Kampanya her wiha ez jî me too li herêma Kurdistan û Îraqê…2
Li seranserî cîhanê ji sedan 35 jin rastî destdirêjiya zayendî tên. Li gora daneyên herî dawî li Îraqê ji sedan 77 jin rastî zextan hatine. Li ser vê yekê jî heta niha kampanya herwiha ez jî Me Too li herêma Kurdistan û Îraqê nehatiye bi karanîn.
TERZE TAHA
Silêmanî- Niha destdirêjiya zayendî li tevahî cihane êdî bûye diyarde. Li gora raporên rêxistinên tendirustiya cîhanê ji sedan 35 jin li tevahiya cîhanê rastî destdirêjiya zayendî tên. Ev destdirêjiyên ku tên kirin herî zêde mêr destdirêjî li ser jinan dikin. Ew kesên ku van kiryaran jî dikin ji aliyê wan jinan ve tên nasin yan jî kesên nêzî jinane. Ji her 10 buyern destdirêjiyan 8 ji wan ji aliyê wan jinan ve tên nasin û kesên tên nasînin.
Daneyên destdirêjiyê li welatên cîhanê
Li gora raporên navdewletî, ew welatên ku rêjeya destdirêjiya zayendî lê herî zêde, Afrîqaya Başûr û Amerikaya Latîne. Li wilayeta yekgirtiya Amerîka ji sedan 83 keç di temenê 12 heta 16 salî li dibistanan rastî destdirêjiya zayendî tên. Li Ingiltere ji her pênc jinên ku temenê wan 16 heta 59 salî rastî destdirêjiyê tên. Her wiha li gora vê raporê ji sedan 55 jinên Avrupa rastî destdirêjiyê tên û ji her 20 jinan yek ji wan rastî destdirêjiya zayendî tê.
Li Finlandiya ji sedan 47 jinan hetiye pirskirin ku rastî destdirêjiya zayendî hatine. Li Danîmarqa ji sedan 52 rastî destdirêjiya zayendî hatine.
Li welatêê Zînbabo her 90 deqe carekê jinek rastî destdirêjiyê tê, di nava rojekê de 16 jin, di nava mehekê de 500 jin rastî destdirêjiyê hatine. Li Avusturalya ji her 6 jinan yek jê rastî destdirêjiya zayendî tê.
Li Kanada salê ji 360 hezar jinan zêdetir rastî destdirêjiyê tên. Li Zelendaya Nû her dû saet carekê jinek rastî destdirêjiyê tê. Li weltê Suwêd jî ji her çar jinann jinek rastî destdirêjiyê hatiye. Her wiha welatê Suwêd yek ji wan welatên Avrupa ye ku herî zêde destdirêjî li ser jinan tê kirine.
Afriqaya Başûr li seranserî cîhanê welatê ku herî zêde jin rastî destdirêjiyê hatine. Salane nêzîkê 9 milyon jin rastî destdirêjiya zayendî tên.
Li welatê Hindistanê ev rêje ne ewqas kême, di nava her dû deqeyan de jinek rastî destdirêjiya zayendî tê, rojane 93 jin rastş destdirêjiyê tên ku temenê wan di navbera 18 heta 30 salî dene. Di nava 10 jinên ku rastî destdirêjiyê tên her yek ji wan temenê wan 18 saliye.
Li welatê Îranê rêjeya destdirêjiya jinan gelek zêdeye. Li gora rapora rêxistina mafê mirova ya Îranê, salane nêzî 500 hezar jin rastî destdirêjiya zayendî tên.
Destdirêjiya zayendî li Îraqê
li gora daneyên herî dawî ku mafê jinan ku di sala 2015 belav kiriye, derket holê ku ji sedan 88 jin rastî destdirêjiya zayendî hatine. Ji sedan 57 jinan ji ji bo ne axivin rastî gefan hatine. Li kolan û bazaran ji sedan 31 heta ji sedan 40 rastî destdirêjiyê tên. Her wiha li gora heman raporê ji sedan 22 ji wan jinan di cihên ku kar dikin de ji aliyê berpirsên cihê kar ve bi gefa ku wê mxwêeyê wan were birin, rastî destdirêjiyê yan jî destdirêjiya zayendî tên.
Ji sedan 36 ew jinên ku rastî zoriyê tên temenê wan di navbera 31 heta 40 salî dene. Ji sedan 33’n jî temenê wan di navbera 12 û 30 salî dene. Ji sedan 58 jin ji ber destdirêjiyê deruniya wan xira bûne. Ji sedan 78 jinan sedemê zêdebûna van buyeran weke nebûna rewşa emnî pênase kirin. Heta niha ji derveyî va daneyan qet daneyek din ya destdirêjiya zayendî li Îraqê nahetiye encamdan. Lê belê ewen ku daneyan didin diyarkirin dibêjin li Îraqê niha rêjeya destdirêjiyê gelek zêde bûye.
Li herêma Kurdistanê
Li gora ew roparao ku ji aliyê Rêveberiya giştî ya pêşîlêgirtina tundî û tujiya li beramberî jinê û malbatan belav kiriye, di sala 2020’an de 120 buyerên destdirêjiyê hatine qeyd kirin. Di nava dû mehan despêka vê salê de 26 buyer hatine qeyd kirin. Lê belê evane tenê ew daneyên ku hatine qeyd kirine. Qet daneyek li ber dest nine ku li herêma Kurdistanê heta kuderê jin rastî destdirêjiya zayendê hatine. Li beramberî vê de jî êalakiyên jinan û rêxistinan ji bo mafê jina ku wedikin amêrekan ji aliyê rêveberiya giştî ya pêşîlêgirtina tunditujiya li beramberî jinan û malbatê tên belavkirin nine. Bi sedan buyer heye ku nehatiye qeyd kirin rêvebran aşkira nekirin e.
Li gora rapora Sendikayên Rojnamevanên Kurdistanê ji sedan 50 jinê rojnamevan rastî zorî yan jî tundîtujiya zayendî tên. Her wiha gelek caran di ragihandinana de çend dosyayên destdirêjiyê li ser jin û zarokan hatine belavkirin. Ji wan ji keça temenê wê 8 sale li Hewlêr, keysî keêa temenê wê 10 sale, herî dawî jî ew jina ciwan li bajarê Kerkuk ji aliyê bavê wêve rastî destdirêjiyê hatiye.
Her çendî ku li herêma Kurdistan û Îraqê yasa ji bo sazakirina destdirêjiyê heye jî, lê belê nikarin rêjeya destdirêjiya li ser jinan kêm bikin. Belkû hewil bidin ku rêjeya destdirêjiyê kêm bikin.
Kampanya herwiha Ez jî me too li herêma Kurdistan û Îraqê
Kampanya her wiha ez jî me too li tevahî cîhanê buye amrazek bi bandor ku ji bo aşkere bûna destdirêjiyên li ser jinan tên kirin li sekturên cuda de yên seranserî cîhanê de her wiha li Kilîsan, nexweşxane, dibistan, cihên serbazî û li li kongresên Amerîka de behsa giringiya vê kampanyayê tê kirin. Lê belê heta niha li Îraq û herêma Kurdistanê li ser van yekan kar nayê meşandin. Tenê ji aliyê rêxistinên xelkê û giştî PDO hewildanek heye da ku karekê li ser kampanyayê bi awayek fermî dikin, di destpêka vê salê de daxwaz ji kampanyê kirine ku destur bidin herêma Kurdistanê daku bejdarî vê kampanyayê bibin. Lê belê heta niha bersîvek jêre nahatiye dayîn.
Li ser kampanya her wiha ez jî Me too li herêma Kurdistanê kar kirin erkê rêxistinana becdî ku kar li ser bike. Da ku destdirêjiya zayendî ya li ser jinan ru dide nîşanî civakê bidin. Wê perdeya ku li ser van kiryaran rabikin.