Li Iraqê jin dibin qurbaniyên şer û neçarî koçberiyê dibin
Gelê Iraqê bi dehan salan e di nava tundîtujî û şer de dijî, di nava mercên zêdebûna asta hejari û tengasiya civakî û siyasî de dijin. Nêzî ji sedî 18 kes, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û piraniya vê rêjeyê jin in.
Navenda Nûçeyan- Li welatên ku hejarî lê hebe, şer dijwartir e. Iraq jî yek ji wan welatan e ku faktorên ne zagonî, cudahî û nakokiyên civakî û siyasî, li gel dijwariya karesata xwezayê qeyrana xwarinê zêdebûna gefên din e. Ji ber ku guherîna avhewayê û berdewamî diyardeyên terorî bûne sedema avakirina dîmenek nû yê navdewletî û zêdebûna koçberiyê.
Jin her dem di rewşên bi nakok de rastî tunditujiyên zayendî û fizîkî tên, ji ber çavkaniya parastinê kêmtir e û bi tenê ne, kesûkar û malbatên xwe winda dikin, neçar dimînin berpirsariya binemalên xwe bigrin ser milên xwe. Yan jî bi xwe beşdarî şer bibin, hemû tiştan bi cih bihêlin û koçber bibin.
Gelê Iraqê û herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne, bi dehan sal e di nava tundîtujî û şer de dijîn, demek kurt tenê aştî hebû. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengal, Mûsil û beşek ji xaka Iraqê wêran kirin û niha di qonaxa metirsîdar de ye lê belê nêzî du milyon kes hê jî penaber in.
Pêwîstiya jinên Iraqê bi alîkariyê heye
Hêzên milîs her dem li herêmê pêşî li êrîşan digrin, li aliyek din zêdebûna asta hejariyê û nebûna aboriya pêwîst û tengasiya civakî û siyasî ku bûne çavkaniya nû ya nearamiyê, wisa kiriye ku nêzî ji sedî 18 gelê Iraqê niha pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û piraniya vê rêjeyê jî jin in.
Li welatê Iraqê jin xwedî ezmûn in û her dem tundîtujî û şer li ber çavên wan e. Li gorî hevpeyvînên Oksfam ji sedî 83 jinên vî welatî ragihandin ku ji aliyê hevjînên xwe ve rastî tunditujiyê tên, ji sedî 33 nexweşiya derûnî dikşînin û ji her pênc jinan yek jê ji ber zewaca di temenê biçûk de rastî tundîtujiya fizîkî tê.
Daneyên fermî yên Neteweyên Yekbûyî der barê zira ku jinan di demên şer de li Iraqê dîtine:
Komkujî û binpêkirinên mafên mirovan, dagirkeriya li ser xaka Iraqê û herêma Kurdistanê bûye sedema koçberiya zêdetirî şeş milyon kesan û jin jî tê de hene, rastî tundîtujiyê hatine çi di nava malê de çi jî ji derveyî malê.
- Zêdebûna rêjeya mirina hatina zarokan a dinyayê zêde bûye.
- Ji sedî 60 mirina dayikan di bûyerên dijminane de rûdidin.
- Ji her 5 jinan yek koçber e, zehmetî û êşên mezin dikşîne.
- Tunditujiya zayendî û fizîkî.
- Jin ji ber nakokiyan zirar dibînin, jinên ciwan bi rêjeyek berbiçav dest ji xwendinê berdidin.
Tundîtujiya li hemberî jinan ji ber nakokiyên siyasî jî pêk tê
Tundîtujiya fizîkî û zayendî ya li hemberî jin û jinên ciwan ji bo sepandina rewşa siyasî û rewakirina dijminiyê û têkdana civakê weke çeka şer li dijî dijmin bi kar tînin. Li welatên ku şer lê diqewimin bûyerên wiha lê zêde ne.
Beşek ji jinan ji ber tunditujiyê ji jiyana asayî ya xwe dûr dikevin û rastî êrîşan tên, ji tirsê rastî hemû êrîşan tên. Beşek ji wan nikarin vegerin nava civaka resen, ji ber wê piştî koçberbûnê pêwîstiya wan bi ditîna şêwazek nû ji bo jiyanê di nava civaka nenas de heye.
Gelek caran ji ber windakirina hevjînên xwe jin divê malbatên xwe bi rê ve bibin û çavkaniyek nû ya dahatê ji bo xwe bibînin, bi vê ve girêdayî jî rastî gelek êş û tunditujiyê tên. Di navbera 5000 heta 10000 jinan di dema şerê çeteyên DAIŞ’ê de bûne koleyên zayendî û hatine firotin, piraniya wan jinên li Iraqê, Êzidî ne.