Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -5

Xweseriya dengê Nesrîn Şêrwan Ji koçeriya zozanên Botanê berbi radioya Bexdayê ve dengê Nesrîn Şêrwan bûye çavkaniyek dewlemend a kilasîkên kurdewariyê.

Xweseriya dengê Nesrîn Şêrwan
Ji koçeriya zozanên Botanê berbi radioya Bexdayê ve dengê Nesrîn Şêrwan bûye çavkaniyek dewlemend a kilasîkên kurdewariyê.
Navenda Nûçeyan - Xoxê Omer Osman ku di cîhana hunerê de weke Nesrîn Şêrwan tê nasîn, sala 1929’an li gundek ê herêma Şirnexê di nava malbatek koçer de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Nesrîn a bi qirika koçeriya Botanê ya serbixwe û xweser di nava nal û newalan, çol û çiyayan, zozan û deviyan de ji kurahiya dilê xwe gotiye timî ew xweseriya dengê xwe parastiye. Dengbêj Nesrîn ji jinên koçerên dengxweş hînî stranan û heya kezebê ji kurahiyê gotinê bûye. Şêwaza jiyana xwezayî dihunandin û bi dengbêjiyê danîn ziman. Jinên koçer ji dapîrên xwe hînbûne tiştek di xwezayê de tine nebe, her başî û xirabî cardin li xudanê xwe vedigere. Çanda kuredewariyê di wan kilamên dengbêjiyê yên jinên koçer de xwe ji hemû nemrudên serdemê veşartiye û heya roja îro hatiye. Bê cih û warin, li gorî demsalan bicîh dibin, giyana wan azade, ne qedexeyan dinasin ne jî zagonan. Her ku qedexe danîne ser zimanê wan, li lutkeyên herî bilin ji înada zilmkaran heta karîne qêr kirine. Ew dengê wan heya biniya newalên herî kur olandane… 
Bi rêya dengbêjên weke Meryem Xan û Elmas Xan ê ew qirika wan a taybet ku tenê jinên wê herêmê dikarin bi wî şêwazî bêjin heya Radioya Bexdayê çuye. Li ser pêlên dengê radioyê dengbêj Nesrîn weke xezalên li ser lutkeyên Cudî û Gabarê dilorand. Bi dengê xwe yê bihêz stranên weke dilo, gulê heynar, xanê tu xanî, qulingo qulingê vê beriye, gulî sorê heyî gaze gaze, loy lim koçerê, Zulfayê û Nadir Begê jîndar kiriye.
"Ji koçeriyê ber bi koçberiyê ve"
Ji jinên dengbêj ên ji bo xizmeta hunera kurdî di rêza yekê de li hemberî paşverutiyên feodalîzmê sekiniye Nesrîn Şêrwan e. Piştî salên 1930’an û têkşikandina serhildanên herêma Bakurê Kurdistanê rewş hat guhertin. Kesayetên naskirî êdî nikarîn li herêmê weke berê jiyana xwe bidomînin. Hinek ji giregirên herêmê yên keda wan di serhildanan de heyî koçî binxetê angor Rojavayê Kurdistanê bûn, hinek ji wan jî derbazî Başurê Kurdistanê bûn. 
Bavê Nesrîn Şêrwan Omer Osman jî neçar ma sala 1932’an weke bi hezaran malbatên herêma Botanê berê xwe bide Behdîna ya Başurê Kurdistanê û li bajarê Zaxo bicîh dibe. Nesrîn a dema li Botanêbûn ji mal mezinanbûn û heyîbûn êdî feqîr dibin û nane rojê peyîda nakin. Ji bo peyîdakirina debara jiyanê hê zarok bi xwîşk û birayên xwe re di nava malên dewlemendên bajarê Zaxoyê de dixebitîn û bi heqedesta xwe nanê rojê peyîda dikirin. Nesrîn ê di dewatekê de ser govend girt û stranên Botanî got. Bala hemû berbûyên dawetê çu ser dengê wê yê koçerî û reqsa wê ya Botanî. Di wê dewatê de Mamosta Elî Merdan ku wê demê di rêveberiya radiyo ya Bexdayê de cîh digirt hema daxwaza xebata radiyo yê ji bo Nesrîn ê dike. Nesrînê jî daxwaza mamosta Elî pejirand û ji Zaxoka Behdînan berê xwe da Bexdayê. Despêkê ji bo ceribandinê di koroyê de despêdike, paşê jî bi dengbêjên herî naskirî re stranan dibêje.
Weke Ayşe Şan, Meryem Xan û keçmama wê Elmas Xanê Nesrîn jî di navbera malbata xwe û hunerê de dimîne, wê kîjanê hilbijêre ya dinê ji dest diçe. Weke dengxweşên dinê ew jî berê xwe dide dengbêjiyê û pişta xwe dide malbatê. Her çendî tenê ma û neçar ma hem bixebite hem karê xwe yê dengbêjiyê bike cardin jî di ferqa hêza dengê xwe debû û li peyî denê xwe çu.    
"Ji radioya Bexdayê dengê koçera Botanê"
Nesrîn bi pêşiniyara hunermend Elî Merdan 25’ê Adara 1944’an di radioya Bexdayê de dest bi kar dike. Bi hêza dengê xwe yê xweser gelek dengbêj û hunermendan li dora xwe dicivîne û nasdike. Despêkê ji stranên dema zarokatiya xwe ji jinên koçerên êla xwe hînbûyî digot. Paşê di karê hunerê de pêşdikeve, dengê xwe perwerde dike û helbestên hin helbestvanên mîna Cegerxwîn, Şêx Selam dike stran û bi gelek hunermendên wê serdemê yên wek Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Resûl Gerdî, Şemal Saîb, Kawês Axa hevnasiyê dike û karê hevbeş stranên du qolî li gel wan dibêje. Nesrîn Şêrwan tevî beste û meqamên folklorî gelek berhem û awazê wê bixwe hene. Di 31 sal xebatên radioyê de yên wê bi xwe jî di navê de 500 stran tomar kiriye. 
Sala 1975’an ji xebatên radioyê teqawît dibe û derdikeve. Dema hinek navsere dibe, weke gelek hunermendên dema xwe hejar û bêkes dimîne. Ji ber bêxwedîbûnê nexweş dikeve dikeve û êdî nikare bi ser xwe de bê. 10’ê Kewçêra 1990’an li deverên lê bêxwedî mayî kolanên Bexdayê de diçe ser dilovaniya xwe. Li Bexdaya ku piraniya jiyana wê lê derbasbûye, dispêrin axê. Dewlemendiya giyana wê ya mezin û hêza dengê wê bûye çem û berbi bêdawiya hüner ve herikiye. 
Sibê: Dengê folkolra Soranî: Dayikî Cemal.