bo jinên ku ji mêran cûda neçar hatin hiştin ku li dawiya otobusê birûnên, di hemû saziyên giştî de biryara ku ji ‘deriyên cûda yên jinan’ bikevin hindûr hat dayîn. Beşdarbûna jinan a xebatên werzîşê li cihên ku ji gel re vekirî be mêr bibînin hat qedexekirin. Tenê ji aliyê mamosteyên jin ve perwerdeya zarokên keç hat dayîn, dibistanên ku mamosteyên jin lê nînin hatin girtin. Di derbarê berpirsiyariya tawanan de, temenê mezinbûn û berpirsiyariya qanûnî ji bo xortan 15 sal û ji bo zarokên keç weke 9 sal hat diyarkirin.

Çarçefa hatibû siyasîkirin dîsa bû mecbûrî

Di sala 1980’an de bi koda cil û bergên ku hate danîn, ji bo jinan li xwe kirina "çarçefên" ku ji bilî dest û rûyê wan tevahiya laşê wan bigire, bû mecbûrî. Makyaj hat qedexekîrîn. Ji bo kesên ku li gor qûralên cil û bergan tevnegerin ji mehekê heta salekê cezayê hepsê, cezayê pere û cezayê qamçî hat birîn. Karkirina jinên zewicî bi destûra nivîskî ya mêrê wan ve hat girêdan. Ji bo jinên kudadwerbûna wan hat qedexekirin, her çiqas dadgera lêpirsînî ango dozger bin jî erka biryardanê nebû.

Ji mêran mafê pirzewaciyê hat dayîn

Ji bo jinên ku tenê li ber temaşevanên jin dikarîn stranan bêjin, reqs hat qedexekirin. Ji mêran re heta 4 jinan mafê zewacê hat dayîn. Ji bo ku jin biçin derveyî welat, erêkirina mêrê wan pêwîst bû. Dema ku mêr dikaribû bêyî ku sedemek diyar bike dema ku bixwaze jinekê berde, jin tenê heke bikaribe yek ji şertên qanûnê îspat bike dikaribû hevberdanê bike. Daxwaza hevberdanê ya jinê jî bi erêkirina mêr ve girêdayî bû.

Ji derveyî bûyîna dê û hejînê mafê wan nehat nasîn!

Rejîma Îslamê ku tenê erka ‘bûyîna dê û hevjînê’ da jinan, bi wadê teqawîdbûna pêşwext hewl da jinan bişîne malê. Bi milyonan jinên ku xebata wan a li saziyên giştî hat qedexekirin, dest bi xebatên li sektora taybet kirin. Jin di qadên aborî, perwerde, çand û huner, wêje, werzîşê de dest bi xebatê kirin. Li zaningehan ji nîvê xwendekaran zêdetir bûn jin. Rejîma Îslamê ji ber hêza birêxistinî ya jinan neçar ma ku qûralan sist bike. 

Zagonên herî paşverû hatin qebûlkirin

Jinên ji beşên cûda li hemberî rejîma Îslamî yê her ku çû li hemberî azadiya wan zextên xwe zêdetir kir, tîfaqan ava kirin. Li hemberî têkoşîna jinan di 1997’an de her çiqas bi hatina rêveberiyê yê Mela Muhammed Hatemî di quralan de sistbûn çêbûbin jî di gelek qadan de zext jî zêdetir bûn. Li parlementoyê zagonên herî paşverû yên dîroka Îranê hatin qebûlkirin. Di van zagonan de saziyên tendirustî û perwerdeyê mîna jin û mêr ji hev hatin cûdakirin. Ji aliyê mamosteyên jin ve perwerde dayîna zarokên mêr ên ji 10 salî mezintir hat qedexekirin. Ji aliyê mamosteyên mêr ve xebitîna li dibistanên zarokên keç hat qedexekirin. Ev pêvajo jî jin li dijî qedexeyan dîsa fikrên xwe, daxwazên xwe û rexneyên xwe anîn ziman û ji vê gav paşde neavêtin.

‘Mêrên’ rêveberiyê dewir girtin jî jinan mîna gefekî dîtin

Di pêvajoyên Mahmud Ahmedinejad de ku li şûna Muhammed Hatemî di salên 3’ê Tebaxa 2005-3’ê Tebaxa 2013’an de rêveberiyê dewir girt de jî bedela herî giran jin dan. Destkeftiyên ku jin bidest xistibûn dîsa bi hincet nîşandana ‘Îslamê’ paşve hatin vegerandin. Mahmud Ahmedinejad jî polîtîkayên ji qadên giştî dûrxistina jinan û li malan hepiskirina wan jiyanî kir. Kovar û rojnameyên ku derbarê mafên jinan de weşanê dikirin hatin girtin. Mahmud Ahmedinejad ê ku erka bingehîn a jinan weke ‘pir zarok anîn’ û ‘timî xizmetkirina li hevjînê xwe’ didît, hevjîna xwe ya çarçef lê kiribû jî mîna ‘nimûne’ nîşanî jinên Îranî da.  

Di meha Hezîranê ya 2005’an de jinan li hemberî Makezagona Îslamî, namzetnebûna wan a ji bo Serokkomariyêû ji bo pêşbirkên werzîşê negirtina wan bi çalakiyên ku di 3 dîrokên cûda de lidar xistin protesto kirin. Jinan di 2006’an de bi daxwaza guhertina zagonên ku li dijî jinan e bi navê ‘Milyonek îmze’ kampanya dan destpêkirin. Her protestoya jinan bi tundiyê hat tepisandin. Piştî Mahmud Ahmedinejad di 2013’an de pêvajoya Hasan Ruhanî, di 2021’an de pêvajoya Îbrahîm Reîsî destpê kir. Her çiqas ‘mêrên’ rêveberiya rejîma Îslamê dewir girtin hatibin guhertin jî feraseta ku jinan mîna gef dibîne bi domkirinê zextên xwe berdewam kir. 

Li hemberî çalakvanên jin polîtîkayên cûda hat sepandin

Rejîma Îslamî ya Îranê bi girtin û îşkenceyan li hemberî jinên Kurd polîtîkayên cûda jî meşand. Jina Kurd Ferînaz Xosrowanî di 4’ê Gulanê de li Otela Tara ya Mahabadê ku ew lê kar dikir dema endamên rêxistina îstîhbaratê ‘Îtlaat’ê yê girêdayî rejîma Îranê hewl dan tecawizê wê bikin û ew xwest xwe ji vê yekê xilas bike jiyana xwe ji dest da. Piştî ku kiryarên hewldana tecawizê aşkere bû gel Otela Tara da ber agir. Hewl hat dayîn ku gelê li Mahabadê daketin kolanan bi biryara OHAL’ê ve bên tepisandin.   

Çalakvana jin a Kurd Zeyneb Celaliyan jî di sala 2008’an de li Kirmaşanê hatibû girtin. Cezayê îdamê ya Zeyneb Celaliyan,  di Kanûna 2011’ê de bi cezayê heta hetayî hat guhertin. Zeynep Celaliyan a ku rastî îşkenceya herî giran hat, gelek caran dest bi greva birçîbûnê kir. Zeyneb Celaliyan tevî kampanyayên navneteweyî jî nayê berdan.

Çalakvana jin a Kurd Şîrîn Elem Hulî ku di sala 2010’an de li Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatibû ragirtin, di “Roja Dayikan” de hat îdamkirin. Hevalên wê li ser Şîrîn Elem Hulî ku di heman girtîgehê de bûn wiha gotin: “Kesên sûcdar jî di nav de her kes jê hêz digirtin. Ji ber sekna wê. Ew keçek pir bi hêz bû. Tevî îşkenceyên giran jî qet neaxivî.”

Çalakiyên yek kesî yên jinan veguherî çalakiyên civakî

Ji sala 2010’an şûnde hema hema di hemû xwepêşandanan de jin bi awayekê çalak cih girtin. Hin caran li kolanan bê hîcab geriyan an jî bi derketina ji derveyî qûralên ku hatine diyarkirin bi çalakiyên ‘bê îtaatiya sîvîl’  ‘berxedana xwe ya bêdeng’ timî domandin. Çalakiyêk bê îtaatiya sîvîl ya yek kesî ya jinan veguherî çalakiyên civakî.

Wêneyên xwe yê bê hîcab parvekirin

Rojnamegera mûxalîf Masîh Alîjaned di sala 2014’an de bi armanca protestokirina ferzkirina hîcabê, wêneyê xwe yê bi awayekê bê hîcab seyare bikar tîne li ser medyaya dîjîtal parvekir. Li hemberî bangawaziya Masih Alijaned a li ser hesaba medyaya dîjîtal a bi navê ‘Azadiya Min a Veşartî’ parvekirina wêneyê xwe yê bê hîcab, di nav du rojan de 30 hezaran zêdetir jin bi parvekirina wêneyên xwe yê bê hîcab bersiv dan. Dîsa di 2016’an de bi armanca protestokirina girtina kesên ku wêneyên xwe yên bê hîcab li ser medyaya dîjîtal parvekirine jinên ku porê xwe birîn, wêneyên xwe yên bi vê rengê li ser medyaya dîjîtal parvekirin û çalakiyê mezintir kirin.

Bi Vida Movahed çalakiyên ‘Çarşema Spî’

Vida Movaheddi 28’ê Kanûna 2017’an de li ser cadeya Enghelab (Şoreş) a herî qelebalix a Tehranê derket ser qûtiya kerabê, hîcaba xwe ya spî bi darekî ve girêd a û çalakiya bê îtaatiya sîvîl lidar xist. Jinan xwedî li çalakiya Cida Movahed derketin û destpêkê her roja çarşemê bi hîcabên spî veguherandin çalakiya ‘Çarşema Spî’.Paşê jin bi awayekê girseyî bê tirs li kolanan û taxan hîcabên xwe yê bi rengên cûda ji derxistin û hêjandin û viya veguherandin çalakiyek civakî. 

Vida Movahed hatibe biçavkirin û paşê hatibe berdan jî ji ber çalakiya wê berdewam dike carek din hat binçavkirin û bi sûcdarkirina ‘bi derxistina hîcabê teşwîqkirina ji rê derketin û bê exlaqiyê’ 8 mehan girtî ma. Di 29’ê Çileyê de Nergîz Huseyîn a li heman cihê çalakî lidar xist hate girtin. Jinên ku bi hilbijartina xwe hîcabê li xwe dikin jî piştgirî dan van çalakiyan.

Seher Hudeyarî li pêşiya dadgehê agir berda bedena xwe

Jinên ku bi hinceta "Divê li bedena mêrekî biyanî temaşe nekin" temaşekirina maçên futbolê li wan hatin qedexekirin, cil û bergên mêran li xwe kirin û bi şêwazeke ku jê re dibêjin "bêîteatiya sivîl" ketin stadyumê. Seher Xudeyarî ku di sala 2019'an de ji ber rengê yekrengê Klûba Îstîklalê wek "Keça Şîn" dihat nasîn, di meha Adarê de hewl dabû bi maske derbasî Stadyûma Azadî ya Tehranê bibe û di Lîga Şampiyonan a Asyayê de li pêşbirka tîma xwe ya li dijî El Aynê ya Îmarata Erebî temaşe bike, hat binçavkirin.

Seher Xudeyarî ku 4 rojan li Girtîgeha Veramîn girtî ma, bi şertê kontrola edlî hat berdan. Seher Xudeyarî ku 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji bo şermezarkirina vê rewşê li ber Dadgeha Şoreşê ya Tehranê agir berda xwe. Alîgira tîma futbolê ya Îstîklalê Seher Xudeyarî li nexweşxaneya ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Seher Xudeyarî, qedexeya ketina stadyuman a jinan hat rakirin û bi maçên neteweyî re sînordar bû. Li Îranê her çiqas bi qaîdeyên cilûbergên diyarkirî be jî tîmeke futbolê ya jinan hat avakirin. Di sala 2023’an de Federasyona Futbolê ya Îranê û Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ragihand ku dê jin karibin bikevin stadyûmên futbolê.

Jîna Emini bû xala werçerxe

Di navbera salên 2009 û 2023’an de kolan her tim di nava berxwedanê de bûn. Jin tevî qamçiyan, înfaz û zindanan jî dîwarên tirsê hilweşandin û ji bo azadiya xwe li dijî jiyana ku li ser wan hatiye ferzkirin, berxwedana xwe domandin. Ji sala 2022’an û vir ve qetilkirina Jîna Emînî ji bo jin û gelan jî bûye xala werçerxê.

Jin li Îranê nêzî 44 sal in li dijî “ferzkirina hîcabê” li ber xwe didin û ji bo mafên bingehîn ên mirovî têdikoşin. Jina Kurd a Seqizê Jîna Emînî ya 22 salî, di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê ku çûbû ziyaretê, bi hinceta ku li gor qûralan hîcaba xwe girê nedaye, ji aliyê 'polîsên exlaq' ve hat qetilkirin. Jîna Emînî ya ku di dema binçavkirinê de ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hat rakirin Nexweşxaneya Kasrî ya Tehranê û jiyana xwe ji dest da.

'Jînaya delal, tu qet namirî!'

Rayedarên Îranê bi şev bêyî ku kes amade bibe, hewl dan cenazeyê Jîna Emînî defin bikin. Lê belê malbata wê bertek nîşanî vê yekê da û danê sibê Jîna Emînî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" spartin axê. Li ser kevirê gorê: “Jînaya delal, tu namirî! Navê te dibe sembol!..” hatibû nivîsandin. Û wisa bû. Piştî binçavkirin û qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rojnamevanên Îranî Nîloofar Hamedî û Elahe Mihemedî ve hate ragihandin, xwepêşandan dest pê kirin. Piştî rejîma Îslamî ya 1979’an, cara yekem li Îranê Xwepêşandanên mezin bi tevlêbûna hemû beşên civakê berdewam kirin.

Serhildana Jin Jiyan Azadî li seranserê welat belav bû

Çalakiyên ku bi pêşengiya jinan bi hêvî û hêrsê destpê kir, veguherî serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku gelê Kurd, Belûç û Ereb jî tê de cih girtin. Serhildana herî mezin a şoreşgerî ya salên dawî bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Gelê ku li 31 eyalet û zêdetirî 100 bajaran li dijî Komara Îslamî daket qadan û bi dirûşmeyên “An azadî an azadî”, “Bimre dîktator”, “Jin jiyan azadî” li ber xwe dan. Ev ne tenê serhildanek li dijî ferzkirina hîcabê bû, di heman demê de ji bo bidestxistina hemû maf û azadiyên siyasî, aborî û civakî yên hemû gelan bû serhildanek.

Jinên ku di serhildana ku bi rê ve birin de paşve gav neavêtin, bi biryardarî û bê tawîz hejandina rejîmê ji bingehên wê ve bi berdewamkirina bêîteatiya xwe ya sivîl bi çalakiyên cur bi cur li kolanan didomînin. Jinan hîcabên ku "sembola siyasî" ya rejîma Îslamî ye derxistin û şewitandin û bi birîna porê xwe û reqsê çalakiyên xwe yên bêîteatiyê berdewam kirin.

Xwedekarên jin hatin hedefgirtin

Xwendekaran li zanîngehên paytext Tehranê û li bajarên Meşhed, Zencan, Erak, Kurdistan, Senendaj, Îsfehan, Mazenderan, Şîraz, Hemedan û Qezvînê çalakiyên protestoyî li dar xistin. Beşek ji xwendekarên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, diyar kirin ku ji wan re peyamên nivîskî hatine dayîn û ji wan re hatiye gotin ku ketina kampusên zanîngehên ku lê dixwînin heta demeke nediyar hatiye qedexekirin. Li hin zanîngehan xwendekaran dîwarên ku xwendekarên jin û mêr di kantînan de ji hev vediqetîne hilweşandin. Xwendekarên jin ên ku piştgirî dan serhildanê jî ji ber ku hîcabên xwe rakirin û çalakiyên bêîteatiya sivîl lidar xistin li dibistanên diçûnê ji aliyê rejîmê ve hatin hedefgirtin. Ji Mijdara 2022’an û vir ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ‘dibistanên keçan’ buyerên bi jehrê ketinê qewimîn. Di êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanan de xwendekarên jin bi jehrê ketin.

Hewl didin serhildanê bi tundiyê bitepisînin

Rejîma Îranê ji bo tepisandina serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ji çar aliyê cîhanê piştevaniyê girt serî li her rêbazê tundiyê da. Di serhildana ku zêdetirî hezar û 500’î kes hatin qetilkirin, 100 kesên hatine qetilkirin jî 18 salî bûn. Herî jêm 60 hezar kes hatin girtin. Ji kesên hatine girtin herî kêm ji 110 kesan re cezayê darvekirinê hat dayîn. Bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanan bûne zêdetirî 10 kes hatin darvekirin, gelek kesên ku berê hatibûn girtin jÎ hatin darvekirin. Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di mehên Adar û Gulana 2023’an de 138 kesan hatine darvekirin. Zêdetirî 200 kesan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin revandin. Piraniya kesên ku hatin revandin zarok in. Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de anî ziman ku tenê nasnameya 201 ji Kurdên ku hatine girtin hatiye aşkerekirin û ragihand ku ji bo 201 hemwelatiyên Kurd bi giştî 715 sal, 6 meh û 17 roj cezayê giran a girtîgehê hatiye dayîn.

Li dijî malbatên kesên hatine qetilkirin zext

Endamên malbatên ku di serhildanê de hatine qetilkirin jî bi awayekê kêyfî tên binçavkirin û girtin. Goristana kesên hatine qetilkirin tê xirakirin, ji bo kombûnên aştiyane yên li goristanan sînordarkirinên hişt tê anîn. Goristana Jîna Emînî yek ji wan goristanan e ku hat xirakirin.

Welat terikandina jinan hat qedexekirin

Ji aliyê rejîma Îranê ve vezaskirinên zagonî û girtinên ji bo tepisandina serhildanan berdewam dike. Hin vesazkirinên nû yên qanûnî û girtin bi vê awayê ne;

*Dîsa Komîteya Dadwerî û Hiqûqî ya Meclisa Îranê ragihand ku wan pêşnûmeya qedexekirina derketina derve ya jinan bêyî destûra vasiyê xwe yê mêr pesend kiriye.

*Meclîsa Îranê ji bo bi awayekê girantir cezakirina jinên ku “ferzkirina hîcabê” binpê dikin, gavek din avêt! Pêşnûmeya ku bi mehan bû mijara nîqaşan hat qebûlkirin. Di pêşnûmeya dawî de, ji ber "pêbendnebûna bi qanûna cil û bergên Îslamî" re cezayên wek cezayê pere û hepsê, qedexekirina pîşeyê û desteserkirina mal û milkan tê pêşbînîkirin. Ger jinên ne Îranî li gorî qanûnê tevnegerin dikarin ji welêt bên dersînorkirin.

*Dewriyeyên 'polîsên exlaqî' ku piştî serhildanê 10 meh hatin rawestandin, dîsa dest bi xebatê kirin.

*Rojnameger Nazîla Maroofian a ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kir 4 caran hat girtin. Astiaj Heqîqî û Amir Mihemed Ehmedî ku vîdyoyên wan ên li ber birca Azadî (Azadî) ku yek ji avahiyên sembolîk ên Tehranê ye di medyaya dîjîtal de direqisin û li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin, piştî mehekê ji girtinê bi giştî 21 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

*Dadgeha Şoreşê ya Îranê jî bi hinceta piştgirî dide çalakiya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, 74 qamçiyan û 2 salan qedexeya medyaya dîjîtal li derhênera belgefîlman Mûjgan Îlanlû birî.

*Lîstikvan Mîtra Heccar a piştgirî da protestoyan hat girtin.

*Çalakvan Bahare Hedayat ku ji 3’ê Cotmeha 2022’an ve li Girtîgeha Êvîn a Îranê girtî ye dest bi greva birçîbûnê kir.

* Lîstikvan Hengameh Ghaziani û Katayoun Riahi ji ber weşandina parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal bi hinceta "teşwîqkirina îsyan û provokasyonê" hatin binçavkirin. Hengameh Ghaziani ya 52 salî rexne li hewldanên bi tundiyê tepeserkirina serhildanê kiribû û got ku wê hîcaba xwe ji xwe kiriye.

Têkoşîna jinên Îranê sînor derbas kir

Tevî van zext, girtin û îşkenceyê jî berxwedana jinên Îran û Rojhilat didome. Ji hemû pêkhateyan jinên ji çar aliyên cîhanê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" daketin qadan û piştgirî da jinên Îranî yên li hemberî tarîtiyê li ber xwe didin. Li parêzgehên Tirkiye û Kurdistanê jin daketin qadan û porê xwe jê kirin. Ji gelek welatan hunermendên jin jî piştgirî dan çalakiyan.

427 xebatkarên sînemayê ku di nav wan de Melisa Sözen, Özge Özpirinççi, Zehra Çelenk, Nur Surer, Yeşîm Bûber jî hene, îmze avêtin ser daxwaznameya derhênerên Îranî Bahman Ghobadî û Asghar Ferhadî ku tê de bangawaziya bi Kurdî û Tirkî ji bo protestoyên li Îranê tê kirin. Xebatkarên sînemayê bang li jinên Îranî kirin û gotin, "Em bi we re ne, em xwişkên we ne."

Zêdetirî 50 lîstikvan û mûzîkjen ji Fransa û zêdetirî ji 70 hunermend ji Spanyayê ji bo piştevaniya jinên Îranî porê xwe birîn. Ji navên navdar ên ku banga azadiyê ji bo jinên Îranî kirin, Isabelle Adjani, Juliette Binoche, Marion Cotillard, Julie Gayet, Charlotte Gainsbourg, Isabelle Huppert û hunermend Marjane Satrapi ya Fransî ku bi eslê xwe Îranî ye, bi fîlmê xwe yê Persepolîs a çîroka jinên Îranî vedibÊje li seranserî cîhanê tê nasîn jî cih girt.

Hunermend Shakîra jî li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ew piştgiriyê dide xwepêşanandan. Shakira di parvekirina xwe de gpt, “Dilê min li gel malbata Jîna Emînî ye, li gel xendekarên jin û zarokên keç ên Îranê ye û li gel hemu kesên ku ji bo azadiyê şer dikin e.”

Serhildana ku rejîma Îranê ji bingehê ve hêjand di serî de li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo hemû jinên cîhanê dibe îlham û hêvî. Serhildana ku hêz dide tevgerên jinan ên cîhanê jî, carek din raxist ber çavan ku piştevaniya jinan a kurevî çiqas girîng û nebe nabe ye.