Ji warê afrêneriyê kêliyên Berxwedana Serdemê 5

Rihê şerê gelê şoreşgerî bingeha berxwedana bêhempa ye. Lewre li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a fasîşt a li ser herêma Efrînê, ji 7 heya 70’ê salî li ser bingeha erk û rihê şerê gelê şoreşgerî di nav berxwedanê de cihê xwe digirtin.

"Berxwedana Efrînê li tevahiya cîhanê deng veda"

 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Berxwedana Serdemê xwedî dîrokek tijî têkoşîna li hember dagirkeriya dewleta tirk e. Di Çileya 2018'an de dewleta tirk a dagirker bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Efrînê kir. Ji destpêkê ve Tirkiye lîstekvaneke sereke ye di herêmê de. Hikûmeta AKP'ê hewl dide serdema osmaniyan vejîne û xewn û xeyalên xwe pêk bîne, ev yek jî ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ku derbasî sala 11'emîn bûye, diyar e. Tiştê herî balkêş di vî şerî de ew bû ku hemû pêkhate û neteweyên ku li Efrînê dijîn, li hember dagirkeriya dewleta tirk sekinîn, cihê xwe di her qada şer de girtin, berxwedan û têkoşîn dan meşandin û bi destên xwe dîroka xwe nivîsandin. Dayikên me tevî temenê xwe yê mezin jî roleke roleke çalak di vê berxwedanê de lîstin, mil bi mil li kêleka şervanên xwe sekinîn û şervanan jî hêza xwe ji wan digirtin û bi rihekî fedayî şer dikirin. Der barê vê mijarê de hin jinên herêma Efrînê ku tevlî berxwedana serdemê bibûn ji me re behsa wê berxwedanê kirin.  
Di beşa pêncemîn a dosyayê de em li ser berxwedana bêhempa ya li Efrînê hatiye meşandin, sekna dayikên Efrînê û rihê şerê gel ê şoreşgerî yê li qada ku êrîş li ser dihat pêkanîn, bi dayikan re axivîn. Kesên di rojên berxwedanê de xwedî rol bûn behsa wê berxwedanê kirin û wiha gotin: "Di bin topebaranê de me xwarin digihand şervanan. Dewleta tirk çekên qedexekirî li Efrînê bi kar anî. Di dema şer de her car 50 kesên sivîl ên ku birîndar bibûn dianîn nexweşxaneyê. Rojane herî kêm me 15 şehîd îlan dikirin. Hemû zindiyên di Efrînê de dihatin hedefgirtin."  
"Malbatên Şehîdan bi coşeke mezin şehîdên xwe pêşwazî dikirin"
Dayika Sureya Hebeş ku bi navê Dayika Şehîd Reşîd tê naskirin û di Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê de cih girtibû behsa kar û xebatên xwe yên di dema şer de kir û wiha got: "Şerê ku li Efrînê hat qewimandin şerekî pir giran bû lê tevî vê yekê jî têkoşîn û berxwedanek bêhempa ji aliyê gel ve li hember dewleta tirk a dagirker hat meşandin. Di şerê Efrînê de min cihê xwe di Meclisa Malbatên Şehîdan de digirt, dema şer giran bû û şehîdên me çêbûn, herî zêde em bi şehîdan re mijûl bûn û me ew îlan dikirin. Rojane herî kêm me 15 şehîd îlan dikirin. Weke Meclisa Malbatên Şehîdan me xwe bi rêxistin kiribû ku hin ji me di nava gel de bin û hin ji me jî di nava gel û nexweşxaneyê de bin. Dema ku em derbasî nava malbatan dibûn ji bo ku em şehîdên wan îlan bikin, bi rastî malbatên me bi coş û moral şehîdên xwe pêşwazî dikirin. Her wiha dema me şehîd radikirin bi hezaran kes bi wan re dimeşiyan û bang dikirin ku Efrîn bi xwîna şehîdên xwe wê ji çeteyan were paqijkirin. Îradeya gelê Efrînê îradeyeke ji pola û agir bû. Li pêşiya nexweşxaneya Efrînê ya ku şehîd tê de dihatin oxirkirin dîmenên herî bi êş di heman demê de moralê herî bilind lê dihat dîtin. Berxwedana Efrînê li tevahiya cîhanê deng veda."
"Min bi destên xwe şehîd oxir dikirin û dispartin axê" 
Dayika Sureya da zanîn ku di bin her darek zeytûnê de wan şehîdek daye û wiha pê de çû: “Gelê Efrînê biryar dabû ku berdêl çi be ew ê ji bo Efrînê bidin û gelê Efrînê jî xwedî li biryara xwe derket û bi berxwedana xwe ev yek nîşan da. Min bi destên xwe tabûtên wan amade dikir û ew dispartin axê. Piraniya şehîdan min ew nas dikirin hemû dihatin gel min, ez ji wan re dayik bûm û hemûyan gazî min dikirin digotin dayê. Bi rastî êşeke pir mezin mezin bû lê li hember vê êşê jî hêrs û tolhildan zêdetir dibû. Dewleta tirk a dagirker digot tenê ez cihê leşkerî hedef digrim lê newisa bû herî zêde xelkên sivîl, jin û zarok hedef digirt. Dîmenê zaroka 6 mehî ku di hembêza dayika xwe de şehîd bibû qet ji bîra min naçe û min ew wêne nîşanî hemû cîhanê da lê cîhan li hemberî van kiryarên hovane xwe lal kir û bêdeng ma. Ez çiqasî li ser rojên berxwedanê biaxivim nikarim heqê wan rojan bidim. Bi têkoşîn û berxwedanê em ê heyf û tola şehîdên xwe rakin."
"Di bin topbaranê de min xwarin digihand şervanan"
Dayika Sureya anî ziman ku di dema şer de xwarinê ji şervanan re amade dikir û wiha got: "Em weke dayikên temenê wan mezin di wan rojên berxwedanê de xwedî rol bûn, em ji her tiştî re amade bûn ger bihata xwestin jî me yê di çeperên herî pêş de çek rakira û li hemberî dagirkeriyê şer bikira. Em dayikên temenê wan mezin me xwe dabeşî du koman dikir û her komek li gundekî xwarin ji şervanan re amade dikir û min bi destên xwe xwarin dibir ji wan re. Hevalên min ji min re digotin neçe wê balafir li te bide lê min qet nedizanî tirs çi ye. Em hemû dayik bi coşeke mezin li hev kom dibûn û me xwarin ji şervanên xwe re amade dikir." 
"Ne ji balafiran bûya dewleta tirk nikaribû bostek ji axa Efrînê dagir bikira"
Endama Asayîşê Rewşen Ehmed Bîlal got ku roja êrîş li ser Efrînê dest pê kir ji bo wan rojeke reş û tarî bû û wiha lê zêde kir: "Ew roj qet nayê jibîrkirin. Beriya ku şer dest pê bike dewleta tirk a dagirker rojane me tehdîd dikir da ku em Efrînê vala bikin. Bi carekê ve me dît ku 72 balafirên şer li asîmanê Efrînê ne û bêser û ber herêmê topbaran dikin. Yekemîn girê ku hat topbarankirin girê Hecîka yê li navçeya Raco bû. Dema gir hat topebarankirin me hîs kir ku navçe hemû hejiya, deqeyek neket navberê girê gundê Memala jî hat topebarankirin. Ne ji balafiran bûya Tirkiye nikaribû bostekê ji axa Efrînê dagir bikira. Me dizanibû ku rojeke wisa li pêşiya me ye lewma me xwe ji şer re amade kiribû. Em weke asayîşê ketin îstinfarê û em derbasî nava gel bûn da ku em hewl bidin gelê xwe sakîn bikin. Me moralek pir mezin ji aliyê gel ve dît, ji şervanên xwe re bûn piştek û me hêz û îradeya xwe ji wan digirt."  
"Em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin"
Rewşen bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Gotina dewleta tirk a ku ew ê di sê rojan de Efrînê bixe bin kontrola xwe, me vala derxist. Wî nizanibû ku gelê Efrînê ne ew gelê ku zû bi zû teslîmkariyê qebûl bike. Gelek hewldan ji aliyê dijmin ve dihat kirin ku bi riya teqînan ewlehiya herêmê têk bibe lê di bendên me yên kontrolê de pir baldarî hebû û me nedihişt ku yek teqîn jî pêk were. Ji ber dewleta tirk bi şerê sîng bi sîng bi me nedikarî lewma balafirên xwe rakir û bêser û ber Efrînê topebaran kir. Gelek hevalên me li kêleka me şehîd ketin û birîndar bûn, me bi destên xwe ew radikirin nexweşxaneyan û bi destên xwe me ew dispartin axê. Em soz didin şehîdên xwe em ê Efrîn ji çeteyan rizgar bikin û xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Her wiha em soz didin gelê xwe em ê tekoşîna xwe ya siyasî di civaka navneteweyî de berdewam bikin."
 "Dewleta tirk çekên qedexekirî li Efrînê bi kar anî"
Hemşîre Roşîn Mihemed ku di rojên berxwedanê de di nexweşxaneya Evrînê de cih digirt li ser rola nexweşxaneyê di pêşwazîkirina birîndaran de axivî û wiha got: "Dewleta tirk hemû zindiyên Efrînê hedef digirt. Ji destpêka ku nexweşxaneya Evrîn hat avakirin ve min cihê xwe tê de digirt heya roja ku Efrîn hat dagirkirin. Di êrîşan de dewleta tirk çekên qedexekirî bi kar dianî. Cîhan bi giştî dizanibû armanca dewleta tirk ew e ku Kurdan qir bike. Tirkiye xwînmijê mirovahiyê ye. Dewleta tirk li ser axa me êrîşê me dikir ji mafê me yê rewa bû ku em parastina xwe bikin. Di dema şer de her car 50 kesên sivîl ên ku birîndar bibûn dianîn nexweşxaneyê, cih di nexweşxaneyê de nedima. Dewleta tirk digot ez leşkeran û cihên leşkerî hedef digrim lê hemû kesên birîndar û şehîd dibûn sivîl bûn. Dewleta tirk li navçeya Şiyê çekên kîmwewî yên pedexekirî bi kar anî. Ev yek bi belgekirin hat ragihandin lê mixabin li xweşa hemû dewletan hat û tu dewletek helwesta xwe li hember vê yekê neda nîşandan. Ji malbatekê 7 kes şehîd bûn, ew malbat jî ji gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrewa bû. Ne tenê însan hatin hedefgirtin, lawir û xweza jî rastî êrîşên hovane hatin. Bi hemû îmkaniyetên xwe û tevî derfetên kêm me alîkariya gelê xwe dikir û heya kêliya dawî em bi gelê xwe re bûn. Zarokan gelek zirar ji vî şerî dîtin, hin zarok heya neha jî tên tedawîkirin. Pir kesên ku hatibûn şewitandin nasnameya wan nehat diyarkirin û pir kes jî di bin xaniyên ku hatibûn hilweşandin de man. Heyva Sor a Kurd bi hemû xeteriyan re rû bi rû dima heya birîndar û şehîd derdixistin. Hevalek me jî dema ku bi erkê xwe radibû û hewl dida birîndaran rake nexweşxaneyê şehîd ket." 
 "Bi hevgirtina gelê Kurd em ê Efrînê rizgar bikin"
Bi van gotinan Roşîn dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li civaka navdewletî û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê û li hemû herêmên dagirkirî bi dawî bikin da ku şêniyên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne vegerin cih û warên xwe. Her wiha em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi yek destî û bi hevgirtinê şerê rizgarkirina xaka ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin ragihînin. Divê çareseriyeke siyasî ya aloziya Sûriyeyê di pêvajoya pêş de û destekdayîna hêzên me yên berxwedêr ji bo rizgarkirina Efrînê ji armancên me yên sereke bin. Li hemberî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê  berxwedanek dîrokî tê pêşxistin."
Sibê: Koçberên li kampên penaberan ên Şehbayê bi hêviya azadiya warê xwe û vegerê dijîn.