Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve -2

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed rêxitinbûna Yekitiya Star nirxand û da zanîn ku ew ruxmê zexta rejîma Beasê dev ji israra xwe ya rêxistinbûnê bernedane û got: "Pêşengên Yekitiya Star ji dayikên gerîla û şehîdan pêk dihatin û îro jî bi saya Yekitiya Star em bûn Kongreya Star."

Remziye Mihemed: Kongreya Star mîrasa Yekitiya Star e
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Yekitiya Star di 15'ê Çileya 2005'an de bi komên biçûk û ji jinên Kurd pêk dihat. Yekitiya Star bi awayekî cephewî (Mîlîs) kar û xebatên xwe dimeşandin. Ruxmê zextên rejîma Baasê tu caran dev ji israra xwe ya rêxistinbûna jinan berneda. Di wan deman de ji ber pergala rejîma Baasê li ser Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serwer bû, jinên Kurd bi awayekî veşartî rêxistinbûna xwe ava dikirin û dibûn pêşengên tevahî çalakiyan. Yekitiya Star ji dayikên şervanên azadiyê û dayikên pakrewanên azadiyê pêk dihat. Ew komikên biçûk ên jinan xwe digihîştandin tevahî perçeyên Kurdistanê û bi awayeke çalak tevli hemû kar û xebatên jinên Kurd dibûn. Jinên ku pêşengiya Yekitiya Star dikirin, ruxmê ku dihatin girtin û zext li ser wan hebû jî bi awayekî çalak tevlî karên xwe dibûn. Her meh civîna xwe pêk dianîn û planên xwe yên demên pêş derdixistin. Ewlekariya xwe bi xwe digirtin û dibûn mînak di aliyê veşartî de. Yek ji endama destpêkê ya Yekitiya Star Remziye Mihemed e ku niha Berdevka Rêxistina Kongreya Star e, wan deman ji ajansa me re parve kir.
"Yekitiya Star di sala 2005'an de xwe bi rêxistin kir" 
Remziye di destpêkê de damezrandina Yekitiya Star wiha parve dike: "Yekitiya Star rêxistineke ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin ku beriya wê jî xebatek hebû lê di aliyê fermiyetê de nebû. Girêdayî tevgera jinên azad bû lê wek navek fermî nebû. Di sala 2005'an de ji bo ku jinên Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin Yekitiya Star hat avakirin. Di wan deman de cara yekemîn bû ku jinên Rojavayê Kurdistanê, bi Yekitiya Star re xebatên xwe bi awayekî fermî dan naskirin. Di wan deman de bi dehan jin dikaribûn xwe di bin sîwana Yekitiya Star de bi rêxistin bikin, ji ber ku xebata me bi awayekî veşartî dihat kirin. Her wiha zexta rejîma Beasê gelek bû. Kurd li Rojavayê Kurdistanê nedihatin naskirin û qebûlkirin. Di heman demê de nedihiştin Kurd xebatên xwe yên siyasî bimeşînin. Em jî nikaribûn bi awayekî fermî tevbigerin û jin jî nediwêrîn xwe nêz bikin. Rejîma Baasê siyaseteke nerm dida meşandin, bêyî ku eşkere bike Kurdan di mal de tirsandibû."
 "Pêşengên Yekitiya Star dayik bûn"
Remziye diyar kir ku Yekitiya Star ji dayikên pakrewan û şervanan pêk dihat û wiha domand: "Di Yekitiya Star de dayikên şervanan û şehîdan cihê xwe digirtin. Ew dayikên dil bi êş û fedakar dest bi xebata jinan kirin. Di wê demê de me armanc kiribû ku hejmara jinan di Yekitiya Star de zêde bikin. Di her bajarekî de bi dehan jinan cihê xwe digirtin. Dayikên Rojava xebatên mîna danasîna tevgera azadiyê, tevlikirina şervanan û azadiya jinan ji bo jinan dikirin. Bingeha xebatên me bingehek pir qewîm û bi nirx bû, ji ber ku dayikan pêşengiya wê dikirin. Xwendin û zanebûnek wisa kûr tunebû lê fedakariyek pir mezin hebû ku xwe weke Kurd bidan naskirin."
"Yekitiya Star mohra xwe li dîroka jinên Rojavayê Kurdistanê da"
Remziye diyar kir ku rêxistina yekemîn a jinên Rojava Yekitiya Star e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Yekitiya Star yekemîn rêxistina jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bû. Partiyên siyasî di wê demê de hebûn lê jinan tê de cihê xwe nedigirt loma pêwîstî hebû ku em xwe bi rêxistin bikin. Me wek Yekitiya Star mohra xwe li dîroka Rojavayê Kurdistanê da. Rast e Yekitiya Star ji jinên Kurd pêk dihat lê pêkhateyên din jî dikaribûn beşdarî kar û xebatên me bibin. Me bi Yekitiya Star re xebatên têkoşîna jinan dimeşand. Me dixwest bi vê xebatê tundî û desthilatdariya ku li dijî jinan pêk dihat, bi têkoşîna xwe ji holê rabikin. Çima me navê star hilbijart, me xwest em navekî ji dîroka jinê hilbêjêrin."
"Cephewî ji bo Yekitiya Star bû bingeh"
Remziye diyar kir ku wan di Rojavayê Kurdistanê de weke cephewî (Mîlîs) kar û xebatên xwe dimeşandin û wiha pêl da gotinên xwe: "Dema me karên cephewî dikir, me gelek ziyareta malan dikir û dema ku agahiyek ku gel eleqedar dikir ji me re dihat me parve dikir. Her wiha bi awayekî veşartî me civînên gel pêk dianîn. Navê cephewî ji bo me giranbuha ye, ji ber ku me bi wê navê di destpêkê de kar û xebatên xwe dimeşand. Vî awayê xebate ji bo me bingeh bû, piştî ku kar û xebatên me berfireh bûn, me pêwîstî dît ku rêxistinbûna jinên Rojavayê Kurdistanê ava bikin, ji bo em bên naskirin."
"Bi avakirina Yekitiya Star re zextên rejîma Baasê zêde bûn"
Remziye zextên ku ji aliyê rejîma Baasê ve dîtine wiha anî ziman: "Em di wan deman de nikaribûn çalakiyên xwe bi awayekî eşkere pêk bînin. Dema civînek me jî hebûya pir hesas û veşartî dihat çêkirin da ku kes giliya me ji rejîmê re neke. Dema ku dewletê bibihîsta di kêliyê de êrîş dikir. Heta me pîrozbahiyên mîna 8'ê adarê û Newrozê jî bi awayekî veşartî bi rêxistin dikir. Heta girseya gel kom nebûya em nikaribûn cihê şahiyê bixemilînin. Dema girseya gel zêde dibû, zexta rejîmê jî kêm dibû û nikaribû mudaxeleya çalakiyên me bikira. Ji ber zexta rejîma Baasê tenê dayik dikaribûn kar û xebat bimeşandana, tu caran ciwan nikaribûn tevlî kar bibûna, ji ber ku yekser ciwanan digirtin û ger karekî fermî jî bikirana ji kar derdixistin. Dema me xwe bi navê Yekitiya Star bi rêxistin kir, êrîş û zextên rejîmê zêdetir bûn. Gelek endamên Yekitiya Star ji aliyê rejîma Baasê ve dihatin girtin û gelek ji wan jî bi salan di zindanê de diman. Gelek jin dihatin tehdîtkirin, dîtin tehdît feyde nake wan digirtin û bernedidan, heta hikûm didan. Tirs dixistin nava dilê dayik û jinan da ku nêzî karê tevgerê nebin. Digotin divê rêxistinek derveyî rejîma Baasê neyê avakirin. Gelek tehdît ji malbatan re diçû ku kar nekin. Ruxmê hemû zextan jî dayikan dev ji doza xwe bernedan. Heta niha jî hevaleke me heye navê wê Nazliye Keçe ye û çarenûsa wê nediyar e. Tirsa ku rejîma Baasê ava dikir tu tesîr li dayikan nedikir."
"Sekna dayikan li hemberî tundiya rejîmê çalaktir bû" 
Remziye diyar kir ku piştî Yekitiya Star avakirine çalakiyên mezin dihatin birêxistinkirin û wiha pê de çû: "Piştî Yekitiya Star hat avakirin me çalakiyên mîna meş, mîtîng û pîrozbahiyên girseyî li dar dixistin. Her ku çalakiyên me zêde dibûn, rejîmê jî êrîş pêk dianî. Rejîmê tu caran destûr nedida ku xebata me berdewam bike. Roja ku rejîmê êrîşa me nedikir ango cihê çalakiya me dernedixistin, dayikan digotin îro çalakiya me bê tam e ji ber ku rejîm êrîşê me nake. Dema rejîmê êrîş dikir, hêrsa dayikan zêdetir çêdibû. Ruxmê êrîş û zext hebûn jî îradeya me hîn xurtir bû û sekna dayikan li î tundiya rejîmê çalaktir dibû ku em hîn bêhtir Yekitiya Star li herêmê bidin danasîn. Me ne ji bo berjewendiyan, rêxistinbûna xwe ava dikir, em rêxistinek jinan bûn û me dixwest ji bo azadiya jinan  em têbikoşin. Me dixwest bi rêxistinkirina jinan malbatek wekhev û mînak ava bikin." 
"Nedihiştin navê zarokên me bi Kurdî bin"
Remziye da zanîn ku ji bo xeta pakrewanên xwe biparêzin Yekitiya Star ava kirine û wiha domand: "Tevgera azadiya jinan ji bo jinan pir têkoşînên mezin dan meşandin, me jî dixwest girîngî bidin xebatên xwe. Şehîdên me yên jin ên Mîna Bêrîtan û Zîlan ji bo jinên Kurd ji tarîtiyê derkevin têkoşîn meşandin. Me ji bo şehîdên xwe yekitiya xwe ava kir. Me bi zanista, em çiqas rêxitinbûna jinan li derdora xwe kom bikin wê tarîtiya rejîma Baasê ewqas ji ser me rabe, kar û xebat dimeşand. Weke Kurd em nikaribûn navê zarokên xwe bi Kurdî daynin, heta îradeya me di nava civakê de tunebû. Di wê demê de rejîmê wisa dikir ku tişta herî baş di malbatê de ya mêr bû û tişta herî nebaş jî dikirin para jinan bû. Dema ku jinan rastî û dîroka xwe nas kir, têkoşînê li hemberî hemû zextan meşand. Gelek jinên Kurd ên mîna Leyla Qasim û Zarîfeyan têkoşîna bêhempa meşandine û bûne pêşengên me. Heta niha jî mîrasa wan, dayikên Rojavayê Kurdistanê dimeşînin. Dayikan parastina ziman û nirxên şoreşê kirin. Dibe ku hejmara wan bi qasî tiliyên destan be lê careke din dîrokek wan heye û ew dîrok heta niha nehatiye nivîsandin. Yekitiya Star ji bo wê yekê rabû ku gelek têkoşînên bi qîmet meşand. Heta xwe gihand rêxistineke mezin."
"Dayikan xebatên aştiyê dikirin"
Remziye diyar kir ku dayikan xebatên aştiyê dikirin û wiha domand: "Yekitiya Star weke Kongreya Star ne berfireh bû. Rehend û meclisa me tunebû lê dayikan wan karan dikirin. Dayikên gerîla û şehîdan me navê wan danîbû dayikên aştiyê da ku xebatên aştiyê bikin. Wan dayikan di nava civakê de pirsgirêkên malbatan û eşîran çareser dikirin. Pirsgirikên jinan çareser dikirin û li dijî jinan tundî li ku derê hebûya diçûn çareser dikirin. Dema rejîmê hevalên me digirtin, ew dayikên aştiyê diçûn li ber dadgeha Şam û Helebê çalakî pêk dianîn. Gelek dayik ji bo rojbûna Rêber Apo heta gundê Rêber Apo çûne. Dayikan zimanê Kurdî parastin, rejîm nikaribû zimanê me asîmîle bike. Hin dayik hebûn ku bi awayekî veşartî perwerdeya zimanê Kurdî li malan dîdîtin. Her hefte roja înê waneyên zimanê Kurdî dihatin dîtin. Hejmarek kêm zarok dihatin lê ruxmê wê jî me parastina zimanê xwe dikir. Me bi nifşên pêşerojê re zimanê xwe parast û hêdî hêdî di şorerşê de perwerdeya zimanê Kurdî pêk hat. Heta zanîngeha me jî heye. Mîrasa wê demê, em niha fêkiyên wê dixwin. Xebata jinên ciwan jî bi awayekî veşartî kar û xebatên xwe dimeşandin û îro jî bi şoreşê re jinên ciwan meclisên xwe ava kirine. Me bi çend kesan dest bi meşa xwe kir û heta gihîştin şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku artêşa me ya bi navê Yekitiya Parastina Jinê (YPJ) hat damezrandin. Dayikên ku pêşengiya Yekitiya Star dikirin, zarokên xwe rêkirin şoreşa Rojava da ku destkeftiyên 40 salan biparêzin. Em li hemberî rejîma Baasê nikaribûn xebateke fermî bikin û xebatên me her bi awayekî veşartî bûn lê xebatek pir bi qîmet bû. Ji ber me dizanibû, êrîşek li ser me heye û divê em xebatên xwe bikin. Me wek Yekitiya Star karên bi qîmet meşand. Xebata Yekitiya Star veşartî bû lê nirxekî pir giranbuha da avakirin." 
"Kongreya yekemîn derveyî Rojava hat lidarxistin"
Remziye xebatên Yekitiya Star wiha eşkere dike: "Me Kongreya xwe ya yekemîn li derveyî Rojavayê Kurdistanê li dar xist heta her kes nedikarî cihê xwe tê de bigirta. Min û yadê Esma wek Koordînasyona Yekitiya Star cihê xwe di Yekitiya Star de digirt. Dema me bihîst Kongreya me ya yekem hatiye lidarxistin û em bûne Yekitiya Star me hestekî gelek kûr û xweş jiyan kir. Me berê wek cebhewî (mîlîs) kar dikir, lê bi avakirina Yekitiya Star re kar û xebatên me mezintir bû û diviyabû em têkoşînê mezintir bikin. Li bajarê Helebê dayika bi navê Fatma Hesen di Koordînasyonê de cihê xwe digirt. Li Kobanê dayika bi navê Zehê di asta koordînasyonê de kar û xebat dimeşand. Li Şamê Naîme hebû kar û xebatên mezin dimeşand. Li Hesekê Welîde Botî hebû ku gelek karên mezin dimeşand. Em wek Koordînasyon her meh dihatin gel hev û xebatên xwe yên mehane me dinirxand. Pir zehmet em dihatin gel hev lê me dev ji israra xwe ya rêxistinbûnê bernedida. Weke Yekitiya Star me hemû qadên Sûriyeyê dişopand. Ji wan endaman gelek ji aliyê rejîma Baasê ve hatin girtin. Dayika Eyşe û dayikek ji Kobanê hebû salek hikûm xwarin. Dayika Esma di her cejnê de dihat girtin. Rejîma Baasê her van dayikan dibirin da ku dev ji kar berdin lê dev jê bernedidan. Yadê Esma û Reyhan jî sê meh ji bo kar nekin hikûm xwarin. Rojîn Remo û şehîd Roşîn jî 3 sal di zindana rejîma Baasê de man. Gelek jinên pêşeng hebûn ku zexta Baasê didîtin lê piştî ku dihatin berdan careke din kar û xebatên xwe hembêz dikirin. Ev yek girêdana wan bi ax, welat, tevger, têkoşîna jinan û fikrên Rêber Apo re destnîşan dikir. Berhemên wan rojan, saetan û kêliyan îro derket holê. Di roja aştiyê de em wek Kurd derdiketin lê careke din em dihatin girtin û rastî zextan dihatin. Dewletên desthilatdar nedixwestin derveyî wan rêxistin hebe, dema yekê serê xwe radikir rastî zextên mezin dihat."
"Serhildana 2004'an bingeha rêxistinbûnê bû"
Remziye bal kişand ser serhildana 2004'an û wiha got: "Di sala 2004'an de dema rejîma Baasê li stadyûma futbolê ya bajarê Qamişlo êrîşî zarokên Kurdan kir, rêxsitina jinan rolek pir mezin di wan pêvajoyan de lîst. Ji Dêrikê bigre heta Şamê gel tevli serhildana Kurdan bû. Ev serhildan bingeha rêxistinbûna me bû. Di wê demê de gel dizanibû doz û têkoşînek wan a bêhempa heye. Gelek kes hebûn ku beriya serhildanê, ji rejîma Baasê re digotin tu tişt li me nakin û em ê çima têbikoşin lê dema zarokên wan di stadyûma 12'ê adarê de li ber çavên wan hatin qetilkirin rûyê veşartî yê rejîma Baasê dîtin. Serhildana 12'ê Adarê bi pêşengiya jinan hat meşandin. Wê demê gelek girtin çêdibû û piraniya wan xortên ciwan û mêr bûn. Jinan zêde nedigirtin ew jî ji ber orf û adetên civakê bû. Meş û serhildan hemû ji jinan re mabûn. Piştî çalakiyên mezin û girseyî rejîma Baasê dest bi girtina jinên siyasetmedar û endamên Yekitiya Star kiribû. Ji ber ku Baas nikaribû îradeya gel bişkîne, dest bi girtina jinan kir."
Kongreya duyem li gundê Qamişlo hat lidarxistin
Remziye diyar kir ku wan du sal carekê kongreya xwe çêdikirin û wiha got: "Piştî Yekitiya Star hat avakirin biryar hat girtin ku Yekitiya Star her du sal careke kongreya xwe li dar bixe. Cara yekemîn me kongreya duyem li gundê Emis ê bajarê Qamişlo li dar xist. Ji hemû herêmên Sûriyeyê jin tevli bûn. Bi 65 jinan kongreya me ya duyem pêk hat. Heta ji ber kongreya me rastî astengiyên rejîma Baasê neyê me bi awayekî veşartî kongreya xwe bi rêxistin dikir, heta delegeyên ku hatibûn jî nizanibûn hatine kongreyê. Me hemû pankartên xwe bi awayekî veşartî çêdikir û hemû ciwan û jinên Kurd parastina wê kongreyê kirin û kongreya me du rojan domiya. Heta niha jî gundê Emis ku me kongreya xwe lê li dar xistibû, ji bo me muzeyek e. Kongreya sêyem jî me li gundê Kefrexizê yê bajarê Helebê li dar xist.  Kongreya çaremîn jî di destpêka şoreşê de di sala 2011'an de li Efrînê hat lidarxistin. Di kongreya 4'an de hêza me ya parastina jinan hebû û ew bi xwe kongre parast. Di kongreya 4'an de em gihîştibûn 150 delegeyan û me sed jinan jî derbas kiribû. Di her xebat û karên Yekitiya Star de bîranînekê me ya bi wate heye. Rast e bi dehan jinan karên Yekitiya Star dimeşandin lê ew nirx her dem dihat parastin û heta niha jî berdewam dike. Bihara gelan dest pê kiribû û çirûska wê jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ronî kir. Weke gelê Kurd jî tecrubeya me ya bi salan hebû ku me pêşengiya şoreşê kir. Hemû pêkhateyên li vir piştgiriya şoreşa me kirin, ji ber ku gelê Ereb û Mesîhi jî ji ber zexta rejîma Baasê zehmetî dijiyan." 
"Yekitiya Star mohra xwe li dîroka Rojava da"
Remziye destnîşan kir ku Yekitiya Star mohra xwe li dîroka Rojava daye û wiha got: "Yekitiya Star bi veşartî, xebatek xweş, têkoşîn û bi israreke pir mezin xwe bi rêxsitin kir. Heta niha jî em fêkiyên wê xebatê dixwin. Heta em dikarin bêjin ku me mohra xwe li dîrokê da. Hemû pêkhateyên ku li vir dijîn, Yekitiya Star û Kongreya Star ji xwe re dikin mînak û xebatên xwe dimeşînin. Jinên Ereb jî rêxistina xwe bi navê Zenûbya ava kirin. Gelek pêkhateyên Ereb jî cihên xwe di Rêveberiya Xweser de digirin. Rêveberiya Xweser li ser bingeha neteweya demokratîk hatiye avakirin û temsîliyeta jinan tê de pir esas e û jinên Ereb jî cihê xwe tê de digrin. Yekitiya Star di gava yekemîn de dest bi rêxistinbûnê kir û îro şoreş pêk hat û gelek berfireh bû. Me dît yekitî têra me nake û me dixwest pêkhateyên din jî tevli rêxistinê xwe bikin loma me navê xwe guhert û navê xwe kir Kongreya Star û me xwe hîn bêhtir berfireh kir. Me xwest kongreyek be ku tevahî sîwana jinan pêk were, ji bo ku rêxistinbûna xwe xurt bikin. Bêyî ku em xweseriya rêxistinê xirab bikin û biguherînin her rêxistinek li gorî xweseriya xwe di Kongreya Star de cihê xwe dibîne." 
"Em serkeftina karê xwe diyarî dayikan û jinên Yekitiya Star dikin"
Remziye Mihemed hemû pakrewan û dayikên ku di Yekitiya Star de ked û têkoşîn meşandine bi bîr anî û wiha bi dawî kir: "Dayikên ku di wê demê de ked dane û xebateke bi israr dest pê kiribûn û heta dawî berdewam kirin, gelek ji wan niha jiyana xwe ji dest dane em wan bi bîr tînin. Em li ber destên wan fêr bûn û me bi hêza wan vê xebatê berdewam kir. Gelek pêşengên me hebûn û me hîn kirin ku em bibin pêşengên jinan. Em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Şehîd Roşîn, Gulê Selmo ku gelek kedên mezin ji bo rêxistinbûna jinan dan. Em bi saya wan dayikan îro li tevahî cîhanê tên nasîn, heta hêza me ya jinan Yekitiya Parastina Jinê (YPJ) hat avakirin. Jinên Kongreya Star mîrasa Yekitiya Star in. Şîlan Kobanê Meclisa PYD'ê bû lê jineke ji Rojavayê Kurdistanê bû û ji bo me mînak bû ku em li ser xeta wê têbikoşin. Em hemû hevalên wê demê yên di rojên zehmet de silav dikin û şehîdên xwe bi bîr tînin. Dayikên ku di Yekitiya Star de rol lîstine ji bo me dîrok in û tu caran jî nayên jibîrkirin. Em serkeftina karê xwe diyarî dayikan û jinên Yekitiya Star dikin."
Sibê: beşa Kongreya Star