Jinên Enfal ê yên winda 33 salin li ku ne? (6)
Taban Germiyan: Em hîna li peyî gorên komî û hestiyên windaya ne Endama Serkirdeya YNK’ê Taban Germiyanî ku di enfalê de 7 xuşk û birayê xwe winda kiriye û li ser bandoriya enfalê ya li ser jinan dosya amadekiriye dide zanîn ku Enfal herî zêde bandor li ser jinan kiriye û êşa herî mazin bi jinan daye jiyîn got: “5 xwişk û 2 birayên min li gel du zarokên xwişka min a zewicî dema ji ber êrîşan ber bi bajêr ve direviyan hatin girtin û ew birin kampên mirinê. Carekdin me agahî ji wan negirt…”
Taban Germiyan: Em hîna li peyî gorên komî û hestiyên windaya ne
Endama Serkirdeya YNK’ê Taban Germiyanî ku di enfalê de 7 xuşk û birayê xwe winda kiriye û li ser bandoriya enfalê ya li ser jinan dosya amadekiriye dide zanîn ku Enfal herî zêde bandor li ser jinan kiriye û êşa herî mazin bi jinan daye jiyîn got: “5 xwişk û 2 birayên min li gel du zarokên xwişka min a zewicî dema ji ber êrîşan ber bi bajêr ve direviyan hatin girtin û ew birin kampên mirinê. Carekdin me agahî ji wan negirt…”
Silêmanî - Pêla dawî ya Enfalê di 23’ê Sibata 1988’an ji aliyê rejima Baas a Îraqê ve li ser Herêma Başurê Kurdistanê ji despêka salê ve li Dola Caf a Silêmaniyê komkojiyan despêdike heta 6’ê Îlona 1988’an li Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxo heya çiyayê Hemrînê dan ber xwe û qet cihek yê Kurdan bê gazên kimyayî û laşên şewitî nehêlan. Ji Qeladizê bigre heta Şivan, Axçeler û gelek deverên dinê dan ber xwe û hilweşandin. Welatiyên ji komkujiyan filitîn xwe li sînoran qelibandin û berê xwe dan Îranê. Gelek ji wan dema hewildidan birevin li ser sînor hatin girtin û ew birin di kampên tunekirinê de komkirin. Li wan kampan di navbera sînorê mirin û jiyanê de gelek ji wan nefesa dawî kêşan û carekdin kesê agahî ji wan negirt. Li gorî îstatîstîkan di wê pêvajoyê de li dora 182.000 Kurd hatin windakirin. Heta niha jî hîna hestiyên hinek ji wan windayan di gorên komî de tên dîtin. Piraniya mêrên destê wan çek bigire bi saxî binax kirin. Piştî têkçûna rejîma Baas li seranserî Iraqê, gelek gorên komî yên qurbaniyên enfalê hatin dîtin.
Bê guman ji enfalê yê herî zêde bandorbûne jin in. Gelek jinan zarok hevjin dayik û bavê xwe di enfalê de winda kirine û berê xwe dane deverên cuda ji bo zarokên mane bidin jiyîn. Di vê mijarê de jî berê herî giran dikeve li ser milê jinan û ew li zarokên bermahiyên nefalê xwedî derketine. Di her malek ê Herêma Başûrê Kurdistanê de wêneyên enfalê tê dîtin û li ser jinên nava malê jî cilên xemê yên reş û şîn hene. Derbarê bandoriya enfalê li ser jinan Endama Serkirdeya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ê Taban Germiyanî ku di enfalê de 7 xuşk û birayê xwe winda kiriye û bi xwe jî tez li ser enfalê amadekiriye dibêje: “Wê hertim êşa me ya enfalê nube û em qet ji bir nakin.”
“Rejima Baas ji bo tunekirina Kurdan enfal pêkanî”
Endama Serkirdeya YNK’ê Taban Germiyanî diyar kir ku dema enfal destpêkirî ew 17 salî bû û wiha behsa destpêkirina enfalê dike: “Di sala 1988’an de temenê min 17 salî bû. Ji ber bavê min pêşmerge bû em diçûn çiyê. Di sala 1988’an de enfal di meha yek de destpê kir. Li navçeya Germiyan, dewr û berê wê di mehên Adar û Nîsanê de enfalê destpê kir. Hikumeta Îraqê di dema şerê Îraq û Îranê de hemû derfetên xwe bi kar danî. Wan deman sînor di bin desthilatdariya YNK’ê debû. Rejima Baas ji bo Kurdan hemûyan ji holê rake dest bi enfalê kir.”
“Enfalê bi kîmyabarana Helepçe despêkir”
Taban Germiyanî rewşa malbata xwe di wê demê de bi bîr xist û wiha domand: “Di wê demê de malabata me ji 14 kesan pêkdihat, em 7 xûşk dû bira bûn, bavê min pêşmerge bû. Ji ber bavê min pêşmerge bû me gelek zorî dikêşa hertim zext li ser malabata me dihat kirin. Enfalê bi kimyabbarana Helepçe destpê kir. Wê demê weke niha qenalên pêgihandinê qet nebû tenê cîhazek hebû ew jî pêşmerge dema diçun navçeyek din bi kar di anîn. Dema kimyabarana Helepçe destpê kirî, bandora wan gazên kimyabaranê li Germiyan ji kir. Li wê derê em ji li gorî derfetên heyî tevgeriyan, paçê şil me danî li ser ruyê xwe, ger betanî hebûya me şil dikir bi xwe de dida. Bi taybet wê rewşê welatiyên herêmê gelek tirsandibû. Bi taybet beriya enfalê çend mehek hikumeta Îraqê ambargoyek giran danî ser Germiyan û dewr û berê wê. Li gel embargoyê jî dem dem ew herêm hemû dida ber xwe û topabaran dikir. Dixwestin deruniya welatiyên vê herêmê têk bibin.”
“5 xwişk û 2 birayên min birin kampên mirinê û êdî me agahî ji wan negirt”
Tabanê destnîşan kir ku ji malbata wê 7 kes winda bûne û ew tu caran vê êşê ji bir nakin û wiha dom kir: “Piştî pêşmergeyan bi çekên xweyên sivik dest bi şoreşekê kirin em jî yek ji wan malbatan bûn ku me biryar da em balabata xwe bikin dû beş. Beşa zêde ber bi bajar ve rêbikin û beşa din jî bimine. Me beşa zêdetir ber bi bajar ve şandin. Ew beşa ber bi bajar ve ketin rê 5 xuşk û 2 bira bûn, her wiha xuşkek min ya zewicî û du zarok habûn. Dema ku di rêde diçûn ji aliyê rejima Baas ve hatin girtin û ew jî birin Kelarê xistin kampên komkirinê ku bi navê kampên mirinê dihatin zanîn. Hemû girtiyên enfal bikiran dû sê rojan li wê derê digirtin. Ji wê demê ve me tu agahiyek ji wan ne girtiye. Mixabin ev ji bo me karesateke mezin bû. Ew 182 hezaran kesên ku hatine enfalkirin ji bo me êşek girane û tu caran ev êş bi dawî nabe. Her çiqasî ev qas sal li ser enfalê re derbaz bûye jî her li gel me ev êş nûye.”
“Ji bo dîtina hestiyan em hîn li peyî gorên komî ne”
Tabanê da zanîn ku heta niha hikumeta herêma Kurdistanê diyar nekiriye ka çi bi serê wan hemû kesan hatiye û wiha pêde çu: “Heta niha jî ne diyare çi bi serê van 182 hezar welatiyan hatine, eve cihê pirsyarkirinê ye. Çawan hatine kuştin, ciwan firotine, çekên kimyayî li ser wana ceribandine eve hemû cihê pirsyarê ye. Li herêma Îraqê gorek komî hat dîtin û di gotin beşek ji van ewên ku hatine enfalkirin e. Lê bele eve ji rêjeya 182 hezaran tenê dilopeke. Ne ji sedî 2 ye jî. Heta niha hikumeta herêma Kurdistanê nehatiye DNA ya yek ji me bigre ka kîjan ji wana kes û karê me ne. Hina heta niha jî hikumetê nedaye zanin ku ewên ji enfalê rizgar bûne hêjmara wan çende tenê dibêjin yên hatine enfalkirin 182 hezar kesin ka ji wan çend zarok, ciwan, jin û kalin diyar nekirin e. Tenê amêr diyar kirine û tiştek din lêkolîn nekirin. Gelo di aliyê aborî û derunî de çiqas ziyan heye qet hikumetê tîştek diyar nekiriye. Mixabin ev çend sal borîn jî hina jî me bersîvek ji bo pirsên xwe ne bihîstî ye.”
“Gelo hikumeta herêmê kar li ser vê yekê kiriye?”
Tabanê da diyarkirin ku wê bi xwe li ser wan jinên ku endamên malbatên xwe winda kirine dosyayek amade kiriye û ev dosya bê bersîv maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di aliyê aborî de qerebû kirina van malbatan ez bi xwe nabêjim qerebû ji ber bi awayek ne yeksanî ye. Hikumet ferqê dixe nava malbatên windahiyan jî dema alîkariyek madî dide wekhev li hemû malbatan na nêre. Min Weke rojnamevanek dosyayek di derbarê ew malbatên ku zarokên xwe di enfalê de winda kirine amade kir û bi rêya ragihandinê daxwaz kir ku ji rewşa wan re çareseriyek were dîtin. Ez li vê derê pirs dikim bi salan li zaningehê çiqas behs li ser van enfalan hatine amade kirin? Gelo hikumeta herêmê kar li ser vê yekê kiriye? Du tişt hene ku mirov li ser bisekine ya yekê yên ku çune ji bo wan em dikarin çibikin ya din ji xizmet kirine ji bo yên mayin em dikarin çawa xizmetê bikin.”
“Heta tiştek di anînîn di firotin gelek êş di kêşan”
Tabanê di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku herê zêde jin ji vê enfalê bandor bûne û wiha dom kir: “Efalê bandor li ser hemû welatiyan kir. Di nav wan de jinên ku ji enfalê rizgar bûne û kes û karê xwe winda kirine di rewşek xirabtir de ne. Ev jinane di nava malê de azadiya wan tenê heta li ser çûyîna kani yê û ji derveyî xanî bûn. Lê belê piştî enfalê neçar man li zarokan binêrin û berpirsiyariya malê rakin. Ev rewiş ji bo jinan gelek zehmet bû. Jin bi tena serê xwe li wan zarikan meyze dikirin ji cihekê koçî cihek din dibûn, ji bo zarokên xwe xwedî bikin divê kar bike ev ji bo jinan rewşek gelek zehmet bû. Ji sala 1988 heta 2000’an jinên enfal derbaz kirin reşek gelek nexweş û bi bêzarî di aliyê civakî û derunî de derbaz kirin. Gelek minakên wê hene hemû ew di mejiyê min de hatine runiştandin û ez qet ji bîr nakim. Tê bira min dema Netewên Yekgirtî ambargo danî ser Îraqê, Îraqê jî ambargo danî ser me. Weke jinên enfalê ew rewş ji bo me gelek nexweşbû. Jin diçûn heta kifrî ji wê derê benzin danîn ji ber li wê derê erzantir bûn û di anîn vêderê di firot. Gelek ji bo wan zehmet bû ji aliyê ewên hatin enfal kirin ve rojane ji bo zarokên xwe xwedî bike diçûn bazgeyên wan û hercar tiştên wan di avêtin û heta tiştek di anînîn di firotin gelek êş di kêşan.”
“Heta evarê jinekê kar dikir bes dikarî kiloyek ar bikire”
Endama Serkirdeya YNK Taban Germiyanî di dawiya axaftina de behsa êşa jinan kêşayî û ji bo ku ev enfale were naskirin xebatek çawa didin meşandin dike û dibêje: “Ji ber karê van jinan ew bû yan diviya biçuyan tişt bi anya bi firoşin yan jî diviya bû biçin li malan karê paqijiyê bikin. Qet tiştek din li ber destê wan nebû qet diplomeyak ji nebûn ku karek cûda bikin. Tê bira min ji wan jinan yek ji kiloyek ar bi 12 hezar dinarê wê demê bû heta êvarê jinekê kar dikir bes dikarî kiloyek ar bikire. Ne dikari tîştên din yên pêwîst bikire. Diviya bû me vê enfalê weke zincireyek yan ji filimên dikometer lê bikira ji bo neslê ku pey me tên van enfalane bizanin amade bikin û bidin nîşandan. Heta niha jî di aliyê siyasî de me kar li ser naskirina vê enfalê kiriye.”