Kokên Astarteyê li Mezopotamyayê ye (2)
Di nava sînorên bakur rojhilatê Sûriyeyê de cihê hevbirîna rojhilat û rojavayê Firatê, di navbera Şehba û Kobanê de di dîrokê de çanda herî kevn a xwedawendan veşartiye. Gelo hûn dizanin ev xwedawend dayika hemû xwedawendên Anatoliyayê ne?
Dayika Kîbele xwedawenda Hûriyan Kubaba
Navenda Nûçeyan - Di paşerojê de ji ber dagirkerî û talanê, mîna ku xwe di binê axê de veşêre yek ji rehên xwedawendan li herêmê ku ji gelek şaristaniyan re bûye îlham kokên wan li van deveran de derdikevê holê. Bi taybetî li Mare, Ezaz û Cerablûsê, bermahiyên kevnare yên ji Tişrînê hatine peydakirin, dîsa girê Înanna, Şkefta Keçikan û gelek cihên din û daneyên din hene ku pêdiviya lêkolînê derdixe holê.
Roja me ya îro jî mekanên berxwedana jinan li herêmê ji aliyê jinan ve tên ziyaretkirin û hebûna peykerên wan xwedawendan ku dîroka baviksalar dixwaze bide jibîrkirin ruxmê vê hê jî bi awayeke bi hêz xwe nîşan dide.
Werin em behsa dayika xwedawendan, behsa Kubaba bikin. Em behsa xwedawenda qraliyeta Karkamişê ya ku 800 sal bi bazirganî û çandiniyê li ser piyan maye dikin. Kubaba xwedawenda şaristaniya Hûriyan e, li ser pergala baweriya Hîtît û Frîgya jî bandor kiriye û navê wê weke Kîbele hatiye guhertin û li tevahî Anatolyayê belav bûye.
Tê payîn ku gelek bermahî û daneyên arkeolojîk ên roja me ya îro derketine holê, nîşan didin ku xwedawend Kubaba bûye îlhameke gelek mezin û vê hiştiye ku di nava bajaran de bi navên cuda jî xwe berfireh bike.
Axa ku Kubaba bandor lê kiriye roja me ya îro Rojava û beşeke mezin bakurê Kurdistanê ye. Herêma Şehba Cerablus, Bab heta Kobanî ji pergala vê baweriyê re malovanî kiriye. Qraliyeta Karkamişê ber bi bakur ve digihîje bajarê Kilîs û Dîlokê.
Der heqê qraliyeta Karkamişê ku şaristaniya Kubaba ye agahiyên berfireh nîn in lê B.Z. li derdora sedsala 17’emîn em rastî hinek agahiyan tên.
Li gorî daneyên kevalên nivîskî yên Alalah, Ebla û Marî destnîşan dikin dawiya vê sedsalê qraliyeta Karkamişê navçeya Marî ya roja me ya îro girêdayî Şehbayê hatiye avakirin.
Li gorî tê payîn ev şaristanî 800 sal hebûna xwe domandiye. Pergala baweriya xwe û avantajên cografîk bi bazirganî û çandiniyê ji kevalên aydê vê demê hatine nivîsandin.
Dîsa di heman kevalên nivîskî de behsa gelê herêmê ya bazirganiya depan ango kereste dike, behsa hevpeymanên nivîskî yên bi bajarên Ugarît û Mîtaniyan re hatine kirin dike.
Lê dîsa di heman kevalan de behsa qralê Karkamişê Aplahan û li bajarên dinê jî qralê Asûr ê I.Şamşî-Ahad û qralê Babîlê Hamurabî tê kirin ku ev tê wateya pergala baweriya xwedawenda dayik êdî lawaz bûye.
Karkamiş B.Z. di sedsala 9’an de serxwebûna xwe winda dike û dikeve bin serweriya Asûriyan. Bi awayeke bi lez dema dewletên bajaran hildiweşin û derbasî dema împaratoriyê dibin. B.Z. di 604’an de artêşên Babîl û Misrê, li cihê tên hemberê hev Karkamiş e. Artêşa Babîlê ya ku vî şerî qezenc dike, ev bûyer di dîrokê de wekî serkeftina Karkamişê derbas dibe.
Piştî serweriya Babîlê Karkamiş dikeve bin serweriya Romayê di vê demê de ji ber karakterê împaratoriyê baviksalar e, pergala baweriya Kubaba hildiweşînin û jiyana navend baweriya xwedawend hewl dane tune bikin. Li herêmê ku bermahiyên aydê Kubaba gelek in, Karkamiş piştî serdema navîn bi temamî tê terikandin.
Di sala 1699’an de bi seferên xaçperestan re bajar ji aliyê Îngilîz û Frasniyan ve tê kolandin. Daneyên girêdayî Kubaba û Şaristaniya wê sala 1986’an tên destxistin. Li herêma şaristaniya bajarê Karkamişê ji aliyê arkeologên Brîtanî ve di sala 1910’an de erdkolan dest pê dike. Di van erdkolanan de perestgeh û peykerên Kubaba yên derketine holê ji aliyê Îngilîzan ve tên revandin û dibin Londrayê.
Herî dawî rejîma Sûriyeyê di navbera salên 2006-2010’an de li hin herêmên Ezaz, Bab û Cerablûsê hinek cih kolandin, di encamê de gelek pereyên ku wêneyên Kubaba li ser wan bû û peykerên wê hatin derxistin.
Kevalên nivîskî yên der barê Kubabayê de roja me ya îro li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê û paytexta Tirkiye li Enqereyê di muzeyan de tên pêşkêşkirin. Di van kevalan de der barê pergala baweriya Kubabayê de dane û agahiyan didin.
Ji vana ya herî balkêş muzeya şaristaniyên Anatolyayê ya Enqereyê ku rolyefê Kubaba ya 82 cm. xwediyê bilindbûnê ye tê payîn B.Z. di navbera 850-750’an de hatiye çêkirin. Di rolyefê de destê wê yê rastê de hinarek, di destê xwe yê çepê yê winda de jî tişteke weke eynikê digire. Li ser taca wê siterhê xuya dike weke pênase û sembola xwedayetiyê ye. Li herî jor jî nivîseke biçûk xuya dike.
Ji qralên Karkamişê, di dema qral Kamanîs de bi navê Kubaba li ser kevala ku tê payîn hatiye nivîsandin de weke xwedawenda bereket û şer hatiye diyarkirin.
“Perestgeha Kubaba [...] min ava kir, min peykerê xwe li pêşî danî. Li kelehên Pînatean Karkamişê û herêmê, niştecih bûm min hişt ew serwer bibe. [...] ji bo keybanûya Karkamişê Kubaba, ez hukumdar Kamanîs, min herêmeke bi rûmet da avakirin. Hemû qral û lord ji bo ji te re dua bikin wê werin. Ew ê li hemberî xirabiyan me biparêze. Ez ê jî bi yên ku başî û kerametên wê (Kubaba) qebûl nekin re bi navê wê şer bikim.