Perwerdeya bi zamanê dayikê hebûn û mayîndebûna civakan mîsoger dike 5

Xaliya Ehmed yek ji dayik û mamosteyên ku pêşengiya hînbûna zimanê dayikê di pêvajoya qedexeya ziman de kir, têkildarî vê mijarê dibêje: "Sîstema di wê demê de hakim bû derfetên xwendin, perwerde û hînkirinê ji me re qedexe kiribû. Cara yekem dema min rahişt pênûsê ez hînî perwerdeya bi zimanê Kurdî bûm. Mêjiyê min saxlem bû tu zimanên cuda fêr nebûbûm ji bo wê yekser min zû girt. Dayika min jî parêzvaneke zimanê Kurdî bû di hundirê malê de bi Kurdiya resen bi me re diaxivî û wisa em devokî jî perwerde dibûn."

Pêşenga şoreşa zimanê dayikê Xaliya Ehmed  

ROJ HOZAN
Qamişlo- Dema em dibêjin perwerdeya bi zimanê dayikê ev ne axaftinek e ji valahiyê hatiye, ji ber yekem parêzvana ziman û pêşenga wê dayik e. Gelek caran em behsa afsaneyên jinan di qadên pêşengiyê de dikin lê ewqas îsrar ancax mirov di şexsê dayikên Kurd de dikare pênase bike. Xaliya Ehmed bi temen 50 salî ji gundê Sihil ê girêdayî navçeya Tirbespiyê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Xaliya Ehmed yek ji dayikên ku pêşengiya şoreşa zimanê dayikê kir, fikirandin û daxwazên wê mezin bûn û di encamê de xeyalên xwe zindî hişt û pêk anî. Ew cara yekem hînî ziman bûye tenê Kurdî nivîsandiye û axiviye, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derfeteke nû qezenc kir ku di kûrahiya vî zimanî de perwerde bibe. Xaliya bi îsrareke xurt bawername girt û bi rengekî azad perwerdeya xwe di hundirê şoreşa ziman de qedand. Têkildarî naskirina Xaliya Ehmed û şerê wê yê îsrarê bi hînbûnê re di hundirê perwerdeya zimanê dayikê li gel wê ji me re ev yek anî ziman.  
"Cara yekem dema min rahişt pênûsê ez bi zimanê Kurdî perwerde bûm"
Xaliya Ehmed bal kişand ser gavên xwe yên destpêkê yên perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi xebatên derketina Tevgera Azadiyê re di sala 1986’an de û heya salên 1990’î me xebatên pîroz dan meşandin. Di wan deman de me gelek zor û zehmet dîtin ji ber em ji perwerdeya xwe ya bi zimanê dayikê bêpar bûn û kevneşopiyên civakê bi taybetî li ser jinan hatibûn ferzkirin. Sîstema di wê demê de hakim bû derfetên xwendin, perwerde û hînkirinê ji me re qedexe kiribûn. Heya malbat û civaka me jî heman sîstemê li ser me didan meşandin. Pir xeyalên min hebûn ez di dibistanê de bixwînim lê derfet ji min re nehat dayin û tevî wê xeyalên min zindî man. Bi derketina Tevgera Azdiyê re li Rojavayê Kurdistanê, gelek xwendekar tevli xebatên wê bûn birayê min Ferhan jî yek ji van xwendekaran bû û bi alîkariya wî cara yekem min rahişt pênûsê û hînî perwerdeya bi zimanê Kurdî bûm. Rojane du saetan dema xwe ji min re veqetandibû û tîp bi tîp ez perwerde dikirim. Min ji birayê xwe pir sûd di aliyê moral de girt, hişt ez zêdetir ji xwendinê hezbikim û zêdetir hezkirina min ji perwerdeyê re çêbibe. Zimanê erebî tu fikrandina min li ser tüneye ez bi mêjiyekî saxlem yeser zimanê dayikê hîn bûm ji ber wê zû hîn bûm. Hezkirina min gihîşt asta girêdanê bi zimanê dayikê re û ez kirim nava pir lêgerînan loma ji xwendin û nivîsandinê derbasî xwendina pirtûkan bûm. Dayika min jî parêzvaneke zimanê Kurdî bû di hundirê malê de bi Kurdiya resen bi me re diaxivî û wisa em devokî jî perwerde dibûn.”
"Me dayikan pêşengî ji şoreşa zimanê dayikê re kir"
Xaliya Ehmed behsa xebatên xwe yên hîbûna perwerdeya bi zimanê dayikê di civakê de kir û wiha domand: “Min xwest ez perwerdeya xwe di kesayeta xwe de temam bikim, dema Rêber Apo li sahê bû kadroyên pispor ên zimanê dayikê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û bi rengekî veşartî gel hînî perwerdeya bi zimanê dayikê dibûn. Piranî perwerdeya ziman di malên welatparêzan de dihatin dîtin û me dayikan dîsa pêşengî ji şoreşa ziman re kir. Dema em hîn bûn êdî me peywir girt û me komên civakê jî perwerde dikirin, em mal bi mal digeriyan heya pirtûk û pênûsa me di bin cilên me de veşartî bûn me nikaribû bigirta destên xwe, ji ber rejîma Baasê serwer bû, nedihişt em zimanê xwe hîn bibin. Helbet em vê jî bînin ziman perwerdeya di temenê mezin û zaroktiyê de naşibe hev ji ber rola temen û mêjî hebû ji bo wê carna perwerdeya me dirêj dikir. Wisa bi sala me komên gel bi perwerdeya bi zimanê dayikê hîn dikirin. Hemû destkeftiyên me veşartî bûn lê me dikaribû hezkrina ziman dayikê di civakê de bidin rûniştandin û pê re me ked jî di xebatên cuda de bi pêş dixist. Ez fêrî ziman bûm lê hê jî min ji xwe re kêm didît ji ber ku xeyalên min ji hînbûnê firehtir bûn. Rast e ez zewicîm û bûm xwedî malbat û berpirsyarî, lê fikrandinên min daxwaza destkeftiyên mezintir di aliyê perwerdeyê de dikir. Di gundê ez lê zewicîm min perwerde vekirin lê vê carê şagirdên min ne dayik bûn, ciwanên temenê wan biçûk bûn. Pêşwaziyeke erênî ji aliyê hemû ciwanên di gund e hebû û wisa ew jî hînî perwerdeya bi zimanê dayikê bûn.”
"Min dixwest nifşekî pêşerojê bibin parêzvanên ziman"
Xaliya Ehmed bal kişand ser rûniştandina xebatên perwerdeya bi zimanê dayikê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û wiha pêde çû: “Di sala 2013’an de wê demê şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû, mamosteyên zimanê Kurdî ji Mexmûrê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û bi rengekî fermî hemû beşên civakê perwerde kirin. Ez xwedî şans bûm ku careke din min ev derfet qezenc kir di gundê xwe de bi mamosteyên pispor re û bi rengekî azad perwerde dibûm. Vê carê ez ne şagirt bûm min perwerdeya mamostehiyê didît, min dixwest ew perwerdeya ku ez dizanim bidim ji bîr nekim û nifşê pêşerojê ku bibin parezvanên zimanê dayikê amade bikim. Dema hevalên min bihîstin min di mala xwe de perwerde ji ciwanan re vekiriye pir kêfxweş dibûn, ji ber tiştekî herî bi nirx e em xwedî li zimanê xwe derkevin. Min pir bi xwendekaran re xwe diwestand wisa min xwe hîs dikir ez mamosteyek fermî me û ev cîhan hemû têra kêfxweşiya min nake. Min li gorî xeyalên xwe mijar ji xwendekaran re hildibjartin û wisa baştir hîn dibûn. Di şoreşa Rojava de cara yekem bû ez derdiketim ser texte wisa bi serfiraziyeke bilind min tîpên Kurdî nivîsandin. Hin şaşîtiyên me carna di aliyê gramera Kurdî de derdiketin lê derfetên me ewqas bûn. Min perwerdeya xwe ya ziman di saziyên ziman de jî berdewam kir heya min bawername girt. Armanca min ne bawername bû armanca min ew bû ku ez bibim bersiv ji zimanê xwe yê dayikê re û xeyalên min bi cih hatin.”
"Dayik di mijara perwerda ziman de bi berpirsyarî revdigerin"
Xaliya Ehmed bang li hemû dayikan kir ku zarokên xwe hînî perwerdeya bi zimanê dayikê bikin, zimanê xwe di cewherê xwe de bidin rûniştandin û wiha bi dawî kir: “Min didît gelek ciwanên me yên diçin dibistanên dewletê rapor der heqê wan de dihatin girtin û ji xwendinê pêpar diman di bin navê neteweyê de ev bêmafî li ser zarokên me didan meşandin. Li aliyê din ên berê di dibistanê de bi zimanê dayikê axivîbûna dihatin celdandin ev yek ji cureyên îşkenceyê bû wisa mirov ji cewherê wî derdixistin. Dema dibêjin ziman, dayik tê bîra me, dayika min Kurd e ez kişandim ku bi zimanê xwe ve bêm girêdan. Hemû dayikên me yên pêşengiya vê şoreşê dikin xwedî kedeke bi rûmet in û cihê rêzdariyê ne. Dayikên ku nehiştin zarokên wan bi zimanê xwe biaxivin ez dibêjim zirareke mezin dan xwe heya ku nehiştin ew xuliqkarî di cewherê wan de bipejire. Di mijara perwerdeya bi zimanê dayikê, dayikên me berpirsyar in. Îro em bi saya cangoriyên azadiyê gihîştin encamên rast di şoreşa ziman de. Tu kes nikare rê li ber hînbûna ziman bigre, bangaweziya min ji hemû civakan re heye pênaseya xwe bi zimanê xwe bikin û li ser perwerde bibin.”    
        
Bi dawî bû