Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê salekê jinan (2) - PANAROMA

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Şoreşa Jinê pêk anîn di nav tevahiya salê de di hemu qadên şoreşê de bûn xwedî têkoşînekê mezin.

Navenda Nûçeyan – Destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2022’an de bi dawî nebûn. Kedkarên jin ên ku di ware leşkerî û ewlehiyê de, di gel xebatên meclisên jinan di partiyan de ji aliyê civakî, siyasî û her wekî din de roleke sereke lîstin. Lê rewşa jinan li herêmên ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, bi berdewamiya bêdengiya navneteweyî re, pir xerab e.

Parastina ewlehiyê bi pêşengiya jinan

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê: Şervanên jin di sala 2022’an de beşdarî hemleyên leşkerî bûn, bi taybet operasyona Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ’ê li kampa Holê ku kampa herî metirsîdar a cîhanê ye. Ev operasyon di 25’ê Tebaxa 2022’an de dest pê kir û 24 rojan berdewam kir.

Di operasyonê de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 2 jinên ciwan ên Êzidî (Wefa Elî Ebas û Sewsen Hesen Heyder) rizgar kirin. Hejmara jin û zarokên Êzidî yên ku di nava 4 salan de  ji kampê hatin rizgarkirin gihişte zêdetirî 200 Êzidî. Yekîneyên Parastina Jin 4 jinên Êzidî yên ku di çarçoveya kampanyayê de bi zincîr û îşkenceyên hovane hatibûn girtin, rizgar kirin.

Gelek xalên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve ji bo belavkirina îdyolojiya xwe destnîşan kiribûn, hatin wêrankirin, û jinên herî metirsîdar ên ku erkên perwerdekirin û kişandina endaman li hundir û derveyê kampê û her wiha propagandaya DAIŞê dikirin û tawan li dijî niştecihên kampê pêk diianîn, hatin girtin.

Ji bilî çekan, gelek alavên ragihandinê û belgeyên ku dibin sedema belavbûna kaosê hatin desteserkirin û gelek tunel û xendeqên ne temam hatin dîtin.

Yekîneyên Parastina Jin: Di 30’ê Nîsanê de sêyemîn konferansa Yekîneyên Parastina Jin bi diruşma “Hêza Garantî ya azadiya jinê, parastina xakê û têkbirina dagirkeriyê” bi amadebûna 400 endam û şervanên di nava refên Yekîneyên Parastina Jin de ji gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate lidarxistin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin: Di 25’ê Cotmehê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin bi dirûşma “Em ê bi hêza Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin nêzîkatiya xiyanetê têk bibin û ala azadiyê bilind bikin” bi beşdariya 400 endamî ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist.

Destkeftiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin di 3 salên têkoşîna li dijî terorê, têkoşîna li dijî madeyên hişber û gelek sûcên ku ewlekarî û aramiya herêmê xera dikin hatin nirxandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê akademiyên perwerdekirin û pêşxistina jinan di hemû qadan de hatin vekirin û her wiha navendek ji bo perwerdekirina efseran hat vekirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin beşdarî bersivdayîna êrîşa li ser girtîgeha Sîna ya bajarê Hesekê bûn û beşdarî operasyona Mirovî û Ewlehiyê yên li kampan bi taybet kampa Holê bûn. Beşdarî hemû rewşên awarte û kampanyayên di nav hêzên trafîkê de bûn ji bo hevahengiya karûbarên trafîkê û cîbicîkirina yasaya hatûçûnê.

Di 28’ê Tîrmehê de li kantona Kobanê di encama êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a hedefgirtina du wesayîtan li ser rêya Eyn Îsayê de 3 endamên jin şehîd bûn.

Ji bo endamên jin, dewreyên perwerdehiya rewşenbîrî û pispor hatin vekirin û gelek efser mezûn bûn. Her wiha gelek dewreyên perwerdeyê ji bo endam nû hatin vekirin.

Koleja Şehîd Tolhildan ya Zanistên Polîsê jî hate vekirin, li gel hejmareke dibistanan ji bo efseran, weke dibistana taybet a şehîd Şehîra ya efseran.

Ji bo şopandina mekanîzma kar a ofîsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di aliyê rêxistinî û îdarî û çavdêrî de, Buroya Şopandin û Teftîşê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kantonan hate aktîfkirin.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dezgeha operasyonan bi awayekî navendî hatiye aktîfkirin, da ku jin di mekanîzmaya sîstema navxweyî de roleke zêdetir bigrin.

Endamên jin beşdarî hemû kampanyayan û dewriyeyên li ser nuqteyên kontrolê bûn û beşdarî Istinfarên ewlehiyê bûn.

Beşa têkoşîna li dijî madeyên hişber hat vekirin, tê de endam beşdarî kampanyaya desteserkirina madeyên hişber li hemû kantonan bûn û hemû madeyên hişber di Roja Cîhanî ya Madeyên Hişber de hatin şewitandin.

Hêzên parastina civakê: Hêzên Parastina Civak - Jinê ku yekemîn akademiya xwe di 5’ê Mijdarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekirin, îsal gelek çalakiyên xurt pêk anîn.

Di 12’ê Tebaxê de li bajarê Qamişlo çalakiya kon hate organîzekirin ku 35 rojan dom kir û ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku ambargoya hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sînordarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk deyne.

Hedefgirtina rêveberên jin û şervanên jin

 Êvara 22’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li ser rêya bajarê Qamişlo bi balafirên bê mirov wesayîtek hedef girt û di encamê de 3 şervanên jin şehîd bûn. Ew jî rêvebera Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê û endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Antî Teror YAT’ê Jiyan Tolhildan, rêvebera Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Roj Xabûr û şervana Yekîneyên Antî Teror a YAT’ê Barîn Botan ku beşdarî Foruma Şoreşa Jinê ya ku di 22 û 23’ê heman mehê de hat lidarxistin bûn.

Hevseroka Buroya Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan di 27’ê Îlonê de bû hedefa balafirên keşfê yên dewleta Tirk.

Di 2’ê Tîrmehê de balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li bajarê Reqayê rêvebera Yekîneyên Parastina Jin Mizgîn Kobanê kir hedef.

Di 20’ê Nîsanê de li bajarê Kobanê balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker rêvebera Yekîneyên Parastina Jin Dilar Helab û Ronahî Kobanê kirin hedef.

Jinên li herêmên dagirkirî rastî binpêkirinên mezin tên

Di sala 2022’an de jin ji aliyê komên çete ve rastî girtin, revandin û kuştinê hatin.

Di 27’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi zêdetirî 900 topan gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û navçeyên kantona Şehba kirin hedef û di encama topbarana hovane û bê serûber de 3 jê zarok 6 jin birîndar bûn û jina ciwan Fehîme Reşo di encama birîna xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, ji dema dagirkirina Efrînê di Adara 2018’an de, zêdetirî 1000 jin hatine revandin, nêzî 85 jin hatine kuştin û 73 jin rastî tecawizê hatine. Her wiha dagirkeriya Tirk 6 şervanên jin ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk dîl girtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê zêdetirî 300 hezar sivîl ji roja yekem a dagirkeriyê 18’ê Adara 2018’an heta niha ji Efrînê koçber bûne û zêdetirî 8626 sivîl hatine girtin, ku çarenivîsa zêdetir ji nîvê wan hîn ne diyar e. 96 haletên kuştinê hatin belgekirin, di nav wan de heşt haletên xwekuştina jinan û 72 haletên tecawizê.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê tenê di vê salê de zêdetirî 663 sivîl hatine kuştin, ji wan zêdetirî 500 di encama bombebarana Tirkiyê de û çekdarên wê 90 jî di bin îşkenceyê de hatine kuştin û bêtir ji 696 kesî birîndar bûn di nav wan de 333 zarok û 216 jin birîndar bûne.

Partî û meclîsên jinan... çalakiyên dîplomatîk, siyasî û civakî

Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Meclîsê di bin diruşma "Bi hev re ji bo parastina şoreşa xwe û rizgarkirina xaka xwe" kampanyaya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku ji aliyê platforma çalakiyan a ji bo tevger û rêxistinên jinan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin, da destpêkirin.

Kampanyaya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ku 20 rojan dewam kir, bi dirûşma “Em bi hev re bibin yek... dawî li tundiyê û têkbirina dagirkeriyê bînin” da destpêkirin.

Meclîsê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, bi dirûşmea “Xwe bi rêxistin bik...berxwedanê bik...bigihêje azadiyê” ji bo meh û nîvekê kampanya da destpêkirin.

Di bin diruşma "Bi hev re ji bo xurtkirina demokrasiya jinan li hundirê Sûriyeyê" li ser êş û azarên jinên Idlibê û ezmûna wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rastiya civakî ya jinên li Sûriyeyê, forumek nîqaşê hate lidarxistin.

Bi mebesta belavbûn û zêdekirina hişyariyên çandî, siyasî û hizbî, çend hefte hatin lidarxistin ku heftiyên yekem û duyem ji bo çand û ramanê, ya sêyem bo hişyariya siyasî û hizbî û ya çarem jî li ser şehîdan bû.

Li bajarê Helebê bi navê şehîd “Hevrîn Xelef” komeke çand û hunerî ji bo zarokan hate avakirin û pêşangeheke hunerî bi navê “Afirîneriya jin û zarokan di dema şer de” hate vekirin.

10 çalakiyên protestoyê li dijî êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û ji bo piştgirî û piştevaniya jinan li herêmên dagirkirî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin. 26 daxuyanî ji bo şermezarkirina hemû cînayetên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî jinan tên kirin, hatin dayîn.

16 korsên perwerdehiya rewşenbîrî û pîşeyî, ku pitir ji 350 jin tê de beşdar bûn hatin lidarxistin.

Dersên rahênanê di akademiyên jinan û civaka demokratîk de hatin dayîn.

300 semînarên rahênanê li ser pirograma partiyê û rêziknameya Encûmena Jinan û pêşxistina karîn û rêbazên wê yên rêxistinî hatin dayîn.

115 semînerên diyalog û siyasî, ku tê de binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li dijî jinan li herêmên dagîrkirî, êş û azarên jinan û çawaniya aktîvkirina rola wê di pêşxistina proseya siyasî de ji bo çareserkirina pirsgirêkan krîza Sûriyê, hatin lidarxistin.

330 dersên hişyariyê yên li ser zewaca di temenê biçûk de, şêwazên tundiyê, bandora adet û kevneşopiyên civakê, bihêzkirina siyasî û civakî, girîngiya rola jinê di civakê de û çawaniya rûbirûbûna hemû astengiyan hatin dayîn.

740 civîn ji bo endaman hatin lidarxistin, ku armanc ji wan agahdarkirina endamên jin li ser rola jinan di partiyê de û çawaniya aktîvkirina wê û pêşxistina endamên jin di hemû waran de û di hemû astan de. Ji bo ravekirina bûyer û geşedanên siyasî 17 civînên siyasî yên berfireh hatin lidarxistin.

Beşdarî komxebatên bi rêxistinên jinan re li ser yasaya mirovî ya navdewletî ji bo bidawîkirina aloziyên li Sûriyê bûn.

Beşdarî hemû çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin, bûn.

Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk: Xebatên wê yên dîplomatîk, siyasî û civakî hebûn. Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de, Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk rêze çalakî li dar xist. Bal hate kişandin li ser tundiya civakî, malbatî û siyasî.

150 civînên girseyî ji bo jinan hatin lidarxistin, ku tê de mijarên siyasî û rola jinan di avakirina civakê de, bi taybet pirsgirêkên ku jin tûşî wan dibin, weke bûyerên kuştin, tundî û xwekuştinê hatin nîqaşkirin.

Serdana 16 hezar û 575 malan hat kirin û li ser rewşa dawî ya siyasî, rola jinan û çawaniya birêxistinkirina xwe di nava siyaseta demokratîk û belavkirina bîrdoziya partiyê de nîqaş hatin kirin.

Bi boneya Roja Jinên Cîhanê hemleyek ku tê de rêze civînên girseyî hatin lidarxistin. 26 ders ji mêran re hatin dayîn. Du pêşangehên wêneyên şehîdên jin ên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine qetilkirin û îşkencekirin, hatin avakirin.

Di çarçoveya hemleya duyemîn a bi navê “Na ji Komployê re na, ji dagirkeriyê re na, ji tundiyê re na” 24 dersên li ser malbat û jin, tundiya li ser jinê, jiyana wekhev, jiyana beşdariyê hatin dayîn.

Di çarçoveya hemleya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, li ser asta herêma Cezîrê civînek hat lidarxistin û li ser çawaniya rawestandina kuştina jinan û sînordarkirina vê pêkanînê di bin navê namûsê de nîqaş hatin kirin. Sempozyûmek bi navê “Di Siyaseta Dîplomatîk a Civakî de Rola Jinê” hat lidarxistin.

Di çarçoveya kampanyaya sêyemîn a rawestandina kuştina jinan de 5 hezar broşurên perwerdehiyê li hemû malan hatin belavkirin.

Li ser rola medyayê di rûbirûbûna tundiya li ser jinan de sempozyûmek hat lidarxistin.

4 semîner li ser çawaniya rawestana li hember diyardeya tundiya li ser jinan li ser asta herêma Cezîrê, Efrîn, Firat û Reqayê hatin lidarxistin.

Bi boneya kampanya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, rêze çalakî hatin lidarxistin, di nav de 4 forumên nîqaşê li ser asta herêmên Cezîre, Reqa, Minbic û Efrînê hatin lidarxistin.

12 dewreyên perwerdeyê hatin vekirin. Li ser zîhniyeta mêr, zayendperestî, şerê taybet, jiyana wekhev û zanista jinê 179 kursên perwerdeyê û 1291 ders hatin vekirin. 3 dersên ên li ser civaka xwezayî, dîroka jinê û zîhniyeta mêr ji bo endamên mêr hatin dayîn.

Rêze serdan li partiyên siyasî, navend û saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl hatin kirin. Ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi gelek kesayetên jin re têkilî hatin danîn.

Ji bo jinên partiyên siyasî 4 civîn hatin lidarxistin. Tevlî hemû komxebatên ku ji aliyê rêxistinên siyasî ve hatin lidarxistin, bûn. Komxebata diyalogê li ser hêza siyasî û mafên mirovan a jinan hate lidarxistin. Ji bo jinên eşîrên ereb kampanyaya rêxistinbûnê hat destpêkirin. Broşûr li ser (jin û siyaset) (têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan) hatin nivîsandin.

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Di sala 2022an de komîteyên Destûra Bingehîn û Hiqûqî yên Encûmenê wek komîteyên sabit hatin guhertin. Meclîsê li ser gelek mijarên ku jinan eleqedar dikin, çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çi li Afganîstan, Îran û Rojhilatê Kurdistanê danûstandin kir. Planên ku şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef red kir. Di nav destpêşxerîyan de nivîsandina nameyekê li ser navê meclîsê derbarê pirojeya "vegera xwebexş" ji bo guhertina demografî û lidarxistina kampanya îmzeyan û şandina wê ji saziyên navdewletî re û peyamek ji Hevpeymaniya Navdewletî re derbarê êrîşên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa li Hesekê di destpêka sala 2022’an de.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî Konferansa Femînîst a Navneteweyî bû ku di navbera 4-9’ê Îlonê de li Tûnisê hate lidarxistin.

Komîteya Dîplomasî ya Kongreya Star: Heyetek ji 3 kesan a ji Rojava bi gelek şaredar, meclîs û rêxistinên welatên Bask, Katalonya û Spanyayê re hevdîtin pêk anî û şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nasandin. Bi Akademiya Zanista Jinê ya "Jinolojî" re rêze semîner li ser modela rêbertiyê hat lidarxistin.

Di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi îmzeya 75 jinan nameyek vekirî ji Neteweyên Yekbûyî re hate şandin. Bi beşdariya 22 endamên saziyan dewreya perwerdeyê ya dîplomasiya serbixwe ya 40 rojî hate vekirin û rêbernameya dîplomasiya jinê jî weke materyalên perwerdehiyê hate weşandin.

Li ser navê Kongra Star ji gelek rêxistinên jinan, ji jinên Efganistan, Îran û Rojhilatê Kurdistanê re nameyên piştgiriyê hatin şandin. Beşdarî 3’emîn Konferansa Cîhanî ya Jinên ji Zemînê ku li Tûnisê hatibû lidarxistin bûn.

Li Herêma Kurdistanê bi partiyên siyasî, saziyên sivîl û rêxistinên jinan re gelek hevdîtin hatin kirin.

Li Lubnanê gelek panel hatin lidarxistin û bi rêxistinên jinan re li ser mijarên komplo û hedefgirtina jinan, têkiliyên kurd û Filistîniyan, xweparastin, jin û siyasetê danişînên diyalogê hatin lidarxistin.

Gelek civîn û panel hatin lidarxistin. Li 8 dibistanan li ser Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinê ji bo 800 xwendekarî semîner hatin dayîn. 10 civîn û semîner bi rojnameger, rêxistinên jinan, meclîsên bajaran û şaredaran re hatin dayîn.