Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve –1
Yekitiya Star bû bingeha rêxistinbûna jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê û bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xwe berfireh kir û bi navê Kongreya Star hemû jinên ji pêkhateyên cuda di hundirê xwe de hembêz kir.
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Yekitiya Star di 15'ê Çileya 2005'an de xwe bi rêxistin kir û bû rêxistina jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Piştî çirûska şoreşê li Rojavayê Kurdistanê geş bû gelek pêşketinên ber bi çav çêbûn. Ji wan yek jî rêxistina jinan e. Yekitiya Star ji bo ku xwe berfireh bike û bibe dengê jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 25'ê Sibata 2016'an de di 6'emîn kongreyê de xwe vediguherîne Kongreya Star. Kongreya Star xwe li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Libnan, Ewropayê û Başurê Kurdistanê bi rêxistin dike. 12 komîteyên esasî ya Kongreya Star mîna Komîteya Perwerde, civakî, siyasî, dîplomasî, parastina cewherî, hiqûq (dad), aborî, darayî, çand û huner, çapemenî, ekolojî û tenduristî hene. Ji bo ku em bêhtir Kongreya Star û rehendên wê nas bikin pêwîst e di bingeha rêxistina wê de destpêkê em lêkolîn bikin.
Yekitiya Star
Yekitiya Star di 15'ê Çileya 2005'an de bi komên biçûk ji jinên Kurd ên welatparêz dest bi xebata xwe kir. Ruxmê hemû zor û zehmetiyên rejîma Beasê jinan bi rêxistin dikir û dibû dengê jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Yekitiya Star ji bo ku jinan perwerde bike bi awayekî veşartî li malan kom dibû û jinan zane dikirin. Her wiha hemû çalakiyên têkildarî jin û civakê bi rengekî rêxistinî û veşartî didan meşandin. Yekitiya Star li Rojavayê Kurdistanê, ji Dêrikê bigre heta Efrînê gihandinek di navbera jinên Kurd de çêdikir. Her wiha pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê pir hesas û bi baldarî bi rêxistin dikirin ku girseya jinan kom dibû, rêxistinbûna wan diyar dikir. Kongreya Star bingeha xwe ji Yekitiya Star girt û bi wê bîr û baweriyê hemû jinan hembêz kir û mohra xwe li şoreşa Rojavayê Kurdistanê da. Yekitiya Star ku bi komên biçûk pêk dihat îro di dîka jinan de îlhama xwe da Kongreya Star û bû çavkaniya sînerjiyê ji bo tevahî jinan. Bingehek sexlem di kîjan karê de were avêtin, wê demê pêş bi pêşketin û gavên mezin bê dîtin ku Yekitiya Star bû mînaka vê yekê.
Kongreya Star
Kongreya Star di 25'ê Sibata 2016'an de 6'emîn kongreya xwe pêk anîn û navê xwe veguhertin Kongreya Star. Di pêşketinên girîng ên jinan di hemû qadên şoreşê de bû riya nîşandana pêşengiyê. Bi dirûşma "Bêyî azadiya jinan, civakeke azad ne mumkin e" xwe bi rêxistin dike. Kongreya Star rêxistinek bîrdozî ye û balê dikşîne ser organîzekirina komînên jinan ku li ser derfet û pêşketina aborî, hişmendî û xweparastina jinan disekine. Li seranserî Rojava, Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê karên mezin dimeşîne û armanc dike ku ji bo tevahî Rojhilata Navîn bibe mînak û şoreşa azadiya jinan li hemû herêmê pêk bîne. Her wiha di aliyê bîrdozî de konfederalîzma demokratîk bingeh digrin. Nûnertiya wê li Başûrê Kurdistanê, Libnan û Ewropayê heye. Bingeha paradîgmaya Kongreya Star demokrasî, ekolojî û azadiya jinan e. Her wiha bi pêşxistina azadiya jinan û feraseta neteweya demokratîk dixwaze Rojavaya azad, Sûriyeya demokrat û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bike. Bêyî ku civak xwe bispêre hêz û dewletê, gel xwe bi xwe bi rêxistin dike, saziyên xweser a ku xwe diparêze, aborî, hiqûq, civak, dîplomasî û çandê ava dike û dibe neteweyek. Li hemberî feraseta desthilatdar a baviksalarî, nijadperestî û kapîtalîzmê têkoşîn dike û civakek wekhev, azad û edalet ava dike. Kongreya Star bi xwe ji komîn, meclis, akademî, komîte û kooperatîfan pêk tê. Her wiha du sal carekî kongreya xwe pêk tîne. Li hemberî hemû şêweyên baviksalarî derdikeve û li dijî siyasetên mêtinger, asîmîlasyon, qirker û kapîtalîst şer dike. Her wiha Yekîneyên Parastina jinê (YPJ) weke hêza parastina jin dibîne û parastina hevjiyana aştiyane, beşdariya demokratîk bi nûnertiyên etnîkî û olî di jiyana civakî, siyasî û çandî de dike.
Armancên Kongreya Star
Li dijî ferasetên baviksalarî, zayendperestî di hemû warên jiyanê de têdikoşe. Her wiha malbatê demokrat dike û guhertina mêr li ser esasê wekheviyê bingeh digre. Li dijî bîrdoziyên mîna netewperestî, mezhebperestî û şovenîzmê têdikoşe û jiyana hevbeş a demokratîk û aştiyane ya komên etnîkî û olî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Li hemberî qirkirina çandî disekine û çandan zindî dike. Ji bo pirsgirêkên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê û mafên wekheviya jinan li Sûriyeyê çareseriyên bingehîn armanc dike. Pergala hevserokatî esas digre û jinan beşdarî pêvajoyên biryargirtinê di aliyê jiyana siyasî û civakî de dike. Li hemû cureyên tundiyê têkoşîn dike û xweparastina jinan xurt dike. Her wiha hişmendî û mekanîzmayên dadmendiya civakî bilind dike. Mafên zarokan diparêze û wan bi pêş dixe. Parastina xweza dike û hişmendiya hawirdora civakî ava dike. Li dijî hemû kiryarên wêranker û bikaranîna xwezayî ya modernîteya kapîtalîzm disekine. Jinan beşdarî jiyana aborî dike û projeyên aboriya xweser û kolektîf esas digre.
Rêxistinbûna jinan
Kongreya Star xwe li ser komîn, meclis, akademî, kooperatîf û komîteyan bi rêxistin dike. Di bajarok, nahiye û kantonan li ser bingeha meclis û komînên xweser û resen bi rêxistin dike. Cihê ku meclisên bajarok, nahiye û kantonan ava dibin xwe bi rêxistin dike, komîn û meclisên taxan in. Di meclis û komînan de gotin, nîqaş û biryaran dikarin bigrin.
Komîn
Komîn li gund, tax û yekîneyên xebatê ya civaka exlaqî û polîtîk de rêxistina xwe ava dike. Rêxistina xwecihî ya bingehîn û cihê biryarê ya demokrasiyê esas digre. Her endameke Kongreya Star di komînekê de cihê xwe digre. Hemû endamên li sazî, dezgeh û rêxistinan de divê bibe endama komîna qada ku lê dijî. Her wiha komîn di tevahî qadên jiyana civakî de pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, çandî, xweparastinê li ser bingeha bi hêza xwe ya cewherî çareser dike.
Meclis
Meclis li bajarok, nahiye û kantonan xwe ava dike û li gel jinên li meclisên giştî, bi koordîne dixebite. Li gel nûnerên Kongreya Star ên li meclisên giştî civînên xwe yên periyodîk li dar dixîne û li gorî pêdiviyan perwerde dike. Jin weke hêza civakî bi riya meclisan tevli polîtîkayên giştî dibe. Li ser bingeha rehendên neteweya demokratîk komîsyonan ava dike û ber bi komîtebûnê ve diçe. Di meclisan de hilbijartin li ser bingeha rêgezên demokratîk pêk tên.
Akademî
Akademî sazîbûna bingehîn a şoreş û ronakbîriya jinê ye. Bi armanca bidestxistina hişmendiya civaka demokratîk û jina azad her wiha bi armanca zanekirin û lêpirsîna terzê jiyanê di qadên bîrdozî, polîtîk, dîrokî, felsefe, civak, çand û zanist de bi rêxistin dibe û xebatan dimeşîne. Pêşxistina zanistiya azad û hişmendiya azad bi bernameyên perwerdeyê yên bi naverok û dewlemend ava dike. Pêşxistina rêbaz- şêwazê perwerdeya lêpirsîner û lêkolîner esas digre. Di nava xebatên giştî û li ser bingeha pêdiviya komîteyan akademî ava dikin.
Kooperatîf
Kooperatîf qadeke hilberandinê ye ku li ser rêxistinbûna keda kolektîf û takekesî ya şoreşa komînal a jinan tê pêşxistin. Kooperatîf ne tenê bi hevrebûneke aborî ye, di heman demê de qadeke ku lê çanda komînal a demokratîk tê esasgirtin û tovên jiyana bi hevre lê tê reşandin. Li dijî yekdestiya kapîtalîst û endustriyalîzmê, li ser bingeha aboriya komînal û ekolojîk dewlemendiya civakî bi pêş dixe. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên jinan projeyan bi pêş dixe. Di hilberînê de çalakirina jinan, derbaskirina bêkariya jinan, di aborî de pêşxistina wekhevî, adil û avakirina rêxistinbûna keda jinan a ji nedîtî ve tê dîtin dike armanc. Di hemû qadên aborî de bi berçavgirtina pîvan û exlaqê dixebite û kooperatîfan li dora wan qadên jiyana komînal pêş dixe.
12 Komîteyên Kongreya Star
Komîte, girêdayî komûn û meclisan bi armanca birêxistinkirina tevahî qadên jiyana civakî tên avakirin. Her komîteyek rêziknameyeke xwe ya xebatê heye û li gorî vê rêziknameyê xebatên xwe dimeşîne. Komîteya Kongreya Star ji 12 komîteyan pêk tê û kar û xebatên xwe bi rêk û pêk, pêk tîne.
Komîteya perwerde û akademiiyê
Komîteya perwerde û akademiyê ji bo zanekirina jin û civakê û pêşxistina daneheva entelektuel a jinan xebatan dimeşîne. Her wiha pêşxistina şoreşa zihnî, avakirina civaka exlaqî û polîtîk esas digire. Li ser bingeha polîtîkayên perwerdeya jinan û akademiyên jinan bi xwe rêxistin dike. Ji bo di nava jinan de kadroyên pergala xweseriya demokratîk derkevin holê û bibin xwedî ezmûn, xebatan dimeşîne. Li ser pirsgirêkên jinan perspektîfa jiyana azad rojaneyî dike. Perwerdeyê xurt dike, sazî û rêxistinbûnên alternatîf ava dike. Her wiha koordînasyona akademiyan bi rêxistin dike.
Komîteya civakî
Komîteya civakî armanca wê ya esasî pêşxistina zanebûna civakî ye. Ji bo pêşxistin û parastina mafên mirovan, aştî, werzîş, bawerî, zarok, pîr, astengdar, mexdûrên şer, koçberî, malbatên şehîdan, gaziyên şer, plan û projeyan bi pêş dixe, rêxistinbûn û sazîbûnên pêwîst ava dike. Xebatên mîna perwerde, rêxistinbûyîn û çalakiyan bi pêş dixe. Ji bo jin û civak bibin xwedî hişmendiya neteweya demokratîk têdikoşe. Ji bo malbatan demokrat bike xebatên piralî dimeşîne. Di mijarên mîna pirsgirêkên jin, zarok, ciwan, mijarên koçberî, bêkarî, karkeriya zarokan û îstîsmara zarokan de dahûrandinên pêwîst dike û li beramberî pirsgirêkên wiha, li ser bingeha çareseriyê nêzîkbûnê raber dike.
Komîteya siyasî
Komîteya siyasî erkdar e ku siyaseta demokratîk ji aliyê jinan ve, di asta neteweyî, heremî û navneteweyî de bi pêş bixe û bimeşîne. Ji pêşxistina taktîk û stratejiyeke siyasî ya bi bandor û bi hêz berpirsiyar e. Li gel rêxistinên jinan ên di nav partiyên siyasî de nîqaşên hevpar, xebat, hevgirtin û tifaqan bi pêş dixe. Li dijî pergala serdestiya mêr, feraseta rêveberiya cewherî ya demokratîk a jinan bi pêş dixe. Di sazî û rêxistinên siyasî yên demokratîk de pergala hevserokatiyê pêk tîne. Di qada neteweyî û navneteweyî de bi jinan re torên hevgirtinê ava dike û rêxistinkirina nasname, çand û baweriyên cuda esas digre. Her wiha bi komîteya dîplomasiyê re di nava têkiliyeke hevpar de ye. Akademiyên siyasî û sazîbûnên ku pêwîst in bi pêş dixe.
Komîteya têkîlî û tifaqan (Dîplomasî)
Komîteya têkilî û tifaqan ji pêşxistin û bi rêxistinkirina xebatên dîplomasiya jinan berpirsiyar e. Ji bo jin, gel û komên cuda bi hev re di nav jiyana aştiyane de bijîn, xebatan dimeşîne. Têkilî û tifaqên xwe yên dîplomatîk, dispêre hêza civakê. Bi awayeke çalak tevli xebatên yekitiya neteweyî ya di navbera hêzên siyasî yên Kurd de dibe. Her wiha ji bo hevparkirina têkoşîn û yekitiya neteweyî ya rêxistinên jin ên Kurd xebatan dimeşîne. Bi kes û rêxistinên dijkapîtalîst, dijfaşîst û dijdesthilatdar re li dijî tevkujiya civak, jin û zarokan platformên hevpar ên jinên Rojhilata Navîn û ên cîhanê çêdike. Ji bo danasîna şoreşa demokratîk a jinan û weke mîrateya hevpar a jinên Rojhilata Navîn û yên cîhanê xwedîderketin çêbibe, xebatan dimeşîne. Li hemberî desthilatdariya mêr û modernîteya kapîtalîst a ku îfadeya şênber a deshilatdariya mêr e têkoşînê digihîjîne asteke hevpar. Her wiha kadroyên xwe perwerde dike û bi pêş dixe. Bi komîteya siyasî re di nava pêwendiyeke xurt de ye.
Komîteya parastina cewherî
Komîteya parastina cewherî, li hemberî her cure êrîşên pergala serdestiya mêr, rêxistina konfederal-demokratîk a jinan û domdariya têkoşîna azadiyê wek şêwaza bingehîn a parastina cewherî bi dest digre. Li dijî êrîşên netew-dewlet, hêzên derve yên dagirkirin, mêtingehkirin, şerê taybet û derûnî berxwedana civakê bi rêxistin dike. Civak û jinan bi şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin dike. Her wiha zanebûna parastina cewherî di jinan de dide rûniştandin û rêxistinbûna wan bi pêş dixe.
Komîteya hiqûq û dadê
Komîteya hiqûq û dadê, berpirsyar e ku edaletê bide rûniştandin û sazîbûna jinan bi pêş bixe. Di avakirina pergala dada civakî de hêza kevneşopî ya exlaqê civakî û azadiyê esas digre û pêşenga pêşxistina edaleta civakî dike. Her wiha di bingeha edaleta civakî de têkoşîna hiqûqî dimeşîne û li ser zemînê hiqûqî derfetên xweparastina jinan bi hêz dike. Di qada hiqûqî ya neteweyî û navneteweyî de ji bo pejirandina pergala hiqûqa dialî ya têkel û xweser têdikoşe.
Komîteya Aborî
Komîteya aborî di pêşxistina hişmendî û rêxistinbûna aboriya komînal a jinê û di pergalkirina xebatên aboriya jinê de berpirsiyar e. Li dijî polîtîkayên aboriyê yên yekdest û neolîberal têdikoşe û aboriya ekolojîk a civakî bi pêş dixe. Ji gundan bigre heta qadên aboriyê bi beşdariya civakê bi rêxistin dike. Di tevahî qadên çandinî, dezgeh û karê dest de kooperatîfa jinan bingeh digre. Di heman demê de akademiya aboriya jinan, komîn û meclisên aboriyê bi rêxistin dike.
Komîteya darayî
Komîteya darayî, ji rêxistinkirin, bihêzkirin û bi pergal kirina xebatên darayî ya jin berpirsiyar e. Bi sazîkirina xebatên maliyê weke erkê sereke datîne pêş xwe. Bi riya polîtîkayên darayî yên di xweseriya jinê de bên destnîşankirin, çareserkirina pirsgirêkên aborî weke yek jê erkê xwe yê sereke dibîne. Bi komîteya aborî re karên hevpar dimeşîne.
Komîteya çand û hunerê
Çand û huner li dijî qirkirina çandî, têkoşîna çandî dimeşîne. Ji bo parastin, pêşxistin û jiyandina çandan, xebatên piralî dimeşîne. Pêşxistina çand, huner, ziman û wêjeya Kurdan û gelên Sûriyeyê, xebatan dimeşîne, sazbûn û rêxistinbûnan bi pêş dixe. Bi awayeke azad perwerde û axaftina zimanê zikmakî ya gelan û wêjeyên wan bingeh digre. Di qada exlaqî û estetîkê de bingeh girtina hişmendiya jinên azad, sazî û rêxistinên çand û hunerê ava dike. Di aliyê çandî de bi civakîkirina şoreşa jinan pêk tîne. Bi jinan re li ser rêgezên etîk û estetîk di her aliyê ve hewl dide ku şêwaz û tiştên nû bi pêş bixe û projeyan ava bike. Di qada ziman û wêjeyê de bi riya bi hêzkirina nêrîna azadiya jinan xebatan bi pêş dixe.
Komîteya çapemeniyê
Komîteya çapemeniyê, danasîn û belavkirina nirxên komînal ên demokratîk ên jinan e her wiha têkoşîn, berxwedan û geşedanên şoreşî yên azadiya jinê yên ku bi rojane pêşdikevin bi rêbazên çalak, fêrker û bi bondor digîhîjîne jinan û gelan. Li dijî şerê taybet û derûnî ku bi her awayî bi pêş dikeve, di qada çapemeniya jinan de têdikoşe. Berpirsiyar e ku çalakî û xebatên Kongreya Star bide der, şoreşa jinan bide nasîn, ji civakê re bike mal û jinan ronî dike. Nêzîkbûn û ferasetên zayendperest ên li qada çapemenî û weşanê derdikevin holê têdikoşe. Paradîgmaya neteweya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bi awayeke hêz dihûne.
Komîteya tenduristiyê
Komîteya tenduristiyê, bi rêxistinkirin û pêşxistina xebatên tenduristiya jinan berpirsiyar e. Li dijî polîtîkayê hêzên sermaye, kûrewî, yekdestîkirin û sektora qezencê kirin, têdikoş e. Li hemberî nêzîkatiyên pozîtîvîst ên di bin navê biranş de qada tenduristiyê ji hev perçe dike, têdikoşe. Di hemû qadên xebatê yên girêdayî tenduristiyê de li hemberî nêzîkatiyên zayendpereset pêşxistina têkoşîna bi bandor, esas digre. Li dewsa ku xebatên xwe bi tenê bi dermankirina nexweşiyan sînordar bike, peydakirina çavkaniyên nexweşiyan û zuhakirina wan çavkaniyan dike navenda polîtîkayên xwe yên tenduristiyê. Bi rengekî wekhev feydegirtina her kesê ji xizmetên tenduristiyê weke bingeha xebatên tenduristiyê, neteweya demokratîk dibîne. Ji bo jiyandina polîtîkayên xwe di hemû kanton, bajar, nahiye û gundan de bi pêkanîn, pêşxistin û mezinkirina rêxistina jinan dike armanc.
Komîteya ekolojîk
Komîteya ekolojîk hemû tiştên zindî mîna mirov, av, ax, xweza û nebat di hundirê xwe de dihewine. Parastina av, ax, xweza di pêşxistina hişmendiya civaka xwezayî de berpirsiyar e. Li hember kiryarên ku li dijî xwezayê tên kirin têkoşîn meşandin erka xwe ya sereke dibîne. Komîteya Ekolojî, di nava civakê de hevsengiya xweza, mirov û hemû zindiyan dide avakirin. Ji bo civakek demokratîk û ekolojîk bi cinsiyetparêziyê re têdikoşe.
Sibê: Yekitiya Star