Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve-10
Rêvebera Hîlala Zêrîn Rûken Mihemed der barê kar û xebatên Hîlala Zêrîn de got: "Çand lingek esasî ya neteweya demokratîk e ku di nav de wekheviya gelan esas digre."
"Şoreşa çandê me di nava şoreşê de pêk anî"
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Çand bi destên jinan nûjen bûye û mînaka wê jî li Rojavayê Kurdistanê careke din tê dîtin. Çanda ku bi dayikê tê pênasekirin her çiqas ji aliyê desthilatdaran ve hatibe windakirin jî çanda kevnar ji aliyê jin-dayik ve hatiye parastin. Her wiha ji bo ku neyê windakirin derbasî nifşên nû tê kirin. Dema çand tê gotin, yekem tiştên kevnar, destxetên dayikan, çîrok, wêje, ziman, dengbêjî û amûrên dîrokî tê bala mirovan. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re çand û huner jî rolên mezin lîstin. Gelek stran, şano, govend, sînema û fîlmên li ser berxwedanê hatin çêkirin. Her wiha çand û hunerê di şer ango serkeftinan de mohra xwe li dîrokê dane. Hîlala Zêrîn jî di sala 2016'an de hatiye avakirin ku di nava xwe de çand û hunera jinan esas digre. Gelek dayik, jin, jinên ciwan û zarok cihê xwe di Hîlala Zêrîn de digrin û bi amûr, stran û govendên xwe çanda jinan vedigerînin. Her wiha nahêlin ku çanda dayikê were windakirin. Ji rêveberiya Hîlala Zêrîn Rûken Mihemed der barê kar û xebatên Hîlala Zêrîn de nêrîna xwe parve kir.
"Bi şoreşa 19'ê Tirmehê re çand û hunera jinan hat avakirin"
Rûken diyar kir ku wan di nava giştî de jî xweseriya xwe diparastin û wiha got: "Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî kar û xebatên çand û hunerê hebûn. Di wan deman de karê çand û hunerê giştî bû, ruxmê wê jî me nasnameya jinan diparast. Ji ber kevneşopiya civakê, jin nikaribûn tevli kar û xebatên çand û hunerê bibin. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re me çand û hunera jinan ava kir û armanc kir ku hêza jinan a veşartî derxin holê. Ji aliyê modernîteya kapîtalîzîst û dewletên serwer ve çanda gelan hatibû helandin, ji bo ku em çanda xwe ji nû ve zindî bikin, biafrînin, bihûnîn û biherikînin pêwîstiya me bi xebatek xweser hebû. Me bi kedek mezin di sala 2016'an de bi awayê fermî navendên xweser ava kir."
"Em xwedî li mîrasa jinê derketin"
Rûken da zanîn ku erka wan ew bû mîrasa şoreşa Rojavayê Kurdistanê bidin jiyîn û wiha domand: "Me li gorî armanca tevger û dîroka jinan rêzîknameya xwe amade kir. Bi amadekirina navendê re sal bi sal şaxên xebatên çand û hunera jinan berfirehtir bûn. Yekem armanca me ew bû ku em xwedî li mîrasa şoreşa Rojava ya ku wek şoreşa jinan hatiye pênasekirin derkevin û bidin jiyîn. Her wiha erka me wek jin ew e ku em çanda dayikê belavî tevahî cîhanê bikin. Di sala 2017'an de me yekemîn konferansa xwe bi 200 delegeyan li dar xist. Her wiha pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Çerkez beşdar bûn. Di konferansa yekemîn de me navê xwe kir Kevana Zêrîn. Piştî konferansê yekem buroyên me li Heleb û Efrînê hatin vekirin. Li ser asta Herêma Firatê jî hatin vekirin. Her wiha me ji bo zarokan dibistan vekirin. Her ku şaxên me berfireh bûn me di aliyê dengbêjî, stran, awaz û hestên jinan de herikandinek di nava kar de çêkir."
"Dayikan çanda resen a jinan derxistin holê"
Rûken destnîşan kir ku desthilatdar êrîşên çanda gelan dikin û wiha pêl da gotinên xwe: "Dewletên serwer her dem êrîşî çand û dîroka gelan dikin, ev yek jî êrîşên li ser Efrînê ku bi dîroka kevnar û guhertina xwezaya diyar dibe. Her wiha li Serêkanî jî Til Xelef hat armanckirin. Dagirkirina bajarên dîrokî dida diyarkirin ku dewletên dagirker li dijî çanda gelan êrîşek qirkirinê pêk tînin. Li ser wê bingehê me di destpêka karê xwe de arşîva jinan û dengê jinan kom kir. Gelek jin hebûn ku hatibûn jibîrkirin û me bi riya karên arşîvê xwe gihand wan jinan û dengê wan ê kevnar derxist holê. Li kêleka dengê jinan me folklor, xwarin, amûrên kevnar, stran, dengbêj, cil û bergên çandan jî derxistin holê. Armanca me ew e ku em çanda gelan nûjen bikin û bikin malê dîrokê. Di nava kar de me koma dayikên a folklorî û dengbêjî ava kiriye. Di destpêkê de dayik ji ber adet û teqalîdên civakê zehmetî dijiyan lê her ku derketin ser dikê, wê zehmetiyê jî derbas kirin. Dayikan pêşengiya çand û hunerê kirin her wiha bi tevlibûnên xwe çanda resen a dayik-jin derxistin holê."
"Em dixwazin çanda çîrokê derbasî nifşên nû bikin"
Rûken Mihemed bal kişand ser çîrokên kevin û wiha pê de çû: "Me dema arşîv kom dikir me çîrokên kevin jî kom dikirin. Me proje ava kir û xwest wan çîrokan di JIN tv. de bi şeklekî cuda pêşkêş bikin. Me ciwanên jin bi xemla dayikan û dîkora çîrokê di tv. de vegotin. Piştî ku me 50 xelek çêkir û hatin weşandin, dayik gelek bi vê yekê kêfxweş bûn. Em dixwazin çanda çîrokê derbasî nifşên pêşerojê bikin da ku neyên windakirin. Her wiha me ji dayikan bigre heta zarokan tenê beşa dengbêjiyê ava kir. Me xwest mîrasa dengbêjiyê ji nifşeke derbasî nifşa pêşerojê bibe. Me li gorî neteweya demokratîk, çanda hemû gelan di kar û xebatên xwe de bi cih dikir. Çand lingek esasî ya neteweya demokratîk e ku di nav de wekheviya gelan esas digire. Me xwest bi karê çand û hunerê re rengê xwe bidin tevahî cîhanê. Ji destpêka avakirina me heta niha me gelek projeyên mezin ji bo jinan çêkirine ku jin gelek rolên mezin lîstine. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek pêkhateyan re dijîn loma çanda me jî nêzî hev e. Çalakiyên ku em li dar dixin, hemû pêkhate bi çand û hunera xwe beşdar dibin. Li gorî desteya çandê salê carekê mîhrîcana hevbeş a pêkhateyan tê lidarxistin. Di xwezaya jinan de teşwîqkirina jinan ji bo çandê heye divê jin pêşengiya pênûsa xwe bikin. Bi pênûsên jinan gelek awazên şoreşgerî hatin nivîsandin. Di mîhrîcana Orkêş de cara yekem komên xweser cihê xwe girtin û bi amûrên xwe beşdarî vê mîhrîcanê bûn. Her wiha xelata yekemîn jî girtin. Ji bo vegera welat jî gelek çalakiyên mezin ji aliyê jinan ve hatin lidarxistin û em dikarin bêjin ku encamên erênî jî derketin holê. Çand û hunerê rola xwe di şoreşê de lîst."
"Jinên Ereb pêşengiya çand û hunerê dikin"
Rûken Mihemed bal kişand ser qadên Ereban û wiha pê de çû: "Kar û xebatên me hemû pêkhateyan di hundirê xwe de dihewînin. Pêkhateya Ereb di destpêkê de zarokên xwe dişandin, dema dibûn 12 ango 13 salî digotin mezin bûne divê êdî li mal bin lê me armanc kir ku vê kevneşopiyê biguherînin û me guhertin çêkir, niha dayik bi xwesteka xwe beşdarî karên çand û hunerê dibin. Di gava destpêkê de me zehmetî jiya û ew jî ji ber orf û adetên civakê bi guman bûn, piştî ku me navend li qadên Ereban vekir, tevlibûnek baş çêbû. Ji bo ku jinên Ereb çand û hunera wan a resen derkeve holê, têkoşîn meşandin. Em dikarin bêjin ku jinên Ereb jî projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye fêm kirine. Niha gelek komên xweser ên şano, govend û muzîkê li qadên Ereban jî çêbûne. Jinên Ereb pêşengiya çand û hunerê dikin. Şanoyên li ser pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de ku herî zêde di civaka Ereban de pêk tê çêkirin û peyam dan civaka xwe. "
"Di aliyê pişeyî û çandî de perwerde vekirin"
Rûken Mihemed diyar kir ku wan şoreşa çandê di nava şoreşê de pêk anîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Jinên ku kar û xebatên çand û hunerê dimeşînin rolên mezin di pîrozbahiyên mîna 8'ê Adarê, Newroz her wiha bîranîna Hozan Mîzgîn de lîstin. Weke Hîlal Zêrîn me stranek li ser Hozan Mîzgîn jî çêkiriye. Eyşe Şan, Meryem Xan û Hozan Mîzgîn em mamosteyên xwe yên hunerê dibînin û rihê wan bandorek cuda dide gel. Şoreşa çandê me di nava şoreşê de pêk anî, elbet kêm û kurtayiyên me jî derketin holê. Me hewl da li dijî pergala kapîtalîst, em pergala xwe deynin. Gelek projeyên me mîna cil û bergên gelêrî, werşe hatin avakirin, kefiye û karên destan bi pêş xist. Her wiha fîlimên tirkî û hindî di nava civakê de pir dihatin temaşekirin, me her civakê hişyar dikir da ku guhdar nekin û me alternatîf jî ava kir ku em xwe bi xwe fîlmên berxwedana xwe çêbikin. Sînema Nûjiyan û Şîmela sînema fîlm çêkirin lê hê maye ku em wek set çêbikin. Me di aliyê pîşeyî û çandî de perwerde vekir û em jin, jinên ciwan û zarokan perwerde dikin. Her wiha me gelek mamosteyên jin amade kir."
"Zarok pêşeroja me ne"
Rûken diyar kir ku wan ji bo zarokan jî proje ava kirine û wiha anî ziman: "Mirov ji zarokatî de çi hîn bibe ji wan re dimîne, ji ber hîn mêjî paqij e û her tiştî digrin. Zarok hemû bala wan diçû ser amûra tembûrê lê me gîtar, bilûr, keman û gelek amûrên din bi wan dan hezkirin. Me gelek perwerdeyên pîşeyî dan destpêkirin. Her wiha waneyên reqsê hatin dîtin ku çawa mîmîkên laş û rû bi kar bînin. Di heman demê de perwerdeyên diyafram dîtin ku di şano û muzîkê de dengê wan neçikê. Di aliyê govend û şanoyê de jî gelek proje pêk hatin. Li her herêmekê li gorî çanda wan proje dihatin pêşxistin. Me hewl da van perwerdeyan hem teorî, hem jî pratîkî bidin wan. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan kom û bi sedan zarokên me hene. Zarok pêşeroja me ne loma em wan di aliyê çand û ziman de bi pêş dixin. Mîhrîcana zarokan her sal tê lidarxistin niha bûye 6 mîhrîcan. Ev 4 mîhrîcanên dawî bi pêşengiya Hîlala Zêrîn hatin lidarxistin. Me destpêkê tenê hunera zarokan bi dest digirt lê me di aliyê çandê de jî bi dest girt. Me di navendên xwe de kom û koordînasyona zarokan bi xwe ava kirine. Ji ber ku zarokên niha gelek bi telefon ango teknîkê re mijûl dibin, ji bo ku em wan ji teknîkê dûr bixin me projeyên lîstina zarokan bi heriye re, lîstokên kevin û xwarinên gelêrî bi wan da naskirin. Me di mîhrîcanek de danûk ji bo wan çêkir. Zarok xwe bi xwe hem li amûrê didin hem jî stranên xwe dibêjin.
"Çand, aydê gel û civakan e"
Rûken herî dawî plan û projeyên demên pêş wiha eşkere kir: "Ev nêzî salek e ku me studyoya şehîd Berçem ava kiriye û kom hunerên xwe li wir pêşkêş dikin. Me du stran li ser Heftanîn û şehîd Zîlan çêkirin. Em ê akademiya çand û hunerê vekin. Her wiha em ê dibistana zarokan berfireh bikin. Ji bo hevjînên şehîdan jî em dixwazin di aliyê hunerê de alîkariya wan bikin û xwedî li wan derkevin. Em amadekariya akademiya jinan a çand û hunerê dikin. Ji bo ziman jî em ê dewreyan vekin. Herî dawî jî ez bang li her jinê dikim ku xwedî li nasname û zimanê xwe derkeve. Çand di hundirê çarçoveyekê de nayê fetisandin, çand çanda gel û civakan e. Em eynika civakê ne û divê em xwedî li çanda gelan derkevin û em bi hev re çanda resen bihûnin."
Sibê: Komîteya Ekolojî