Ji warê afrêneriyê kêliyên Berxwedana Serdemê 3

Êrîşên li ser Efrînê ne tenê êrîşeke li ser bajarê Rojavayê Kurdistanê bû, êrîşek li ser paradîgmaya neteweya demokratîk a xwe dispêre xeta azadiya jinan û nirxên civaka exlaqî û polîtîk bû.

"Delwta tirk bi dagirkeriyê xwe li ser welatiyên herêmê ferz dike"

 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb – Şoreşa Jinê ya li Rojavayê Kurdistanê pêk hat bêguman ji bo dijminên jinan û dijminên tevahî mirovahiyê  dewleta Tirk a xwedî feraseta faşîst û qirker, bû sedema bêtehemuliyek mezin. Lewre piştî lihevkirinekê di navbera Rûsya ya berjewendîperest û dewleta tirk a dagirker de, hêzên Rûsyayê xwe ji Efrînê vekişandin û dewleta tirk a dagirker dest bi êrîşên li ser Efrînê kir. Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk a faşîst-qirker operasyonek bi navê ‘şaxên zeytûnê’ bi êrîşên bêjahî û hewayî bi 72 balafiran ku bêser û ber êrîşî herêma Efrînê kir û di encamê de bi sedan kesên ku di nav de hejmareke mezin ji jin û zarokan pêk dihat, hatin qetilkirin. Li hemberî van êrîşên hovane yên dewleta tirk a faşîst û qirker, rêveberiya Efrînê berxwedanek bêhempa ya bi navê "Berxwedana Serdemê" dan meşandin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gel rabûn ser piyan, gelek xwepêşandan li dar xistin û li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê helwestên xwe nîşan dan. Têkildarî mijarê Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Elîf Hesen ku ji hemû kêliyên erîşên dagirkeriyê û berxwedana serdemê re şahidiyê kiriye, ji me re behsa wan rojên bi berxwedaniyê kir. Elîf Hesen di nav nirxandinên xwe de destnîşan kir ku berxwedana Efrînê berxwedaniya sedsalan e û wiha got: “Berxwedaniya Efrîn berxwedaniyeke dîrokî ye. Dewleta Tirk a dagirker herî zêde jin hedef digirtin. Dayikên me bi tilîlî û stranan, şehîdan dispartin axê. Îradeya gelê Efrînê ji hemû teknîk û çekên Tirkiyê xurtir bû. Hevgirtina gelê Kurd bi hev re wê serkeftinê bîne.”
"Tirkiye ji bo têkçûna xwe veşêre erîşî herêmên cîran dike" 
Elîf Hesen di destpêka axaftina xwe de tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anî, destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst bi riya dagirkeriyê dixwaze hebûna xwe mayînde bike û got: “Di serî de em bejna xwe li hember hemû şehîdên di qonaxa yekemîn a berxwedana serdemê de şehîd bûne ditewînin û bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Ger em li dîroka dewleta tirk a dagirker vegerin em ê rûreşiya wan bibînin. Ji ber ku dîroka wan bi pêkanîna komkujiyan û dagirkeriyê tê nasîn. Ji sedema Osmaniyan bigire heya roja me ya îro, Tirkiye ji bo ku binkeftina xwe ya di hundirê welatê xwe de veşêre bi hinceta parastina sînorê xwe û avakirina herêmeke ewleh erîşî herêmên cîran dike. Efrînê hemû pêkhate, ol û netew di nav xwe de dihewand her wiha koçberên ku ji bajarên şer li wan hatibû qewimandin reviyabûn li Efrînê bi cih bibûn. Roja 20'ê Çileya 2018'an qet ji bîra min naçe, ji ber ku rojek e pir bi êş bû, em şahîdên hemû bûyerên hovane yên ku di wê rojê de qewimîn bûn. Dewleta faşîst a tirk bi riya dagirkeriyê, dixwaze hebûna xwe mayînde bike." 
"Tirkiye ne tenê dijminatiya Kurdan, dijminatiya hemû mirovahiyê dike" 
Elîf diyar kir ku beriya dewleta tirk erîş bike di daxuyanî û li ser ragihandina xwe digot ku di sê rojan de wê hemû axa Efrînê bixe bin venêrîna xwe û wiha axivî "Bi awayekî rojane erdoxan digot ez ê Efrînê di sê rojan de bixim bin venêrîna xwe de. Şermek e pir mezin bû ji tirkiyê re ku bi ewqas teknîk û çekê xwe yê giran êrîşî herêmeke biçûk ku firehiya wê ji sedî 2 ji xaka Sûriyê digire, bike. Qaşo tirkiyê yek ji endamê Natoyê ye. Gelê me li hember erîşên tirkiyê sekinîn û bi rehekî fedayî tevlî vî şerî bûn. Baş tê bîra min malbatek e Ereb ku ji Îdlibê reviyabûn û li navçeya Mabata ya Efrîn bi cih bibûn hatin hedef girtin. Tirkiyê ne tenê dijmintiya Kudan dike, dijminatiya hemû mirovahiyê dike." 
"Berxwedana Efrînê berxwedaneke dîrokî ye"
Elîf destnîşan kir ku beriya erîşên dewleta tirk a faşîst, zext li ser wan dihat kirin ku ew heremê radestî Rûsya û rejîma Sûriyeyê bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Beriya ku Tirkiye erîş bike rojane gundên sînor topbaran dikir û li hemberî vê yekê me tu carî guleyek jî bernedabû lê piştî ku erîş kir li hember van erîşan berxwedanek bêhempa li Efrînê hat meşandin. Di destpêka êrîşan de zext li ser me dihat kirin ku em Efrînê radestî hêzên Rûsyayê û rejîma Sûriyeyê bikin lê gelê me ev yek red kir û biryar dan ku ew ê heya kêliya dawiyê li ber xwe bidin. Berxwedana Efrînê berxwedaneke dîrokî bû, bi tîpên zêrîn destanên xwe nivîsandin. Li tu deverî çênebûye ku dayikek li ser cenazeyê kurê xwe bisekine û bêje: 'Ez bê law dibim lê bê keramet nabim, kerameta me jî Efrîna me ye.' Gelê Efrînê û xwezaya wê ji hev nayên qutkirin."
"Dijminatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan ne ji îro û duh ve ye"
Elîf bal kişand ser armanca dewleta tirk a bi erîşên li ser Efrînê û wiha got: "Tê zanîn ku dijminatiya Tirkiyeyê ya ji Kurdan re ne ji îro û duh ve ye, dîrokek e wê ya pir fireh û kûr heye. Armanca wê ya sereke qirkirina gelê Kurd e û hedefgirtina projeya neteweya demokratîk e. Gelê Efrînê ji rêveberiya xwe gelek razî bûn û destek û piştek didan wê. Efrîn herêmek e pir bi ewleh bû û hemû ol û netew dihewandin lê ev yek li xweşa Tirkiyeyê nehat û xwest ku bi operasyonek, ewlehî û aramiya herêmê têk bibe."
"Barîn Kobanê bû çirûska berxwedan û tolhildanê"
Elîf anî ziman ku gelek bûyerên li dijî mirovahiyê û bi êş li Efrînê pêk hatin û wiha got: "Piştî ku biryara berxwedanê ji aliyê gel ve hat dayîn her kesê ku di Efrînê de bi rihekî fedayî û welatparêzî tevlî berxwedana serdemê bû, ji şervanên wê bigire heya dayik û zarokên wê. Dewleta tirk a dagirker herî zêde jinan dikir aramanc û bi hedefgirtina şehîd Barîn Kobanê xwest ku peyamek bigihîjîne jinên Kurd ên ku bi hêz û zîrekbûna xwe tên nasîn, ku ‘çi jina li hemberî wan şer bike dê çarenûsa wê mîna çarenûsa şehîd Barîn be.’ Lê Barîn Kobanê bû çirûska berxwedan û tolhildanê û jinên Kurd zêdetir bi hêz û hêrs tevli çeperên şer bûn. Rojane şehîdên me hebûn û dayikên me, şehîdan bi tilîlî û stranan dispartin axê. Dîmenek e balkêş heya niha di mejiyê min de maye û ji ber çavên min naçe dema bavekî ku kurê wî şehîd bûbû bi stranên şoreşgerî û moralekî bilind kurê xwe oxir kir, di tu dever û şoreşan de ev yek çênebûye."
"Bi riya Kurdên xayîn dixwestin berxwedana gel lawaz bikin"
Elîf destnîşan kir ku hîn Kurdên xayîn hebûn ku piştgiriyê didan dewleta tirk a qirker û got: "Mixabin hin Kurdên xayîn hebûn ku di dagirkirina axa xwe de alîkariya Tirkiyeyê dikirin. Bi riya Kurdên xayîn dixwestin berxwedana gel lawaz bikin û wan ji warên wan koçber bikin. Tu carî dewleta tirk ji Kurdan re nabe dost lewma ez matmayî dimînim ku çawa hin Kurd hene piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Heya niha jî hin Kurdên ku li Efrînê mane tevliheviyê dikin û dibin sedem ku hin Kurdên bê sûc werin binçavkirin û qetilkirin." 
"Îradeya gelê Efrînê ji hemû teknîk û çekên Tirkiyeyê xurtir bû"
Elîf eşkere kir ku îradeya gelê Efrînê ji hemû teknîk û çekên Tirkiyeyê xurtir bû û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tirkiyeyê bi hemû teknîk, çekên giran û belafirên xwe yên şer erîşî herêma Efrînê kir. Tevî kêmderfetiyan gelê Efrînê, îradeya wan ji hemû çekên Tirkiyeyê xurtir bû. Piştî 58 rojan ji berxwedanê rêveberiya herêmê biryara vekişînê da, ji ber daxwaza Tirkiyeyê ne tenê dagirkirina herêmê bû qirkirina gelê Kurd bû. Rojane komkujî pêk dianîn, ger biryara vekişînê nehata dayîn dê komkujiyên xirabtir pêk bihatana. Her wiha di encama komkujiya li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê ku di salvegera komkujiya Helebçeyê de pêk hat, hejmareke mezin ji gel jiyana xwe ji dest dan."
"Hevgirtina gelê Kurd a bi hev re, wê serkeftinê bîne"
Elîf bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku êdî bêdeng nemînin û bi erkên xwe rabin. Gelê Kurd li pêşiya çavên hemû cîhanê tê qirkirin û bêyî ku tu sûcê wan hebe. Divê sînoreke ji kiryar û binpêkirinên ku dewleta tirk a dagirker li ser gelê herêmê dike, were dayîn. Bi bêdengiya dewletên navneteweyî Tirkiye bi awayekî rehet hemû kiryarên xwe yê hovane pêk tîne. Her wiha em bang li hemû partiyên Kurd dikin ku bibin yek  da ku axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Hevgirtina gelê Kurd bi hev re wê serkeftinê bîne.” 
Sibê: Pêşkêşvana Jin tv Ferîde Zade ji cihê bûyerê hem êrîşfên dagirkeriyê bi xwe re wêrana dida çêkirin hem jî biriyarbûna bi pêşengiya jinê li nava eniyên brexwedanê dihat jiyîn hewil dida bigihîne raya giştî û rastiya Berxwerdana Serdemê bide teyîsandin qala wê pêvajoyê dike.