Li Kobanê hêvî bi ser ket 2

Şoreşa ku di 19’ê Tirmehê de li bajarê berxwedanê Kobanê destpê kir, li tevahî Rojavayê Kurdistanê şewq da. Bi şoreşê re jinan pergala xwe di hemû qadan de pêk anîn.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê – Şoreşa jinê ya di 19’ê Tirmehê de li Kobanê dest pê kir, li tevahî Rojavayê Kurdistanê belav bû. Bi pêşketina şoreşê re, jinan jî ji qada leşkerî, heyanî qada siyasî, çand û hûnerê de xwedî li erkên xwe yên pêşengtiyê derketin û pergala xwe dan avakirin. Lewra ji hemu pêkhateyên civakê bi taybetî ji aliyê jinan ve xwedî derketina li şoreşê çêbû. Bêrivan Îsmaîl Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a (PYD) ya kantona Kobanê der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Bi şoreşa Rojava re qada siyasî jî bi pêş ket û bi xwe re encamên baş û dagirtî anîn, bi pêşketina qada siyasî re êriş hîn zêdetir bûn."
"Jin di siyasetê li pêş e"
Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de behsa êrişên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk a dagirker kir û wiha got: "Di dawiya 2011'an de alozî li Sûriyeyê dest pê kir, bi berxwendana lehengan me şoreş hat lidarxistin. Paşê bi hinceta ku dewleta tirk terorê ji van herêman derxîne hemleyek da destpêkirin. Lê ji destpêka aloziyê heya vê kêliyê jî hê ew şer didome û bi xwe re gelek azar û êş jî anîn. Di encama van êrişan de gelek sivîl û siyasetmedar jî bûn hedef. Dewleta tirk dixwaze di nava vê aloziyê de aloziyeke din bide destpêkirin. Lewma gef û kiryarên xwe bi ser hemû deveran de tîne. Dewleta tirk bi şerê leşkerî re bi sînor nema, êrişî qada siyasî, civakî, hunerî û hwd jî kir. Her kes dizane ku dewleta tirk di şerê leşkerî de bi binket lê vê carê jî bi riya şerê taybet, avakirina sîxuran, madeyên hişbir û bi hemû rêbazên qirêj dixwaze êriş bike. Em di wê zanebûnê de ne ku dewleta tirk naxwaze jin zana bibin ango bi siyasetê re mijûl bibin. Hejmareke mezin ji jinan cihê xwe di nava qadên siyasî de girtine û bi welatên derve re hevdîtinan çêdikin û bi riya van hevdîtinan dixwazin vê aloziyê çareser bikin, bi vê yekê jî zora dewleta tirk diçe."
"Hewldanên me hene em ê yên çareseriyê hene"
Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên diyalogan û wiha bi lêv kir: "Ji bo em vê aloziyê çareser bikin, me gelek caran hewldanên diyalogê kir lê heya niha jî rejîma Baasê di wê hişmendiya xwe de bi îsrar e ku me vegerîne dawiya sala 2011'an. Ji bo em venegerin dawiya 2011'an em têkoşîna wê yekê didin ku vê hişmendiya heyî biguherînin û veguherînin Sûriyeya ne navendî û pir netew. Helwesta rejîma Baasê li beramberî çareseriyê dide diyarkirin ku ew naxwaze ev alozî bi dawî bibe lê dîsa hewldanên me hene ku em li hev bicivin ji bo Sûriyeke bi aram dûrî şer û pevçûnan ava bikin. Siyasetmedar Hevrîn Xelef dixwest Sûriyeyê bike cihê hemû netewan, her netew bi çand, ziman, hebûn û zanista xwe tevli vê şoreşê bibin. Bi taybetî ji bo jinên Sûriyeyê têdikoşiya. Bi pêşengiya Hevrîn Xelef û gelek jinên siyasetmedar ku cihê xwe di nava qada siyasî de digirtin rastî êrişên dewleta tirk hatin. Li rex têkoşîna leşkerî îro têkoşîn di aliyê siyasî de jî didome, cara yekemîn Nisrîn Abdullah derbasî welatên derve bû, bi wan re civiya û rewşa jinan nirxand. Mînaka herî berbiçav Hêzên Parastina Jin (YPJ) ye. Di heman demê de siyasetmedar Îlham Ehmed gelek caran hevdîtinên siyasî kirine û heya niha jî hevdîtin tên kirin. Ev jî gaveke serkeftî ye lewre jin bi awayek çalak di qada siyasî de cih digrin."
Sibê: Endama qada Civakî ya kantona Kobanê Hêvîn Miho di derbarê êriş û gefên dewleta tirk dinirxîne.