Ji warê afrêneriyê kêliyên Berxwedana Serdemê 1
Dîroka dûr û nêz a Kurdistanê şahidiya gelek berxwedaniyên bedew û bêhempa ya li dijî dagirkerî û faşîzma ku li ser hatiye ferzkirin kiriye. Ji dîroka nêz, ji Dimdimê heya Geliyê Zîlan, ji Dêrsimê, heya Şêngalê, ji Rojavayê Kurdistanê, Efrînê û berxwedaniya niha ya li dijî tunebûna ku li ser hebûna gelê Kurd tê ferzkirin... Efrîn jî yek ji wan berxwedaniyên dîrokî ye ku mirov dikare di dîroka wê de kurtedîroka tevahî Kurdistanê bibîne.
Bajarê jinan ê bi xemil û xêz Efrîn
SARA ŞÊX HESEN
Heleb – Êrîş û dagirkerî; berxwedan û têkoşîn... Bi sedan salan e ku li ser Kurdistanê, li dijî hebûn û çanda wê ya xwe dispêre dîroka dûr, dagirkerî û faşîzmeke ku li tu deverên din ên cîhanê nehatiye dîtin tê ferzkirin. Di vê wateyê de her devereke Kurdistanê ji dîroka dûr heya kêliyên niha, şahidiya berxwedaniyên bêhempa û têkoşîna li dijî dagirkerî û tunekirinê ya li dijî hêzên faşîst û dagirker kiriye. Bêguman yek ji van herêmên ku bûye navê berxwedan û lehengiyê Efrîn e. Di vê dosyaya xwe ya ji çend beşan pêk tê de, em ê bi hevpeyvînên ku me girtiye cih bidin dîroka Efrînê, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de berxwedaniya ku li herêmê hatiye jiyîn, li kêleka vê em ê bi taybetî li ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a faşîst a di Çileya 2018’an de li ser herêma Efrînê pêk anî û li hemberî vê li ser sekn û berxwedana Efrînê, rawestin.
Herêma Efrînê yan jî Çiyayê Kurmênc herêmeke pir kevnar e. Li bakur û rojhilatê deryaya Spî li Rojavayê Kurdistanê dikeve. Dîroka Efrînê vedigere dema Hurî û Mîtaniyan, gelek bermahiyên dîrokî yên şaristaniyên kevnar tê de hene. Ev jî tê wateya ku gelek şaristaniyan li ser vê herêmê di demên cuda de desthilatdarî kirine. Beriya şerê cîhanê yê yekemîn herêma Efrînê ji aliyê navenda Kilîsê ve dihat birêvebirin lê piştî hilweşîna dewleta Osmaniyan û avabûna Sûriyeyê herêma Efrînê ji navenda Kilisê hat veqetandin û bi ser dewleta Sûriyeyê ve hat girêdan. Qedera Efrînê jî weke qedera Kobanê û Cizîrê bû, bi perçebûnê re rû bi rû ma û bû beşek ji Rojavayê Kurdistanê. Bi vî rengî dîrokek nû ji bo Efrînê hat despêkirin, dîrokek ji polîtîkayên Erebkirin, înkarkirin û car caran serhildan û têkoşînê. Di gelek serdemên dîrokî de herêma Efrînê di navbera deryaya naverast, Asyaya Biçûk, Mezopotamya û Ewropayê de riyeke sereke bû. Ji ber vê yekê gelek milet û dewletan ji bo cihê wê yê stratejîk radibûn hev û gelek şer û bûyer li ser vê axê rû dane. Heya roja îro jî berhemên gelek şaristaniyan ji parestgeh avahiyên rûniştinê, gir û şikeftan lê tên dîtin. Tevî rûdana şer û cengên dijwar ên li ser axa Çiyayê Kurmênc, Kurdan tu carî dev jê bernedan.
Efrîn li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li koşa herî bakurê rojavayê sînorê Sûriye-Tirkiyeyê dikeve. Ji aliyê rojhilat ve bi Lîwa Îskenderunê re, ji aliyê bakur ve bi xeta tirênê ya ji Meydan Ekbesê heta Kilîsê re, ji aliyê rojhilat ve bi Ezazê re û ji aliyê başûr ve bi herêma çiyayê Semaanê yê xwedî 7 navçe û 366 gundan e, sînordar dibe. Her bostek ji vê axê xwedî gelek berhemên şaristaniya veşartî ye.
Di beşa xwe ya yekemîn a dosyayê de me bi xelaskerê Beşa Dîrokê ya Pêymangeha Viyan Amara, Bêrîvan Henan re der barê dîroka Efrînê de hevpeyvînek çêkir. Bêrîvan Henan destnîşan kir ku wateya navê Efrînê ji afirînerî û xuliqkariyê tê û got; “Dîroka wê vedigere dema Hurî û Mîtaniyan. Bi şûnwar û cihên xwe yên dîrokî dewlemend e. Li ser her bostek ji axa Efrînê şopa şaristaniyan û serdemên dîrokî tê dîtin.”
"Wateya navê Efrînê ji afrînerî û xuliqkariyê tê"
Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de behsa jêdera binavkirina navê Efrîn û wateya wê kir û wiha got: "Navê Efrîn xwedî du nêrînên cuda ye, hinek dibêjin ku çavkaniya xwe ji afirînerî û xuliqkariya xelkê herêmê girtiye. Şîroveyên din jî didin xuyakirin ku navê bajar xwe dispêre navê çemê "Avrîn" ê ku lê diherike. Her wiha em dizanin ku mîtolojî û hîmanên ku xwe dispêrin çerxa xwedawendan li pey vebibûn çavkaniye pirtûkên pîroz, bi vî rengî watedar dibe ku bê çima navê Efrînê di pirtûka pîroz a Avestayê de derbas dibe. Her wiha gotinên Tewrat, Încîl û Quranê li ser çiqlên dara zeytûne ku kevokek spî di serdema tofana mezin de ji Nebî Nuh re tîne, balkêş e. Ev nîşaneya wê yekê bû ku ava tofanê daketiye û serdema aloziyê derbas bûye. Ji ber vê yekê kevoka spî û çiqlê zeytûnê wekî remza aştiye tên qebulkirin. Herêma Efrînê weke warê zeytûnan û bi remza çiqlê zeytûne te zanîn.”
"Dîroka Efrînê vedigere dema Hurî û Mîtaniyan"
Bêrîvan bal kişand ser dîroka Efrînê û wiha axivî: "Dîroka Efrînê vedigere dema Huriyan û Mîtaniyan. Gelek şaristanî li ser vê axê çêbûne. Şerefxanê Bedlîsî di pirtûka xwe ya “Şerefname” de behsa mîrekî bi navê Mand dike. Mand mîrê herêma Entakyayê bû, wê demê herêma Kîlisê û di nav de Efrîn jî girêdayî Etnakyayê bûne. Jixwe heta destpêka sedsala 20’an jî Efrîn bi herêma Kilîsê ve girêdayî bû. Di dema mîrîtiya Mand de, ev mîrnişîna Entakiyayê ango mîrnişîna Kilîsê pir berfereh bibû, gelek bajarên Sûriye û Tirkiyeyê di nav xwe de girtibû, wek bajarê Hema, Îzaz û heta Maraş û Derya Spî. Mîrnişîna Mand li hemberî Seferên Xaçperestan şer kiriye û alîkarî daye têkoşîna Eyûbiyan. Mîr Huseyn Canpolat fermana Osmaniyan red kiriye û di şerê li hemberî Sefewiyên Îranê de alîkariya wan nekiriye lê ji ber vê yekê ew ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kuştin.”
"Bi şûnwar û cihên dîrokî dewlemend e"
Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de qala şûnwarên ku li ser axa Efrînê hene kir û wiha got: "Herêma Efrînê bi şûnwarên xwe yên dîrokî gelek navdar e û her bostek ji vê axê şopa dîrokê lê heye. Ji ber vê yekê dema mirov derbasî Efrînê dibe ev tişt diyarker e û li ber çavan e. Di milê şûnwaran de axek gelekî dewlemend e û deverên dîrokî li Efrînê pir in. Yek ji wan cihên dîrokî Keleha Nebî Horî ye ku li navçeya Şerana bajarê Efrînê dikeve, yek ji şûnwarên kevnar e ku bi navê xwe bala mirovan dikşîne. Navê Nebî Horî bi zimanê Erebî tê wateya Resûl ango pêxemberê Huriyan. Her wiha xwedayê 'Nebo' li hin deverên Mezopotamyayê heta sedsala 3'yan PZ.26 dihat pîrozkirin. Gelê vê herêmê, hin cihan wek warên pîroz dibîne: Kela Hurî, Ziyareta Henên, Ziyareta Abdurrehmên, Şêx-Berkat, Ziyareta Çêlxanê, Menan û Deyan. Dibêjin ku Kaniya Turindê û Golbehîr jî ji avên pîroz in. Li Ziyareta Henên niştimanperwerê mezin ê Kurd Nûrî Dêrsimî hatiye veşartin.”
"Efrîn herêmeke çiyayî ye"
Bêrîvan diyar kir ku herêma Efrînê herêmeke çiyayî ye û wiha pê de çû: "Navîna bilindahiya wê 700 – 1269 metre ye. Cihê herî bilind Girê Mezin e û beşek ji rêzeçiyayên Toros e di Sûriyeyê de. Firehiya Efrînê derdora 3 hezar û 850 km. kare re ango derdora ji %2 yê ji firehiya Sûriyeyê ye. Di Efrînê de deşt hene, di nav re çemê Efrînê diherike, nêzî 85 km. di Sûriyeyê re diherike û wek çavkaniya avê ya herî girîng tê hesabkirin. Efrîn 63 Km. ji Helebê dûr e. Hejmara niştecihên navenda bajar li derdora 50 hezar kesî ye. Efrîn ji 7 navçeyan ‘Şera, Şiyê, Cindirêsê, Reco, Bilbilê, Mabeta û Şêrewa’ pêk tê. Her wiha 366 gundên wê hene. Bi giştî hejmara niştecihên herêma Efrînê û navçeyên wê li gorî serjimariya hikûmeta Sûriyeyê ya sala 2012`an 523 hezar û 258 kes in, ji %90 ji niştecihên wê Kurd in."
"Axa wê bi darên zeytûnan xemilandiye"
Bêrîvan anî ziman ku Efrîn bi çandiniyê û bi taybetî bi darên zeytûnan navdar e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Efrîn ji aliyê çandiniyê ve dewlemend e. Bi milyonan darên zeytûnan lê hene, hema tu li ku derê binêrî zeytûn xuya dikin. Darên zeytûnan ên rêzkirî axa Efrînê pir rind û xweşik xemilandine. Kurdên Efrînê ji zeytûnan zeytê derdixin û difroşin, an jî zeytûnan difroşin. Fêkiyên wê hene, tirî berê li vê herêmê ji niha bêhtir bû lê dîsa jî li gelek navçeyan hîn zêdetir heye. Gelek darên fêkiyan weke sêv, guz, beîv, hecîr, hinar, tirî, pirteqal, hilme, xox, mişmiş, hingidî, menge, çeftelî, lêmûn, sefercel, girêfûn, gomanî, kerez û her wekî din lê hene. Her wiha hemû cureyên dar û sebze lê dihatin çandin ji ber ku axa Efrînê pir dewlemend e.”
"Xesletên wê yên bazirganî û pîşesaziyê"
Bêrîvan behsa pêşesazî û bazirganiya li Efrînê kir û wiha anî ziman: “Di warê bazirganiyê de Kurdên vê herêmê gelek jîr in. Tevî dewlemendiya Efînê û xêr û bêrên wê, di warê bazirganiyê de jî xwe pir bi pêşxistine û di asta Sûriyeyê de bazirganiya xwe belav kirine. Li navenda Efrînê û hin navçeyan, di hefteyê de, rojekê bazar çêdibe. Wek nimûne, li Efrînê roja çarşemê, li Cindirêsê roja duşemê û her wekî din. Li bazarê, bi awayekî giştî, ji bo hewcedariyên malê, kirîn û firotin pêk tê. Di heman demê de pir kargeh lê hatine avakirin weke kargeha sabûnê, bêrîn, zeyt, bilat, kerpiç, tirşo, mast û her wekî din.”
"Bi bedewiyên xwe herêmeke geştiyarî ye"
Bêrîvan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çand û folklora herêma Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî hemû dewlemendiya Efrînê di heman demê de jî ji aliyê geştiyariyê ve jî Efrîn pir dewlemend e. Ji ber xwezaya Efrînê ya herî balkêş e, di heman demê de jî pir warên pîroz û cihên dîrokî lê hene ji ber vê yekê pir kes dihatin serdana Efrînê dikirin û dihatin seyranan. Xweza û avhewaya Efrînê sedemeke bîngehîn e ku dihêle ewqas geştiyarî ji herêmên din werin serdana wê bikin. Gelê Efrînê jî xwedî teybetmendiyeke cuda ye, ji herêmên din. Efrîn bi rewşenbîrên xwe, çand û folklora xwe ya ji hemû deverên Sûriyeyê cudatir e, tê nasîn. Şêniyên wê gelek bi çand û hunera xwe ve girêdayî ne, zarokên xwe jî wisa fêr kirin. Piraniya wan li tembûrê û alavên muzîkê yên din didin, nabe ku di hundirê mala her Efrîniyî de tembûrvanek wan tunebe yan jî bi muzîkê re eleqedar nebin. Govend û semayên folklorî yên vê herêmê gelek navdar in û komikên wê yên folklorî, pir caran li ser tenga Sûriyeyê, xelatên pêşîn wergirtine. Pir dengbêjên navdar ên vê herêmê ku wan hatine naskirin hene.”
Sibê: Hevpeyîvîn bi endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Şêrîn Hesen re li ser pêlên despêkê yên xebatên şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.