Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -6
Dengê folkolra Soranî: Dayikî Cemal Xwediyê dengê folklore soranî dengbêj Şîrîn Îbrahîm Yaqûb ji ber xweşikbûna xwe di nava hunerê de weke Dayikî Cemal hatiye nasîn.
Dengê folkolra Soranî: Dayikî Cemal
Xwediyê dengê folklore soranî dengbêj Şîrîn Îbrahîm Yaqûb ji ber xweşikbûna xwe di nava hunerê de weke Dayikî Cemal hatiye nasîn.
Navenda Nûçeyan - Şîrîn Îbrahîm Yaqûb sala 1907’an li navçeya Helebce ya bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê henaseya despêka jiyanê girtiye. Malbata wan a yahudî ji ber tindiya misilmanên derdorê bi demê re misilman dibin. Ji biçukanî de bala wê ser dengbêjiyêbû, hem guhdarî dikir hem jî digot. Despêkê di nava şahî û kombûnên malbatê de stranan dibêje. Di wan şahiyên biçuk de dengê wê yê nimuneyî ji aliyê hunerhezan ve tê keşifkirin û ji bo dîwanên mezin tê vexwendin.
"Bedewa şarê Silêmaniyê Dayikî Cemal"
Xwediyê dengê folklora soranî Şêrîn ji ber bedewiya xwe bi nasnavê ‘Dayikî Cemal’ an go dayika xweşikbûnê hatiye nasîn. Dengbêja xêrxwaz, nefis biçuk û mêhrîban hemû xweşikbûna deng û rengê xwe xistiye xizmeta stranbêjiya ku gelek jê hezkiriye de. Ji ber vê giyana nazik di nava welatiyên herêmê de navdarbûye û qîmetek mezin girtiye. Yekem Meryem Xan stranên saravayê kurmanciyê kurdî girtiye bin qeydan, duyem jî Dayikî Cemal stranên zaravayê soranî yê kurdî girtiye bin qeyîdan.
Hinek stranên wê yên naskirî wihanw: Amînê amîn, ay bênin bênin, hey belar belar, xanimî Silêmanî, hey axa axa ne. Hina jî stranên wê li arşîva radyoya Bexdayê mane, lê di nava salên dirêj de weke berê nemane û xirabûne.
Her jinek dengbêj di heman demê de li hemberî toreyên civaki yên teng ku hewildidin jinan di hindirê malan de bidin girtin jî têkoşîn dikin. Weke Meryem Xan, keç apa wê Elmas Xan, Ayşe Şan û Nesrîn Şêrwan Dayikî Cemal jî rastî tengasiyên mezin hatiye. Her çendî van dengbêjan karîne malbatê û civakê biterikînin li peyî dengê xwe biçin, lê derfetek wiha bi destê Dayikî Cemal neketiye, ji ber wê jî hem dest ji malbat û civakê hem jî dest ji dengbêjiyê berdaye. Bi boneya xweşikbûna xwe û dengê xwe yê bêhempa, di nava civakê de rastî zehmetiyên jiyanê tê û dextê li ser dikin. Ji ber toreyên civakê yên fewdal xwe winda dike û heya dawiya temenê xwe li cihek nenas dijî.
Di sala 1979’an de li nexweşxaneya Medînet Eltib a bajarê Bexda çû ser dilovaniya xwe, xweşikbûna xwe û bedewiya dengê xwe jî bi xwe re xist goristanê. Bi merasîmekê cenazeyê wê li goristana Şêx Meirûf spartin axê.
Sibê: Ji ber Surên Amedê û peravên Dîcleyê heta Radyoya Bexdayê bedewiya dengê Ayşe Şan ê.