Li ser 9 rehendên Netewa Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava -3: Jiyana civakî
Dema ku çem biherike, her çiqas li hemberî wê bend hebe jî dê rojekê bi îradeya xwe ya xurt bendê derbas bike. Di Şoreşa Rojava de civakê benda koletiyê şikand û jiyana xwe ya civakî di bin sîwana Neteweya Demokratîk de bi hevbeşiya gelan domand.
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Di civaka xwezayî de gel bi yek ruhê dijiyan, her kes bi hev re dibû alîkar. Di dema avakirina Sumeran de her tişt hat guhertin, wê demê tebeqat hatin avakirin û civak perçe bû. Bi pêşektina sîstema Netew dewletê re perçekirina civakê zêdetir bû, civak ji bo berjewendiyên hêzên desthilatdar dihat bikaranîn. Wê sîstemê yek neteweyî qebûl kir û neteweyên din hatin pişaftin. Li Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn lê sîstema rejîmê ya Baasê tenê zimanê Erebî qebûl dikir û li ser neteweyên din ferz dikir. Bi Şoreşa Rojava re benda koletiyê hat şikandin. Êdî kî dikare li ber hêz û îradeya wî çemê bisekine? Civakan di Şoreşa Rojava de bi pêşketina projeya Neteweya Demokratîk jiyana xwe ya civakî guhertin. Têkildarî vê mijarê mamosteya Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed axivî.
“Jiyana rast a civakbûyînê ye”
Evîn Ehmed da zanîn ku jiyana rast di dema civaka xwezayî de dihat jiyîn, jiyana dûrî hişmendiya baviksalarî bû û wiha anî ziman: “Civak di destpêkê de di lêgerîna di navbera jiyanê de bû, armanca wê ew bû ku jiyana xwe bi rengekî civakbûyîn berdewam bike. Ji ber ku di xwezaya mirovan de civakbûyîn heye, ji ber wê pêwîstiya wê bi civakbûyînê hebû. Di civaka xwezayî de hezkirin, dan û standin, wekhevî û nirxên jiyanê hebûn. Xwe wekî mirov nedidîtin, civaka derdora xwe didîtin heya xwezayê jî beşek ji xwe didîtin. Ji ber vê yekê ew rengê civakbûyînê yê ku destpêkê derketiye, di wê jiyanê de mirovahî bi hezaran salan gelek serkeftin bi xwe re anîn di aliyê avabûn, ziman û çandiniyê de. Ev bû zemînek ji bo ku nifşên piştre bikaribin bi rehetî bijîn. Ew berhemên ku civakê derxist ji bo qezenckirina sûdên wê civakê ji demek ji deman sedemên derketina hinek hişmendî cudayî wê civakbûyînê bû.”
“Dewletên desthilatdar civakê wekî amûrek ji bo sûdgirtinê bi kar tînin”
Evîn axaftina xwe wiha domand: “Eger em rewşa civakê ya niha binirxînin, em ê bibînin ku civakbûyîn gelek ji rengê xwe dûr ketiye, sedmên wê jî derketina hişmendiya desthilatdar e. Vê hişmendiyê bi xwe re ezezîtî, newekhevî komkirina pere, berhemên zêde û mêtingeriyê ava kiriye. Netew dewlet lingekî ji lingên bingehîn ê kampîtalîzmê ye, di bin vê sîwanê de civak bûye amûreke bikaranînê ji bo sûdgirtin ango berjewendiyên desthilatdaran. Bi vê yekê ruhê civakbûyînê tê tunekirin û ezezîtî tê bipêşxistin. Em dikarin bibêjin ku sîstema Netew dewletê li Ewropayê dest pê kir, di bin sembola parastina ziman, netew, çanda xwe de lê mixabin ne bi vî rengî tevgeriyan ji ber ku ger tu bixwazî ziman, çand û natewa xwe biparêze pêwîst e rêzgirtin ji ziman, netew û çandên din re hebe, ne tenê xwe li ser civakê ferz bike hegemonyaya xwe li ser civakê bike. Mînaka wê jî zimanê biyanî yê Înglîzî ye, bûye zimanekî cîhanî. Çima? Ji bo ku her kes wê navendî bibîne û civakê kontrol bike. Projeya Netew dewletê li tevahî cîhanê belav bû û mixabin Sûriyeyê jî ev yek da meşandin mînak dirûşma tenê netewa Ereb, dibêje tenê neteweeyk, zimanek û çandek heye ew jî Ereb e. Bi vê pergalê pêkhateyên din dikuje. Ev sîstem pêkhateyên herêmê qebûl nake. Di vir de gel jî bi vî rengî ye kombûyîna vê hişmendiyê dihêle nefret çêbibe yan jî neqebûlkirina vê sîstemê bi vê yekê teqîna herî mezin çêdibe ku civak daxwaza avakirina sîstemek nû dike.
“Dema demokrasî zêde dibe desthilatdarî bêwate dimîne”
Evîn bal kişand ser destpêka qewimandina şerê li Sûriyeyê û got: “Li vê derê du xalên girîng hene yek jê şerê li Sûriyeyê ye û ya din jî Şoreşa Rojava ye. Şerê li Sûriyeyê ku bi salan e didome tu guhertin bi xwe re çênekir ji ber ku tenê daxwaz guhertina serokê Sûriyeyê bû ne guhertina sîstemê bû. Lê Şoreşa Rojava dema gel rabû serhildanê armanc jê guhertina sîstema netew dewletê bû ji ber ku ev sîstem, çewisandina mirovan e, sîstema demokratîk jî avakirina civakbûyînê ye. Ji bo wê jî civak sîstema neteweya demokratîk wekî alternatîf dibîne. Ji ber ev sîstem pir rengî, ziman û çandan esas digre, mirov dikare bibêje ku hemû pêkhateyên herêmê hembêz dike û diparêze. Ev hemû jî serkeftinên civaka berê ne, ji bo wê civaka îro dixwaze ew serkeftî yan jî berhem zindî bike. Mînakên wê jî pir in yek jê serkeftina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tunekirina hêzeke terorîst wekî DAIŞ’ê bû. Xala girîngtir ji destkeftiyên şoreşê demokrasiya ku tê meşandin li ser esasê hevjiyana azad belavbûnek di cîhanê de çêkir ji ber ku dewletên navdeneweyî yên ku banga azadî û demokrasiyê dikirin ev serkeftin bi dest nexistin. Lewma çavên her kesê li ser Şoreşa Rojava ye dixwazin bizanibin neteweya demokratîk çi ye? Rêber Apo dibêje dema demokrasî zêde bibe, desthilatdarî bêwate dimîne.”
“Li hemberî civakbûyînê şerekî navneteweyî tê meşandin”
Evîn Ehmed da zanîn ku neteweya demokratîk bingeha xwe ji civakê digre û wiha bilêv kir: “Yek ji rehendên bingehîn ku neteweya demokratîk xwe li ser ava dike jiyana civakî, Hevpeymana Civakî ye. Cîhan li ser civakê ava bûye, civak hebûna xwe ji civakbûyînê digre û serkeftina xwe ji dan û standinê digre. Dan û standina wan bi demokrasiyê tê jiyîn ji ber wê yekê azadî çêdibe. Dema ez civakê esas û bingeh bigrim ez dikarim bibêjim bi rehetî wê serkeftinek mezin çêbibe lê dema civakê wekî amûrek bigrim dest wê demê çiqas temenê sîstemê dirêj bike, wê binkeftinek çêbibe. Dema civakbûyîn tê esasgirtin pêwîstî bi Hevpeymana Civakî heye da ku mafê civakê yê ku jê hatiye dizîn ango pişaftin jê re were vegerandin û zindîkirin. Dema demokrasî belav dibe desthilatdarî tune dibe ji ber wê yekê şerekî mezin dike ji bo sîstema demokrasiyê têk bibe. Niha dewleta tirk a dagirker çima êrîşan pêk tîne û bi taybetî cihên ku civakbûyîn lê xurt e dike hedef? Çima cihên ku DAIŞ an sîstema dewletê lê hebe êrîşî wan deran nake? Ji ber ku dixwaze civak di bin kontrola desthilatdariyê de be. Dema dewleta Tirk êrîş dike çekên giran bi kar tîne û NATO piştgirî dide ev hemû yek armanc dikin ku sîstema Neteweya Demokratîk a civakbûyînê esas digre têk bibin û rê li ber belavbûna wê bigrin. Ji ber ku dema sîstema heyî ji holê were rakirin dê civak vegere cewherî xwe, ji hev hez bikin, bi hev re bijîn û bigihîjin mafên xwe. Em îro sîstemek ji derveyî dewletê ava dikin helbet wê kêmasî û şaşîtî hebin lê em ji bîr nekin ku şoreşeke ku azadiya her pêkhateyê esas digre û li hemberî wê jî hemû dewlet şerê wê dikin heye.”
“Hevpeymana Civakî parastina mafên her ferdê/a di civakê de ye”
Evîn Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha di vê qonaxa hesas de Hevpemana Civakî ji bo parastina nirx, nasname û çanda her neteweya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Hevpeymana Civakî serkeftinek dîrokî ye ku îro nûnerê her neteweyê cihê xwe di komîteya reşnivîsê de digre da ku xwedî li çaranûsa gelê xwe derkeve. Piştî ewqas salên şoreşê û destkeftiyên ku hatin bidestxistin Hevpeymana Civakî wê deskeftiyan biparêze û mafê her ferdê/a di civakê de biparêze. Bi vê sîstemê wê her ferdek bizanibe erka wî/ê çi ye û li gorî wê hereket bike. Ez bang li her kesê dikim ku pirtûka Rêber Apo ya parznameya 5’emîn bixwînin ji ber ku gelek nirxandin der barê dewletan de hatine kirin. Dema em rehendên Neteweya Demokratîk bixwînin em ê bizanibin ku piştî eqas êşan xweşiyek heye, em ê xwe ji sîstema dewletê xelas bikin em ê sîstema civakbûyînê bi pêş bixin wê demê em ê bibin bersiv û kelem li hemberî dewletên ku dixwazin me binpê bikin û xwe bi pêş bixin. Bi vî rengî em ê bikaribin civakek hevgirtî bi hezkirin û azadî ava bikin û dewletên hegemonîk ji nava xwe rakin.”