Nîşaneya Şoreşeke havêngirtî: Serhildana Jîna

Weke nîşaneya şoreşekî ku heyvanê wê girtiye serhildanên li Rojhilat û Îranê, êdî nîqaşên rakirina polîsên exlaqê, guhertina zagona ferzkirina hîcabê, naskirina hîn mafên civakî derbas kiriye. Pirsgirêk ji heremî ber bi gerdunî ve pirsgirêka azadiyê ye.

Akademiya Jineolojiyê

Agirê serhildanê ku li Rojhilat û Îranê Jîna Emînî vêxist û ji gelek berxwedaniyan re bû îlham, bi avahiya xwe ya çandî û dîrokî berxwedana li hemberî hegemonyayê jê kêm nebû salekî xwe tijî dike. Ger em bi kûrtasî bibîr bixin, li Rojhilatê Kurdistanê jina Kurd a ji Saqizê bi navê ku serweran daye wê Jîna Emînî di 14’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve bi îşkenceyê ket komayê û di 16’ê Îlonê de li Nexweşxaneya Kasrayê jiyana xwe ji dest da. Ya ku polîtîkaya dijminahiya jin ê rejîma molla ya Îranê aşkere kir dû rojnamegerên jin bûn. Rojnameger Nîlufer Hamedî bû yekemîn rojnamegera ku qetilkirina Jîna ragihand, Elaha Muhammedî jî di merasîma Jîna de dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ragihand. Diruşmeya bingehîn ku li Rojhilat bi pêşengiya jinan destpê kir û destpêkê di nav gelên Îranê de paşê li seranserî cîhanê belav bû girîngiyek pir mezin hilgirt û bû dirûşmeya ku mohra xwe li sedsalê da.

Ehmedê Xanî di berhema xwe ya navdar Mem û Zîn de dibêje ‘her giya li ser koka xwe şîn dibe’. Serhildana ku di nav porên Jîna de destpêkir ku ji bo xuya neke pergalê dixwest bi awayekê şid veşêre û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku ev serhildan wê za jî bû nîdayekî jin a ku li ser kokên erdnigariyê za bû û ji heremî ber bi kûrevî ve dirêj bû. Piştî salekî êdî Jîna bû sembolekî wêdetirî ji bûyîna kesayet, bûyîna jinekê ku hatiye qetilkirin, bûyîna jinekê ku li dijî zagona ferzkirina hîcabê derketiye, bûyîna berxwedêrekê ku li dijî baviksalarî serî hildaye. Mîna Jînayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jî ji bûyîna dirûşmeyê wêdetir, weke formula efsûnî ya şoreşekî ku xwedî kokên civakî dîrokî ye û li ser van kokan xwedî dibe wateya xwe carek din peyitand.

Ji kombûna wesfînî heyanî teqîna çendaniyî

Di civakan de kombûnên wesfînî teqîn û zêdebûnên çendaniyî jî bi xwe re tînin. Çawa ku wesfînî dikare veguhere çendaniyê, çendanî jî bi qasî jêhatîbûna xwe ya tevgerê û asta hêza xwe dikare veguhere wesfîniyê. Beriya Jîna jî di dîroka nêz a rejîma Îranê de bi sedan heya bi hezaran jin ji ber ku mîna muktedîrên rejîmê cil li xwe nekirin, neaxivîn hatin qetilkirin. Reyhan Cebarî ku ji ber mêrê tecawizî wê kir kuşt hat darvekirin, Şîrîn Elemhulî ya ji ber li dijî zagonên rejîmê parastina zagonên azadiyê kir hat darvekirin, Ferînaza ku li odeyek otelê hat kilîtkirin û hat xwestin destdirêjî lê bê kirin xwe ji şebakeyê avêt û dawî li jiyana xwe anî, Nîdala ku ji ber got ‘Na ji rejîma mollayê re’ û beşdarî xwepêşandanan bû li naveresta kolanê hat qetilkirin tê bîra me hemuyan. Navê hemu jinên ku rejîma Îranê bûye kujerê wan hejmartin ne gengaz e lê hemû jî mîna kevirên esasî yê diçe ber bi serhildana Jîna ve bibîr hatinê heq dikin. Ya rast em dikarin serhildana salekî ku bê navber berdewam kir mîna destpêka pêvajoya ku ber bi azadiya hemu civakê ve diherike binav bikin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dibêje "Ez zarokê çanda Xwedavenda Dayik im. "Jin jiyan Azadî" jî berhema vê berspektifa jiyanê ye. Kok û rehê vê yekê xwe ji vê axê xwedî dike. Daneheva têkoşîna 40 salan rêveçûna vê perspektifê diyar kiriye. Pêşgotinek heye ku dibêje “Mirov dikare xezîneyan li cihê ku lê hatine wendakirin bigere”. Abdullah Ocalan erdnigariya ku ji fomula efsunî ya jiyanê re bûye çavkanî wiha penase dike: “Jiyana bi îhtîşam li vê derê za; li Kurdistanê weke Jin û Jiyan bipêş ket. Di nav jiyana bi hezaran salan de vê carê di desthilatdariyên hiyerarşî û dewletê de bi şênberiya Jin û Jiyanê li heman mekanan hat wendakirin.”

Çanda berxwedanê ya erdnigariyê

Li seranserî dîrokê li erdnigariya Îranê, serhildana ku înada gelan a parastina hebûna xwe û çanda jinan û ferzkirinên yekparekirinê yê desthilatan kêm nebû. Her rawestgeha vê dîrokê ku çanda xwedawendan a Zagrosan û paşê jî çanda Zerduştî girtiye pişt xwe, yek bi yek bi çîroka têkoşîn û berxwedanê derdikeve pêşberî me. Lê li vê erdnigariya ku şaristaniyên mêr serweriyê jî dem dirêjî li vir hatiye jiyankirin, mudaxaleyên rasterast ên li hemberî şêweyê jiyana jinan, şêweyê di jiyanê de cih girtina wê û statuya jinan a civakî timî çêbûne. 

Ji Hurrem heyanî Jîna

Dema ku em qala çanda berxwedana Aryen bikin çênabe ku em Hurrem Bint-i Kade bibîr neynin. Civaka ku Mazdek û hevjîna wê Hurrem dixwazin li dijî çîna dewlemend, arîstokrat, rahîb ê bûye desthilatdar û di Împaratoriya Sasaniyan de ji rê derketiye ava bikin, civaka komînal-wekhev-hevpar e. Mazdek ku ji bo civaka dixwaze ava bike bi desthilatê re hatina gel hev û veguhertina wî weke şêwaz hildibijêre û di vê oxirê de tê qetilkirin (499), piştî mirina wî Hurrem ji ber ku dizane bi desthilatê re hatina gel hev dê karesatan bîne şerkirinê hildibijêre.

“Ev biryara Hurrem di nav tevgerê de avabûna valahiyên rêberiyê û belavbûna hêzan asteng dike. Hêzên ku xwe vedikişînin bin erdê, bi pêşengiya Hurrem bi navê Hurremiyan têkoşîna xwe didomînin. Ji aliyê jinekî ve pêşketina pêşengiyê, navê jinekê girtina tevgerê rê li ber piştevanî û beşdarbûnekê mezin a jinan vedike.  Di tevgera Hurremê de tîma serkanan piranî ji jinan pêk tê û di xebitîna demokratîk de israr dike. Li welat Mazdekî hatiye qedexekirin. Hurremî hê bala dewletê nekişandiye. Ji ber vê yekê desthilatan ji vê bawer in ku ew tevgerê tasfiye kirine. Lê rewş qet ne wisa ye. Pirsgirêka jin a bi pirsgirêkên jinan re bûye yek, rê vedike ku têkoşîn di wateyekî cidî de pêş bikeve û berfireh bibe. Jinan bi riyên cûda hewl didin çanda civaka hevbeş-wekhev bidomînin û biparêzin. Ev çanda wan a cewherî ye. Hin kes ji bo vê lawên xwe, xwarziyên xwe, xişk-birayên xwe, hevjînên xwe amade dikin û dişînin têkoşîne, hin kes jî mîna Hurrem ew bi xwe mîna pêşeng, şervan û rêxistinvan derdikevin qada têkoşînê. Hurrem bi van pêşketinan re vediguhere berdevk û hilgira bi bandor a çanda jin a neolîtîkê ya wekhev-hevbeş. Bi têkoşîna xwe Împaratoriya Sasanî yê serwer ji kokê dihêjîne û ji bo demên li pêy xwe jî mîrateyek mezin a berxwedanê dihêle.”

Mixabin ji ber ku qeydên dîrokê ji nivîskarên serwer ên baviksalar re mane der barê Hurremê de pir zêde agahî nayên dîtin û adeta ji tune ve tê hesibandin. Tevgerên Hurrem û Hurremedîn, Babek, Karmatî, Zenc jî di nav de heyanî sedsala 10’emîn serhildanên gelan ên bipêş ketine bandor kiriye. Îro di daxwazên edalet, azadî û wekheviyê ku piştî Jîna Emînî destpê kir dîtina şopên Hurrem gengaz e.

Li gel Hurrema ku ji bo erdnigariya Îranê weke mînaka girîng a berxwedanê me da, em dibînin ku jin pêşengiyê dikin, jin bi xwe dibin berxwedan. Bayê pêlên femînist ku piştî 1850’yan li seranserî cîhanê bilind dibe, li vê erdnigariyê jî têkoşîna jinan bandor kiriye û çanda berxwedanekê ku vê bayê bi kevneşopiyan re aniye gel hevdû hatiye hûnandin. Serhildana Jinan a Tebrîzê, Protestoyên Titûnê yên sala 1890’an, tevgera protestoyê ya li dijî xelaya di sala 1985’an de, Tevgera Makeqanûnê ya 1906’an û Şoreşa Îslamî ya 1979’an her çiqas ne tevgerên jinan bin jî bûne tevgerên civakî ku jinên Îranî bi awayekê çalak tê de cih girtine û heta dem bi dem pêşengiya wê kirine.

Ol û modernîzma ji derve tê ferzkirin cih nagire

Îran, ji aliyê nasnameya nijadî, ziman û baweriyê ve, di Rojhilata Navîn de welatê herî dewlemend e. Tevî hewldanên netew dewletan ku du sed sal in hewl didin, vê dewlemendiyê tune bikin jî her dem dikaribûye kirasê ku xwestine lê bikin biqetîne.

Di sedsala 20’an de em dikarin polîtîkayên ku li Îranê li ser jinan hatin meşandin; wekî tengavbûna di navbera modernîzma yekperest- netewperest û olperestiya desthilatdariyê de bibînin. Li aliyê din jî em dikarin bibêjin ku têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê, bi bandora ji derve ya bênavber û xweseriya herêmê domiyaye. Vî şerê dualî û tengavbûn dikare were gotin ku hê jî heye. Di serdema monarşîzma-şahîtiya bav û law de, çanda xanedaniyê ji bo civakê weke model hatibû pêşkêşkirin, teqlîda ku xweziya xwe bi modernîzma welatên rojava tîne jî li ser jinan hatibû ferzkirin.

“Versiyona Rojhilata Navîn a modernîteya kapîtalîst, li welatên bi vî rengî bûye pirsgirêk. Bêyî ku qerekterê civakê yê xwedî cewhera herêmê were famkirin, reçeteyên ku ji bo çareseriyê hatin pêşkêşkirin, li erdnîgariyên qedîm ên wekî Rojhilata Navîn-Kurdistanê cihê xwe negirtin. Nêzîkahiya ku pirsgirêka azadiya jinan nabîne yan jî ji azadiya civakî cuda dibîne, li vê erdnîgariyê nikara haven bigre...”

Xewnereşka ku di sala 1979’an de çêbû û îsyana 44 salan

Li dijî ferzkirinên ji derve yên modernîzmê, jinên ku sala 1979’an weke şoreş dîtin, piştgirî dan Humeynî lê bi rastiya olperestiyê re rûbirû man. Mafên siyasî û civakî yên ku bi têkoşînê hatin bidestxistin, hatin tunekirin û jin di nava malan de hatin dîlgirtin. Seyahet, xwendin û mafên bi vî rengî bi destûra mêran ve hatin girêdan. Bê mêr derketina jinan a derve hat qedexekirin. Serokê rejîma îslamî ya Îranê Ayetullah Humeynî di mehên destpêkê yên şoreşê de biryar da ku jinên di saziyên giştî de dixebitin pêçe bi kar bînin û bi girtina ji peywirê ya jinên dadger, mafên jinan ên bingehîn ji destên wan hatin girtin.

Îsyana jinan a ku bi sala yekem a rejîmê re dest pê kir qet bi dawî nebû. Di sala 1980’yan de jin di 8’ê Adarê de derketin kolanan. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 44 sal in têkoşîn û berxwedana jinan didome. Wekî me li jorê jî diyar kir, serhildanên ku bi qetilkirina Jînayê dest pê kirin û salek e didomin, berdewamiya wê helwest û tevgera jinan a li dijî pergalê ye.

Lê wekî her pêvajoya şoreşê, dema ku em vê sala derbasbûyê dinirxînin dibînin ku xeter û derfetên vê şoreşê hene. Derfetên wê me bi awayê dîrokî û kronolojîk li jorê anî ziman. Mirov dikare hebûna koka jina dayik a çanda civakên Aryen ku di gelek baweriyan de hatiye roja îro bibîne. Ne di dîrokê de ne jî niha tu carî çanda berxwedêr a dayika xwedawend bê encam nemaye.

Ger em werin ser aliyên bi xeter û kêmderfet, ev jî ew in ku pirsgirêka azadiya jinan bi Şoreşa Îslamê ve were bi sînorkirin. Ev yek ji bo têgihîştina pêvajoya şoreşê ya ku didome zehmetiyan çêdike. Salek e serhildanên ku weke lêdana dil bi lez lê didin û disekinin lê bi dawî nabin, bi awayê perçe be jî mijarek derxistiye hole. Di çalakiyan de banga ku bi dirûşma “Merg ber sîtemger çi şah baş e çi rehber” ango ‘Ji mêtingeran re mirin dixwazî şah be dixwazî re Rehber’ tê kirin, nîşan dide ku pêşengên rastîn ên serhildanan xwedî kîjan fikir û daxwazê ne. Bi kurtasî jin, dibêjin: “Pirsgirêk ne ya rejîmê ye, ya pergalê ye.”

Hewldana argumankirina serhildanê

Mijareke din jî bikaranîna jinan a di şerê hegemonîk a hêzên modernîteya kapîtalîst de ye. Di serhildanan de wekî pêşeng, pêşkêşkirina kesên li diasporayê dijîn û sûbjekirina kesên ku ewqas bedel di vê şoreşê de dane. Em dibin şahid ku jinên li kolanan canê xwe danîne holê, nayên dîtin, aktivîstên projeyê ku ji aliyê kesên hegemon ve çawa dixwazin, wan bi kar tînin, berdane qadan. Ev alî baş dizanin ku dirûşma “jin jiyan azadî” ji kîjan bîrdoziyê xwedî bûye loma jî ji bo ku şoreşê berevajî bikin û ji kokên wê veqetînin di nava hewldanan de ne.

Mafên ku bi têkoşîna li kolanan hatine bidestxistin divê destûr neyê dayîn ku bibin argumanên kesên xwedî berjewendiyên polîtîk ên ku her dem li ser maseyan rûniştîne. Lewre ev erdnîgarî, modernbûyîna ku ji derve ve tê ferzkirin jî hukmên şer’î yên ji hundir ve tên ferzkirin jî napejirîne.

Ji aliyê beşên marjînal ve hewldana şêlûkirina şoreşê

Lîberalîzm ji bo serhildana ku li Rojhilat û Îranê dest pê kir û pêvajoya şoreşê ya ku didome bigre destên xwe, wekî di şoreşên din de kiribû careke din heman argumanan dixe dewrê. Li ba daxwazên jinan ên azadiyê, daxwazên marjînal zêde dike. Wekî din jî bi propagandaya “rejîmê paşve gav avêt” çend gavên ku pergalê avêtine wekî ku tekane daxwaza jinan be nîşan dide. Vê pêvajoya têkoşînê ji nîqaşên rakirina polîsên exlaq, guherandina zagona sergirtina bi zorê, naskirina mafên civakî û siyasî yên jinan pir derbas bûye.

Mesele, têkoşîna ku ji herêmî ber bi gerndûnê ve didome ye. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dibêje: “Azadî, dema ku bibe wesîleya azadiyên din bi wate dibe. Ger azadiya me, nebe wesîleya azadiyên din ev yek dê bibe azadiya ku dîl digre.”

 Xapandina maf û azadiyên şexsî yên lîberalîzma bîrdoziya modernîteya kapîtalîst, di vê serdemê de mora xwe li her derê jiyanê de. Pêvajoya ku jê re gotin “Bihara Ereb” jî tê de, gelek pêvajoyên şoreşê vetisand. Pêvajoya li Rojhilat û Îranê; li cihekî ku azadiya civakî ava dike ye û nîşaneya şoreşeke havêngirtî ye.

*Vê nivîsê ji dosyaya bi navê “Rojhilat”, ji kovara Jineolojiyê ya meha Tebaxê, bi sûdgirtina ji rûpela 28’an hatiye amadekirin.