Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala hevserokatiyê (1)

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser bi pergala hevseroketiyê ji şaneyên komunê heta rêveberiyê xizmeta civakê dike.

BERÇEM CUDÎ
Kobanê - Pergala Hevseroketiyê bi damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rojava dest pê kir. Di sala 2014'an de ev model bi damezrandina Rêveberiya Xweser a demokratîk re di tevahî sazî, dezgeh, komîn û rêxistinên civakî de ket meriyetê. Jin û mêr bi awayekî wekhev, bi hev re siyasetê didin meşandin û gavên ber bi guhertina civakê ve davêjin. Bi saya rêbazê hevseroketiyê ku jêdera wê azadiya jinê û civaka ekolojîk û demokratîk e, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava modela hevseroketiyê alternatîfa pergala netew-dewletê ya mêrê serdest ku bi yek serok, yek nêrîn û yek rengî hikûmdariyê dike, tê pejirandin. 
Di dîrokê de modelên hevserokatiyê
Hevserokatî cara yekemîn di cîhanê de di 1980'î de ji aliyê Partiya Keskan a Elmanyayê ve ketiye meriyetê. Di Partiya Keskan de jinan ji sedî 50 nûnertî kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20'ê Îlona di 2004'an de têkildarî pergala hevseroketiyê gotibû ku divê pergala hevseroktiyê rast were pêk anîn. Ji ber ku heta demokrasî di nava partiyan de pêk neyên, siyaset demokratîk nabe. Heta ku siyaset demokratîk nebe, civak jî demokratîk nabe. Heta ku civak demokratîk nebe dewlet jî demokratîk nabe. Hemû bi hev re girêdayî ne.
Li Bakurê Kurdistanê gavên destpêkê   
Di çarçoveya azadiya jinê û civaka ekolojîk û demokratîk di sala 2005'an de li Bakurê Kurdistanê ev rêbaz ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk DTP'ê ve ket meriyetê.  Dewleta tirk dijbertiya modela hevseroketiyê kir û bi bihaneya ku di pergala Tirkiyê de rêbazê hevseroketiyê tune ye, daxwaza rakirina hevseroketiyê kir. 
Di 2009'an de bi girtina DTP'ê re, ji bo domandina siyayeta demokrat Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê û Partiya Demokratîk ya Gelan HPD'ê dest bi pêkanîna pergala hevseroketiyê di bajar, navçe û gundan de kir. Bi wê gavê re pergala hevseroketiyê êdî di meclîs, rêveberî, weqif, sendîka û şaredariyan de hat kirin.
Dewleta tirk ji 2014`an de polîtîkeyên qirkirin û çewisandên siyasî bi kar tîne. Ji ber vê rojane êrîşî siyasetmedar û partiyên ku rêbaza hevseroketiyê bi kar tînin dike. Ji lewra di her fersendê de parlementer û siyasetmedaran û bi taybet yên jin binçav dike. Tevî hemû zext û kiryarên dewleta tirk jinên Bakurê Kurdistanê dest ji têkoşîna parastina mafê xwe yê siyaset û birêvebirina civakê bernedan. 
li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokatî hîmê bingehîn e 
Piştî gavên ku li Bakurê Kurdistanê hat avêtin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava pergala hevseroketiyê dest pê kir. Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê di 2003'an de hat damezrandin û di destpêkê de pergala hevseroketiyê weke rêgeza bingehîn ya rêziknameya xwe hilbijart. Bi vî awayî PYD'ê bû yekemîn Partî û rêxistina di Rojhilata Navîn de pergala hevseroketiyê dide meşandin. 
Di 2010'an de bi avabûna  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re pergala hevseroketiyê ket meriyetê. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di 19'ê Tîrmeha 2012'an de, modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest pê kir. Di pergala Rêveberiya Xweser de Hevserokatî rêgeza herî bingehîn ya birêvebirina Kanton, Meclîs, Şaredarî, deste û komînan e. 
Di 2015'an de Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) hat avakirin. MSD'ê bi pergala hevseroketiyê re dest bi kar û xebatên xwe kir. Di 2018'an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezrandin. Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 herêm û 4 rêveberiyên sivîl bi rêve dibe. Wiha jî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava di tevahî sazî, dezgeh, rêxistin û qadan de rêbazê hevseroketiyê tê meşandin.
Li Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê pergala hevserokatiyê
Li Başûrê Kurdistanê beriya salên 2015'an hejmara jinên di siyasetê de bi sînor bû. Lê bi avakirina Tevgera Azadî re di 2015'an de, pergala hevseroketiyê dest pê kir û heta vê rojê jî didome. 
Di 2019'an de YNK'ê pergala hevseroketiyê kir meriyetê. Lê YNK'ê li şûna ku jin û mêrek rêveberiyê bikin, du zilaman hevserokatiya Partiyê kir. 
Li Rojhilatê Kurdistanê 7 salin pergala hevseroketiyê ketiye meriyetê de. Li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya PAJK û KODAR`ê pergala Hevseroketiyê pêş ket. 
Komeleya Civaka Demokratîk KCK di 2013'an de pergala hevseroketiyê xist meriyetê. Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK'ê ku di sala 1999'an de hatiye ava kirin, di 2013'an de derbasî pergala hevserokatiyê bû. KNK`ê bang li 43 partî, komele û rêxstinên civakî ku di bin sîwana wê de ne kir ku derbasî pergala hevserokatiyê bibin. Ji lewra di destpêkê de li Ewrûpa Kongra Civakên Demokratik a Kurdistanê yên Ewrupa (KCDK-E), Federesyona Komeleyên Êzdiyan û Federesyona Elewiyên Kurdistanê (FEDA) pergala hevserokatiyê xistin meriyetê.
Pergala hevseroketiyê ji bo avakirina civakeke wekhev, azad û demokratîk, her wiha guhertina hişmendiya mêrê serdest û desthilatdar gaveke girîng e. Jinan bi têkoşîna xwe û bi saya perspektîf û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Bakurê Kurdistanê ber bi Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewrûpayê tovên azadiya jin belav kirin. Destkeftiyên ku jinan bi dest xistin ji bo Rojhilata Navîn, Cîhan û hemû kesên azadîxwaz bû perspektîf û çavkaniya berxwedanê.
Sibê: Cîgira Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Emîne Bekir di nava Rêveberiya Xweser de pergala hevserokatiyê dinirxîne.