Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -4

Dengê Gulbiharê yê behdînî Dengbêj Gulbihar li gel dengbêjiyê xwe di beşên hunerê yên weke şanogerî û sînemayê de jî pêşxistiye. Li gel hunermendên ereban dikeve nava cîhana şanoyê û paşê jî sînemanyê. Di sê filîman de rolê sereke girtiye û paşê jî di radyoya kurdiya Bexdayê de dengbêjî domandiye.

Dengê Gulbiharê yê behdînî
Dengbêj Gulbihar li gel dengbêjiyê xwe di beşên hunerê yên weke şanogerî û sînemayê de jî pêşxistiye. Li gel hunermendên ereban dikeve nava cîhana şanoyê û paşê jî sînemanyê. Di sê filîman de rolê sereke girtiye û paşê jî di radyoya kurdiya Bexdayê de dengbêjî domandiye.
Navenda Nûçeyan - Fatma Mihemed bi nasnavê hunerî Gulbihar sala 1929’an li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Bi xwe ji navçeya Amêdiyê ya bajarê Dihokê yê Başurê Kurdistanê ye. Ji xwe her dem çun û hatina welatiyên herêma Botan û Behdînan heye, li gel hemû lêkirina sînoran û astengiyan jî dijminan nekarîne wan ji hev bikin. Malbata wê jî berê ji Behdînanê çune Colemêrgê, hê Gulbihar zarok carekdin vedigerin herêma xwe û paşê jî diçin Bexdayê. Hê zarok ji strangotinê hezkiriye, dengê wê yê xweş jî li xwesteka wê dihat, ji ber wê jî timî di nava hevalên xwe de stran digot. Dengbêj û hunermendên beriya xwe yên weke Meryem Xan, Dayika Cemal, Nesrîn Şêrwan, Fewziye Mihemed, Gulîzar, Elmas Xan, Nazdar û Esmer Ferhad guhdar dikir. Her ku çu serwerî ser dengê xwe kir, ji derve jî dengê wê yê bedew hat guhdarkirin û ecibandin. Di sala 1960’an de li şahiyên mezin û ser dikên fermî dest bi stranbêjiyê kiriye. Dema di karê hunerê de xwe pêşdixe êdî nasnavê Gulbihar bi kartîne û di cîhana hunerê de bi Gulbihar tê nasîn. Di rêwîtiya hunerê de stîleke nû û muzîkek nûjentir afirandiye û bi xuliqkariyê cudabûna xwe ji hemû dengêbêjên dinê daye dîtin. Gulbihar jî weke hempîşeyên xwe jinên dengbêj rastî gelek nerazîbûnên civakî hatiye, li gel hemû astengiyan jî heskirina xwe ya hunerê biserxistiye.
Şanogerî û sînema
Li gel dengbêjiyê xwe di beşên hunerê yên weke şanogerî û sînemayê de jî pêşxistiye. Di sala 1949’an de bi mezintirîn hunermendên ereban re ket nava cîhana şanoyê. Wê demê di nava ereban de jî kêm jin hebûn ku xwedî cesareteke wiha mezin bin û bi azadî di nava xebatên hunerî de cîh bigirin. Bitayîbetî li Herêma Behdînan Gulbiharê di hunerê de gavên girîng avêt û rê li pêşiya gelek jinên daxwaziya wan di karê hunerê de heyî jî vekir.
Piştî demek xebatên şanoyê vêcarê jî Gulbihar ket nava cîhana sînemayê. Di sê filmên erebî yên bi navê ‘Gula Sor û Bûka Firatê’ li gel fîlmê binavê ‘ji bo gel’ ê ku ticarî neket weşanê de rolê sereke list. Heta salên 1960’an zêdetir bi hunermendên ereb re dixebitî. Li rex lîstikvaniyê bi mezintirîn hunermendên ereb re endama koma kursên hunerî bû jî. Ji ber van hemû serkeftinên xwe di nava rewşenbîr û hunermendên kurd de xwediyê cihek giringbû. Piştî sala 1960’an xebatkarên Radioya Bexdayê ya kurdî nasdike û êdî di radioyê de dest bi xebatê dike. Di sala 1962’an de stranên wê yên binavê ‘kurê gunda bjinda, darê heyîzeran’ û ‘lawê mino kifşo dinava lawan de’ hatin tomar kirin û her dem hatin guhdarî kirin.
Bi van stranan dengê Gulbihar ê zu belavbû û hat nasîn di nava kurdan de. Di karê xwe de gelek baldarbû û li ser gotina stranan jî pir dixebitî. Ji ber pir dixebitî dengê wê jî bi hîsiyatek gelek bihêz derdiket û mirov ber bi cîhana hunera kurdewarî û tayîbetî jî ya herêma Behdînanê ve dikişand. Bi gelek hunermendên kurd re stran gotiye û xebatên din ên hunerî kirine. Yek ji wan jî Hozan Dr Ebdulbaqî Mayî ye bi hev re strana 'Destê xwe bîne ey heval....da serkevîn bi çîn silal’ sala 1970 kirine stran.
Gulbihar û xebata muzîkê
Stranên Gulbiharê ku nêzî 300 ne, xwedî mesajeke civakî ne û tev şîret in. Weke şîretên dayikan e ji zarokan re, şiyarbûna dê û bavan li ser torekirina zarokan, bedewiya sirûşta Kurdistanê û carinan jî berhemên folklorîk ku bi dengê wê û hunermendên mêr hatine tomarkirin weke: Zembîlfiroş bi Îsa Berwarî re, ez keçim keça Kurdanim bi Semîr Zaxoyî re, Xalxalukê bi Tehsîn Teha re û gelekdinê bi vî şêweyî gotiye. Stîla Gulbiharê li gorî wan salan tiştekî nû bû û ji nifşên piştî wê re bû xwendingehek bêmirin. Gelek keçên kurd bi guhdarkirina stranên wê ji dengbêjiyê hez dikin û stranên wê dibêjin. 
Piştî xebatek domdar a radyoya kurdi ya Bexdayê vegeriya warê xwe herêma Duhokê. Dema ku gihiştiye çavkaniya jiyana xwe Behdînanê di hevpeyîvînekê de dibêje: “Ez niha dizanim ku kevir li cihê xwe giran e.”Dengxweşa bêmirin Gulbihar li bajarê Dihokê dijî, hîna jî dengê wê xeml û rewşa jiyan û dilxweşiya civaka kurda ne. Ew jî bi hezar hêviyan li benda wê rojê ye ku keçên kurd zêdetir têkevin nava xebatên hunerê û ger dengê wan xweş e, xwe veneşêrin. 
Sibê: Xweseriya dengê Nesrîn Şêrwan.