Netewa demokratîk çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e-2

Endama Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yûsif rehenda siyasî di netewa demokratîk de nirxand û got: “Parastin û şoreşa me bi demokratîkkirina siyaseta herêmê ve girêdayî ye. Pêwiste em bi vê rastiyê tevbigerin.”

 Foza Yûsif: Siyaset bi destê jin û gel tê meşandin

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Rehenda siyasî pir civak, kêm qedexe û pir azadiyê esas digire. Di rehenda siyasetê de ferasetek pîranîparêz, demokratîk, wekhevîparêz û hevgirtî dike armanc. Siyaseta demokratîk, li ser esasê azadiyê bi desxistinê bingeh digire. Ev rehenda siyasetê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bi avabûna netewa demokratîk re jiyanî bû û heta niha gelên ku tune hatine hesibandin derdixîne  ser dîka siyasetê. Da ku em hîn zêde vê rehendê bi nasin, Endama Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der barê rehendên siyasî de ji ajansa mere nirxandin kir.  

‘Siyaseta ku tê meşandin, ji gel hatiye qutkirin’

Foza Yûsif di destpêka axaftina xwe de behsa siyaseta ku niha tê meşandin kir û got: “Di cîhan û Rojhilata Navîn de mirov dikare bi giştî bêje ku di siyasetê de pergala zayendperest hakîm e. Ger îro mirov li cîhanê meyze bike, hêjmara kesên ku parlementer, siyaset û seroktî dike piranî di bin serweriya mêr de ye. Ji ber wê ev siyaseta ku li ser cîhanê serwere, xwe li ser şer dide rûniştandin. Pênaseya siyasetê jî dema mirov ji pirtûkan dixwîne, li gor hişmendiya mêr hatiye sazkirin. Ereb ji siyasetê re dibêjin, terbiyekirin e. Hinek jî dibêjin siyaset durûtiye. Hinek jî ji siyasetê re dibêjin hunera xapandinê ye. Gelek pênaseyên siyasetê heye, dema mirov wan pênaseyan guhdar dike, di bingeh de hişmendiya mêr a xapînok derdikeve. Îro siyaset ji gel û civakan hatiye qutkirin. Siyaset hatiye mêtîngehkirin ji aliyê çînên desthilatdar û serwer, siyaset kirine di bin destê xwe de. Loma mirov nikare bêje siyaseta ku li cîhanê tê meşandin, siyasetek azadîxwez û demokratîk e. Siyaset dibe rêbaza ku çawa nirxê civakê bidizin. Cihê ku tehekûm lê hebe, civakek bi îrade li wir nîne. Siyaset ketiye destê kesên dewlemend, şirketên mezin ên cîhanê, artêş, hêz û îstîxbaratê de. Loma siyaset ji aliyê mêr ve hatiye dagirkirin û aqlê mêrê desthilatdar, leşker û dewlemend yekdestî çêkiriye. Siyaset weke amûr tê bi kar anîn.”

‘Siyaset bi destê jin û gelê bindest bê meşandin’

Foza Yûsif girîngiya rehenda siyasetê di feraseta netewa demokratîk de wiha anî ziman: “Siyaset di feraseta me de Rêber Apo pênase dike. Alternatîfa me weke gel çiye? Rêber Apo di parêznameya xwe ya 5’emîn de ji bo siyasetê pênaseyek nû dike û dibêje; ‘Siyaset hunera ku xwe herî baş plankirin û xwe bi rêxistinkirinê ye.’ Siyaset bi jiyana rojanê ve pir girêdayî ye. Weke gel û jin divê li hember hemû êrîşan, siyasetek gelêrî û azadîxwaz biafrînîn. Siyaset ji aliyê mêr ve hatiye dagirkirin û qurbana herî mezin jî bûye jin. Em ê vê siyasetê çawa ji mêtîngeriya mêrê desthilatdar rizgar bikin. Tişta ku bi şoreşa 19’ê Tirmehê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbû, ew bû ku siyaseta ku hêzên desthilatdar xistibûn di bin yekdestiya xwe de, em rizgar dikin. Rêber Apo xwest siyasetê ji destê mêrê klasîk û desthilatdar derxîne, bide mêr û jinên bindest .  Rêber Apo got siyasetê hem jin hem jî gelê bindest bi kar bîne. Bêgûman ger em bi kar bînin, nayê wê wateyê ku em wek desthilatdaran bikin. Divê em têgeha siyaset û pêk anîna wê de guhertinan çêbikin.”

‘Şoreşa jin cewherê şoreşa civakî temsîl dike’

Foza Yûsif destnîşan kir ku bi xebatên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyê bi taybet li Rojavayê Kurdistanê daye meşandin, jin karîbûn di salên 1980/1990 de beşdarî siyasetê bibin û wiha dirêjî da axaftina  xwe: “Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jin beriya şoreşê jî beşdarî siyasetê bibû, lê hêjmara jinên ku bi awayekî aktîf beşdar bibin nîn bû, ji ber yekdestî di Sûriyê de jî serwer bû. Li Rojavayê Kurdistanê ji salên 1980/1990 ve beşdarbûna jinan ji siyasetê re çêbû. Tevlîbûna jinan ji siyaset û şoreşê re çêbû. Tevlîbûna jinan ji xebatên leşkerî re çêbû ku perçeyek ji siyasetê ye. Asta polîtîk a pir cidî di civaka Kurdistanê de derxist holê. Jin dikare siyasetê bike û em dikarin bêjin ku siyaseta herî azadîxwaz û demokratîk jin dikare bike. Lê belê gelek partiyên siyasî ên kurd derfet nedabûn ku jin bikaribin hem aqlê xwe hem jî hestên xwe di siyasetê de bi awayekî aktîf pêk bînin, derfet nîn bû. Xebatên Kongra Star beriya şoreşê hebû, lê veşartî bû û nedikarî xwe bighîne hemû jinan. Lê piştî 2011’an jin karibûn sazî û rêxistina xwe avabikin û tevlî çalakiyên siyasî bibin û pêşengtî kirin. Ferqa di navbera jinên Kurd paşê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ew bû ku jinan ezmûnên jinên cîhanî feyde kirin. Di dewerên din şoreşa jinan piştî şoreşa giştî pêk dihat, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekem a jinan pêk hat. Rêber Apo digot divê şoreşa jinan nemîne, piştî şoreşa neteweyî. Şoreşa jin cewherê şoreşa  civakî temsîl dike. Ger em dixwazin, guhertin û veguhertinê bikin jin têde aktîf be.”

‘Rehenda siyasetê guhertin û veguhertin pêk anî’

Foza Yûsif da zanîn ku bi pergala netewa demokratîk re û di rehenda siyasî de hemû gelên ku hatibûn paşguh hiştîn beşdarî siyasetê bûn û wiha dom kir: “Siyaseta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber xwe dispart netewa demokratîk, loma têgeha siyaseta demokratîk, guhertin û veguhertin di siyasetê de çêkir. Aliyê pêkhateyan de hemû etnîk cihê xwe di meclîsê de girtin. Di aliyê olî de di herêmê de hemû ol bi awayekî azad nêrîn, adet û teqalîtên xwe anîn ziman û beşdarî meclîsê bûn. Jin ji sedî 50 beşdarî meclîsê bûn. Ciwan hêza herî dînamîkîn û rola xwe di siyasetê de girtin. Tevahî pêkhateyên berê li gor pênaseya desthilatdaran ji siyasetê fêm nakin, nikarin siyasetê bikin, pêwiste hinek biryar bigirin û ew pêk bînin, kesên veşartî  hatibûn paşguhkirin, kesên ku pir zanebûn ji derve hatibûn hiştin, ev kesane hemû tevlî siyasetê bûn.”

‘Hemû beşên civakê cihê xwe di meclîsê de digirin’

Foza Yûsif bal kişand li ser rola meclîsan di rehenda siyasî de û wiha got: “Piştî şoreşê meclîsa bajar û kantonan çêbû, guhertinên mezin bi xwe re anî. Loma di siyaseta me de bêguman gelek tiştên ku em dewletê fêr bûne, derdikevin holê. Lê belê zarokên me yên 7 salî niha zanîngeh xilas kirin, ew siyaseta ku dewletê dimeşand, wan nedîtin. Dîtin di meclîsê de tenê mêr rûnanin, jin jî beşdar dibin. Ev yek bi demê re nêrînek nû û çandek nû çêkir. Niha civaka me leşkerek YPJ’ê ango jinek siyasetmedar dibîne, li ser civakê bandoreke erênî ava dike. Kurd, Suryan û Ereban re jî tişta ku li jinan dihat kirin, li wan jî dihate kirin û ew jî derveyî biryar û niqaşê diman. Niha li qeza, gund û bajaran meclîs hene û bi sedan mirov cihê xwe têde digire.”

‘Gel dikare niqaş bike û biryara xwe bi xwe bigire’

Foza Yûsif girîngiya siyaseta demokratîk û girîngiya akademiyên siyasî wiha nirxand: “Bê guman em dixwazin siyaseta demokrat a rasterast bidin meşandin. Em dixwazin siyaset ji civakê re vekirîbe û em hemû biryaran bi hev re bigirin. Yek em dixwazin zîhniyeta siyaseta demokratîk ava bikin. Ya duyem jî em dixwazin pergala xwe jî li gor siyaseta demokratîk avabikin. Tu çiqas pergala siyaseta demokratîk çêkî, ewqas jî bikarîbî avabike, ji ber bi hev ve girêdayî ye. Gelek akademiyên siyaseta demokratîk, akademiyên civaka demokratîk vebûn. Niha tevger û rêxistina jin dewreyên siyasî vekirin. Îro ji bo siyaseta demokratîk pêş bikeve, rola akademiyan pir girîng e. Çima mirovê ku bi aqlê dewlet-netew bifikire nikare bi civakê re bi awayekî demokratîk bide bistîne? Nêzîkatiya dewletê li beramberî civakê ewe ku dibêje civak tiştekî fam nake, dewlet civakê bêaqil dibîne. Li gor pergala me em dibêjin aqlê herkesî heye û herkes dikare niqaş bike û biryar bigire.”

Foza Yûsif diyar kir ku bi şoreşê re hêza civakê ya veşartî mîna volkanê derket holê û got: “Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de potansiyela gel û jinan çiqas bi hêz e, derket holê. Kesên ku hatibûn bîr kirin, wan hemû hêza xwe kirin yek ku çiqas bi bandorin derket holê. Civak pir xurte, lê ne di ferqa hêza xwe de ye. Dema bingeh dîtin, wek volqanek mezin teqîn. Jina ku hatibû tepisandin û dema mecal dît, hemû cîhan xist bin bandora xwe.”

‘Bandora jinê guhertin û veguhertin di civakê de çêkir’

Foza Yûsif bal kişand hêza jin di şoreşê de wiha pêde çû: “Jin bi şoreşê re derfet dît ku belavî herderê bibe. Ew derfeta hêza jin derxist holê û bandora jin guhertin û veguhertin di civakê de çêkir. Jin bû nimûneya jiyan û alternatîfek nû. Rê li ber pêşiya pergala nû ya siyasetê vekir. Mêrtî bi çeteyên DAIŞ’ê re îflas kir. DAIŞ mêrtiya herî desthilatdar, zilimkar temsîl kir. Bi şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê re gelek tiştên nixûmandî, ser wê vekir û rûpoş ket. Rûpoşa mêrê kevneperest dida li ber rûyê xwe, ew rûpoş ket. Têkoşîna jinên kurd bû mîratek ji bo civak û ji bo jinan. Rabûna jinan pêyamek wiha da civakê û got ku helqa herî zeyif di nava civakê de ez bûm, lê min li beramber dijminek mîna DAIŞ’ê şer kir û serketim. Ev yek tê wateyê ku jin bi ser xistibe, dê civak jî rabibe ser piyan. Ev yek rê li ber şoreşa civakî vekir. YPJ’ê heqîqeta wê qasî ku leşkerî ye, ew qas jî siyasiye. Di felsefeya YPJ’ê de jiyana azad heye û ew felsefeya jiyana azad jî encax bi jiyana siyasî û demokrasî pêk werê dê mayinde bibe. Di bingeh de ev yek hemû pergala jin e. Her ku pergala jin pêşbikeve, dê pergala zayinperest paş bikeve. Cîhana me jî xwe li ser pergala zayinperest daye rûniştandin, naxwaze pergala jin pêş bikeve.

‘Pergala jin li Rojavayê Kurdistanê şênber bû’

Foza Yûsif pergala jin di şoreşa jinê de wiha anî ziman û got: “Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li kêlekê pergala giştî, pergala jin jî pêş dikeve. Îro pergala Hevserokatiyê, di naveroka xwe de pergala jin e. Ger jin di Rêveberiya Xweser de pergala xwe ya xweser ava dike, ew pergala jin dide diyar kirin. Ger jin îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe di pergala siyasî, çandî, aborî, hiqûqî û dîplomasî de bi rêxistin dike, ew pergala jin e. Hem xwe demokratîk dike, hem jî pergala Rêveberiya Xweser demokratîk dike. Ferqa me ji şoreşên din ewe ku me şoreşa jinê nehişt pişt şoreşa giştî û me xwest pergala xweser di pergala giştî de avabikin da ku xwe bixin garantiyê de. Ger tu her roj têkoşîn nekî, jin û civakê amade nekî, dê vegera paş çêbibe.”

‘Desthilatdar naxwaze îradeya gel û jinan pêş bikeve’

Foza Yûsif destnîşan kir ku pergala desthilatdar êrîşên mezin li hember siyaseta demokratîk pêk tîne û wiha got: “Siyaseta demokratîk li cîhan û Rojhilata Navîn belav kirin û bi rêxistin kirin pir girîng e. Pêwiste em xwe bighênin jinên din û vê pergalê bi herkesî re parve bikin û bingeha wê amade bikin. Em çiqas siyaseta demokratîk li derdora xwe pêş bixînin, em ê jî şoreşa xwe bixin garantiyê de. Pergala desthilatdar êrîşek pir mezin li ser siyaseta demokratîk dike û naxwaze îradeya gel û jinan pêş bikeve. Ji bo bifetisînin çi ji destê wan tê dikin. Ev êrîşkirina Rêveberiya Xweser û jinên siyasetmedar û pêşeng sedema wê ewe. Şehadeta Yûsra û Rihan dû sedemê wê hebû, yek jinên pêşeng û têkoşerin, ya din jî Rêveberiya Xweserin. Bi vê êrîşî du mijar hedef girtin.”

Foza Yûsif anî ziman ku bi parastina şoreşê bi demokratîkirina herêmê ve girêdayî ye û wiha dom kir: “Gelek erkên girîng li pêşiya me hene ku em çiqas pergala jin û pergala siyaseta demokratîk li devera xwe xurt bikin, em ê hişmendiya wê jî ava bikin, ger em wiha bikin em ê di asta cîhanî de jî guhertinan çêkin. Hîmê şoreş, siyaseta demokratîk û netewa demokratîk em ê bikaribin bikin garantiyê de. Berovajî wê dê gelek xeteriyên mezin re rû bi rû bimîne. Ger me devera Rojhilata Navîn demokrat nekir, em ê nekarîbin şoreşa xwe jî biparêzin. Parastina me û şoreşa me bi demokratîkkirina siyaseta herêmê ve girêdayî ye. Bi wê bîr û baweriyê weke jinên herêmê hem jî weke siyasetmedar pêwiste em bi vê rastî û hişmendiyê tevbigerin.”

‘Serkeftin teqez a jinê ye’

Foza Yûsif herî dawî salvegera şoreşa 19’ê Tirmehê pîroz kir û wiha got: “11’emîn şoreşa 19’ê Tirmehê li tevahî, dayik, jin, gelê herêmê pîroz dikim. Me gelek berdêl dan bê guman şoreşa civakî û şoreşa ewqas di nava xwe de  nirxên mezin avadike, tunekirina  me wê neyê qebûlkirin. Em bi rengekî xurt xwe bi rêxstin bikin û hêza xwe ya parastinê xurt bikin. Em bi israr û bi bîryar bin. Em ê berdelên mezin bidin, ji xwe berdela herî mezin jî kolebûn e. Ji bo ku em azad, serbilind û bi rûmet bijîn, em ji berdelan netirsin. Divê em bi îrade û biryardariyek mezin ji dost û dijminê xwe re bêjin ku em dev ji vê têkoşînê bernadin. Ew bi tunekirina me bi israr dikin, em ê jî di hebûna xwe  û pêşeroja şoreşê xwe de bi israrin. Em azadî dixwazin, ew zilmê dixwazin, em rûmetê dixwazin, ew bêrûmetiyê li ser me ferz dikin. Pêwiste em bi têkoşîna xwe serbilind û şanaz bin. Bi wesileya vê rojê ez tevahî dayikên şehîd, kedkar, jinên têkoşer ên ku berdêl dane û bi biryardariyek mezin di vê meşa azadiyê de dimeşin silav dikim û dibêjim serkeftin teqez ya me ye.”  

   Sibe: Aboriya xweser û têrker bi keda civakê misoger dibe