Netewperestî qirkirina di bin navê yek al û yek netewê de ye

Li gorî dîroknasan netewperestî cureyê herî xirab ê nexweşiya civakê ye, sedemên wê yên sereke jî peydabûna nakokiyên di navbera mirovan de ye, ev jî dibe sedema tunekirina neteweyan.

SIRWE NÊRGÎZ

Navenda Nûçeyan- Her dem du deste yan jî du komên cuda li ser tiştekî pirsgirêk di navbera wan de rû dide û tundûtûjî di navbera wan de zêde dibe. netewperestî û nijadperestî zêde dibe, li cihekê ger nijadperestî û zayendperestî hebe, wê bi hev re bijîn, di dema ku pirsgirêk derdikevin de zûtir çareser dike.

Dîroka netewperestiyê gelek kevn e û di nava baweriyan de jî xwedî cihek mezin e. Hilbijartina netew yan oleke li ser ên din pirsgirêkên mezin e, bi vê riyê jî bîr û bawerî li hev ketine. Rewayetiya herî diyar a bi xwe weke ne rewa hatiye ditîn, di vê demê de biryara kuştin û şerê fizîkî ye.

Li gorî dîroknasan netewperestî cureyê herî xirab ê nexweşiya civakê ye û sedemên wê yên sereke jî peydabûna nakokiyên mirovî ne. Ji ber ku dibe sedema tunekirina neteweyan. Her wiha bawerî  têkiliyek dûr û dirêj, aloz û bi hev ve girêdayî ye, li gel mîratê zayendperestiyê heye.

Dewleta dagirker qirkirina fizîkî didomîne

Di dîroka Kurdan de, dewleta dagirker a tirk destpêkê qirkirina fizîkî di bingeha kom û her cara serhildanek û mafxwaziyek ku derket bi êrîş û kuştinê bersiv daye. Li Kurdistanê bi taybetî di dawiya sedsala 19’an de û bi berdewamiya sedsala 20’an desthilatdariya faşîst serhildanên Kurdan bi rê û rêbazên cuda di çewisandin û dest bi kuştin û dagirkerinê kiriye.

Piştî peymana Lozanê her dem hewl hatiye dayîn ku Kurdan weke Ereb, Tirk û Farisan bikin. Li Rojhilatê Kurdistan bi çespandin serhildana Simkoyê Şikakî, serhildana Mele Xelîl, Komara Kurdistanê û her wiha bi dehan serhildan û tevgerên din ji aliyê dewleta li dijî gelên paşayetên Îranê û her wiha kuştin cîhad li dijî Kurdan e û milîtarîzekirina Kurdistanê ji aliyê desthilatdariya dagirkeriya niha ya Îranê, xwestine gelê Kurd bi awayek fizîkî tune bikin. Li Bakurê Kurdistanê bi çespandina serhildanên Dêrsim, Geliyê Zîlan komkujiya gelê Kurd li Mereş, Dêrsim û bi dehan êrîş û çewisandinên din, berdewamiya heman zîhnyetê ye û fikrên sereke yên desthilatê dewletê ew bûn ku cudahiya wê pesend nekir, bi vê ve girêdayî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd rû bi rûyî gelek êrîşên qirkirin û tunekirin û enfalê hatiye.

Rejîma Baasê bi Erebkirinê netewperestiyê kir

Di serdema rejîma Baasê de şêwazê Erebkirinê hebû ku xelkê bi zorê dikirin Ereb û nasnameya Kurd a heyî ji destên wan digirtin, her kesê nerazîbûna xwe nîşan dida rastî qirkirinê dihat. Kurd herî zêde rastî zayenperestiyê dihatin, bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşên heta niha berdewam li ser Rojavayê Kurdistanê û dijminên Kurd di bin navê ol û netew wêrankarî û kuştinê de berdewam dikin.

Hemû komkojiyên ji fikrên netewperstiyê çavkanî girtin, bi vê ve girêdayî Êzidî, Elewî û Yarsanî, di dirêjiya dîrokê de rastî tindûtujî û komkojiya dewleta dagirker û fikrên tundrawtir bûne. Li ser xaka xwe koçber bûne û zîhniyeta zayendperestiyê li hemberî wan ji bo tunekirinê bi kar anîne.

Dewleta dagirker wisa dizanibû ku bi netewperestiya neteweyan yan jî olî dixwazin li hemû aliyan neteweya Kurdan di bin navê yek ol û yek netew de tune bikin. Heta îro jî li hemberî Kurdan wêrankarî û tindûtujî encam dide, li hemberî vê jî cîhanê xwe jê re bêdeng kiriye.

netewperestî di roja me ya îro de weke faşîzm li hemberî Kurdan, ji ber ne tenê di aliyê netew, ol û nijad de rastî tunebûn û êrîşan tên. Belkê di aliyê çand, ziman, netew de li her çar parçeyan plana tunekirinê heye. Ji ber wê girîng e li vê derê civak zêdetir hewldana xwehişyarkirinê li hemberî fikrên zayendperestî û faşîzma li Kurdistanê bide.