Perwerdeya bi zamanê dayikê hebûn û mayîndebûna civakan mîsoger dike 1

Dibistana yekemîn a perwerdeyê dayik e û armanca perwerdê jî gihîştina heqîqeta jiyanê ye. Guhertinên bingehîn di pergala perwerdeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin çêkirin. Zimanê dayikê bi rengekî fermî di hemû wane û polên dibistanan de li ser hîmên neteweya demokratîk ku mafên hemû neteweyan tê de parastiye tê dayîn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerde pêvajoya hînbûn û hînkirinê ye
 
ROJ HOZAN
Qamişlo-Civakên ku bi siberoja xwe difikirin destpêkê girîngiyê didin perwerda di aliyê jiyan, ziman û xebatê de. Perwerde mêjiyê mirovan dewlemend dike û terzê jiyana wan durist dike. Civakên perwerdekirî û xwedî zanist bingeha wan bi hêz e ev zanist bi riya perwerdeyê şaxên wê berfireh dibe û dikeve xizmeta wê civakê. Mirovên ne perwerdekirî mêjiyê wan ji her cureyên bandoran re vekiriye, ji ber vê yekê perwerde esasê civaka bi tendurist e. Kesên bi pêşerojê nafikirin perwerdeyê weke bargiraniyê dibînin û nikarin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Perwerde dihêle ku mirov xwedî armanc be di jiyanê de û cudahiya ji mirovan diyar dike. Her wiha geleke mijaran diguherîne, gelek mijaran zêde dike û bandorê li nêrîna mirovan a ji bo jiyanê dike, bi xwe re jî şert û mercên wê civakê yan jî malbatê diguherîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya perwerdeyê di dibistan, akademî û zanînghan de li ser esasê pergala Neteweya Demokratîk tê hînkirin.
21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya cîhanî 
Ziman yek ji rêbazên pêwendî û têkiliya di navbera mirovan de ye, pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di Mijdara 1999’an de di Konferansa Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de hat ragihandin lê di 21’ê Sibata sala 2000’an de bi rengekî fermî li tevahî cîhanê hat pîrozkirin. Ev roj ji bo pêşvebirina pirrengiya zimanî û çandî tê pîrozkirin. Hilbijartina vê dîrokê sembola wê vedigere roja ku polîsan li Dhaka paytexta Bangladeşê ya îroyîn gule berdan xwendekarên ku xwenîşandan kiribûn da zimanê wan ê dayikê Bengalî wekî yek ji du zimanên fermî bê naskirin. Di wan deman de dîsa jî sîstemên serwer li Bangladeşê zimanê Ordî li ser civakê ferz kiribûn lê rastî bertekeke mezin ji mirovên wê civakê hatin. Di roja me ya îro de dîrok xwe dubare dike ne tenê li Bangladeşê lê belê li tevahî welatên ku kêmar lê dijîn rewşên qedexeya li dijî zimanê dayikê derketine. 
Li Sûriyê qedexekirina zimanê dayikê  
Bi serweriya rejîma Sûriyeyê re hemû neteweyên ku di herêmê de dijiyan ji mafên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar mabûn. Di dibistanan de tenê zimanê Erebî serwer bû û ger zarokên di dibistanê de di navbera xwe û hevalên xwe de bi zimanekî cuda biaxiviyana wê rastî îşkenceyê bihatana. Rêbazên ku rejîma Baasê ji bo helandina hebûn û nasnameya neteweyên din bi kar dianîn ne ji rêzê bûn. Di dibistanan de wane, çand û zimanê Erebî dihat hînkirin, xwendekarên ji neteweyên cuda ji nasnameya xwe dûr ketibûn û di nav çanda Erebî de hatibûn pişavtin. Sîstemeke hişk, tund û bêmaf li dijî neteweyên din dihat meşandin. Ger mirov di welatekî de bijî û mafê wî/ê yê axaftina bi zimanê dayikê tunebe wê demê ew jiyana wî/ê bêwate dimîne, ji ber ne di pêvajoya rastiya xwe de bijî. Gelê Kurd para herî mezin ji vê zilim û zordariyê girtibû, ji ber axaftina bi zimanê dayikê weke sûcekî dihate dîtin û mirov li ser wê dihatin cezakirin. Berî şoreşa Rojavayê Kurdistanê kesên hezkiriyên zimanê dayikê bi rengekî veşartî hînî tîpên zimanê xwe dibûn û rastî gelek zehmetiyan ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatin. Helbet zarokên Kurd jî dema ji malbatê derbasî dibistanê dibûn nikaribûn zû bi zû hînî zimanê Erebî bibin ji ber ku ew di malbata xwe de hînî axaftina bi zimanê dayikê bûbûn lê weke dîrok, nasname û çanda têkildarî ziman tu zanebûn tunebû. Bi pejirîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê re civaka Kurd bi taybetî di nav zimanê Erebî de hatibû fetisnadin û pêwîstî hebû ev civak ji nû ve komî ser hev bibe û perwerdeya bi zimanê dayikê bibîne.
Di pergala perwerdê de guherînên bingehîn
Piştî ewqas salên qedexeya ziman, pêvajoya perwerdeya bi zimanê dayikê li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve hîmên xwe da rûniştandin. Mamosteyên pispor ji Mexmûrê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û dest bi perwerdeya zimanê dayikê kirin. Wê demê mirovan bi celecaneke xurt ev yek pêşwazî kirin û piranî mirovên temenê wan mezin bûn ên ku êşa zordariyê axaftina bi zimanê dayikê kişandin. Di sala 2013’an de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hat avakirin lê belê bi hejmarên kêm wisa civakê xwe perwerde dikir. Pê re jî cara yekem bi zimanê xwe yê rast axivîn, ji ber ku pir axaftin û hevok hebûn devokiya wan Erebî mabû. Bi guherîna dem û zeman re hêdî hêdî zimanê Kurdî bingeha xwe da rûniştandin û kadroyên xwe yên perwerdeyê ji bo pêvajoya xwendina bi zimanê dayikê amade kirin. Li ser vî esasî di sala 2014’an de li seranserî herêmê peymangeh hatin vekirin. Di peymangehan de mamosteyên ku derbasî pêvajoya perwerdeya di dibistanan de bibin û xwendekaran hîn bikin hatin perwerdekirin. Bi paqijkirina herêmê ji hemû rengên perwerdeya serwer a rejîma Baasê re mamoste derbasî dibistanan bûn û ji pêvajoya seretayî dest pê kirin heya îro gihîştin refa amadehî û zanîngehan. Helbet guhertinên bingehîn di pergala perwerdeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin çêkririn û êdî zimanê dayikê bi rengekî fermî di hemû wane û refên xwendekaran de li ser hîmên neteweya demokratîk ku mafên hemû neteweyan tê de tên parastin tên perwerdekirin.  
Perwerda bi zimanê dayikê  
Civaka ku zimanê xwe parastibe ew civak hemû pêvajoyên helandinê derbas kiriye. Hêzên serwer dema dixwazin derbeyekê li civakekê bixin destpêkê terzê perwerdeya zimanê dayikê bi zimanên din dihelînin û wiha nifşekî bê ziman, nasname û hebûn mezin dikin. Di vê mijarê de girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê pir girîng e û erka herî zêde dikeve ser milên malbatan. Dema zarok di pêvajoya zaroktiya xwe de diaxive bi çi zimanî pê re were axaftin ew zarok wiha mezin dibe, ji ber em dizanin piranî di dibistanan de zarokan bi axaftina zimanên cuda hedef digrin. Ji bo wê perwerdekirina zarokan di aliyê ziman de pir girîng e. Dema perwerda ziman bi hêvî û xeyalên zarokan re bibe yek mirov dikare pêşerojek û têgihîştinên baş ji bo zarokan biafirîne. Ya girîng di vê mijarê de danûstandina bi zarokan re bi zimanê dayikê ye ev yek roleke sereke dilîze. Li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê ji ber zimanê dibistanan Erebî bû, malbatan hewl didan bi riya perwerdekirina li malê zimanê dayikê biparêzin di encamê de zarokan zimanê xwe winda nedikir. Perwerdeya ziman bi rewşa siyasî û hişmendiya civakê re eleqedar e, ji ber siyasetên heyî zexteke pir zor li perwerdeya bi zimanê dayikê dikirin. Loma xala herî girîng a bingeha xurtkirina perwerdeyê zimanê zarokan e. Dema zarok bi zimanê xwe bên perwerdekirin ev hêzeke mezin dide hebûna wê civakê, di heman demê de mîrasê çand, huner û dîrokê tê mayîndekirin. 
Di jiyanê de girîngiya perwerdê
Berî em bikevin kûrahiya vê mijarê pêwîst e em mamosteyên xwe yên jiyanê destpêkê bi bîr bixin ew jî dayik in û her em dibêjin dibistana yekemîn a perwerdeyê  dayik e. Dibe di demên berê de ew derfetên ewqas fireh tunebûn dayik biçin dibistana lê ew di tecrubeyên jiyanê de hosta ne û dikaribûn heya roja îro çand, ziman, nasname û devokiya xwe biparêzin û ji nifşên pişt xwe re bihêlin. Dema zarok nû ji dayik dibin dest bi perwerdeya jiyanê dikin, ev zarok hînî perwerde kesayet, rêbaz û xweparastinê dibin. Helbet ev hemû di hundirê malê de tên hînkirin mirov di hundirê wê malê de çawa perwerde dibe ji derveyî malê jî wê şeklê dide xuyakirin, ev hemû rabazên perwerdeya ku li ser mezin bûye nîşan dide. Armanca perwerdeyê gihîştina agahî û heqîqeta jiyanê ye. 
Perwerde di her qada jiyanê de dikare were girtin li gorî dem û mekan diguhere her wiha mirovên ne perwerdekirî nikarin jiyana xwe bi rê ve bibin. Ji bo ku mirov di jiyana civakê de cîhekî bigre û jiyana xwe berdewam bike destkeftiyên zanîn û fêmkirinê pêwîst e hebin û ev jî bi riya perwerdeyê gengaz e. Perwerde ne tenê dem an wextek serbixwe ye, perwerde pêvajo ye, pêvajoya hînbûn û hînkirinê ye. Ji bo kalîtekirin û standartkirina jiyana kesayetî û civakî li hember sextiya jiyanê asankirin, ev tev di pêvajoya perwerdeyê re derbasdar in. Li gel vana wateya perwerdeyê ya herî kurt û bi dilxwazî guhertina kesayetan e. Divê di pêvajoya perwerdeyê de dilxwazî hebe ji ber perwerde bandorê li ser fizîka mirov jî dike. Bi rengekî giştî û li gorî Feylesofê Fransî Helvetiusî dibêje: ‘Perwerdeya we çi be, hûn ew in.’  
Girîngiya perwerdê di aliyê kar û xebatê de 
Berî mirov derbasî kar bibe pêwîst e destpêkê der barê naveroka wê de hîn bibe da bikaribe wê xebatê bigihîjîne serî. Pir caran di kar û xebatan de dibêjin mirov kîjan asta xwendinê bi dawî kiriye wisa pispor e di vê xebatê de. Lê ev têbîneke şeş e feraseta xebatê pir caran ne girêdayî asta xwendinê ye lê belê girêdayî perwerde û tecrubeyan e. Mînak dema em bêjin dayikên me çandiniya erdê dikirin yan jî lawir xwedî dikirin ma xwendina wê kiribûn? Na lê belê bi rêbazên perwerdekirina li ser vê xebatê ew hîn bûne. Di hemû sazî û dezgehên me de jin hemû xebatan dikin ev hemû bi riya perwerdeyê bi pêş ketine û dizanin çawa bi rêbazên rast wê rewşê çareser bikin. Ji bo wê perwerde weke nan û avê ji mirovan ve pêwîst dike. Li aliyê din perwerde bandorê li ser kesayeta mirov, danûsitandin û guhertina wê/î dike wisa mirov xebateke cidî jî dide meşandin. Mirov kesayetên perwerdekirî û ne perwerdekirî ji hev ferq dike.  Bi salan e sîstemên desthilatdar tenê bi fikrên xwe desthilatdariya xwe li ser vîna mirovan mayînde dikin lê dema mirov perwerdekirî be û di ferqa xeteriya wê de be helbet wê çareyên azadiyê û xweseriyê ji xwe re biafirîne. 
Xebatên bi fikrên perwerdê birêve biçin berdewam dikin û esasê wan saxlem e. Çiqas mirov di aliyê perwerdeyê de derfetên nû biafirîne ewqas serkeftinên mezin qezenc dike.
Perwerde dibistaneke tijî zanist, fikir, exlaq û pisporî ye, îro di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de serkeftinên hatine bidestxistin encama wê bûn. Encama perwerdeya me bi fikrên azad û hevgirtina civakê bû, civaka me jî di ferqa van guhertinan de bû, bi nêrîneke erênî ev derfet hembêz kirin. Pê re jî sîstema perwerdeyê ji komên biçûk berî şoreşê derbasî sîstemeke fireh bû ku li ser esasê wê xweseriya demokratîk, akademî, dibistan û zanîngeh hatin avakirin û niha jî perwerde bi rengekî fermî tê dîtin.
Sibê: Endama Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk Fatime Abdullah û Berdevka Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Herêma Cizîrê Ferîda Ibrahîm encamên perwerdeya rast ji ya şaş ku di dîrokê de heya niha hebûne dinirxînin.