Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -1
Ji nava pencên qirkirinê dengbêjî Ji radiyo ya Êrîvanê ya li penaberiyê heya radyo ya Bexdayê Fatma Îsa, Zadîna Şakir, Ayşe Şan, Nesrîn Şêrwan, Meryem Xan û Elmas Xan ê bîra wêjeya kurdî xistine bin qeyîdan û jîndar kirine.
Ji nava pencên qirkirinê dengbêjî
Ji radiyo ya Êrîvanê ya li penaberiyê heya radyo ya Bexdayê Fatma Îsa, Zadîna Şakir, Ayşe Şan, Nesrîn Şêrwan, Meryem Xan û Elmas Xan ê bîra wêjeya kurdî xistine bin qeyîdan û jîndar kirine.
Navenda Nûçeyan - Li welatê bedewiyê hemû heyîn malê xenîmetê hatine dîtin û di baweriyan de jî ji bo talanê helal kirine. Parêzvanên erdnîgariya Mezrabotanê timî ji bo parastina xezîneya bîra xwe ya dîrokî li rêbazên cuda geriyane. Gotin kirine çîrok û serpêhatî, beyit û destanên dîrokê bi zimanê herî sade vegotine û di hişê zarokên xwe de bicîh kirine. Herî zêde jî dengêbjiyê di vê rêbaza parastinê de rol girtiye û di nava pencên qirkirinê de xweseriya xwe parastiye. Sîmgeyên dîrokî jî li ser çermên laşê xwe bi deqan neqişandine û ji zarokên xwe re nîşan dane kîjan ji bo çî bikar anîne. Li ser deriyên malan ve sîmgeya bereketê û parastinê giyayê hermel bicîh kirine. Li eyîwanên runiştinê jî perdeyên sipi yên bi nexşan li ser şahmaran, teyîrê tawis û şahîn neqişandî bi dîwaran ve daleqandine. Di her dîtin û mêzekirinê de ew wêne di bîra mirovan de bicîh dibe û bi dirêjahiya demê re ji ber çavê mirovan naçe. Yên mane jî li ser çermê laşê xwe bi deqan nexişandine û heya goristanê bi xwe re birine.
Jinên dengbêj û radyoya Bexdayê
Sala 1939’an Radyoya Bexdayê tê vekirin. Ji bo kadroyên radyoyê bibînin pêşbirkek tê amadekirin. Tevahiya hunermendên navdar tevlî wê pêşbaziyê dibin û li gorî asta dengê wan tên hilbijartin. Meyrem Xan a wêdemê ji ber domandina dengbêjiyê ji Botanê berê xwe dayî Behdînanê û li Zaxo û Mûsilê xebata xwe didomand vêcarê jî berê xwe dide Bexdayê û li wê hîn zêdetir dengbêjiyê digihîne zîrveyê. Wê demê gelek jinên weke Meyrem Xanê di nava lêgerîna dengbêjiyê de berê xwe didin xebata dengbêjiyê ya di radyoya Bexdayê de dihat kirin. Bi rêya dengên van jinên efsaneyî dengbêjiya li ser têlên radiyoyê xwe digihîne her devera welat.
Van dengbêjan beyîtên dîrokî bi awayê destan û stranan domandine. Ji radiyo ya Êrîvanê ya li penaberiyê heya radyo ya Bexdayê Fatma Îsa, Zadîna Şakir, Ayşe Şan, Nesrîn Şêrwan, Meryem Xan û keçmama xwe Elmas Xan ê bîra wêjeya kurdî xistine bin qeyîdan û jîndar kirine. Van kesayetan xwe derbaskirine, malbata xwe hêlane û bi heqîqeta civakî re bûne yek. Ji ber wê jî dema di nava tercîha mal û dengbêjiyê de mane, dengbêjî bijartine û li peyî bîra kurdiya di hunera devkî de xwe dide teyîsîn çune.
Jiyana rojane bi hemû başî û nebaşiyên wê ve di nava gotinên stranên xwe de bicîh kirine. Bi kilama “dêre sorê biçukê” û “Xalê Cemîl tu extiyarê dîno ez gedeme” zewaca di temenê biçuk de ku hîna jî pirsgirêkek sereke a civakiye anîne ziman. “De daye” jî hejarî û feqîriya hîna weke qeyrana aboriyê çareserî jêre nehatiye dîtin pênase kirine. Strana qederê jî çavkorî baweriya heya niha jî bê ku bipirsin û li derdora xwe binêrin ji efendiyê xwe bawerkirinê vedibêje…
Her çendî weke berê di qada wêje û dengbêjiyê de cih ji jinan re nehatibe dayîn jî ji awayê gotinê diyare piraniya stranên dengbêjiyê jinan honandine, li hev anîne û despêkê gotine. Weke strana lawikê metînî û Şahîno, di destanan de jî piştî Memo xwe kuştina Zînê, piştî Siyabend xwe ji Sîpanê Xelatê avêtina Xecê û piştî Derwêş biçolan ketina Edulê wefadariya jinan û girêdana wan a bi soza wan re ne. Strana Xecê li ser Sîpanê Xelatê raserî Gola Wanê sekiniye û gotiye, Lorînên Binevşa Narîn li ber darê dergoşa Cembeliyê biçuk û hewara Edulê ya “Derwêşo Lawo…”hemû rewşa civakî û cudahiyên dinavbera mîran, began û civakê de tînin ziman.
Dengbêj Fewziye Mihemed
Gelek jinên dengbêj ên xwediyê dengên bihêz û stranên naveroka wan hemû şêwaza jiyanê têde xwiyane jiyane. Bi dengê xwe û li hev anîna rêzikên ji nava lêvên wan li peyî hev bi qafiye derdiketin honandinek bihêz xwiyabû. Mixabin li gel van hemû xisletên wan ên bijare jî di derbarê jiyana wan de pir agahî nîne, tenê navê wan û stranên wan weke mîras ji dîrokê re mane. Ji wana li bajarê Hewlêra Başurê Kurdistanê du xwişkên bi hêza dengê xwe û dewlemendiya stranên xwe heta roja me hatine dengbêj Gulbûhar û xwişka wê Fewziye ne.
Dengbêj Fewziye Mihemed di sala 1926’an de li gundê Seyîdava yê nêzî bajarê Hewlêrê yê Başurê Kurdistanê hatiye dinê. Ji ber bavê wê karmendbû hê ew biçuk bi malbatî ji gund derketine li Musul û Bexdayê jiyane. Heskirina wê ya ji bo stranên folklora kurdî di zarokatiyê de despêkiriye. Dema mezin dibe ji bo hînbûna stranên kurdî timî serdana Kurdistanê dike. Fewziye ya xwediyê dengek bedew di şahî û dawetan de stran gotiye. Ji salên 1944’an heta 1952’an di radyoya Bexdayê de her hefte 30 deqe heta 45 deqeyan stranên weke Qumrî serbalim şîne, lê lê Êmo, xeftanê, dotmam, girê sîra bi sîre û lê lê megirî jî di navê de gelek stran gotiye. Pêvajoya ku di radyoyê de xebitiye bi qasî sed stranên kurdî arşîv kiriye. Lê niha ji wê arşîvê tenê 15 stran mane.
Piştî dizewice êdî strangotin lê tê qedexekirin. Wî dengê bihêz di malê de didin girtin heya sala 1992’an bi kedera denbêjiyê jiyana xwe ji dest dide.
Sibê: Dengbêj Elmas Xan a di nava dîwanên dengbêjan de weke Elmasa Kurdî hatiye nasîn.