Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (4)
Her ku agirê Newrozê geş dibû sînor derbas dikir Her ku agirê Newrozê geş dibû sînor û Kurdistan derbas dikir. Du jinên kurd Ronahî û Berîvan Manneheîm li Almanyayê bedena xwe dan ber agir û wiha gotibûn: “Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê me vêxistî dê mezintir bibe. Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê kurd be.” Piştî wê rojê di devê her kesê de gotinek hebû: “Ger azadî ewqas hêsan baya dê Bêrîvan û Rohanî xwe ne şewitandibana.”
Her ku agirê Newrozê geş dibû sînor derbas dikir
Her ku agirê Newrozê geş dibû sînor û Kurdistan derbas dikir. Du jinên kurd Ronahî û Berîvan Manneheîm li Almanyayê bedena xwe dan ber agir û wiha gotibûn: “Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê me vêxistî dê mezintir bibe. Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê kurd be.” Piştî wê rojê di devê her kesê de gotinek hebû: “Ger azadî ewqas hêsan baya dê Bêrîvan û Rohanî xwe ne şewitandibana.”
Navenda Nûçeyan - Du jinên ku li hemberî desthilatdaran serî rakirin Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim). Gelê Kurd agirê di dilê wan de û agirê Newrozê gihand hev. Ronahî û Bêrîvan di 21’yê Adara 1994’yan de xwestin bibin bersiv ji dijberiya gelê Kurd a li Elmanyayê û Ewropayê tê meşandin û xwestin bi agirê bedena xwe ji serhildana ku li Botanê hatibû destpêkirin re bibin bersiv. Li pişt çalakiya xwe ya li bajarê Mannheîna Elmayayê kirin du name hiştin. Her wiha Ronahî û Bêrîvan ku hevalên hevbûn ji aliyê PKK’ê ve wekî şehîdên Newrozê hatin îlankirin. Çalakiya wan li Kurdistan û Elmanyayê bandorek mezin çêkir. Dewleta Alman ketin nava panîkê. Xwest kesên ku tevli merasîma cenaze bibin asteng bikin. Bi dehan kes hatin binçavkirin, gelek jin jî ji ber şideta polîsan zarokên di zikê xwe de winda kirin. Lê nêzî 50 hezar kes astengiya bi dehezaran polîsan şikandin û bi merasîmek heybet Ronahî û Bêrîvan hembêz kirin.
Ronahî: Divê jinek çawa be?
Ronahî di sala 1972’yan de li Elbîstana Gurgumê di nava malbatek welatparêz de tê dinê. Di sala 1979’an de bi malbata xwe re koçî Îsvîçreyê dibin. Ronahî zaroka biçûk a malbatê bû. Li Îsvîçreyê bi sê birayên xwe re grubek a muzîkê ava dikin. Di gruba muzîkê de stranên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd digot. Piştî bavê wê diçe ser dilovaniya xwe dest ji xebatên xwe yên muzîkê ber dide. Malbata wê malbatek ku di vana têkoşînê de cihê xwe digireye. Piştî demekê ew jî tevli têkoşînê dibe. Bi xebatên ciwanan dest bi xebata xwe dike. Piştî dewreya 20 rojan a perwerdeyê, dixwaze bi awayekî aktîf tevli xebatan bibe. Ji ber vê xwesteka wê di beşê faaliyetên çapenemiyê de tê bicihkirin. Piştî demekê karê çapemeniyê meşand derbasî xebatên birêxistinkirina jinan dibe. Di xebatên rêxistinkirina jinan de gelek hewldanên wê çêbûn. Elîf Ronahî ku Ronahiyê ji destpê kê ve nas dike wiha beha Ronahiyê dike: “Ketibû nav lêpirsîna ‘ez ê di vê têkoşînê de çi bikim.’ Li ser pirsa ‘jinek divê çawa be’ dihizirî. Aliyê wê yê lêgerîna azadiya jinan pir bi hêz bû.”
Bêrîkirina Ronahî û Bêrîvanê ya welat
Elîf da zanîn Ronahî û Bêrîvan di dewreya perwerdeyê bi hev re bû û wiha pêde çû: “Piştî perwerdeyê Ronahî tevli xebatên jinan ên li Manheîmê bû. Bêrîvan jî di xebatên li Frankfurtê de cih girt. Di konferansekî ku em beşdar bûn de bêrîkirinên xwe yên ji bo Kurdistanê vegotin. Di konferansê de Ronahî û Bêrîvanê banî min kirin û gotin dixwezin nîqaş bikin. Sala 1994’an bû. Me nîqaş kir gotin; ‘me biryar daye em dixwazin biçin çiya. Em dixwazin pêşî biçin qada Serokatî û piştre jî biçin welat.’ Dixwestin tevli bibin. Ronahiyê digot; ‘Ewropa min têr nake, her wiha xebatên jinan ên Ewropayê jî min têr nake. Ger ez biçim çiya wê demê ez ê xwe bi hêz hîsbikim. Gelek perspektîfên Serokatî hene bang li gelê Ewropayê dike divê em jî bibin bersiv.’ Wê demê amadekariyên çalakiya xwe dikirin. Me daxawzên wan qebûl ne kirin û ew jî îkna ne bûn. Ji ber ku Ronahî û Bêrîvan kesên bi çoş bûn û lêgerînên wan hebûn. Dema me navber da konferansê her du çûn bi saetan nîqaş kirin. Min hîs dikir ku nîqaşên wan cûda bûn lê min ne dizanî çîbû.”
‘Ji dewleta Alman re hişyarî’
Nameya ku Ronahî û Bêrîvanê bi hev re nivîsandin û li paş xwe hiştin wihaye: “Dewleta Alman di demên dawî de dijminahiya xwe ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî vekirî îlan kiriye. Komeleyên me hatin girtin, reng û ala me ya neteweyî hatiye xespkirin, gelek welatparêzên me hatine binçavkirin û girtin. Almanya li pey nijatperastiya Tirkiyeyê dimeşe. Piştgirî didin gotinên Demîrel-Çîller-Gureş ên dibêjin dê xelat bibin. Ji bo şerê qirêj berdewam bike û gelê Kurd bê tunekirin her şêwe piştgirî didin. Qetlîamên li Kurdistanê bi çekên ku Almanan dane tê kirin. Herî dawî di sala 1994’an de êrîşî gelê ku Newroz li bajarên Almanyayê pîroz dikirin û pêkanînên ku Hîtler derbas dike li ser gel dan meşandin. Ev kirinên wan bû sedem ku sebra me nemîne.
‘Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê Kurd be’
Di wehşeta li Cizîr, Şirnex û Amedê de ku li hemberî gelê Kurd pêk hat berpirsyariya Almanyayê heye. Dewleta Almanyayê de hesabê vî sûcê mirovahiyê bide. Em Mazlum Dogan ku bi sê darên şiqatê di zîndana Amedê de rê nîşanî gelê Kurd da, Ferhatên ku bi agirê bedena xwe bersivdan vê rêyê, Zekiye Alka ku digot Newroz bi agir tê pîrozkirin û li sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û mînet bi bîrtînin. Em dibînin ku ew ala me ji wan dewr girtî kêm maye dê li ser sûran bê danîn. Em bi îradeya xwe dikevin rêya azadiyê ya Necmiyan ku digotin ‘agir ne vemirînin.’ Bersiva herî mezin a ku ji bo Emperyalîzm û mêtingeriyê were dayîn agir bi berdana xwe xistine. Gotinên Wezîrê Derve Manfred Kanther ên wekî; ‘ji îro û pêde dê tewrê me yê li hemberî PKK’ê dijwar be. Divê PKK’î vê baş bizanin ku dê nikarin li her cihî serbest tevbigerin’ hişt ku em di biryara xwe de bi israr û em pêngavek din nêzîk kirin. Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê me vêxistî dê mezintir bibe. Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê Kurd be.”
‘Hedefa me berxwedana ji bo jiyanek birûmete’
Ronahî jî di nameya xwe de wiha dibêje: “Ez Newroza we ji dil pîroz dikim. Hedefa me berxwedana ji bo jiyanek birûmete, Rêber Apo digot: ‘Divê hun li ber xwe bidin.’ Ji ber vê em kêm be jî dest bi berxwedanê dikin û dixwazin dewrî we bikin. Rêber Apo digot ku ‘divê şoreşê bibin Kurdistanê’, ji ber vê bi taybetî gelê me yê Ewropayê vê bike û ev yek pir girîng e. Di vê bingehê de ji ber ku gelek karên wiha yên girîng dikevin ser milê jinan, divê li ser piyan rawestin û bi rênîşandana Rêber Apo bikarin vê yekê bikin. Em ji we û gelê xwe ji dil bawer dikin û baweriya me bê dawî ye.”
Nameyên ‘Kesên ku gihiştina raza agir’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocana çalakiya Ronahî û Bêrîvan, ji bo nameyên ku li paş xwe hiştine digot ‘kesên ku gihiştina raza agir’ û der barê wan de van nirxandinan dike: “Hinek nameyên ku şehîdên me yên Newroza Ewropayê ku ji me re hiştine hene. Girînge ku em hinek li ser vana rawestin. Hevala Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) û Ronahî (Bedriye Taş) ev keçên Kurdistanê nameyên bi wate hiştine. Ez bûm şahidê hinek roportajên wan. Bawerim gelek nameyên wan, nirxandin û raporên wan hene. Hinek ji wana min dîtin. Ger azadî ewqas hêsan baya dê Bêrîvan û Ronahî xwe neşewitandibana. Van hevalan nameyên gelek watedar hiştine. Ne mimkûna ku mirov rêz nîşan nede. Di nirxandinên wan de tê zanîn ku bi zanist bûn.
Çalakiya xwe wiha bi plan dikin ku, dê rê li ber binketinê veneke, xwe winda neke, çalakiye ku encama wê diyar be, encax ev qas dibe. Plankirina xwe şewitandinê, ji bo kesek neyê û agir ne temirîne hilbijartina wan a cihekî wiha didin xuya kirin ku çiqas bi planin û dixwazin encamê bidest bixin. Ger tu bijî divê wekî wan bijî. Girêdana bi bîranîn jî wihaye. Di rastiyê de nêzî milîtanên bi eslin. Pêkhatina lêgerînên wan roj bi roj pêk tê.”
Sibê: Sema Yuce ya bi çalakiya xwe xwest bibe pira navbera 8’ê Adarê û Cejna Newrozê de.