Li Kobanê hêvî bi ser ket 4

Her jin xwedî serpêhatiyên dirêj e ku bi vegotina çîrokên wan dîroka gelekî jî pênase dike. Bi taybet serpêhatiya jinên ku rastiya şer û dagirkeriya li ser tê ferzkirin bi kûrahî jiyane, bûne hest û ramanên afirandina kêliyên hêviyê. Lewra jinên ku rastiya şer û berxwedana Kobanê jiyane di heman demê de dîroka ser ketina hêviyên azadiyê jî jiyane.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Li Kobanê hêvî bi ser ket. Lewra her jinekê ku şahidiya vê serkeftinê kir, di nav serpêhatiyên xwe yên jiyanê de teqez cih didin vê kêliyê avakirin û afirandina hêviyê. Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê 134 rojan berdewam kir û bi serkeftinê misoger bû. Di dirêjahiya van rojên tijî berxwedanê de bi hezaran serpêhatî û çîrokên qehremaniyê hat afirandin. Di her navçe, gund, tax, kolan û malê de efsaneyek heye ku şervan, jin, mêr, birîndar û heta zarok jî vedibêjin û behsa wan kêliyên man û nemanê û her wiha behsa kêliyên bi ser ketina hêviyên azadiyê dikin. Şerê Kobanê ku 7 sal di ser de borî, di bîr, mêjî, beden û rihê kesên ku şahidiya berxwedanê kirine de weke duh, çêbûbe tê ziman.
Di şerê Kobanê de bi sedan malbatên ji Kobanê neçarî koçberiyê bûn lê bi hezaran kes jî man û parastina axa xwe kirin. Dema ku mirov serdana malên Kobanê bike, teqez wê behsa şer bikin. Hinek behsa koçberî û zehmetiyên wê dikin, hinek jî behsa beşdarbûna xwe ya di berxwedanê de dikin. Dema ku em bi kamerayên ajansa xwe ve li gundewarên Rojavayê Kobanê digeriyan, rastî malbateke welatparêz hatin. Malbata Naylê El-Oso ya 70 salî  ji gundê Xûrxûrê yê li Rojavayê Kobanê ye. Ew di destpêka êrişan de, neçar dimînin ku mesafeyeke dirêj bi meş derbas bikin da ku bigihîjin sînor û derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Piştî du mehan ew biryara vegerê didin û şahidiya serkeftina Kobanê dikin. Kurekî tenê yê Naylê heye ku wî di çeperên şer de cih girtibû. Ji ber vê Naylê berpirsyariya bûk û her 6 neviyên xwe digre. Di civata mala Naylê de, her kes behsa bîranîn, çîrok û bûyerên jiyane dike. Naylê jî bi dilekî germ, hestiyar, serbilind, rondikên kêfxweşî û xemgîniyê ku di nava çavên wê yên reş de lihevkirin çêkiribûn, serpêhatîya xwe wiha vedibêje;   
“Beden çû lê rih û kezeb li şûnê ma”
Em li gundê xwe bûn û rojeke weke her tim bû, me ji nişkava dengê guleyan bihîst û em her kes şaş man. Kurê min li gundewarên Rojavayê Kobanê di nava refên YPG`ê de bû, ez çûm cem cîrana xwe da ku bi telefonê li kurê xwe bigerim ka sedema guleyan çi ye. Ez negihîştim kurê xwe, ji  ber vê min telefona xwîşka xwe kir û wê ji min re got tiştek tune ye. Hinek savar li mal hebû, min destar anî qaşo ez ê xwarinê çêkim. Di wê navberê de min li riya sereke tamaşe kir ku min dît bi sedan ji şêniyên gundewarên li aliyê me weke lehiya rabûyî diçin, berê xwe didin navenda bajarê Kobanê. Me xwarina xwe çênekir û ez çûm li bin dara hêjîran rûniştim û min çavên xwe li derdora xwe gerand. Dengê guleyan û topan zêdetir dibû, me digot qey şervanên YPJ/YPG`ê şer dikirin, carekê keçika min ji gundê xwe hat û got çete nêzik bûn divê ku em ji gund derkevin. Wesayîda min tunebû, ji ber vê em neçar man bi meşê ji gund derkevin. Me pezên xwe dan pêşiya xwe, em çûn gundê Sêlim û piştre li gundê Bûban rawestiyan ku me pezê xwe li cem hinekan hişt û me riya xwe berdewam kir heta em gihîştin sînor.
Rewşa li ser sînor û koçberiyê 
Li ser sînor qelebalixeke mezin hebû ku jin, zarok, extiyar, lawir û hwd. hemû hebûn. Hinek kes di maşîneyên xwe de hinek jî li erdê razabûn, beşek şiyar bûn û beşek din jî digiriyan. Em jî weke her kesê wê şevê li ber sînor man, tevî ku gule li derdora me dihatin jî lê bi hilatina rojê re em derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Em li gundê Kersan ê li hemberî gundê Siftekê yê Kobanê bi cih bûn. Ez bi şev û roj li ser ban bûm û min li şerê Kobanê temaşe dikir her ku duman derdiket dilê min dihat guvaştin. Jiyan gelek dijwar bû, tevî gundê ku em lê diman devok û çanda wan weke mebû jî lê dîsa em li xerîbiyê bûn. Me demên gelek dijwar derbas dikir, xew nediket çavên me, xwarin û vexwarin bêtam bû. Ji ber vê piştî du mehan em vegeriyan Kobanê ku wê demê hê DAIŞ di nîvê Kobanê de hebû û şer gelekî dijwar bû. 
“Bila mirina me li Kobanê be”
Me weke malbat biryar da, heger mirin hebe bila bi hev re be û li Kobanê be. Em di malekê de man ku dîwarên xaniyên wê qul bûn her wiha deriyên wê hemû jêketî bûn û bi werîsan bi hev ve kiribûn. Ji ber ku çeteyan her tim derdora me topbaran dikir, em dl malê diman. Tevî atmosfera şer a dijwar me bawer dikir ku wê Kobanê rizgar bibe, ji ber ku me hêz û xwesteka şervanan a parastina Kobanê didît. Her wiha me erka çêkirina xwarina şervanan girtibû ser xwe, ji ber vê dema ku ew dihatin malê, me moral ji şervanan digirt û wan jî moral û hêz ji me digirtin. Bi me re suhbet dikirin, behsa rewşa şer û têkçûna çeteyan dikirin. Piştre jî weke rêzekê didan pey hev, stranên xwe digotin û berê xwe didan çeperên şer. Xûrxûrê gundekî welatparêz e û ji kevn de şehîdên xwe hene. Ji ber vê bi dehan kes di berxewdana Kobanê de man û gelek jî şehîd ketin. Çawa ku gundê me rizgar bû, em û çend malên din vegeriyan Xûrxûrê. Piştî wê bi çend rojan êdî her kes vegeriya û gundê me dîsa şên bû.
“Em xwedî li sonda mayîna li welat derdikevin
Dewleta tirk hewl dide careke din êrîşî bajarên me bike. Lê sonda ku me ji dema şerê Kobanê de xwar, ew e ku em ê heta dawiyê jî bi cih bînin. Ji ber vê em vê axê terk nakin, bila em di mal û axa xwe de bimrin. Em êdî nikarin koçberiyeke din tehemul bikin, ji lewre vê carê em li vir in û em ê li vir bimînin. Di dema guhdarkirina vê çîrokê de du seat weke saniyeyan borî, gava ku mirov çavên xwe bigre û xeyalên xwe yên berfireh jî bi kar bîne wê wisa bihizre ku wê hemû kêliyên ku Naylê anî ziman jiyaye.”
Bê guman ev serpêhatî ku dayikek çîroka xwe ya di nav berxwedaniyê de vedibêje, bi qasî jiyankirina wan rojên bi berxwedaniyê û bi ser ketina hêviyên li Kobanê vedibêje; her wiha biryar û îradeya Kobanê ya berxwedanê jî careke din destîşan dike.    
Bi dawî bû