Li ser 9 rehendên Neteweya Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava - 2: Xweseriya Demokratîk
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji pêkhate, nijad, ol, ziman û çandên cuda bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re li şûna netew-dewletê, modela Neteweya Demokratîk hilbijartin û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk damezrandin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Netew weke têgeh, ew şêweyê civakê yê eşîr, kilan û eşîrên xizm e ku bi rengê gel û qewm xwe li ser bingeha wekheviya ziman û çandê birêve dibin. Netewe ew koma kesên xwedî hişmendiyeke hevpar in, tevî cudabûna nijad, ol, reng, ziman, çand, etnîsîte û heta koka wan a neteweyî jî cuda ye. Demokrasî jî weke têgeh di bingeha xwe de rêbaza xwebirêvebirina gel îfade dike. Neteweyên ku li li derveyî çarçoveya rêveberiyên dewletê, desthilatdariyê û modernîteya kapîtalîst birêve dibin, dikevin çarçoveya demokrasiyê.
Neteweya Demokratîk jî modeleke neteweyê ye ku nexweşiya desthilatdarî, netewperestî, zayendperestiyê red dike. Li şûna hişmendiya netew-dewlet a yek ziman, yek çand, yek ol, yek al û hwd. pir zimanan, pir çandan û pir nijadan digre nava xwe. Ji lewre modela Neteweya Demokratîk weke modeleke çareseriyê ku têkiliyên civakî yên bi hezaran sal ji rastiya xwe hatine berovajîkirin sererast dike, civakê vedigerîne cewherê wê û dibe alternatîfa pergala netew-dewlet a xwe dispêre hişmendiya kapîtalîzmê.
Ev model cara yekem ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin, Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de bi rengekî berfereh behsa vê modelê dike û dibêje: "Ji bo rizgarbûna ji aloziya kapîtala fînansê, Neteweya Demokratîk riya herî rast a polîtîk û exlaqî ye ku modelên herêmî û global di nava hev de bi pêş ve dibe."
Rêveberiya Xweser û jiyana polîtîk bedenên Neteweya Demokratîk in
Modela Neteweya Demokratîk li ser 9 rehendên bingehîn tê birêvebirin. Yek ji wan rehendan, jiyana polîtîk û xweseriya demokratîk e.
Rehenda Xweseriya demokratîk û jiyana polîtîk weke têgehên bingehîn ên pergala Neteweya Demokratîk tên pênasekirin. Heger pergaleke rêveberiyê neyê avakirin, wê demê mirov nikare behsa modela Neteweya Demokratîk jî bike. Ji bo ku ev model bikeve meriyetê û were pêkanîn divê rêveberiyeke xwe û polîtîk were avakirin ku bikaribe armanca ji vê modelê bi cih bîne. Rêveberî weke têgeh di nava civakê de diyardeyeke çandî û domdar e. Rêveberî bi rêkûpêkiya di gerdûnê de, rewşa rizgarbûna ji kaosê îfade dike. Ji ber vê mirov dikare ji mêjiyê civakê re bibêje rêveberî. Dema ku têgehên xweserî û rêveberî jî werin gel hev, wê rêbaza Rêveberiya Xweser derkeve holê. Di wateya civaka ku xwe bi xwe birêve bibe û rêveberiya xwe bispêre rêgez û hîmên modela Neteweya Demokratîk.
Têgeha polîtîkayê jî tê wateya civak bi awayekî azad birêvebirin û pêşxistin. Polîtîka qada azadiya civakê, afirandin û pêşxistina wate û vîna civakê ye. Polîtîka demokratîk dibe xwedî nasname, ji lewre bilindkirin û bihêzkirina asta polîtîkayê di nava civakê de bingeha avakirina demokrasiyê bi cih dike. Ji lewre ji bo ku netew û civakak azad bijî, şertê yekem ew e ku mirov wan di rewşa polîtîk de bihêle. Ji bo pêkanîna neteweya demokratîk a bi rengekî rast, girîng e ku diyardeya polîtîk bikeve meriyetê. Polîtîka hêzeke bêhempa ya rêxistinkirinê ye. Poltîka çiqas bi hêz be pergalên netew-dewlet jî ewqas lawaz dibin.
Bi şîrovekirina van têgehan re mirov digihîje encama ku rehenda Rêveberiya Xweser û jiyana polîtîk bedenên Neteweya Demokratîk in. Pêkanîna vê modelê bi avakirina Rêveberiyeke Xweser û Demokratîk ku di nava xwe de jiyana poltîk, azadî û ekolojiyê digre, pêkan e.
Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 19’ê Tîrmehê re dest pê kir
Di 15`ê Adara 2011`an de gelê Sûriyeyê beşdarî raperînên Bihara Gelan bûn, bi vê raperînê re ku veguherî alozî ji 2012`an heta niha şerekî navxweyî û cîhanî li Sûriyeyê didome. Di nava vê raperînê de li Rojavayê Kurdistanê ku gel xwe bi bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde kiribû, amadekariyên destpêkirina şoreşeke xweser kirin. Ev amedekariyên ku birêxstinbûneke xurt pêk hatin, di 19`ê Tîrmeha 2012`an de gihîştin lûtkeyê ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin û hersê herêmên wê Efrîn, Cizîr û Kobanê xweserî û serxwebûna xwe ragihandin.
Bi têkbirina pergala rejîma Sûriyeyê ji herêmên xwe re, diviyabû ku di wê demê de pergaleke alternatîf bihata avakirin. Ji ber vê gelê Rojava modela Neteweya Demokratîk ku xwe dispêre wekhevî, demokrasî û azadiyê hilbijartin û li gorî wê dest bi avakirina pergala xwe kirin. Ji 2012`ve heta 2014`an Rojavayê Kurdistanê bi rengê komîte û meclisên gel dihat birêvebirin. Di nava du salan de li ser asta Rojava û Sûriyeyê gelek pêşketinên siyasî û civakî pêk hatin, ji lewre diviyabû ku rêbazên rêveberiya ku hatiye avakirina berfireh û şênbertir bibin.
Modela Neteweya Demokratîk bi damezrandina Rêveberiya Xweser bi cih hat
Di 21`ê Çileya 2014`an de yekemîn Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê hat ragihandin. Piştre di 27`ê Çileyê de ya Kobanê û di 29`ê Çileyê de ya herêma Efrînê hatin ragihandin. Di pergala Rêveberiya Xweser de têgeh û nêzikatiyên ku di pergalên netew-dewletê de tên raberkirin, hatin veguhertin. Ji ber vê li şûna bikaranîna rêbaza tenê serokatiyek, rêbaza hevseroktiyê tê bikaranîn. Li aliyekî din hemû pêkhateyên li herêmê bi rengekî wekhev û demokratîk bi reng û nasnameya xwe cihê xwe di tevahî encûmen, deste û buroyan de digrin. Wiha jî li Rojavayê Kurdistanê pergala Rêveberiya Xweser ku çavkaniya wê modela Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bingeha parastina jiyana polîtîk û demokratîk, bêyî ku cudahiyê bixe nava zayend, pêkhate û neteweyên heyî. Hevpeymana wê ya civakî armanc dike ku azadî, edalet, wekhev jî hevsengiya ekolojî, azadiya jinan û parastina mafên wan û zarokan digre.
Di hemû warên jiyanê de xwedî rêxistin e
Rêveberiya Xweser di hemû warên jiyanê de xwe bi rengê encûmen, deste û buroyan birêxstin kir. Ji şaxên wê Encmûmena Zagonsaz ku meclisa bilind a erêkirina û rewakirina hevpeyman û biryaran e. Encmuna Cîbicîkar ku meclisa birêvebirinê û pêkanîna biryar û zagonan e. Ev encûmen ji 16 desteyan pêş tê. Desteya şaredariyan û ekolojiyê, desteya têkiliyên derve, desteya parastinê, desteya hundirîn, desteya kar û barên şehîdan, desteya jin, desteya çand û hunerê, desteya turîzm û parastina şûnwaran, desteya perwerde û fêrkirinê, desteya aborî, desteya diravî, desteya kar û barên civakî, desteya tendirustiyê, desteya enerjiyê, desteya ciwan û werzîşê û desteya dadê. Li rex van desteyan bi dehan buro jî hene.
Bi boneya 10`emîn salvegera şoreşa 19`êTîrmehê, hevseroka encûmena Zagonsaz a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fewziya Ebdî ji ajansa me re behsa girîngiya rehenda Rêveberiya Xweser, pêşketin û plansaziyên xwe kir.
Beriya ku pergala Rêveberiya Xweser bikeve meriyetê, jiyan çawa bû li Rojavayê Kurdistanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê?
Rêveberiya Xweser ne ji valahiyê derket holê û ne jî gelê herêmê wiha xwest. Jiyan û pergala Sûriyeyê ne li gorî xwesteka gelê wê bû, nikaribûn siyasetê tê de bimeşandana, demorasî û wekhevî tunebû, di nava destûra Sûriyeyê de mafên pêkhateya Kurd tunebû. Weke jin jî mafekî destûrî û li gorî xwesteka me nebû, perwerde û ziman ne bi zimanê zikmakî bû, herêmên Rojavayê Kurdistanê li gel rejîma Sûriyeyê herêmên paşketî bûn. Derfetên xizmetguzarî û kar tunebûn, dibistan bi zimanê Erebî bûn û zanîngeh tunebûn. Gelên vê herêmê ji bo debara jiyana xwe neçarî bajarên Sûriyeyê yên mezin û derveyî welat jî dibûn. Kurd nikaribûn bi rengek rehet nêrînên xwe yên siyasî bînin ziman, heger pirtûkên bi Kurdî li cem kesê bihatana dîtinةKurdî li cem kesî bihata dîtin n rînên xwe yên siyasî bînana ziman, heger pirtûkên i , ango di partiyek de bixebitiya, yan jî welaparêzê neteweya xwe bûya diketin zindanan û rastî îşkenceyê dihatin. Navê bajar û gundan dihatin guhertin, a niha her gund û bajarekî me bi du navan e, yek Kurdî, yek erebî ye. Gelê me nasname, çand û hebûna xwe nikaribûn bînin ziman. Dema ev zext û xalên ku me anîn ziman komî ser hev bibin êdî ev gel bi pişaftin û qirkirinê re rû bi rû dimînin.
Pergal li ser bingeha têgehên jiyana polîtîk, xweserî û demokrasiyê hatiye avakirin. Ev têgeh di rastiya xwe de çi ne ku we hilbijartin?
Bi destpêkirina Bihara gelan re ku ji Tûnisê dest pê kir û gihîşt navenda Sûriyeyê êdî rikberiya Sûriyeyê çêbû û gel rabû xwepêşandanan. Bi vî rengî jî rejîma Sûriyeyê xwe ji herêmên me vekişand. Di vê valahiyê de êdî diviyabû ku em weke gel xwe birêve bibin û rê nedin Opozîsyona Sûriyeyê ku xwe li herêmên me bi cih bike. Opozîsyona Sûriyeyê ji nişkava xwe birêxistin kir û amadekariyên wê ji bo şoreş û avakirina aletrnatîfa pergala Sûriyeyê tunebû. Ji ber vê di hemû qadên jiyanê de xwebirêxistinkirin û rêvebirin pêwîst bû ji lewre êdî komîteyên rêveberiyê yên cur be cur di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de hatin avakirin. Vê pergalê heta 2014`an berdewam kir.
Dema ku rêveberiyek were avakirin divê ku perensîb werin hilbijartin, wê gav û sîstem li ser çi bingehê werin çêkirin. Ji lewre wê demê hevpeymana civakî hat çêkirin ku me rê û rêbazên xwe di nav de diyar kirin. Gelê me jî her dem heyranê demokrasî, azadî, wekhevî û jiyana polîtîk bûn. Gelê me jî xwedî gelek partiyan in, ji ber vê har dem xwestekên wan ên neteweyî hebûn. Hevpeymana Civakî ya Rojavayê Kurdistanê jî li ser van xalan hat sazkirin ku tê de maf, erk, rengê rêveberiyê wê çawa be, rêbaz û rêgezên me hatin diyarkirin.
Piştî 2014`an ev rêbaz ne têrker bû ku herêmên me birêve bibin, li Rojavayê Kurdistanê jî ji bilî Kurdan, Ereb, Suryan, Aşûr, Ermenî hebûn her wiha partiyên ku nêrînên wan cuda bûn jî hebûn. Ji lewre diviyabû ku ji gelên herêmê re rêveberiyek li ser bingeha demokrasî, azad û wekheviyê were çêkirin. Ji ber vê pergala Rêveberiya Xweser derman û xwesteka wê demê û pêvajoyê bû.
Pêvajoyên avakirin û sererasatkirinê ku Rêveberiya Xweser tê re derbas bûn, ji destpêkê û heta niha di kîjan astê de ne?
Komîte û meclisên ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hatin avakirin bûn zemînên avakirina Rêveberiya Xweser. Ji ber vê di 2014`an de êdî her tişt amade bû ji bo ragihandina Rêveberiya Xweser. Di 21`ê Çileya 2014`an de yekemîn encumena zagonsaz hat ragihandin û piştî hefteyekê encûmena cîbicîkar jî hat avakirin û êdî erk dan kesên ku di hilbijartinan de bi ser ketin.
Gel gelek kêfxweş bû ku cara yekemîn bû êdî bi rengekî fermî û serkeftî rêveberiyeke me hat avakirin, rojên gelek bi wate û dîrokî bûn û heta niha jî weke ku me duh jiya be tên bîra me. Li rex vê rêveberiya me pergala xwe ya parastina xwe jî ava kir ku YPJ, YPG, hêzên asayîşê û hwd. hatin avakirin. Roj bi roj pêşketin çêdibûn û her kantoneke me li gorî xweseriyê, xwe birêve dibir.
Bi pêşketina pergala jiyanê re û berfirehbûna erdîngariya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de êdî sîstema kantonan jî têrî rêvebirinê nedikir. Wê demê QSD`ê li ser daxwaza gelê herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de, ji Minbicê heta Dêrezorê rizgar kirin. Li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê pergalên rêveberiyên medenî yên demokratîk hatin avakirin. Bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 rêveberî hebûn ku di demên cuda de hatin damezrandin û pergala me nêzî hev bûn. Piştî vê gavê me biryar girt ku koordîneyek di navbera 7 rêveberiyên heyî de hebe, ji bo vê di 3`emîn konfransa Meclisa Sûriyeya Demokratîk de biryar hat girtin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin da ku koordîne di navbera hemûyan de hebe. Piştî vê gavê êdî her herêmê li gorî xweserî û taybetmendiyên xwe, pergala xwe birêve bir. Sal bi sal sererastkirin, avakirin û pêşketin di pergala Rêveberiya Xweser de çêdibin.
Ji 2012`an vir ve êrîşên bi rê û rêbazên cuda yên li hemberî şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser ranewestiyan e, vê rewşê bandoreke çawa çêkir, astengî û lawaziyên bi çi rengî bi xwe re anî?
Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê û damezrandina Rêveberiya Xweser re, gef û êrîşên li ser herêmên me dest pê kirin. Dewleta tirk bi rengekî zelal got, çawa ku poşmaniya xwe ji bo avabûna herêma Kurdistanê nîşan da, got ku ew ê rê nedin heman tişt li Rojavayê Kurdistanê jî dubare bibe. Ji ber vê tevahî komên çete yên girêdayî dewleta tirk êrîşên cur be cur bi ser me de anîn da ku em statuya xwe ava nekin. Yanî yek ji armanca dewleta tirk ew bû ku îstîqrar, ewlehî û aramî di herêmên me de çênebe, ev yek jî bandora xwe li rewşa aborî, siyasî, leşkerî, dîblomasî û hemû warên jiyanê dike. Herêmeke ku her dem di nava gef û êrîşan de be bêguman wê jiyan û pergala ku mirov bixwaze tê de ava nebe. Dewleta tirk dibîne her ku geşbûn û pêşketinek di pergala me de çêdibe, êrîşeke nû pêk tîne û lawaziyê ava dike.
Li aliyê din dewleta tirk dixwaze mîsaqî milî û îparatoriya Osmaniyan li ser hesabê gelên vê herêmê zindî bike. Şansê vê herêmê ye ku em di dawiya sedsala 21`emîn de ne, di dawiya her sedsalekê de dîzayneke nû tê çêkirin, parvekirin tên kirin, gelek hêz bi ser dikevin û gelek jî têk diçin. Rêveberiya me ya Xweser jî di van pêvajoyan de derbas dibe. Niha her hêzek dixwaze xwe bi cih bike û li ser maseyê rûnê. Dewleta tirk jî rê nade ku vînek li vê herêmê çêbibe û em jî li ser maseyê rûnin, dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jî mînakên vê planê ne. AKP`a ku ber bi hilbijartinan ve diçe, nikare di nava gelê xwe de serkeftinan qezenc bike, dixwaze bi tunekirina Rêveberiya Xweser û projeya Neteweya Demokratîk xwe bihêz bike û serkeftinan pêk bîne.
Îro piştî 10 salan ji şoreşa 19`ê Tîrmehê armanc û planên we yên ji bo avakirina pêşerojeke li gorî rêgez û perensîbên Neteweya Demokratîk çi ne?
Em 10 salan ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê li pey xwe dihêlin, ji ber vê divê ku êdî em weke 10 salên borî pêşveçûnên cudatir çêbikin. Armanca me ya destpêkê fermîkirin û rewakirina Rêveberiya Xweser û naskirina statuya wê di cîhanê de ye. Divê ku Rêveberiya Xweser ji aliyê cîhanê ve were pejirandin. Em ê weke Rêveberî, partiyên siyasî, qada parastin û gel bi hev re xebatekê ji bo rawestandina gef û êrîşên li ser herêmên me tên kirin, bidin meşandin. Divê êdî şer û pevçûn bê sekinandin ku îstqrar li herêmê çêbibe em bikaribin gavên nû bavêjin. Her wiha divê ku êdî asîmanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were parastin, em ê vê yekê jî bixin nava rêzexebatên xwe yên bingehîn. Li aliyekî din artêşên bêalî yên Neteweyên Yekbûyî hene ku li gelek welatan hatin bicihkirin. Em ê daxwaz bikin ku ev artêş bikevin nava me û dewleta tirk da ku em bikaribin weke Rêveberiya Xweser ku me ji nebûnê hebûn afirand, gavên mezintir bavêjin bi taybetî em li pêşberî ragihandina hepeymaneke civakî ya nû de ne.
Ev rêbaza ku ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, di roja îro de piştî 10 salên şoreşê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn. Li rex 3 rêveberiyên Xweser 4 rêveberiyên medenî jî hene. Vê rêveberiyê di nava van salên dirêj de teqez kir ku riya rizgariyê bi Neteweya Demokratîk pêkan e.
Sibê: Li ser 9 rehendên Netewa Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava -3: Jiyana civakî