Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -2

Elmas Xanê weke keçmama xwe Meryem Xanê dengbêjiyê heta radyoya Bexdayê biriye û di bernameyên dengbêjiyê yên radyoyê de gelek stran qeyd kirine.

Dengbêj Elmas Xan
 
Navenda Nûçeyan - Elmas Xan Mihemed sala 1894’an li Bakurê Kurdistanê, li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê di malbatek bi jiyana koçeriyê debara xwe dikirin de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Elmas Xan keçmama dengbêj Meryem Xanê ye û di heman çaxan de ew jî koçberî Başurê Kurdistanê bûye. Dema li başur bi cih dibe mala xwe weke malek mezin a rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û dengbêjan dixebitîne û mêvanperweriyek baş kiriye. Kesayetên navdar, dengbêj û rewşenbîrên demê jî mala wê weke zanîngeha huner û wêjeyê bikar anîne. Bi xwe jî ketiye nava sohbetên wan û bi wan re stran gotiye. Dengê Elmasê yê koçerî wê heya radyoya Bexdayê dibe. 
Elmasa Kurdî
1’ê adara 1945’an dema ku di radyoya Bexdayê de dest bi xebatê dike li taxa Eldoyîn a Bexdayê bi cih dibe û hemû lêhurbûna xwe dide ser bernameyên dengbêjiyê. Gelek stranên govendan di radyoyê de gotiye û xistiye bin qeydan. Elmas ê heya dawiya jiyana xwe xizmeta dengbêjiya ku weke bîra dewlemend a kurdan hatiye parastin kiriye. Ji ber dildariya wê ya dengbêjiyê û hişê wê yê jiberkirina stranan weke Elmasa Kurdî gelek nasnavên hezkirina wê ya welat û çandê nîşan didin hêjayî wê hatine dîtin. Gelek stranên herêma Botan û Behdînanê di bernameyên radyoya Bexdayê de xistiye bin qeydan û gihandiye nifşên pêşerojê. 
Hinek ji stranên wê yên heya niha jî di şahî û dawetan de tên gotin ev in; Hey Nêrgiz, Lêlê Kinê, Hatim Besta Beleka û Dotmam.
Sala 1974’an dema Leyla Qasim li ber sêdara faşîzmê bi serbilindî û jixwebawer digot: “Tirsa min ji mirinê nîn e, ji ber dizanim zarokên kurdan dê tola min hilînin…” pelên temenê xwediya dengê koçeriya Botanê Elmasê jî hêdî hêdî diweşiyan. 2’ê kanuna heman salê ber bi bêdawiyê ve koç kir û li Goristana Elmenteket spartin axê.
Sibê: Sultana Kurdan Meryem Xan a ku yekem car stranên kurdî di Radyoya Bexdayê de qeyîd kiriye.