Rojek li Jinwar II

Jiyan li JINWAR ê herikbar e. Dem û lez di nav hevsengiyê dene. Bê guman ew hevsengî jinan daye avakirin. Starta dema xwe ew didin û her tişt di bin kontrola wan deye. Bi plan û disiplîn devgerandin, ji bona wan bûye elimandinek jiyanê. Ji ber wê dem tu caran na de pêşiya wan... Jiyana komînal û hevpar rêgeza bingehîne li JINWAR. Kes ji kesê ne serdestir ne jî li jordetire. Her tişt bi dorê ye. Parvekirin, hevdu hembêz kirin hemû birînên ku pergala baviksalarî di deruniya jinan da vekirî, dikewîne. Bi derketina her rojek nû re, jiyan bi wateyek din hişyar dibe li gundê JINWAR. Em jî dibin şahidê rojek ji rojên JINWAR...

Navenda Nûçeyan - Berbanga rojê jiyana gund bi derketina firinê despêkir. Weke xelekên zincîrê her yek bi karekê re mijulin û hev temam dikin. Em jî ketin nava gund û me jiyana wan a herikbar şopand.
Demjimêr 6:00’ê sibehê ye. Çar jinên di berê de ar birine danîne firinê rabûne xwe amadedikin. Du ji wan jinan Ereb du jî Kurdin. Her çar jin wê ji bo hemû şeniyên JINWAR nanê rojane çebikin. Her der pir paqije. Di cihek hewqas paqij de tu mîqrob ne gengaze bijîn. Destpêkê hevîrê xwe kirin, qederê 45 deqîqeyan li bendê dimînin da ku hevîrê wan tirş bibe. Piştî hevîr tirş dibe, dest bi patina nan dikin. Heya seet 10:00’ê rojê ji bo şeniyên JINWAR nanê rojê hat amadekirin.  
Bi hostahî karê xwe kirin. Diyar bû berê jî dora wan hatiye û ketine firinê, ji ber destê wan gelek sivik li hev digere û xweş vedikin. Ber bi demjimêr dehan, nanê wan ber bi qedandinê ye, agahî ji gundê cîran hat ew jî daxwaziya nan dikin. Bi agahiyê re komek mezin dîdarên gund ketin hindir û dest bi gera nava gund kirin. Ji dîdaran jî taleba nan hat, wan jî xwestin hinek nan li gel xwe ji gund bibin. Bi vî awayî barê nanpêjên rojê zêdebûn û dest bi hevîrê duyem ji bo gundê cîran û dîdarên nava gund kirin. 
Dengê zarokan melodiya serê sibê ye li nava gund
Zarok bi rastî jî rengê jiyanê ne. Cihê dengê zarokan lê neyê ew der wek diwarek beton zuha û hişke, bêhna mirov lê diçike. Xemla jiyanê ewîn... di heman demê de hêvî ne zarok. Zarokên JINWAR jî hêviya jiyanek azad, wekhev û aramin. Ew jiyana ku hemû mirovahî, bi taybet jinan herî zêde bêriya wê kiriye... 
Dibistana seretayi ya dayika Uweyş heye hemû xwendekarên gund li wê dixwînin. Du keçikên Fatim ê jî li dibistana navîn a Dirbêsiyê dixwînin. Dengê zaroka jî em ber bi dibistanê ve birin. Di bêdengiya serê sibê de dengê zarokên dibistanê weke dengê çivîkan ji nava xwezaya gund a bêdeng gelek li guhan xweş dihat. Bi zengila dibistanê re dema xwendekar ketin hindir cardin bêdengî serwerbû. Her kes bi karê xwe mijule. 
Li xaringeha gund xwarina nîvrojê tê amade kirin
Ji dibistanê vêcarê me berê xwe da deriyê xwaringeha gund. Kevaniya mehê Zeyneb a ji Colemêrgê ne amadeye, cihê wê jî vala nemaye, hema du jinên dinê ketine hindir û dest bi amadekariya xwarina nîvrojê kirine. Xwarinpêj tenê xwarina nîvrojê amade dikin û bi hev re li ber derê xwaringeha gund cihê xwarinê heye li wê dixwin. Sibê û êvarî jî her kes li mala xwe amade dikin û dixwin. Her du jinên ketine xaringehê kartolan, ango petatan diqeşêrin û amadekariya tirşika petatan dikin, li gel birincê. Piştî hinek sohbeta li gel xwarinpêjan, em derketin nava gund.
Jinên Amudê hatine serdana gund
Ji şêniyên herêmê û derve gelek mêvanên JINWAR tên. Herkesê ku berêxwe dide jinwar, weke ku têkeve cihek pîroz tevdigere. Ji ber ku ew der cihê zayînek nû ye. Mînaka jiyanek azad û wekhev e. Ew nimûne dema gerdunî bû, wê demê em dikarin bêjin cîhan wê bi rengê jinan bi xemile û aram bibe. Ne wekhevî û bê edaleti ya ku wijdana mirovahî ew bi hezaran salaye puç kirî wê cardin şînber bibe. 
Belê vêcarê jî mevanên perestgeha pîroz, jinên meclisa Amudê ne. Jinên dîdarên gund hatine li nava gund digerin, weke me derê hemû malan vedikin û silav didin hemû jinan. Em hinek bi wan re jî geriyan. Paşê bi mêvanan re me berê xwe da nava baxçeyê dengê jinan bi şêwazê herî xwezayî jê bilind dibe.
Baxeçyê gund jî hema li pişt Şifa Jin ê ye, ji ber nêze nava rojê ji derveyî şivan, xwarinpêj û nanpêjan hemû jin li nava baxçe dixebitin. Ji bacanê sor, îsot, bacanê reş, qitî, pîvaz û gelek rengên din ên sebze û şînatiyê çandine. Ji xwe gelek curên daran ji mişmişan heya zeyîtûnan hene, darê wan jî têra xwe mezinbûne. Çandinî û avdaniyê gelek baş dikin, ji ber wê jî şînatiya wan li gel germa zêde jî baş çêbûne. Dê têra xwe berhemê keda hevpar ya xwezayî bixwin. Ji xwe berhemê derdikeve jî ser malan par dikin. 
Berhemê pez û hêkê mirîşkan jî hevpare
Çend bizinên gund hene, li gel koxê mirîşkan. Cihê pez û mirîşkan ji nava gund dure. Xwdîkirina wan jî bi dorê ye. Heya demekê dayîka 7 zarokan Sena a ji Şedadê li pez dinêre. Berhemê pez û hêkê mirîşkan jî weke berhemê baxçe hevpare û hemû gund para xwe jê digire. 
Ber êvarî karê her kesê diqede. Dema kar bidawî dibe, her kes diçe mala xwe kincên kar dadinin û kincên xwe yên nav malê li xwe dikin. Li ber derê malan qefle bi qefle runiştîne û bi sohbetê re çayê vedixwin. Heya tarî dadikeve, nû berdaqên xwe digirin û diçin hindir. 
Li ber sohbetên şevan jî kêrhatiyên hunerê dest
Bi şev jî jin li hev kom dibin û hunerê dest çêdikin. Ji jinên gund Zeynebê diyar kir ku hema kî jina digihe gund dixwaze hunerê xwe yê dest nişan bide û got: “Bi ketina nava gund re heskirina ketina nava karê destan zêde dibe. Ji xwe kî çî dizane hînî derdorê xwe dike û bi vî şêweyî karê dest pêşdikeve. Piranî jî sembola gundê me û remza şehmaran çê dikin.” 
Jin dema digihin hev hunerê berê dizanin dubare tînin bîra xwe, hem jî tiştên nû ji hev hîn dibin û çêdikin. Hinek kefiyan dihunin, hinek ser kevirê seramîk remza jinwar û şahmaran dinexişînin. Herî zêde jî bazinên destan ên ji tayê renga reng xweşik dinexişînin. Zarok jî li wan dinêrin, serê xwe dixin ber mezinan de û dixwazin çêkin. Her çêdikin weke yê dayîka wan xweş nabe, dubare xiradikin, carekdin ji nû ve çêdikin. Berhemê hunera destê wan jî li Dikana Xwişkan digihe ber destê dîdaran. Li nava dikanê ristek ji bazinan heye, hun çî reng û nexşan bixwazin dikarin hilbijêrin.
Demjimêra razanê jî piştî dehane, êdî her kes piştî şevbaşê ber bi mala xwe diçin. Ji xwe ji êvarî de her kî bixwaze dikare neyê nava sohbeta giştî û li mala xwe bimîne. Lê li hev kombûn û sohbeta şevan weke çandekê bûye, sebra wan bê hev nayê. Wê demjimêrê her kes çî li ber destan heye tînin bi hev re çêdikin, li ber re jî sohbet dikin û paşê belav dibin. Roj û şeva me jî xweş derbasbû. Bi şevbaşa wan re karê me yê rojek li Jinwar jî qediya. Ewqas bi coş û keyf bû ku me nezanî çawa wext qediya... Em hêvîdarin ku wê rojek ji rojên JINWAR bibe nesîbe hemû xwêner û şopdarên me jî.
Qediya…