Ji Xwişkên Mîrabel heta îro – 1

Patria, Minerva û Maria Teresa… Ew xwişkên Mîrabel in ji hêla hemû jinan ve bi navê Perperok tên naskirin… Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ên ku di têkoşîna mezin a bindestan a li dijî desthilatdariya faşîst a Trujîllo ya li Komara Domînîk bû sembol, îro hêza berxwedanê dide jinên cîhanê. Neteweyên Yekbûyî îsal jî li dijî tundiyê her derê bi rengê pirteqalî boyax dike û kampanyayan organîze dike. Tundiya li ser jinan li hemû welatên cîhanê weke ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pênasekirin bûye wekî “siya pandemiyê.” Em ê di dosyaya xwe de balê bikşînin ser têkoşîna Xwişkên Mîrabel a ji sala 1960’an vir ve û asta şîdeta li ser jinan a di roja me de.

SARYA DENÎZ-DENÎZCAN ABAY
Stenbol- Xwişkên Mîrabel... Xwişkên ku bi berxwedan û têkoşîna xwe îlhamê didin jinên cîhanê. 25’ê Mijdarê; xwişkên Mîrabel ên ku di vê têkoşîna mezin a bindestan a li dijî hikûmeta faşîst a Trujillo ya li Komara Domînîk bûn sembol, roja ku rastî tecawize hatin û hatin kuştin, ketin dîrokê.
Dîktator Trujillo navek e ku di welatê xwe de hemû kesên dijberiya wî dikin ber bi mirinê ve dibe. Girtin, îşkence, kuştinên kiryar nediyar di bîra vê serdemê de bi cih bûne. Îşkenceya li girtîgehan a wê demê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe yê reş û tarî girt.
Di vê pêvajoyê de Xwişkên Mîrabel bi hevjînên xwe re li dijî dîktatoriyê rêxistineke veşartî ya bi navê Clandestina ava kirin. Bi avabûna rêxistinbûna li dijî dîktatoriyê re jin bûn sembola têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê. Xwişkên Mîrabel gelek caran ji aliyê dîktatoriyê ve hatin girtin û mal û milkên wan hatin desteserkirin.
Ji ber ku navê kod ê yek ji xwişkên Mîrabel "Perperok" bû, her sê xwişk bi navê "Perperok" dihatin bibîranîn. Yek ji xwişkan Mariya Mîrabel, nêrina xwe ya li têkoşînê wiha pênase dikir: “Dibe ku tişta herî nêzî me mirin be lê ev min natirsîne. Em ê têkoşîna xwe ji bo her tiştê mafdar bidomînin.”
Hedef hatin nîşandan
Ji bo dîktatoriyê girtina xwişkan têrî nekir. Dîktatoriya ku fêhm kir bi girtinan nikare xwişkan bitepisîne, van hedef nîşan da. Trujillo di axaftina xwe ya di gel re got; "Du pirsgirêkên herî mezin ên li welat dêr û Xwişkên Mîrabel in." Piştî wan gotinên wî û pêve jiyana jinan ket xeterê. Ji ber ku ev axaftin jî talîmatek bû. Piştî 23 rojan vê axaftinê, alîgirên Trujillo ku her sê xwişkên ku ji serdana hevjînên xwe yên di girtîgehê de vedigeriyan malên xwe rawestandin, siwarê wesayîdê kirin, pêşî tecawizê wan kirin û piştre jî kuştin.
Dîktatorî hilweşiya
Mirina her sê xwişkan wekî bûyera qeza hat nîşandan û ji zinarekî hatin avêtin. Çapemeniyê ev cînayet weke “qezaya trafîkê” ji raya giştî re ragihand. Cînayet di qeydên fermî de wekî qezaya trafîkê hat qeydkirin. Lê tiştek nedihat hesabkirin. Qetilkirina Xwişkên Mîrabel li Komara Domînîk bû sedema bertekeke mezin. Bi mirina Mîrabelan re berxwedan xurtir bû û dîktatorî hilweşiya. Sê xwişkên ku di hilweşandina dîktatoriya Komara Domînîk de roleke mezin lîstin û berdêla wê bi canê xwe dan, bûn sembola 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Navneteweyî.
Têkoşîn hat ragihandin
Cara yekem di sala 1981’ê de, di Kongreya Jinan a Emerîkaya Latîn û Karayîp de ku li Bogoto ya Kolombiyayê hatin cem hev, ji bo bîranîna Xwişkên Mîrabel 25’ê Mijdarê weke “Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî” hat îlankirin. Ev biryara jinên pêşverû yên Emerîkaya Latîn, ragihandina di çepara têkoşîna jinan a li dijî tundiya dîktatoriyên faşîst bû.
Jinên cîhanê li kolanan in
Ji sala 1981’ê ve 25’ê Mijdarê weke roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan tê bibîranîn. 25'ê Mijdarê bû roja ku ji çar aliyên cîhanê jin daketin qadan û nîşan dan ku tundiya li ser jinan bi tundiya dewletê ve girêdayî ye û diyar kirin ku di têkoşîna li dijî tundiyê de yekitiya jinan stûna herî girîng e. Hema bêje li hemû deverên cîhanê jin xwepêşandan, meş û kongreyan li dar dixin. Di sala 1999’an de Neteweyên Yekbûyî bi fermî ev roj wekî “Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî” îlan kir.
Rengê cîhanê îsal pirteqalî ye
UNWOWEN ,Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî îsal jî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê çalakiya 16 rojan li dar dixe. Weke salên berê, îsal jî 25’ê Mijdarê dê bi çalakiyên rojanê yên 16 rojan dest pê bike û di 10’ê Kanûnê roja mafên mirovan a Cîhanê de bi dawî bibe. Dirûşma kampanyayê ev e: Fînanse bike, Bersiv bide, Pêşî lê bigre, Berhev bike! Îsal dîsa rengê hemû jinên cîhanê pirteqalî ye. Neteweyên Yekbûyî dê mijara destavêtin û şîdeta zayendî bigre dest. Kampanya ya “UNITE” ango ‘bibin yek’ ji bo bidawîkirina şîdeta li dijî jinan dê balê bikşîne ser xurtkirina banga gerdûnî ya çalakiyê ji bo girtina valahiyên diravî, peydakirina karûbarên bingehîn ji kesên ku ji şîdetê rizgar bûne, di dema krîza KOVID-19 de, bi giranî li ser berhevkirina daneyan ku dikare karûbarên rizgarkirinê ji bo jinan û zarokên keç peyda dike. Îsal ji bo 25’ê Mijdarê çalakiyên curbecur ên giştî tên koordînekirin. Avahî û cihên naskirî ji bo ku hewcedariya pêşerojek bê şîdet bîne bîra me bibe"pirteqalî.”
Siya pandemiyê
Neteweyên Yekbûyî tundiya li dijî jin û zarokên keç weke binpêkirina herî giran a mafên mirovan pênase dike. Tu welatekî ku şîdeta li ser jinan tunebe nîn e. Bi pandemiya Kovîd-19 re, zêdebûnek cidî di bûyerên şîdetê de heye. NY vê zêdebûnê wekî "siya pandemiyê" binav dike. Di raporan de tê xuyakirin ku dewlet der barê siya pandemiyê de têra xwe şer nakin. Li cîhanê ji her sê jinan yek li malê rastî tundiya fizîkî û zayendî tê. Yek ji qadên herî girîng ên şîdetê ku jin û keç ji ber pandemiyê rastî tundiyê tên, medya dîjîtal e. Li cîhanê ji sedî 35’ê jinan rastî şîdeta fizikî ya, hevser an jî kesên ji derve hatine. Daneyên şîdeta zayendî ji derveyî vê rêjeyê ne.
Dane 5 qet zêde bûn
Li gel ku lêkolîn nîşan didin şîdeta li dijî jinan dikare bigihîje ji sedî 70, jinên ku rastî şîdeta zayendî hatine rêjeya depresyonê, kurtajê û peydabûna HIV’ê, li gorî kesên ku nejiyane zêdetir e. Di pêvajoya pandemiyê de li hin welatan hejmara jinên ku ji ber şîdeta nav malê telefona xeta alîkariyê dikin 5 qat zêde bûye. Bi girtina malan re bêparastinbûna jinan jî zêde bûye. Li seranserê cîhanê rojane 137 jin ji aliyê endamên malbatên xwe ve tên qetilkirin. Dema ku li cîhanê mexdûrên bazirganiya mirovan nîvî mirovên temenê wan mezin in, ji her 4 zarokên mexdûrên bazirganiya mirovan jî 3 zêdetir zarokên keç in.
Ji bo ev rewş bê bidawîkirin bêtir hewldan hewce dikin
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku parvekirina daneyan li ser şîdeta li dijî jin û keçan di salên dawî de zêde bûye û daneyên şîdeta di navbera hevjînan de li 106 welatan hene. Li gorî NY’ê ji bo xurtkirina xizmetên ji bo jinên ku di serdema şewba gerdûnî de li 121 welatan rastî şîdetê hatine, tedbîrên nû hatine girtin lê tê destnîşankirin ku ji bo bidawîkirina şîdeta li ser jinan divê zêdetir hewldan bê dayîn.
SIBÊ: Rojeva Jinan: 25’ê Mijdarê û 5’emîn Pakêta Edlî