Komkujiya Roboskê: Bombeyên ku hatin avêtin destpêkê agir bi dilê dayika Mihemed xistin
Dayika Mihemed Encu Heybet Encu yek ji 34 kesên di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest da ye; yek ji jinên yekemîn e ku berê xwe da qada komkujî lê hatibû kirin. Heybet Encu bi gotinên; “Em du saetan li ser wê riya bi berf meşiyan û me xwe gihand zarokên xwe. Xwedê şahidê min e, tiştê ku min wê rojê dît, ev deh sal in ji hişê min dernakevin” behsa wê rojê dike û dayikên din jî li benda hatina edaletê ne.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Şirnex - “Mala me, mala herî nêzî cihê bombekirinê bû. Çawa bombe hatin avêtin ziravê dayika min qetiya. Bavê min ê ku agahiya bombebaranê girtibû, li telefona min geriyabû, dema ku telefon lêdabû kêfxweş bûbû gotibû qey ez neçûme... Di nava kesên ku bi bazdanê dihatin cihê bomberanê de dayika min li pêş bû. Kesên ku hatin cihê bûyerê heman dîmenê dîtin… Em li ser axa ku veguherîbû mehşerê parçe parçe bûn, li erdê, şewitî û razayîbûn...”
"Dengê bombeyên ku cara yekem hatin avêtin dayika wê bihîst"
Ev gotin beşeke biçûk ji çîroka Mihemed Encu yê 13 salî ne. Wî jî Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabû. Mihemedê ku roja qetlîamê ji bo hêstirên xwe yên ku di bombebarana ewil de hatibûn kuştin digiriya, haya wî jê tunebû ku bombeyên din dê li wî bikevin. Mala Mihemed wekî di çîroka xwe de dibêje, mala herî nêzî cihê komkujiyê bû. Dengê bombeyên ku hatin avêtin beriya her kesê agir bi dilê dayika Mihemedê ku destpêkê deng bihîst xist.
“Xwedê şahid e, ez qet ji bîr nakim…”
Dayika Mihemed Heybet Encu ya ku bi dengê bihîstiye xwe avêtiye derve, du saetan li ser riya bi berf meşiya û çû cihê komkujiyê. 10 sal in bi agirê ku bi bombeyan ketiye dilê wê dijî. Heybet Encu dibêje ku wê bi bedena xwe ya ku dilerizî li cenazeyê kurê xwe yê ku bi perçeyên hêstirê re tevlihev bûbû temaşe kiriye, tiştên ku roja komkujiyê jiyane bi van gotinan vedibêje; “Xwedê şahid e, tiştên ku min wê rojê dît kêliyek jî ji bîra min naçe, ji bîr nakim jî.” Heybet Encu piştî wê rojê weke dayikên din ên Roboskê bi cil û bergên reş li benda wê rojê ye ku hesabê zarokên xwe bi pirsin.
Bi dengê bombeyan veciniqî
Heybet Encu destnîşan kir ku roja komkujiyê beriya bombebaranê leşker çûne herêmê û rê li 34 kesên ji sînor hatine girtine û nehiştine bên, bi vegera leşkeran re dengê balafiran dest pê kiriye. Heybet Encu destnîşan dike ku tiştên wê rojê dîtiye qet ji bîr nake û diyar dike ku bi bombeya yekem re ew mîna bizanibe çi qewimiye ji mala xwe derketiye. Heybet Encu dibêje ku hemû gund bi dengê bombeyan rabûne ber bi çiyê ve beziyan e û diyar kir ku ew herî pêşî bi traktoran re çûye.
"Me zarokên xwe ji cil û bergên wan û gopalên wan nas kir"
Heybet Encuya ku me dikaribû serpêhatiyên wê heta wê beşe binivîsin, tiştên ku roja komkujiyê dîtiye wiha vedibêje: “Dema em çûn, leşker vedigeriyan, ji me re gotin 'bizivirin', tiştek tune ye. Me got em ê herin bibînin ka çi hatiye serê zarokên me. Dema em çûn bombeya duyemîn hat avêtin. Dema me meraq dikir ka çi bûye, yek ji birîndarên komkujiyê bi telefonê li me geriya û got 'werin alîkariya me'. Em du saetan li ser wê riya bi berf meşiyan û me xwe gihand zarokên xwe. Xwedê şahidê min e, tiştê ku min wê rojê dît, ev deh sal in ji hişê min dernakevin. Serê hinekan tunebû, hinek jî birîndar bûn. Me wan ji cil û berg û pêlavên wan nas kir. Ne ambulans hat û ne jî leşkeran pirs kirin. Hemûyan xwe bêdeng kirin. Dema ku şêniyên gund dihatin jî balafir li ser me digeriyan. Me cenazeyên xwe heta sibehê bir gund. Hin cenaze me bi zorê ji nava ax û keviran derxistin û anîn gund.”
"Dema ku dengê balafiran dibihîzim ew roj tê bîra min"
Heybet Encu bal kişand ku piraniya 34 kesên ku di nav wan de kurê wê jî hebû zarok bûn û wiha got: “Dengê bombeya yekem a avêtin hêj di guhê min de ye û ji bîra min naçe. Niha jî her cara ku balafir di ser serê me de re derbas dibin, ew roj tê bîra min. Ez dibêjim bi wan balafiran zarokên me qetil kirin û wê roja bi xwîn tê bîra min. Hemû zarok bûn, kurê min hê 13 salî bû. Ji van 34 kesan tenê 3 kes zewicî bûn. Herduyan jî zarokên xwe hiştin û çûn. Bila wan bigirtana û bixistana girtîgehê. Zarokên me vê komkujiyê heq nekiribûn.”
"Em ji dewletê hêviya edaleta ku tune ye nakin"
Heybet Encu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tiştekî li gorî edaletê nemaye û bi van gotinan bertek nîşanî bêedaletiya ku hatiye jiyîn da û got; “Ger edalet hebûya me yê vê hovîtiya nejiya. Em ne li hêviya edaletê ne, edalet çi ye, li Tirkiyeyê edalet tune ye! Ger ez yekî bikujim, bavêjim vir, tu sûcê wî tune ye, kes nikare tiştekî bike. Mirina wan bi vî awayî çêbû, edaleta dewletê ji Roboskê re ew bû. Ger dewletê Roboskê bidîta, di nav deh salan de ewqas komkujî û mirin pêk nedihat. Lê ew li ser wê nasekinin. Piştî çend salan 2 ciwanên me yên din jî bi bombeyên ku li wir hatin avêtin jiyana xwe ji dest dan. Ew jî wekî yên me biçûk bûn. Xizmên me bûn. Destûr nedan ku em li kêleka 34 kesên xwe wan defin bikin, wiha zilm û zordariyê li me dikin.”
Sibe: Parêzer Kerem Altinparmak pêvajoya hiqûqî ya Komkujiya Roboskê vegot