Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -3
Meyrem Xanê li hemberî bertekên malbata xwe yên li hember dengbêjiya jinan got: “Ez bê dengbêjî nikarim bijîm, ew ketiye xwîna min.”
Di demarên bedena Meyrem Xan ê de herikîna hunerê
Navenda Nûçeyan - Sultana Kurdan Meryem Xan, sala 1904 an li bajaroka Dêrgulê yê Şirnexê ji dayik bûye. Bavê wê Mihmed Ehmedê Botî naskiriyek ê dema xwebûye. Ew di nava malbatek giringî bi dengbêjiyê didan de mezinbûye. Di pêvajoya şerê cîhanê yê yekem de deh salîbûye. Li Botana çandên suriyanî, ermenî û kurd di nava hev de dijiyan de şahidî ji komkujiyên ermenî û suriyaniyan re kiriye. Piştî komkujiyan li gel malbata xwe koçî Qamişlo dike. Meryem a dibistana wê xweza, zozan, gund û civaka Botanê ye, di temenekî biçûk de dest bi gotina stranan û honandina helbestan kiriye. Ji xwe civaka ku têde mezin bûye çanda xwe bi dengbêjiyê daye jiyandin, ev jî dibe sedemek sereke ku meyîla xwe ya aliyê dengbêjiyê hîn zêdetir pêş bixe.
Malbata Meryem Xan û Bedirxaniyan malmezin û naskirîne, ji ber wê çun û hatina wan li gel hev hebûye. Dilê Meryem Xanê û ciwanek ji malbata Bedirxaniyan dikevin hev û bi hev re dizewicin. Piştî zewacê hevjînê wê bi hişmendiya dê Botanî qala wan bikin, çawan jinên wan stranan bêjin destûrê nade Sultana Kurdan a deng zelan bistire.
“Dengbêjî ketiye xwîna min”
Dilê Meryem Xan ê li ser çand û hunerê dipijiya. Li erdnîgariya Botanê bi dengê dengbêjan mezin bûye û bi wan berheman rastiya civaka xwe hînbûye. Her çendî ji hevjînê xwe jî pir hez dikir û bi evîndariyek mezin gihaye heskiriyê xwe jî heskiriyê wê neket pêşiya girêdana wê ya dengbêjiyê. Di nava vebijêrka eşqê û hunerê de, huner hildibijêre. Bi gotina: “Bê dengbêjî nikarim bijîm, ji ber di xwîna min de heye” rêwîtiya xwe ya dengbêjiyê domand. Tevî ku mala Bedirxaniyan wekî malbateke rewşenbîr tên nasîn, gelek ronakbîr ji nava wan derketine û di warê zimanê kurdî de xizmetek mezin dane jî, li hemberî denbêjiya jinê helwestek neyênî nîşan dane. Zoriyên derketin pêşiya Meryem Xan ê bû sedem ku ji malê bireve. Ber bi başurê welatê xwe ve weke derwêşan li peyî dengbêjiya xwe çu. Her çendî ji hevjînê xwe veqetiya û di nava civaka cîh nedan dengbêjiya jinê de nexwest bijî û derket jî evîndariya wê ya ji bo Mihemedê Bedirxaniyan neqetiyaye. Di strana ‘Mihemedo Ronî’ de sedema cudabûna xwe û heskiriyê xwe vedibêje.
12 salên Zaxo û Musilê
Meryem piştî 12 salan dengbêjiya li Zaxo û Musilê vêcarê jî ji bo qeyîd kirina stranan berê xwe dide Bexdayê. Di wê demê de Ingilîz li Bexdayê ne û li wê derê derfetên muzîkê û amûrên cuda cuda yên muzîkê hene. Meryem Xan jî bi sedema karibe stranên xwe bide qeydkirin û dengê xwe bigihîjîne nifşên pêş dest bi xebatê dike. Li Bexdayê diçe cem dodmama xwe Elmas Xan a ku bi kesekî Ingilîz re zewicîbû û ev yek jê re derfetên girîng diafirîne.
Di sala 1924’an de, berya biçe Bexdayê li Zaxo qasî 12 salan li mala Yûsif Şemdîn Axe dimîne ku Kekşar Oramar jî vê yekê piştrast dike. Ji ber ku di wê demê de tenêmayîna jinekê pirsgirêk e, dibe ku ev malbat ji xwe re weke stargehekê nirxandibe. Li nava malê û di karê bexçeyan de dixebite û di ber re jî hunera xwe didomîne. Kesên wê nas dikin bi rêzdarî nêzî wê dibin û qiymet didin girêdana wê ya hunerê.
Pêvajoya 1874-1974’an mala Elmas Xanê wekî dibistaneke çandî, hunerî, wêjeyî û rewşenbîri ye. Meryem Xan jî tê li gel dotmama xwe Elmas Xanê bicîh dibe. Elmas ê li kesên dihat cem guhdarî dikir, raman, mal, hunermendî, jîrbûn û dewlemendiya xwe bi wan re par ve dikir.
Meryem Xan, li mala Elmas Xanê Mihemed Arifê Cizrewî, Hesen Cizrewî, Nesrîn Şervan (Alî Merdan, Tahîr Tofik, Saîd Axayê Cizîrî, Fewziyê Mihemed) û gelek kesayetên wiha wekî van navdar nas kir. Van hunermendan li hemberî helwest û dengê Meryem Xanê bi hezkirineke mezin rêz nîşan didan.
Sitranên kurdî tomar dike
Meryem Xan destpekê firmayên muzikê nas dike yên mina Beyzafon, Ebolkelp û ûdyon. Bi van firmayên ingilizan re muzîka xwe qeyd dike û dibe jina yekemîn a ku bi kurmancî plakên stranan derdixîne. Sala 1939’an Radyoya Bexdayê tê vekirin. Ji bo kadroyên radyoyê bibînin pêşbirkek tê amadekirin. Tevahiya hunermendên navdar tevli wê pêşbirkê dibin. Meryem Xan bi dengê xwe yê xweş û zelal dibe yekemîn û li wê derê dest bi kar dike. Di radyoyê de stranên xwe tev komî ser hev kirin, nêzî 200 stranên wê hatin weşandin. Her çend giranî û dema xwe dabe ser hunerê jî di warê derûniyê de tenêtiyek jiyaye. Him ji malbata xwe dûr, li xerîbiyê tenê mayîn jê re zor dihat.
Meryem Xan sala 1949’an li Bexdayê diçe ser dilovaniya xwe, bi merasîmek girseyî li Goristana Şêx Marûf ji aliyê heskirî û hevalên wê yên hunermend ve bi xemgînî tê oxirkirin. Di merasîmê de Hunermendên weke M. Arif Cizîrewî, Nesrîn Şîrwan, Elmas Xan, Hesen Cizîrewî, Alî Merdan, Mamosta Bakozî, Fewziyê Mihemed, xebatkarên Radyoya Baxdayê û nivîskarên Kurd jî di navê de gelek kesayetên navdar amadebûn.
“Ji nava dil distirî”
Mihemed Arifê Cizrewî li ser Meryem Xanê dibêje; “Cil û bergên wê li xwe dikir pir modern bûn, lê belê ruh, jiyan û stranên wê tev gelerî û kurdewarî bûn. Ji nava dilê xwe û bi hemû xaneyên bedena xwe distiriya.”
Domam wê Elmas Xan di hevpeyvîneke xwe de wiha dibêje; “Meryem Xan ji êşa gurçikê ket nexweşxaneyê û ji ber ku bijîjkan çare jê re nedîtin, jiyana xwe ji dest da. Di wan salan de Meryem Xan her bi tenê û gelekî xemgîn bû, nedixwest kes serdana wê bike. Tevî ku bijîjkan digot dev ji xemgîniya xwe berde jî, wê dev jê bernedida. Bi sedema ku birîna wê vedibe û xwîn jê diçe, jiyana xwe ji dest dide.”
Hin sitranên Meryem Xan ev’in: Helîm, were doman, gewra min tunîne, Mihemedo Ronî, lê lê yadê û êlî Delal.
Beste: Qumrîk sêva Tucara (bi Elmas Xanê re stiriye), Grê sîra bi sîre (Mihemed Arifê Cizîrewî re stiriye), Hay berde berde (Hesen Arif Cizîrewî re striye), Lê Lê Weso, lê lê Wesîlayê (M. Arifê Cizîrewî re striye), Heyla li min xerîbê, Gulşênî, Lê Dînê, Lê Dînê, Gulê wey nar, Êmo (Seîd Axayê Cizîrî û Elmas Xan re striye), Meyremê û Ya li bin Biyê
Yên tenê gotine; Bême bişerika şewitî, dotmam, helî delal, sêve, lê lê weso, helim cane, hoy nar, hay berde, Meyremê, Mihemedo Roni, Qumrikê û ay delal
Sibê: Dengbêj û şanoger Gulbuhara Behdînanê.