Li dijî civak û jinan Îslama Siyasî – 1

Ol û bawerî, di azadbûn û rêxistinbûna civakan de pêşketinên di hêjahiya şoreşan de ava kirine. Bawerî, salên dirêj, di hebûna civaka exlaqî û polîtîk de roleke girîng lîstiye lê bi destpêkirina pêvajoya baviksalar re, pirsgirêkên civakê zêde bûne.

GELAWÊJ BERXWEDAN

Gerdûn xwedî organîzmayeke zindî ye û mirov îsbata vê yekê ya herî şênber e. Bi 13.8 milyar salî avabûna gerdûnê re pêvajoya merheleya temamî ya 2.5 milyon salî ya mirov, dişibe tecrubeya ku di zikê dayikê de 9 meh maye. Ev rewş, ji aliyê zanistî ve vê îsbat dike; hemû pêvajonên çêbûnê zindî ne. Divê dîrok bi awayê rast were destgirtin. Tenê bi vî awayî em dikarin analîza rast û çareseriyan bi pêş bixin.

Dîrok bi aqilê mêr hatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê divê dîroka heyî weke dîroka zayendperest were nirxandin. Divê nêzîkahiya me ya li dîroka heyî her dem bi guman be. Divê em jin her dem dîrokê ji aliyekî din ve bixwînin û şîrove bikin, divê ev metoda me ya bingehîn be.

 Baweriya ku ji kokên Rojhilata Navîn zaye

Di civakên Rojhilata Navîn destpêkê bawerî bi pêş ketine. Van baweriyan bi merheleyên felsefe û fikir bê pêş ketine, bi demê re teşe dane civakê. Her ku baweriyan teşe girtine, bûne ol. Ji ber ku Rojhilata Navîn navenda derketina bawerî û fikran e; têkiliyeke wê ya bi hêz bi manewiyatê re heye. Li vê erdnîgariyê, bawerî di pergala civakî de xwedî rolên girîng in; lê ev bawerî rasterast bi awayê felsefe û bîrdoziyan nehatine pênasekirin, zêdetir weke bawerî mane. Dîroka Rojhilata Navîn, zêdetir li ser mîtolojî û olan teşe girtiye.

Gotina rastî her dem di dîrokê de veşartiye, li vê derê girîng e. Mirovên destpêkê, bi toteman bawer dikir. Anîmîzm heye. Di roja me de felsefezan û zanyar têkiliya fizîka kuantûmê û anîmîzmê bi hev re datînin. Bawer dikin ku her tişta gerdûnê zindî ye. Zanyar û zanist niha li ser merheleyên çêbûnê yên gerdûnê lêkolîn dikin. Li gorî bawerî yan jî felsefeya anîmîzmê, têkiliya xweza-mirov, xweza-civak, mirov-civakê ji hev nayê veqetandin, bi hev re di nava yekbûnê de bi pêş dikevin. Bêguman di roja me de em dikarin vê bi daneyek şênber vebêjin. Di vê wateyê de civk ji mîtolojiyan bawer dikin. Gelek mîtolojî behsa têkiliya jin-mêr, mirov-xweza, civak-xwezayê dikin. Bêguman her pêşketina di Rojhilata Navîn de çêbûye, her dem bi xwe re pêşketinê neafirandiye lê bingehên ku li ser vê erdnîgariyê hatine avêtin, bi demê re sîrayetê Ewropa û parzemenînên din ên cîhanê kirine. Vê erdnîgariya ku dergûşa pêşketina cîhanê ye, nabe ku xwedî karekterê cîhanî nebe.

“Ola” ku ji baweriyê çêbûye

Ol û bawerî, di azadbûn û rêxistinbûna civakan de pêşketinên di hêjahiya şoreşan de ava kirine. Bawerî, salên dirêj, di hebûna civaka exlaqî û polîtîk de roleke girîng lîstiye lê bi destpêkirina pêvajoya baviksalar re, pirsgirêkên civakê zêde bûne. Derketola olê xwe dispêre lêgerîna pirsgirêkên di civakê de kom bûne. Ol, li dijî bêmafî û pirsgirêkên ku di civakê de çêbûne, derketine û ji bo taybetmendiyên girîng li civakan zêde kirine. Bi giştî cihê derketina hemû olan, Rojhilata Navîn e. Li vê erdnîgariyê, bi navbeykariya olan, hevparî, yekitî, piştgirî û di navbera civakan de têkiliyek xurt çêbûye. Civakîbûna ku bi hebûna olan di Rojhilata Navîn de bi pêş ketiye, heta sedsala 12’an di xizmeta gelan de bûye, pêşketinên girîng bi xwe re aniye. Rojhilata Navîn bi bandora olan, di gelek waran de bûye dika pêşketinên girîng, gelek fîlozof û felsefezan ji vê derê derketine. Rojhilata Navîn bûye cihê pêşketina şaristaniyê. Di serdema navîn de, pêvajoya ku ji sedsala 8’an heta 15’an domiyaye, weke serdema zêrîn a îslamê tê dîtin. Hinek vê pêvajoyê bi navê ronesansa îslamê bi nav dikin.

Mozaîka ku bi baweriyên Aryenî çêbû

Li Mezopotamyayê gelek baweriyên ku heta roja me ya îro hene û koka wan Aryen e hene. Bawriyên weke Yarsanî, Kakeî, Mazdekî, Karmetî, ji aliyê civakên koka wan Aryen e ve hatine pejirandin. Her wiha Durziyên ku li Sûriyeyê dijîn xwedî baweriya ji koka Aryenî ne. Yarsanî, Kakeî û Durzî di bingehê de xwedî pergalên baweriyê yên nêzî hev in. Êzidî û Elewiyên li Bakurê Kurdistanê dijîn jî Aryen û Mazdek in. Van baweriyan, bi rengên xwe û awayê civakîbûna xwe bi pêş ketine û heta roja îro hatine.

Di roja me de civak, bi parastina baweriya xwe jiyana xwe didomînin. Her çendî bi demê re hinek guherîn çêbibin jî van baweriyan hê cewherê xwe diparêzin. Mozaîka dewlemend a Rojhilata Navîn, di rastiyê de xwe dispêre van baweriyan. Vê dewlemendiyê, ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn, çavkaniyek bi hêz a girîng e. Pirçandî û rengînî, demokrasiyê xwedî dike û bi pêş dixe. Kapîtalîzm jî vê mozaîka baweriyan perçe dike, li gorî berjewendiyên xwe hewl dide teşe bide. Îro di çavkaniya krîz û pirsgirêkên Rojhilata Navîn de ev yek heye.

Li Rojhilata Navîn xezeba Xezalî

Di sedalên 11-12’an de, lêgerîna ji bo rastiyê ya mirovan her diçe zêde dibe. Seferên xaçî dest pê dikin. Êrîşên Yûnanan ên li ser Rojhilata Navîn zêde dibin. Van êrîşên ku ji derve ve tên kirin, di cîhana îslamê de tirsê çêdikin. Îslamiyet bi armanca xweparastinê, zêdetir xwe digre û di civakan de lêgerîna ji bo felsefeyê bi sînor dibe. Gelek terîqetên ku olê lêkolîn dikin û bi pêş dixin ji holê tên rakirin. Di vê pêvajoyê de, di cîhana îslamê de yek ji ramyarên herî girîng ên ku derdikeve pêş Îmam Xezalî ye. Ew weke yek ji fîlozofên ramana îslamê tê nasîn û bi helwesta xwe ya li dijî felsefeyê balê dikşîne.

Xezalî, nêzikahiyek ku felsefeyê qedexe dike nîşan dide û du sedemên vê qedexeyê dibêje. Yek ji wan ev e; “şîroveyên zêde manewiyatê qels dikin.” Ya duyemîn jî fikara ku dê bi “seferên xaçparêzan û êrîşên Yunanan li ser îslamiyetê zext çêbibe, pêşî li derketina ji olê derkeve” ye. Xezalî, bawer dike ku rewşa heyî ya îslamê bes e û zêdetir pêdivî bi pêşketin û ronîbûnê tune ye. Li gorî wê; ola îslamê, temam e divê zêdetir bi pêş nekeve. Ev raman dibe sedem ku Rojhilata Navîn deriyên xwe ji serdema ronasansê re bigre. Di wê serdemê e gelek fîlozof tên kuştin, pirtûkxaneyên ku milyonek pirtûk di wan de hene tên şewitandin û tenê 30 pirtûk heta roja me mane. Gelek zanyar, dibêjin ku bi 30 pirtûkên ku ketine destên me, me analîz kir ka çawa atom tê perçekirin. Diyar dikin ku ger hemû pirtûk bihatana rizgarkirin dê li ser gerestêrkan keşfên pir cuda bikirana. Tiştên ku bi navê îslamê hatine avakirin û pêşxistin, digrin dibin, dixin xizmeta civakên li Ewropayê. Ji vê qonaxê û pê ve pêşketina li Rojhilat Navîn disekine. Ewropa jî bi ronesansê digihîje asteke baş, di warê zanistî de pêşketinên girîng bi dest dixe.

Têkoşîna terîqetan

Di serdemên ku Rojhilata Navên xwînê winda kir de, civak bi saya terîqetan li ser piyan man. Terîqetan weke rêxistinên civaka sivîl rola xwe lîstin. Hemû terîqet li dijî îslama ku bûbû desthilatdarî bi pêş ketibûn. Bingeha wan xwe dispêre hînbûnên manewî, li dijî madiyetê seknek raber dikin lê demek kurt piştî derketina wan, hinek terîqet nêzî desthilatdariyê dibin. Terîqetên Tesawuf, Batinî Xaricî û gelekên din, bûne wesîleya pêşketina nasnameya gelparêz û neteweyî. Bi dehan terîqetên bi vî awayî, bi demê re bi pêş dikevin û hemû jî li dijî îslama ku veguheriye desthilatdariyê, sekna xwe raber dikin. Îslamiyet ji bo Fars, Ereb û Tirkan, di warê bidestxistina nasnameyê de roleke girîng lîstiye. Kurdan jî di wê pêvajoyê de bi hilbijrtina terîqetan, gelbûyîn û nasnameya xwe ya neteweyî pejirandin. Kurdan û gelek neteweyên din û bawerî, xwe bi navbeynkariya terîqetan parastine. Terîqetên Qadirî û Nexşebendî yên li Kurdistanê, bi taybetî di vî warî de rolên girîng lîstine. Kesên ku pêşengî ji gelek serhildanên Kurdan re kirine, endamên terîqetê ne.

Terîqetên ku li Rojhilata Navîn derketine holê û pêvajoya civakîbûna îslamê di sedsala 12’an de xitimiye. Piştî vê xitimînê, komkujiyên ku li Rojhilata Navîn zêde bûne, qirkirin û talan, di sedsala 20’an de bi bandora kapîtalîzmê gihîştine lûtkeyê. Heta sedsala 20’an terîqetan ji civakan re xizmetê kirine, wan ji desthilatdariyê dûr girtine, bi têkiliyên manewî wan bi hêz kirine. Lê ji sedsala 20’an şûnve, bi hatina kapîtalîzmê ya Rojhilata Navîn re, terîqet ji aliyê desthilatdariyan ve bûne sîxur. Terîqet, li dijî civakê hatine bikaranîn, ketine rewşa amûra domandina desthilatdariyan. Terîqetên Nexşebendî û Qadirî, ji bo berjewendiyên desthilatdariyan hatine bikaranîn.

Gelek terîqetên ku di sedsala 20’an de bi pêş ketine, bûne sîxur û li dijî têkoşîna civakên li Rojhilata Navîn hatine bikaranîn. Ola ku di rastiyê de hêzeke çalak a ji bo guherîn û veguherîna civakan e; piştî sedsala 20’an ev derfet veguheriye dezavantajê. Bi ketina kapîtalîzmê ya erdnîgariya Rojhilata Navîn re, hemû hêzên ji civakan re xizmetê kirine, ketine kontrola kapîtalîstan. Ev rewş, di civakên Ereb, Fars û Kurd de pir berbiçav hatiye dîtin.

Îxwanul-Muslimîn û Tirkiye

Di sala 1928’an de, tevgera Îxwanul-Muslimîn (birayên musilman) ku ji aliyê Hesen El Bena ve li Misirê hatiye avakirin piştî salên 1980’yan roleke çalak lîstiye. Di serhildana Hama ya li Sûriyeyê de, ji aliyê rejîma Beasê ve bi tundî hatiye têkbirin. Li Tirkiyeyê jî xeta Îxwan (birayên musilman) bi taybetî di salên 1980’yan de di ser AKP’ê de hatiye bi teşekirin. Siyaseta îslamîstên li Îranê jî di rastiyê de xwe dispêre xeta Îxwanan. Li Efganistanê jî, bîrdoziya ku tevgerên îslama radîkal bi pêş xistine, di xeteke nêzî Îxwanê de ye û wisa teşe girtiye. Van tevgeran hemû, di rastiyê de ji bo li dijî Rosyaya Sovyetê têbikoşin hatine avakirin.

Birayên Misilman, her çiqas xwe weke îslama nerm nîşan bide jî di rastiyê de îslama radîkal temsîl dike. Hem îslama radîkal hem jî ya nerm, di rastiyê de berhemên kapîtalîzmê ne, îslama siyasî ne. Ev tevger, aydê rastiyên Rojhilata Navîn û dîroka wê nîn in. Ji bo ku li Rojhilata Navîn îstîqrarê xirab bikin û her dem pevçûn, kîn û perçebûnê çêbikin, hatine avakirin. Îslama siyasî li her derê bi armancên ku dişibin hev, tevdigere û bi hev re dibin hevpar.

Wehabîtî û El Qaîde

Vehabîtî, terîqeteke çêkirî ye, di sedsala 19’an de ji aliyê hêzên derve ve ji bo zêdetir mêtinkariyê li Rojhilata Navîn bikin hatiye amadekirin. Wehabîtî ji aliyê Înglîzan ve hat pêşxistin. Osmaniyan, li cihê Wehabiyan Nexşebendîtiyê tercîh kirin; ji ber wê di wê serdemê de Wehabî li Rojhilata Navîn belav nebû. Wehabîtî terîqeteke ku rêbazên hişk û dogmatîk ên şerîeta îslamê ferz dike, civakîbûnê red dike, derdikeve pêş. Cîhadîzmê bi pêş dixe.

Bi hilweşîna rejîma Sedam Huseyîn re, Wehabîtî zêdetir hat bihîstin. Kesên radîkal, netewperest, nijadpereset û navê Beasî û Sedamiyan girtin. Ji ber ku hêzên li herêmê zêdetir Wehabî bûn, Mûsil radestî DAIŞ’ê hat kirin. Vê rewşê bû sedem ku Mûsil radestî DAIŞ’ê were kirin.

El-Qaîde jî berhemeke terîqeta Wehabî ye. Ev rêxistin di sala 1978’an de di ser Usame Bin Ladîn ê ji Erebistana Siûdî ye, bi malbata wî ya ku 17 kesan pêk dihat, li Efganistanê hat avakirin. Ji bo vê malbatê ji bankayek girêdayî DYA’yê bi milyonan dolar fon hatine dayîn û bi vê yekê rêxistina çete ya bi navê El-Qaîde hat avakirin. Ev rastî li hemû cîhanê tê zanîn.

Piştî salên 1950’yan, Îngilîzan, terîqet û komên çete yên ji bo Rojhilata Navîn Amade kiribûn, ji bo polîtîkayê dewrê DYA’yê kirin. DYA’yê li herêmê polîtîkayên Îngîltereyê yek bi yek berdewam kir. Kapîtalîzmê, şoreşa Sovyetê ji bo berjewendiyên xwe gef dît, El-Qaîdeyê li dijî Yekitiya Sovyetê weke hêzeke paramîlîter bi rêxistin kir. Di salên 1980’yan de Nifşê Kesk Îxwan, El-Qaîdeyê bi hêz kir û li dijî Sovyetê 10 salan da şerkirin. Di encama vî şerî de Yekitiya Sovyetê hilweşiya.

Tevgerên Selefi û avabûna DAIŞ’ê

Tevgerên Selefî di rastiyê de dendika ku DAIŞ ji wan çêbûye ne û xwedî heman ferasetê ne. Selefî, xwedî bîrdoziya ku xebatên civakî qedexe dike ye. Mînak, şîn, kêfxweşî û her çalakiya civakî ya ku mirovan tîne ba hev, li ser navê olê hatiye qedexekirin. Xwedî nêzîkahiya ku civakê perçe dike ye. Ramana Selefî, heta tu bibêjî îslamê bi awayê hişk şîrove dike û piştgiriya civakî red dike. Xwe bi navê “îslamîstên radîkal” bi nav dikin lê gelek caran vekirî nabêjin ku Wehabî ne.

Di sala 2003’yan de piştî hilweşîna rejîma Sedam Huseyîn, Beasî, Sedamî û îslamîstên sunî, vekirî gotin ku ew nêrînên Wehabî dipejirînin. Di vê pêvajoyê de Ji berhemên El Qaîdeyê çeteya DAIŞ’ê ava bû. Di sala 2003’yan de bingeha DAIŞ’ê hat avêtin. Di sala 2014'an de bi navê El Nusra cara pêşîn xwe îlan kir. Her çiqas bi navên cuda derketibin holê jî di bingehê de hemû eynî ne û koka wan digihîje El-Qaîdeyê. El Qaîde çawa li hemberî Yekitiya Sovyetan hatibe avakirin, DAIŞ jî li hemberî Şoreşa Rojava û şoreşên gelan ên li Rojhilata Navîn hatiye avakirin.

Şoreşa Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn deng veda û weke tevgereke xwedî hêjahiya şoreşa gelan, bi pêş ket. Vê şoreşê di heman demê de, bû şoreşa, jinan, zihniyet û Şoreşa Kurdistanê û şênber bû. Pêngava dijber a hêzên kapîtalîst li dijî vê şoreşê avakirina DAIŞ’ê bû. DAIŞ, rêxistineke çete ye û li dijî hemû tevgerên şoreşger ên li herêmê, ji bo berjewendiyên kapîtalîstan li Rojhilata Navîn biparêze hatiye avakirin.

Sibê: Îslama nerm û radîkal û berxwedana ku li dijî vê yekê bi pêş ketiye.