Ji Xwişkên Mîrabel heya îro – 2

Li gorî daneyên ku li Tirkiyeyê tenê di nûçeyên di çapemeniya de cih girtine, ji Mijdara 2020’an heta Cotmeha 2021’e 277 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Jin bi hincetên cuda li malên xwe, li kolanan û li cihê kar ji jiyana xwe qut bûn. Rêjeya kuştina jinan a li welat edî wekî "qirkirina cinsî" tê binavkirin. Newekhevî bi polîtîka û zagonên cudaxwaz bi destên dewletê tê meşrûkirin. Em bi endama EŞÎK’ê Parêzer Yelda Koçak re li ser rêziknameya nû ya li benda jinan û sala ku me li pey xwe hişt axivîn.

Rojeva Jinan: 25'ê Mijdarê û 5'emîn Pakêta Edlî

SARYA DENÎZ-DENÎZCAN ABAY
Stenbol - Li hemû cîhanê jin tenê ji ber nasnameya xwe ya “jin” tên qetilkirin. Li kolanan, li cihên kar, li malên xwe yên ku wekî cihên herî bi ewle tên binavkirin piranî ji hêla mêrên herî nêzî xwe ve, bi hincetên bêhejmar tên kuştin. Ji porê wan bigre heta cil û bergên wan, ji kenê wan heta sekna wan, sedemên mirinê ji bo jinan tên dîtin. Di darizandinan de ev hemû hincet wekî ku jinan mafê kuştinê heq kiribe tê dîtin. Dema ku sûcdar wekî "mexdûr" tên ragihandin, şîdet ji hêla dewletê ve bi polîtîka û zagonên cudakariya zayendî tê meşrûkirin. Li Tirkiyeyê kuştina jinan gihîştiye asta “qirkirina cinsî.” Jinên ku diyar kirine bi betalkirina Peymana Stenbolê re tundî û cînayetên li ser jinan zêde bûne, jin daxwaz dikin ku ji bo vê qirkirina cinsî ku hatiye paşguhkirin, demildest gav bên avêtin. Lê belê li Tirkiyeyê destkeftiyên jinan bi qanûnan tên tunekirin.
277 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin ji Mijdara 2020’an heta Cotmeha 2021’ê li Tirkiyeyê 277 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Mirina 185 jinan wekî gumanbar hat qeydkirin. Piştî mirina hin jinên ku weke gumanbar jiyana xwe ji dest dane, derket holê ku cînayet e. Berî ku li Tirkiyeyê şîna jinek bigrin, nûçeya qetilkirina jineke din tê. Herî dawî Başak Cengîz tenê ji ber jin bû li nava kolanê hat qetilkirin. Kujer anî ziman ku ‘xwestiye jinekê bikuje’ û Başak bi awayekî hovane qetil kiriye. Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) kampanyanan li dar dixe û diyar dike ku li Tirkiyeyê qetilkirina jinan gihîştiye asta “qirkirina cinsî” û bi israr daxwaz dike ku Meclis bi rojeveke lezgîn bicive. Em bi EŞÎK'ê ku di demên dawî de bi xebatên xwe bal kişand, ser êrîşên bi pakêtên darazê yên li dijî destkeftiyên jinan tên û bi pêşniyarên têkoşînê re axivîn. Endama EŞÎK’ê Parêzer Yelda Koçak ji mîkrofonên me re behsa sala derbasbûyî û tiştên ku jin pê re rû bi rû mane kir.
Pêvajoya qanûnî ya der barê peymanê de berdewam dike
Sala 2021’ê ji bo jinan û LGBTI+yan salek bi aloz bû. Helbet di vê de parek mezin a betalkirina Peymana Stenbolê ku yek ji destkeftiyên herî girîng e heye. Dema ku hûn li sala borî dinêrin, çi dibînin?
Di nava salekê de me weke tevgera jinan a li Tirkiyeyê tiştekî pir mezin Peymana Stenbolê winda kir. Par di vê demê de Peymana Stenbolê di meriyetê de bû lê dîsa jî di hedefê de bû. Dîsa, li dora hikûmetê hûrguliyek marjînal a dijminatiya jinan hebû. Yên ku di hin rojname û komeleyan de hatin cem hev, timî li dijî Peymana Stenbolê derketin. Ev dijberî nîvê şevê bi îmzeya yek zilamî şênber bû û îmze ji Peymana Stenbolê hat derxistin. Lê pêvajoya derketina ji peymanê ji bo me bi dawî nebûye. Ji aliyê qanûnî ve jî neqediya ye. Ji ber ku di deqeya dawî de du dadgerên heyeta 10’emîn Odeya Şûraya Dewletê biryarên xwe guhertin û daxwaza me ya rawestandina biryarê red kir û hatin guhertin. Lê îtîraza me ya der barê redkirina vê daxwazê de hê jî li ber rêxistina Dadgehên Îdareya Dewletê ye. Ji wir hê tu encam derneketiye. Her wiha li ser esasê dosyaya me tu biryarek nehatiye dayîn. Ji ber vê yekê pêvajoya qanûnî berdewam dike. Dema ku pêvajoyê berdewam dikir, dema ku me her gotinek bi "Peymana Stenbolê" dest pê kir, desthilatdarê ku bi yek îmzayê peyman betal kiriye, careke din hewl da me hemûyan bitirsîne û heqaretê li me bike. Kî bi Peymana Stenbolê dest bi hevokên xwe bike dê li pêşberî xwe jinan bibîne.
Talîmata ku ji dedgeran re hat ragihandin, peyamek çawa bû? Hûn çawa dinirxînin?
Du-sê aliyên wê hene. Di pêvajoya hiqûqî de, bi xwe talîmatên xwe ji dadwerên li Konseya Dewletê re ragihand. Sedemeke din jî li hemberî gotina Kiliçdarogluyê ku bi vîdeoyên xwe yên metbexê ket rojevê ye. Bi gotinên; "Em ê di nava hefteyek de Peymana Stenbolê îmze bikin" polemîkek çebû. Ji aliyekî ve me ditirsîne û tehdîd dike. Li gorî xwe hewl dide jinan, LGBTI+yan û tevahiya civaka ku piştgiriyê dide Peymana Stenbolê tehdît bike. Ev gef me natirsînin. Ger me bitirsanda, dema ku kesên xwedî îmze, îmzeya xwe paşve avêtin me yê vê yekê qebûl bikira û dengê xwe kêm bikira. Lê belê me qebûl nekir. Me heta 1’ê Tîrmehê çalakiya xwe berdewam kir. Me pêvajoya hiqûqî berdewam kir. Me di her warî de têkoşîn kir.
Bi pakêta Dadweriyê ya 5’emîn re jin bi fikarên ‘gelo dê êrîşî mafên wan ên hatine bidestxistin bê kirin’ re rû bi rû man. Mijara 'bi riya îcrayê radestkirina zarokan' ku ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclisê ve hatiye qebûlkirin, gelekî tê nîqaşkirin. Şîroveya we çi ye?
Di rojeva me ya 25’ê Mijdarê de di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de xeteriyên li benda me ne heye. Yek ji van xeteriyan di 5'emîn Paketa Dadweriyê ya ku beriya çend rojan hat weşandin de xwe nîşan da. Her çend tedbîrên danîna têkiliyên kesane yên bi zarokan re ji Qanûna Îflas a îcrayê hatibe derxistin û Midûriyeta Piştevaniya Hiqûqî û Xizmetên Mexdûran re hatibe dayîn jî lê belê ev rêzikname ne têrker in û rojên hîn xerabtir û xeternaktir nîşan dide. Ji ber ku li wir xalên gihandina kolektîf tên diyarkirin û birêxistinkirin. Li van nuqteyên barkirina komî der barê ewlehiya jin û zarokan de tu rêzikname tune ye. Em baş dizanin ku jin dema zarokên xwe dibin dibistanê û tînin, tên kuştin û rastî şîdete tên. Dema ji bo telaqê serî li dadgehê didin, li ber deriyê dadgehê tên kuştin. Dema diçin dikanan û derdikevin derve li kolanan tên kuştin. Her wiha ji aliyê mêrên ku tên malê bi hinceta ku têkiliya kesane bi zarokê re deyne tên kuştin. Ji ber vê yekê, ew ne xalek e ku bi pêşniyarên komek mêrên ku dijminatiya jinan dikin ku tenê li pişt deriyên girtî hukûmet dixwaze li ser guherînek wisa radîkal bibihîze û guhdar dike, were çêkirin. 
Baş e, armanca dayîna rêziknameyên li ser zarokên malbatên telaqkirî ji Midûriyeta Xizmetên Mexdûran re çi ye?
Wan ev rêzikname ji Qanûna Îflas a îcrayê girtin. Ji ber ku ev di raya giştî de wekî 'hacza zarokan' dianîn ser ziman. Ew ji vê derê derxistin û dan Xizmetên Mexdûran. Çima Xizmetên Mexdûran? Çima ne di nav Wezareta Malbatê de? Çima ne di nava dadgehên malbatê de ye? Çima ne di nav navenda zarokan de, di nav Xizmetên Mexdûran de ye? Ji ber ku ev rastî nêrîna hikûmetê ya li ser zarokên malbata telaqkirî nîşan dide. Ev yek ji pir bi pêşbiryar û bi alîgir e. Kî Mexdûr e? Ger li vir mexdûr hebe, ew zarokên ku zarokatiya wan ji destên wan hatiye girtin, mezin bûne û rastî îstîsmarê tên. Zarokê ku di zecawa bi çerxa şîdetê berdewam dike de bimîne mexdûr e. Dema ku zewaceke tijî tund û bê debar bi hukmên zagonî yên xerab bi desthilatdariyê ve bi zor û zextê tê berdewamkirin zarok mexdûr dibe. Lê di zewaca ku berdewam nake de bûyîna zarokên malbateke berdayî, ne mexdûr e. Ev bergeheke ku cudakariya di nava zarokan de gur dike. Wan ev bergeh di Midûriyeta Xizmetên Mexdûran de cih girt.
Jin di nava tevgerê de ne 
Em her roj ji derdorên desthilatdar axaftinên hedefgirtina mafên jinan ên hatine bidestxistin dibihîzin. Îro di rojevê de çi heye?
Kesên marjînal ên di xeleka desthilatdariyê de, komeleyên ku ji xwe re dibêjin "bavên mexdûr", rojnamevanên ku her carê devê xwe vedikin heqaretê li jin û zarokan dikin, bi Qanûna Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya jimara 6284'an dawî li derdê xwe ne anîn. Bi rêşkirin û îftira ya li dijî 6284’an hewl tê dayîn guhertina zagonê bikeve rojevê. Em li hemberî wê di nava tevgerê de ne. Dîsa dibe ku armanca AKP'ê ya bêdawî ya efûkirina îstîsmara zarokan derkeve pêş. Em di dema qanûndanînê ya parlamentoyê de dizanin. Ev tê wê wateyê: AKP di her kêliyê de dikare bi guhertina TCK 103’ê efûyê îstîsmara zarokann bi xwe re bîne. Her wiha dibe ku hewl were dayîn ku mafê desteserkirina nefeqe ya jin û zarokan bi sînor bike. Bi salan e dibêjin ku ji bo kêmkirina nefeqeyê heta hin deman an jî rakirina wê bênavber dixebitin. Me heta niha pêşiya vê yekê girt. Lê îro dîsa di rojeva me de ye.
5 daxwazên EŞÎK’ê yên lezgîn hene. Hûn weke EŞÎK’ê, li hemberî van êrîşan çi dikin? Hûn çi pêşniyar dikin?
Me 5 daxwazên xwe yên lezgîn anî rojêve. Yek ji wan jî neterikandina mafên hemwelatîbûna wekhev e. Em dibêjin jin û mêr wekhev bin û divê qanûn li ser me jî wekhev bên sepandin. Di nava vê de Qanûna Ceza ya Tirk û mafê xweparastinê ku di Qanûna Ceza ya Tirk de hatiye rêkupêkirin jî dihewîne. Dema ku rewşên baş û provakasyonên daxistina neadil an jî bendên xweparastinê yên ku bi piranî li mêran tên belavkirin, li ser jinan nayên sepandin. Wekî ku ji bo Çîlem Dogan jî nehat sepandin. Em daxwaz dikin ku hemû rêgezên qanûnî di çarçoveya mafên hemwelatîbûnê yên wekhev de bên bicihanîn. Em daxwaz dikin ku dev ji gotinên dijminatiya jinan berdin. Em dibêjin di civakê de gotin û kirinên ku wekî heqaret, biçûkxistin û qels dikin neyên bikaranîn.
“Divê li dijî şîdete plana çalakiya lezgîn bê meşandin” 
Daxwazeke din jî ew e ku ji bo pêşîgirtina li şîdeta fizîkî, aborî, zayendî û derûnî, plana çalakiya lezgîn were pêkanîn. Herî dawî li Stenbolê jina ciwan a bi navê Başak Cengîz ji aliyê kesekî ku nas nedikir ve li nîvê kolanê hat qetilkirin. Çima? Ji ber ku jin bû. Kujer di îfadeya xwe de wiha dibêje: 'Min xwest ez kesekî bikujim. Min nikaribû mêrek bikuşta, fikirîm ku ji ber jin qels e dikarim wê bikujim.’ Ev nîşan dide ku pênaseya ‘qirkirina jinan’ a ku me kiriye çiqas rast e. Li vî welatî jin ji ber ku jin in tên kuştin. Armancek zelal a li hemberî nifşek heye. Ji bo vê yekê planek çalakiyê ya lezgîn hewce dike.
Daxwazeke me ya din jî perwerdeya wekhev, bêpere, berdest, bênavber e. Ji ber ku bi sîstema 4+4+4 zarokên keç nikaribûn vegerin dibistanê. Bi vê pandemiyê re qat bi qat zêde bûye. Li ser vê mijarê raporek ku ji aliyê Egîtîm-Senê ve hatiye amadekirin heye. Li gorî vê raporê, bi girtina dibistanan a ji ber pandemiyê, zarokên keç careke din nikaribûn vegerin dibistanan. Yan di temenekî biçûk de zewicîn an jî jiyana xwe wek kedkarên zarok berdewam kirin. Bi taybetî di sektora çandiniyê de zarok rastî îstîsmarê tên. Em daxwaz dikin ku newekheviya perwerdeyê li ber çavab were girtin û li gorî vê rêzikname werin çêkirin.
Divê ji bo jinan derfetên wekheviya kar bên avakirin
Daxwaza me ya dawî ew e ku qadên îstîhdameke wekhev bê avakirin û kreşên zarokan bê pere bên vekirin. Dema ravekirina daxwaza îstîhdamê ya wekhev dikim, dixwazim qala vîdyoya 'metbexê' bikim. Seroke koalîsyonê wekî ku tiştekî pir baş dike kotaya ji sedî 35 bilêv dike. Em di sedsala 21’ê de ne û kotaya ji sedî 35 li dijî jinan heqaret e. Em îstîhdama wekhev, temsîliyeta wekhev dixwazin. Em di temsîliyetê de pergala fermuar û di îstîhdamê de em sektora taybet û hem jî di kamûyê de îstîhdama wekhev dixwazin. Divê astengiyên li pêşiya îstîhdama wekhev bên rakirin. Ev çi ne? Mînak; vebûna kreşan. Ji ber ku gelek jin ji ber kreş guncaw û bêpere nîn in û nikarin zarokên xwe bişînin nikarin bixebitin. Dîsa tundiya li ser jinan ya di jiyana kar de, tacîz, destavêtin û ji bo nebûna rêziknameyek a kesên ku pêşiya îstîhdamê digrin. Ez dixwazim li vir ILO 190 bi bîr binim. Peymana 190 ya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ku em dikarin jê re bibêjin Peymana Jiyana Karsaziyê ya Stenbolê, peymana têkoşîna li dijî şîdeta zayendî û tacîza li cihê kar e. Berpirsyariyên wiha li ser dewletê ferz dike. Ger hûn dixwazin îstîhdama jinan zêde bikin. Ne kotayên newekhev ên wekî ji sedî 35, ILO 190 bi kar bînin. Kreşên têrker, bi ewle û saxlem ava bikin. Îstîhdamê jî bikin sedî 50 ji ber ku divê ev be.
Di dawiyê de peyama we ji bo 25’ê Mijdarê ji jinan û LGBTI+yan re çi ye?
Em weke jin gelek panelên çalakiyan li dar dixin û li derveyî welat jî di nav de em li hemû parêzgehan bi platformên jinan re çalakiyên xwe yên li kolanan pêk tînin. Em bi hev re dengê xwe bilindtir û xurtir dikin. Em baş dizanin ku îro li Tirkiyeyê muxalefeta sereke ya rast tevgera jinan e. Tevgereke jinan a ku di bin tu şert û mercan de dengê xwe kêm nake û kolanan terk nake. Di 25’ê Mijdarê de em hemû jinan vedixwînin qadan ku dengê xwe bilind bikin û mafên xwe biparêzin.
Bi dawî bû