Rûyekî din ê tundiya li ser jinê: “Hêwîtî” – 1
"Divê tedbîrên pêşîlêgirtinê bên girtin" Jinên ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî cihên xwe koçber bûne, li bajarên ku hatin bi gelek pirsgirêkên weki xizanî, hêwîtî û tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Bi taybetî li Rihaya ku yek ji wan cihên ku pirsgirêka hêwîtî (hevjîna duyemîn) lê rû dide, di nava 4 mehên dawî de zaroka bi navê Amara Dawl (13) û jina bi navê Selva El Hinedî (25) ji ber ku hêwîtî qebûl nekirin hatin qetilkirin. Civaknas Rûken Erguneş a ku bal kişand ser zehmetiyên jinên penaber, diyar kir ku divê li hemberî hêwîtî û zewaca di temenê biçûk de tedbîr bên girtin.
"Divê tedbîrên pêşîlêgirtinê bên girtin"
Jinên ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî cihên xwe koçber bûne, li bajarên ku hatin bi gelek pirsgirêkên weki xizanî, hêwîtî û tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Bi taybetî li Rihaya ku yek ji wan cihên ku pirsgirêka hêwîtî (hevjîna duyemîn) lê rû dide, di nava 4 mehên dawî de zaroka bi navê Amara Dawl (13) û jina bi navê Selva El Hinedî (25) ji ber ku hêwîtî qebûl nekirin hatin qetilkirin. Civaknas Rûken Erguneş a ku bal kişand ser zehmetiyên jinên penaber, diyar kir ku divê li hemberî hêwîtî û zewaca di temenê biçûk de tedbîr bên girtin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha- Bi şerê navxweyî yê ku di 15'ê Adara 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir, Tirkiye bû yek ji welatên ku herî zêde koçberiya penaberên Sûriyeyê lê hat jiyîn. Mêrdîn, Riha û Dîlok ku li ser sînorê sifirê ne, bajarên ku herî zêde di warê civakî û demografîk de ji van koçan bandor bûne ne. Bi taybetî di van du salên dawî de li bajarên ku cudahiyên koçberiyê weke qeyraneke civakî xwe nîşan didin, binpêkirina maf û zehmetiyên jinên penaber her ku diçe kûrtir dibe. Jinên penaber ên ku piştî şerê heyî hatin Tirkiyeyê, ji ber bêîmkaniyên li vir tên jiyîn neçar dimînin bibin hêwî (hevjîna duyemîn).
Ji ber hêwîtiyê qebûl nekirin hatin qetilkirin
Dema ku di zagona medenî de beramber û qanûnîkirina pergala hêwîtî sedema teqez a telaqê tê dîtin, li gorî xala 161’an Qanûna Medenî ya Tirk hêwîtî wekî "zîna" tê destgirtin. Li Tirkiyeya ku nêzî 4 milyon penaberên Sûriyeyî lê dijîn, bajarê Rihayê di aliyê nifûsê de, di rêza çaremîn de cih digre. Li bajêr bi taybetî li navçeyên Pirsûs, Kaniya Xezalan, Serîkanî, Eyûbiye û Halîliyeyê nifûsa penaberan zêde ye. Tevî qedexeyê jî sedemên zêdebûna hêwîtî li Rihayê çi ne û çawa zirarê dide jinan? Li gorî nûçeyên ku di sala 2021’ê de di çapemeniyê de cih girtine, li bajêr zarokek û jinek ji ber ku hêwîtî qebûl nekirine ji aliyê mêren ku neçarî hêwîtiyê hatine kirin ve hatine qetilkirin.
Jinên penaber ji pergalê bawer nakin
Li gorî vegotinên jinan li navenda bazara ku em çûn me dît ku jinên ku piraniya wan Ereb bûn, bi zarokên xwe re kaxiz berhev dikirin an jî klîns difirotin. Ev zehmetiyên civakî yên jinên ku di her qadê de hewl didin jiyana xwe bidomînin bi salan e didomin. Hin saziyên sivîl ên ku em li ser van pirsgirêkên welatiyên penaber bi wan re axivîn, li gorî xebatên xwe diyar kirin ku jinên penaber ên li bajêr dijîn, ji pergalê bawer nakin. Rayedarên ku diyar kirin jin ji ber bêbaweriyê nikarin zehmetî û hewcedariyên xwe ji saziyên cemaweriyê re ragihînin, diyar kirin ku piraniya penaberên ku çûne midûriyeta polîsan an jî saziyên cemaweriyê ji ber sedema kêmbûna wergêran bêyî ku pirsgirêkên xwe vebêjin vegeriyane malên xwe. Li gorî agahiyên ku me ji hin komeleyên li ser pirsgirêka penaberan dixebitin girtin, hat destnîşankirin ku bi taybetî di van 2 salên dawî de gelek jin bi hinceta ji bo zewaca bi pere ji aliyê din ê sînor hatine bajêr.
Li bajêr yekane stargeh bi kapasîteya 20 kesan e!
Cihê bi ewle ya mayîna jinên penaber ku ji ber zehmetiyên li bajar dijîn tercîha wan a yekem zewaca bi darê zorê ye yan jî firotina klîns e, sînordar e. Li bajarê ku 2 milyon û nîv nifûsa wê heye tenê stargehek heye. Hat diyarkirin ku jinên diçin stargehê ji ber ku ev stargeh bi hejmareke kêm 20 kesî pêk tê, piştî demekê ji ber zehmetiyên fizîkî ji stargehê derdikevin. Hêwîtiya ku li ser jinên li hemberî van pirsgirêkên bi xizanî, zordarî û zehmetiyên fizîkî dijîn, tê ferzkirin wan hildikişîne nava neçariyek cuda. Me li ser mijara hêwîtiyê ku dewlet bi bêdengî lê temaşe dike û her çiqas li Tirkiyeyê qedexe be jî li piraniya bajarên herêmê berdewam dike, bi taybetî li Rihayê ku yek ji wan cihên herî zêde bûyerên hêwîtî lê tên jiyîn, lêkolîn kir.
“Zilam her rewşa ku tê jiyîn weke fersendek dibînin”
Jina bi navê H.Z. ya li navçeya Eyûbiyeyê dijî, diyar kir ku mehek berê hêwî anîne ser keça wê ya zewicandî ya li Pirsûsê dijî. H.Z diyar kir ku ji ber zêdebûna nifûsê mêrên ku bi jinên xwe re nîqaş dikin, jinên ku ji Sûriyeyê hatine û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye bi gotina; "Ez ê li te binêrim" dikin hêwî, der barê mijarê de wiha got: “Keça min 8 sal e zewicadiye. Ev bûyer beriya mehekê qewimî. Dema ku agahiya kesê ji tiştek tunebû, çû û hêwî anî ser keça min. Em nizanin ew jin kî ye. Niha keça min bi zarokên xwe re çi bike? Ger ew wî mêrê bihêle dê bi zarokên xwe re li rastê bimîne. Ger li gel bimîne, pirsgirêkeke din e... Li Pirsûsê, kesên ku bi hevjîna xwe re şer dikin di roja duyemîn de, bi jinek din re tên mala xwe. Ew kes jin in û carna jî zarok in ku neçar dimînin vê yekê bikin. Ji destên wan jî tiştek nayê. Çi dibe bi jinan dibe, her cure zehmetiyan dijî. Ev neheqî ye. Bila jin bi van neyên xapandin.”
“Rewşa aborî ya jinan ji bo hêwîtiyê weke hincetek tê bikaranîn”
Jineke Sûriyeyî ya ku em li heman navçeyê pê re axivîn, diyar kir ku piraniya jinên hêwî diçin ji neçarî vê yekê dikin. Jina ku da zanîn jinên malbatên wan feqîr in an jî hevjînên wan nikarin ji şer vegerin, ji bo zarokên xwe neçarî bi vê yekê dibin, bi van gotinan drama ku jin di vê xalê de dijîn vegot: “Hin bi hezkirin hin jî bê xwestek dizewicin. Hinek hene, beriya ku hev bibînin malbata wî kesî tê û jinê dibe mala xwe. Bi gelemperî, jinên yek an jî qet zarokên wan nîn in, ji ber ku hevjînê wan nîn in vê yekê dikin. Ji ber ku ji derveyî wê derfeta wan tune ye ku li xwe binêrin. Li aliyê din mêr vê yekê bi kar tînin û bêyî tiştekî fermî xwe nêzî jinan dikin û bi wan re dizewicin. Jin û zarokan bi vê yekê re neçar dihêlin”
"Bûyer bi navbeynkaran re sistematîze dibe"
S.H. ya ku zewaca hêwîtiyê kiriye, diyar kir ku bêyî bibîne bi awayê navbeynkar zewicî ye. Ev navbeynkarên ku ji aliyê piraniya jinan ve tên axaftin, di bedêla pereyan de bi hevdîtina bi malbatan re rê li ber zewacê vedike. S.H. ya ku anî ziman piştî navbeynkar a ku aliyê mêr 20 hezar milyar daye hatiye, bi malbata wê re axiviye, wekî hêwî zewiciye, got ji ber ku ewlehiya wê tune ye, soza ku dema ji mêr qut bibe dîsa 20 hezarî ji mêr bigire daye. S.H. tiştên ku piştî wê hat jiyîn wiha got: “Piştî ku navbeynkar hat bi malbata min re axivî, ez zewicîm. Di malbata min de zewaceke din a bi vî rengî heye. Ger em li hev nekin û vegerîm mala xwe dê pereyan bidin min. Hin dayik ji bo ku zarokên wan birçî nemînin vê yekê dikin. Malbatên jinan bi taybetî mêrên berê zewicî ne yan jî yên kal hildibijêrin.”
“Ev rewş bi piranî li bajarên li ser sînor tên jiyîn”
Civaknas Rûken Erguneş diyar kir ku jinên ji nava şer derketine ji bo jiyana xwe rizgar bikin reviya ne û hatine li bajarên sînor ji bo xwe rizgar bikin hatin kaşkirina di nava zewaca hêwîtî û rewşên din de, diyar kir ku encamên van bûyeran bi awayekî giştî bandorê li civakê kiriye. Rûken Erguneş diyar kir ku jinên penaber ji roja hatine welat heta niha, bi rewşên nemirovane re rû bi rû mane û bal kişand ku ev mînak herî zêde li bajarên sînor tên jiyîn.
“Şert û mercên jiyana jinên penaber pir xerab in”
Rûken Erguneş axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em dizanin ku îro bi taybetî li Rihayê û bajarên li ser heman xetê şert û mercên jiyanê yên jinên ji ber şer neçar mane koç bikin çiqas xerab in. Mixabin qurbaniyên herî mezin ên hemû şer û wêranî jin û zarok bûn. Ev rastî wekî duh îro jî tê paşguhkirin. Hin mekanîzmayên dewlet bi pêş dixe tedbîran digirin û polîtîkayên ne têrker ên parastina jinan jî sedema derketina van encaman in.”,
"Em bi wêneyek pir giran re rû bi rû ne"
Rûken Erguneş destnîşan kir ku li bajarên sînor rewşên weke hêwî, fuhûş û zewaca di temenê biçûk de bi koçberiya şer re hîn zêdetir bûne û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku ev rewş berê jî di nava civakê de hebûn lê bi şer re her ku diçe zêdetir dibe. Em bi wêneyekî hîn girantir re rû bi rû ne, ji ber ku em dizanin jinên hêwîtî qebûl nakin tên qetilkirin. Em dizanin ku keçên ciwan ên di temenê zarok de, bi zilamên mezin re tên zewicandin. Ji xeynî kesên ku neçarî koçberiyê bûne, di wê civakê de veguheriye tiştekî ku ji aliyê her kesê ve tê qebûlkirin. Em ditirsin ku em ê neçar bimînin hin encamên girantir ên vê yekê bijîn."
"Ev pêvajo zirareke mezin dide civakê"
Rûken Erguneşa diyar kir ku jin ji her du aliyan ve tên mexdûrkirin û wiha got: “Jin ji bo ku nekevin xefikên rewşên weke fuhûş û madeyên hişbir vî yekê dikin. Ev rewş hem zirarên mezin dide jinan hem jî civakê. Civak vê rewşa hêwîtî û zewaca di temenê biçûk de paşguh dike û normal dibîne. Ev rewş dibe sedem ku ev doz hîn zêdetir bibin. Di encamê de jin hem di aliyê hestiyarî de, hem jî di warê hiqûqî û aborî de dibin mexdûr. Ji bo pêşîgirtina vê rewşê divê ji bo jinên penaber şert û mercên jiyanê yên pêwîst bên afirandin. Her wiha divê li ser rewşên hêwîtî û zewaca di temenê biçûk de jî tedbîrên pêşîlêgirtinê bên girtin.
SIBÊ: “Zewaca bi hêwîtî li dijî vîna jinan bi pêş dikeve”