Ji Rosayan heya Sarayan ber bi bihara jinan ve – 5
Bi pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurd û Kurdistanê yên wekî Sakîne Cansiz (Sara) û gelek pêşengên jin ên tevgera azadiyê re; çirûskek dest pê kir û tevahî Kurdistanê bi agirê azadiyê ronî kir. Bi îlankirina bîrdoziya rizgariya jinan pêl bi pêl veguherî
Navenda nûçeyan- Ji Zerîfeyan heya Besêyan, ji jinên berxwedêr ên Kelha Dimdimê heya jinên Dêrsimê, Geliyê Zîlan, heya gavên destpêkê yên şoreşa rizgariya jinên Kurd, lewre ji Sarayan heya Zîlan, Bêrîtan û gelek jinên berxwedêr ên canê xwe di oxira azadiya jinan û gelan de kirine mertal... Dîroka Kurdistanê şahidiya gelek jinên berxwedêr ên li hemberî aqil û hişmendiya mêr-dewletê serî hildane û bi tu awayê bindestiyê serî netewandine kiriye. Jinên Keleha Dimdimê ji bo nekevin destên dijminan bi destên hev girtin û xwe ji zinaran avêtin. Leyla Qasim li hemberî dijminên jinan û gelan serî rakir û got “Dê mirina min bi hezaran kesan hişyar bike” li hemberî her cure hovîtiyan bi wêrekî meşiya. Sakîne Cansiz bi nasnav Sara, tif kir rûyê Esat Oktay ê nûnertiya mêr-dewletê dikir û rûxmê hemû îşkenceyên dijmirovî serî netewand û di hemû kêliyên têkoşîna azadiyê de bi hebûna xwe ala têkoşîna azadiya jinan bilind kir û gihand lûtkeyê.
Di beşa pêncemîn a dosyaya xwe de li ser mijara têkoşîn û berxwedana jinên Kurd a bi pêşengiya Sarayan dest pê kir û 8’ê Adarê bi wate bû û gihandina roja têkoşîna jinan, me bi endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma re hevpeyvîn kir. Zozan Sîma destnîşan kir ku îlankirina ‘bîrdoziya rizgariya jinan’ bûye bingeha avakirina pergala xweser a tevgera jinên Kurd û got: “Yên ku bingeha vê têkoşîna bi hêz afirandin, rêheval Sara û gelek rêhevalên me yên ku di nav têkoşînê de cih girtin, bedel dane û şehîd bûne ne.”
“Ji bo me her ku çû 8’ê Adarê watedartir bû”
Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma di destpêka axaftina xwe de tevahî jinên ku ji bo 8’ê Adarê têkoşiyane û bedel dane bi bîr anî û wiha got: “8’ê Adarê her çiqas weke rojeke gerdûnî bi têkoşîna jinên li Emerîkayê li hemberî kapîtalîzmê dest pê kiribe jî her ku çû li dinyayê bû mînaka têkoşîna hemû jinên cîhanê. Li her aliyê cîhanê hat pêşwazîkirin. Her carê jinan wateya 8’ê Adarê hîn zêdetir dewlemend kirin. Heta hinek êrîşên kapîtalîzmê çêbûn ku vê rojê tenê weke rojekê diyarî ji hev re bê dayîn, weke rojeke ku naveroka wê ya li dijî kapîtalîzmê, naveroka wê ya têkoşîna azadiya jinan vala were derxistin. Weke rojeke ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne dixwest bigre dest. Lê bi rastî jî bi têkoşîna jinan ev hewldanên lîberalîzmê vala hatin derxistin. Dewlet hê jî dixwazin vê lîstokê bilîzin. Dewletên ku qet mafên jinan naparêzin bi polîsên xwe, dadgehên xwe êrîşê jinan dikin, bi munasebetên fermî weke ku mafên jinan diparêzin bi tiştên sembolîk dixwazin vê rojê vala derbixin. Bêguman di vê aliyê de têkoşîna jinan, xwedîderketina wan, çalakiyên wan, watedayîna wan a ji vê rojê re pir girîng bû.”
Zozan Sîma qala ji aliyê jinên Kurd ve pêşwazîkirina 8’ê Adarê kir û wiha got: “Weke têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê ji bo me jî 8’ê Adarê her çû wateyek nû bi dest xist. Heta mirov îro bi hêsanî dikare bêje ku bûye weke cejneke neteweyî ya Kurdan. Li her cihê jin beriya 15 rojan dest bi amadekariya 8’ê Adarê dikin. Di vê milê de zanebûnek jî heye û weke çandek jî xwe daye avakirin. Ev di encama têkoşînê de pêk hat. Di encama têkoşîna çil salan a tevgera azadiyê dimeşîne de pêk hat. Ya ku ji vê re bingeh ava kir jinên ku destpêkê di tevgera azadiya Kurdistanê de cih girtin e. Bi têkoşîna wan dest pê kir. Bêguman mirov dikare bêje berê jî têkoşînekê berdewamî ya Kurdan heye. Di serhildanan de, beriya wê bi pêşengiya di nav civakê de, destpêka sedsala 19’emîn de bi wê pêla ku li tevahî cîhanê pêk tê ve girêdayî bi avakirina Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurdistanê re mirov dikare bibêje bingehek heye. Lê bingehek pir kêm û elît e. Pir kêm jin weke pêşengek weke zanebûnek dîrokî di vî karê de cih girtine.”
“Sakîne Cansiz ji bo jinên Kurdistanê têkoşînek xurt da avakirin”
Zozan Sîma di berdewamiya axaftina xwe de behsa têkoşîn û pêşengiya Sakîne Cansiz kir û wiha pê de çû: “Şehîd Sara weke yekemîn jina Kurd e ku di destpêka tevgera azadiyê de cih girt, beşdarî kongreya yekemîn a damezrandinê bû. Bênavber di her merheleya vê têkoşînê de cihgirtina wê ji bo me destnîşan dike ku tevgera azadiyê ya jinên Kurdistanê bi çi awayê şêwe girt, bi çi zor û zehmetiyan re rû bi rû ma û jiyana hevala Sara jî tam nimûneya vê yekê ye. Hem weke jineke di nava civaka Kurd de hem li hemberî çanda feodal têkoşînek da meşandin, hem di nav tevgerên şoreşger de weke jinek hebûna xwe ava kir, hem li hember dijmin li zindanê, li çiya û bajaran têkoşînê da meşandin. Kombûna hemû têkoşîna me, di jiyana wê de xwe dide teyîsandin. Şehîdxistina wê jî mirov dikare weke komployek bi nav bike. Ji ber ku tiliyên gelek dewletan di nav vê de hebûn. Li Ewropa, Parîsê bi vê awayê şahadetek ne mimkûn bû. Hê vê êrîşê di her alî de nehatiye ronîkirin. Mirov ji hedefgirtina wê jî fêm dike ku bingehek çiqas xurt ji bo jinên Kurdistanê daye avakirin. Di jiyana xwe de bedelan da. Bêguman ev yek bi Şoreşa Rojava re di asta cîhanî de deng veda lê gelek caran bingeha vê nayê dîtin, an jî nayê ser ziman. Ger mirov darekî jî bifikire, darekî dema mezin dibe ewqas şaxên xwe gulên xwe vedike. Bêguman koka wê pir zexm e. Yek jî kesê ku bingeha wê zexm avêt, weke rêheval Sara gelek rêhevalên me yên ku di nav têkoşînê de cih girtin, bedel dan, şehîd ketin. Bi keda wan ev têkoşîn hat avakirin. Divê em vê zanibin û tu car ji bîr nekin.”
Îlankirina bîrdoziya rizgariya jinan
Zozan Sîma da zanîn ku piştî îlankirina bîrdoziya rizgariya jinan a sala ‘1998’an, 8’ê Adarê di nav jinên Kurd de bi awayekê hîn girseyîtir hatiye pîrozkirin û wiha got: “8’ê Adarê weke rojev bi taybetî jî bi keda Rêber APO di her 8’ê Adarê de nirxandin û dahûrandinên li ser jinan tîne ziman. Sala 1991’ê di 8’ê Adarê de nirxandinek Rêber APO heye di wê nirxandinê de qala şoreşa jinan dike. Di wê nirxandinê de dibêje sedsala 21’emîn dê bibe sedsala şoreşa jinan. Beriya wê di sala 1989 û gelek caran 8’ê Adarê di rojeva tevgera me de heye. Lê piraniya xwe di salên 1990’î de dest pê kir. Li wir wê demê pir asteke girseyî tunebû. Lê ji nîvê salên 90’î ve tevgera jinên Kurdistanê 8’ê Adarê pîroz dikir li Ewropa, Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê jî. Lê di asta girseyî de piştî salên 2 hezarî çêbû. Di salên 2 hezarî de hinek têkiliyên bi tevgerên femînîst, çepgir re xurttir bû. Ez jî şahidê wan pêvajoyan im. Ya rast tevgera jinên Kurdistanê her tim rojevên jinan û rojevên civakî bi hev re digirt dest. Di navbera rojevên siyasî, civakî de cudabûnek çênedikir. Lê wê demê jî salên 2000’î dema ku 8’ê Adarê bi girseyî hat pêşwazîkirin, ev nîqaş pir zêde bûn. Dîsa di salên 98-99 jî 8’ê Adarê ji aliyê tevgera jinên Kurdistanê ve bi awayeke girseyî hat pîrozkirin û li hemberî vê êrîşên pir mezin jî çêbûn. Bi taybetî di sala 1999’an de piştî komployê bû û piştî komployê yekemîn car çalakiyeke girseyî dihat lidarxistin. Bi rastî jî pir bi hovane rastî êrîşên polîsan hat. Lê rûxmê wê jî berxwedanek mezin çêbû. 8’ê Adara ’98 Rêber APO bîrdoziya rizgariya jinan îlan kir. Piştî wê avakirina PJKK, PJA dîsa di asta girseyî de li gelek cihan avabûna rêxistinbûna xweser a jinan çêbû. Ev bingeh piştî 1998’an çêbû ku salên piştî 2 hezarî bi awayekî herî girseyî pîrozkirina 8’ê Adarê jî ji aliyê tevgera jinên Kurdistanê ve pêk hat. Beriya vê komên biçûk bûn, di halê xwe de bûn û tevlibûna girseyî jî pir kêm bû. Lê piştî salên 2 hezarî bi deh hezaran, bi sed hezaran jin bi rêxistinbûna tevgera jinên Kurdistanê tevlibûna xwe ya 8’ê Adarê pêk anîn.”
“Êdî 8’ê Adarê bûye cejneke neteweyî ya Kurdistanê”
Zozan Sîma da xuyakirin ku ji bo avakirina temsîla jinan di 8’ê Adarê de têkoşînek pir mezin hatiye meşandin. Her wiha destnîşan kir ku bi pêşengiya tevgera azadiya jinan a Kurdistanê êdî 8’ê Adarê bûye cejneke neteweyî ya Kurdistanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li wir hinek tiştên balkêş hebûn. Ji ber ku heya niha jî li ser nîqaş hene ez dixwazim bibêjim. Têkoşîn hat meşandin ku 8’ê Adarê tenê ji aliyê jinan ve were pîrozkirin. Ji ber ku beriya wê tevgerên çepgir piraniya xwe jin û mêr bi hev re tevli çalakiya 8’ê Adarê dibûn, heta wisa hin tiştên karîkatur jî hebûn. Yanî temsîla jinan bêhtirê xwe ji aliyê jinan ve nedihat kirin. Di vê mijarê de baldarbûna çepên tirk tunebû. Lê piştî vê em dibînin ku bi hêza tevgera jinên Kurdistanê di vî milî de piştgiriyek bi tevgerên femînîst re jî çêbû ku bi rastî jî 8’ê Adarê bi nirxandinên xwe, bernameyên xwe, tevlibûna xwe weke cejneke têkoşîna jinan were bidestgirtin. Di vî milî de serkeftinek jî çêbû. Têkoşînek din jî hat meşandin ku bi taybetî tevgerên femînîst gelek caran rojevên jinan û rojevên siyasî ji hev qut dikirin. Li hemberî vê jî hewldanek çêbû ku pirsgirêka jinan pirsgirêkek civakî ye. Ne ku mirov ji hev qut bike û ne ku weke takekesî bigre dest. Di vî milî de jî hem naveroka 8’ê Adarê bi rojevên siyasî û civakî were dagirtin, hem jî rengê jinan di tevgera jinên Kurdistanê de roleke xwe ya pir mezin lîst. Bi vê awayê bandorek pir mezin çêkir ku 8’ê Adarê hem aliyê naverok, hem ji aliyê girseyî, hem ji aliyê encamgirtina çalakiyê ve hêj bêhtir rola xwe bilîze. Bêguman di vê yekê de tişta herî girîng îlankirina partiya jinan û bîrdoziya rizgariya jinan bû. Her wiha têkoşîna ku li ser çiya ji aliyê gerîlayên jin ve hat meşandin û bi vê re girêdayî xwedîderketina jinan û civaka Kurd bû. Yanî mirov dikare bibêje ku ew serhildanên salên ‘90’î yên bi pêşengiya hevala Bêrîvan, dîsa di Newrozan de bi çalakiyên rêheval Zekiye Alkan, Ronahî û Bêrîvan û çalakiya hevala Bêrîtan sembolek wisa dan avakirin ku baweriyek mezin bi jinan re çêbû. Pêşengên ku di tevgera azadiya Kurd de derketin bandorek pir mezin li ser jinan çêkirin ku baweriya xwe, hêza xwe hîn bêhtir derxin holê û bi vê hêz û baweriyê biherikin qadan. Hêj ev çand bi vê şeklê berdewam dike. Bi rastî jî îro li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê li her cihê ku bandora tevgera azadiya Kurdistanê li ser heye 8’ê Adarê êdî bûye cejneke neteweyî ya Kurdistanê.”
Sibê: Bi têkoşîna jinên Kurdistanê re destkeftiyên jinan ên bi çi awayî hatin avakirin? Heypeyvîna me dê bi Zozan Sîma re li ser vê mijarê berdewam bike.