Ji çiyayên Kurdistanê heta serhildana jinan a cîhanî: Jin Jiyan Azadî
Dirûşma sedsala 21’ê û paradîgmaya civaka demokratîk êdî zelal e; ew jî Jin, Jiyan, Azadî ye.

Navenda Nûçeyan – Dirûşma Jin Jiyan Azadî ya di merasîma cenazeyê Jîna Emînî de hat avêtin, veguherî qîrîna serhildaneke cîhanî. Vê dirûşma ku tenê ji sê peyvan pêk nayê û manîfestoya azadiya jinan a ji desthilatdariya mêr e li hemû cîhanê bû dengê azadiyê.
Di seyemîn serhildana şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" de, hê jî ev serhildan tevî zextên dewletê yên ku dem bi dem kêm, dem bi dem jî zêde dibin didome.
Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî çawa ji dirûşmek zêdetir bi pêş ket û şoreşa jinan anî kîjan merheleyê?
Dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" destpêkê di sala 1998’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve jinên ku ji di riya azadiya Kurdistanê de berê xwe dane çiyayan hat pêşxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salên 1990’an de vê dirûşmê êdî ji asta dirûmek derxist, kir yek ji bingehên têkoşîna azadiya jinan û rêxistinbûna wan. Bingeha bîrdozî û felsefî ya dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ev e: Heta ku jin azad nebin civak azad nabe.
Vê dirûşmê bi paradîgmaya azadîxwaziya jinan a demokratîk û ekolojîk li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ket meriyetê.
Vê dirûşma ku li dijî zextên baviksalariyê, bû destpêka serhildana jinan, bi kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta ku hebûna jinan înkar dike; ev dirûşm cîhanî bû, li gelek welatan bû dirûşma jinan. Kuştina wê, li dijî bêdengiya salan, newekhevî û zextan, têkoşîna jinan kir rojevê û hat dîtin. Agirê têkoşîna jinan ê div ê serdemê de vêket, li tevahiya cîhanê belav kir.
Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” piştî kuştina Jîna di dilê hemû jinan de olan da.
Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî tenê ji sê gotinan pêk nayê; ji bo jinên di lêgerîna azadiyê de bû manîfestoyek.
Têkiliya di navbera kuştina Jîna û dirûşmê de careke din rastiya “Heta jin azad nebin, civak azad nabe” anî bîra her kesê.
Ev dirûşm, tenê bi mezinbûna çalakiyên li kolanan bi sînor nema; di heman demê de bi pergalên di nava civakê de ket nava hesab, gelek têgehan li ser bingeha azadiya jinan veguherand pênaseyên çandî û civakî. Kes li bendê nebû ku li Îranê jineke ku daxwaza azadî û maf dike, bi dengê bilind îtiraz bike, li kolanan biqîre. Aliyên cuda yên vê tevgerê, wê ji hemû tevgerên jinan ên li Îranê cuda kir. Serhildana şoreşger a bi pêşengiya jinên evîndarên felsefeya Jin, Jiyan Azadî dest pê kir, di serî de Îran, li her derê cîhanê, lêgerîna têkoşînê ji bingehê ve guherand. Jin êdî ne ew kesên ku di bin zext û zorê de dihatin girtin bûn, bûn kirdeyên ku di refên pêş ên têkoşînê de cih digrin. Bûn xwedî nirxeke soreşê ya ku pêşî li veguherîna çandî vekir.
Jinên ku li dijî sergirtinê derketin, tehekuma pergala baviksalar a li ser bedena jinan lêpirsîn kirin, desmala serê jinan bû sembola berxwedaneke mezin.
Destkeftiya wê şoreşê ew bû ku hemû jin bi dirûşma“Jin, Jiyan, Azadî” re bibin yek û xeteke hevpar a têkoşînê ava bikin.
Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bi pêşengiya jinan, bû modeleke cîhanî. Têkoşîna jinan sînoran derbas kir, veguherî tevgereke cîhanî. Vê rêbaza nû ya têkoşînê, bû sedem ku jin di ware çandî, civakî û polîtîk de bibin xwedî destkeftiyên mezin û li Îranê jî di dîroka tevgerên jinan de xaleke werçerxê ava kir.
Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” dirûşmên wê
Serhildana şoreşger a "Jin, Jiyan, Azadî” li çand û wêjeyê, bi rengê jinan hawaya nû ya şoreşê zêde kir.
Gelek dirûşmên ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî" re derketin pêş çêbûn.
Dirûşmên bingehîn û sembolîk çêbûn
Serhildana ku piştî Jîna Emînî li Seqizê hat definkirin dest pê kir û di nava çend saetan de li kolanên bajarên din û hewşên zanîngehan, bû dirûşm Jin Jiyan Azadî deng veda û bû sembola serhildanê. Vê dirûşmê di demeke kurt de veguherî serhildana ji bo nasnameyê ya jin û mêrên li Îranê.
“Ji komara Îslamê re na”
Heta ku hilweşe”
“Ez ê yên ku xwişka min kuştin bikujim”
“Azerbaycan şiyar bû, stargeh Kurdistan e”
“Azadiya ramanê ji pencereyê çênabe”
“Azadî xwînê dixwaze, zarokek bê tirs dixwaze”
“Di dawiya vê çîrokê de dê jinek dewletê bikuje”
“Girtîgeha Evîn bû zanîngeh, Tehran bû girtîgeh”
“Ev ne protestoyek e şoreşek e”
“Em hikumeteke dijminê jinan naxwazin”
“Em hikumeteke kujerê bebikan naxwazin”
“xwendekarek dimire lê biçûkxistinê napejirîne”
“Em bi xwîna hevalên xwe sond dixwin, em ê heta dawî li ber xwe bidin”
“Ji bo Kurd, Belûc û Azeriyan: Azadî û wekhevî”
“N sergirtin û pûşî; azadî û wekhevî”
“Em ê Kurdistanê ji faşîstan re bikin goristan”
“Dixwazî kral dixwazî lîder ji zaliman re mirin”
“Şehîd namirin”
Van dirûşman bi riya wêneyên li ser dîwaran û grafîkên bajariyî jî li bîra bajaran hatin xêzkirin. Bi wî awayî serhildan tenê bi tevgereke polîtîk bi sînor nema, di heman demê de veguherî awayê berxwedaneke çandî.
Dengvedana wê ya li cîhanê
Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li tevahiya cîhan olan da. 25’ê Îlona 2022’yan rojnameya Fransiz Liberation, bi armanca desteke ji bo çalakiyan vê dirûşmê bi zimanê Farsî di rûpela xwe ya yekem de weşand.
BBC’yê jî di nûçeya bi sernavê “Dirûşma di çalakiyên li Îranê de ji ku derket?” de vê ragihand: Ev sê gotin ji bo hinek Îraniyan dibe ku tişteke nû be lê jinên li Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê ji destpêka salên 2000’î ve vê dirûşmê dizanin. Jinan vê dirûşmê cara yekem 20 sal berê li Tirkiyeyê di çalakiyeke protestoyî ya bi daxwaza azadiya Kurdan de anîbûn ziman.
Weqfa Rosa Luxemburg, di sîteya xwe ya fermî de bi gotinên; “Ji şoreşa Jin, Jiyan, Azadî veger tune ye” bal kişand ku serhildanên jinan ên ji Kurdistan heta Tehran û Belûcistanê didomin veguherîne şoreşa jinan.
Di Mijdara 2022’an de weşana fermî ya Komeleya Têkiliyên Navneteweyî Utblick Magazin, di nivîsa bi sernavê; “Jin, Jiyan, Azadî: Ji qîrîna şer bi şoreşê ve” da zanîn ku di pêşengiya jinên Kurd de şoreşa Rojava veguheriye şoreşa jinan.
Anarşîst Crimethinc, di nivîsa bi sernavê “Jin, Jiyan, Azadî: Bingeha dirûşmek” de şoreşa jinan bi şoreşa Rojava re analîz kir.
Radyoya WUSF a li eyaleta Florîda ya DYE’yê weşanê dike bi sernavê “Çalakgerên li Îranê, ji dirûşma şoreşger a Kurdan îlhamê digrin” weşanek kir.
Enternasyonala Duyem (PI), weke rexistineke siyasî ya ku ji 70’yan zêdetir endamên wê hene, di sîteya xwe ya fermî de wiha got: “Jin, Jiyan, Azadî ne hashtag e; têkoşîna jinan a li Îranê ya li dijî rejîma teokratîk, ji têkoşîna jinên Kurd a li Tirkiyeyê li dijî otorîteriya bi desteka NATO’yê ji ya li Iraq û Sûriyeyê ya li dijî DAIŞ’ê cuda nîn e.”
Financial Times jî ise “Jin, Jiyan, Azadî” weke berhema azadiya jinan nirxand. Gelek ajans, rojname, televîzyon û radyoyan, li ser vê dirûşmê û li ser tevgera şoreşger a ku afiriyese sekinî.
Aliyê pêngava Jin Jiyan Azadî yê sîrayetî huner, wêje û grafîkên dîtbarî kir jî li ser jinan şopên kûr hişt.
Hunermendên Îranî û navneteweyî, grafîk, wêneyên sembolîk çêkirin, piştgirî dan serhildana “Jin, Jiyan, Azadî.”
Hunermendê Îranê Hamid Pourbahram berhema navdar a Delacroix a bi navê Azadiya ku rê nîşanî gel dide ji û ve şîrove kir û behsa têkoşîna jinên Îranî kir
Dîzaynkerên weke Jalez jî bi dîtbariyên li ser Kûleya Azadî ya li Tehranê, peyamên ji bo destekdayîna serhildanê peyamên bi hêz dan raya giştî.
“Şoreşa Notayan” Podcast: Bi nêrîneke cuda li çalakiyan nihêrî û stranên berxwedanê lêkoîn kir.
Projeya Muzîkê: “Deng derketin hole” Projeya ku li Bostonê çêbû, ji tevgera jinan a li Îranê îlham girt.
Hunermendê Îranî, Parasto bi performansa Ahmadî, hebûn û hêza jinên hunermend ên li Îranê destek didin serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” anî ser dike.
Hunermanda Kurd Donya Kamalî, strana dîrokî ya bi navê Jore Jan bi Jîna Emînî û “Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî” re girêda.
Kaveh Fathî di vê pêvajoyê de îmze avêt bin gelek berhemên ku bûne sembola serhildana şoreşger a “Jin, Jiyan, Azadî.”
Tişta herî balkêş jî strana “Jin, Jiyan Azadî” ya ku ji aliyê Hunergeha Welat ve bi muzîkaliya Kezîyên Sor Nisrîn Botan, Sumeya Mihemed û Caziya Genco hat gotin bû. Vê stranê olanek mezin da.
Belgesela bi navê “Dayika ku ji bo keçên xwe hat terikandin: Mînoo Majidî”behsa jiyana Jîna Emînî û Roya Piraî ya di dema çalakiyan de jiyana xwe ji dest daye dike.
Pêşangeha “Beenabîn: Şeş hunermendên Îranî yên jin, vîdyoyên li ser mercên sosyo-polîtîk beşdarî pêşangeha li New Yorkê bûn.
Her wiha gelek hunermendên stranbêj, li ser mijara “Jin, Jiyan, Azadî” stran, helbest, film û pirtûkan berheman çêkirin, bîra çandî ya vê tevgerê bi hêz kirin.
Şoreşa “Jin, jiyan, azadî” tenê jinan neanî ba hev, di heman demê de hemû beşên civakê hembêz kir, hevgirtina jin û mêr bi hêz kir. Li kolanên Îranê mêr jî vê dirûşmê qîriyan; azadiya jinan, weke azadiya xwe dîtin. Bi vê yekê sores, bi hatina ba hev û jin û mêran, ji bo têkoşîna azadiyê cudatir bû. Her wiha di têkiliyên jin û mêr de pêşiya guherînan vekir, di guherîna civakî de roleke girîng lîst.
Bîlançoya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”
Di rojên destpêkê yên serhildana şoreşger a “Jin, Jiyan, Azadî” de hikumetê hewl da çirûskên şoreşê vemirîne. Li gorî raporên mafên mirovan û çavkaniyên nûçeyan, heta 6’ê Îlona 2025’an 68 jê zarok, 49 jê jin, herî kêm 551 kesan jiyana xwe ji dest dan. Daneyên ku di rapora Mafên Mirovan a Îranê ya di salvegera serhildanê de hat weşandin de, tenê yên hatine qeydkirin nîşan dide. Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku daneyên heyî rastiyê nîşan nadin, hejmara kesên hatine kuştin pir zêdetir e.
Li Zahidanê Îna bi xwîn
Di rojên pêşîn ên serhildanê de gelê Belûc, piştgiriyek mezin bi gelê Kurd ra nîşan da lê 8’ê Cotmeha 2022’an, bi protestyoyên li Zahidanê yên bi navê “Îna bi xwîn” an jî “Îna reş” hatin binavkirin, tenê bi kuştina Jîna Emînî bi sînor neman. Li bajarê Sistan-Belûcistan ê Çabaharê, piştî ku fermandarê ewlehiyê Îbrahîm Kuçukzay destdirêjî zarokeke keç a 15 salî kir, hêrs mezin bû, serhildan gihîştin asteke mezintir. Piştî van bûyeran, di demek kurt de xwepêşandan li tevahiya bajarên Belûcistanê belav bûn.
25’ê Cotmehê, gelê Zahîdanê, piştî nimîja Înê derket kolanan, li pêşiya Qereqola Polîsan a 16’an dirûşmên ji bo şermezarkirinê avêtin. Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên ewlekariyê beriya xwepêşandanê li ser banê qereqolê û hinek avahiyên li derdorê kemîn danîbûn. Piştî ku girse kom bû, kesên xwepêşandêr ji sing û serê xwe guleyan xwarin; helîkopterên leşkerî jî mirovên li malan hedef girtin.
Li gorî agahiyên hinek ajansan, di vê êrîşê de 103 kes hatin kuştin, herî kêm 300 kes jî birîndar bûn. Di navbera birîndaran de 25 kesên ku ji çavên xwe gule xwaribûn hatin tesbîtkirin. Li gorî şahidan, polîsan bi taybetî xwepêşandanan ji çavên wan hedef digirtin. Di 25 û 26’ê Cotmehê de hêzên ewlekariyê, li gelek bajarên Belûcistanê, bi dijwarî êrîşê çalakgeran kirin û gelek kesan girtin.
Daneyên li ser Îna bi Xwîn ên li Zahedanê kêm in; lewre ji ber ku nasnameyên gelek kesên mirî tunebûn, malbat neçar man xizmên xwe bi bêdengî defin bikin.
Ji 19.700’î zêdetir kes hatin girtin
Li dijî serhildana gel, dewletê, dest bi pêleke berfireh a girtina mirovan kir, 19 hezar û 700 kesan binçav kir. Di navbera van kesan de 800 xwendekarên zanîngehê bûn, her wiha 58 profesor jî ji peywirê hatin girtin. Van hejmaran, asta zexta hikumetê pir vekirî nîşan didin. Bi girtina bi komî ya mirovan re, hikumetê bi armanca bêdengkirina muxalifan û pêşîgirtina belavbûna serhildanê, serî li rêbazên îşkence û tecawizê da.
Çalakger ji çavên xwe hatin hedefgirtin
Li gorî raporên pêşîn di dema serhildanên ku di sala 2022’yan de dest pê kirine 580 kes ji çavên xwe birîndar bûn. Di hinek lêkolînên meha Adara 2024’an de ji 120’î zêdetir çalakger ji çavên xwe hatin hedefgirtin û çavên kor bûn. Hejmara kesên ji çavên xwe hatin hedefgirtin jî weke 138 kes ket raporan
Jin hatin hedefgirtin
Ji sedî 56 kesên ji çavên xwe hatin hedefgirtin jin bûn, ji sedî 15 jî jin bûn. Di navbera çalakgerên li Îranê de, birîndarkirina ji çav tenê ne weke binpêkirina mafên mirovan, di heman demê de weke taktîka sîstematîk a hêzên hikumetê tê dîtin.
Girtin û darvekirin
Ji dema despêka serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ve heta niha kesên hatin girtin 11 ji wan hatin bidarvekirin, li gelek kesan jî cezayê darvekirinê hat birîn. Di navbera kesên hatine bidarvekirin de Reza Rasaei (6’ê Tebaxa 2024’an) û Mucahîd Korkourî (11’ê Hezîrana 2025’an) hene. Raporên fermî werin eşkerekirin jî, çavkaniyên serbixwe balê dikşînin ku hejmarên rastîn ji yên hikmetê ragihandine pir zêdetir in.
Kuştina bi navê namûsê û şîdeta li dijî jinan
Ji 2022’yan ve heta 2025’an herî kêm 312 bûyerên kuştina li ser navê namûsê çêbûn. Vê rewşê, weke perçeyek ji şîdeta li dijî jinan a li Îranê tê nirxandin. Dewlet weke ku ji jinan tolê bigre, çavên xwe ji tecawizkar û tacîzkaran re digre, yan jî bi xwe heman tiştî dike. Bi înfaz, îşkence, şîdeta zayendî û dersînorkirina mirovan re, hikumetê bi şopdarên xwe û feraseta baviksalar, li dijî jinan dest bi şîdeteke din kir. Li kolanan û li qadên giştî hêzên Besîc û bi destên polîsên sivîl, destûr hat dayîn ku zext, tacîz û şîdeta giran li jinan were kirin.
Koçberiya bi zorê û hêza mêjî
Di encama zextên bi polîtîkayên hundir û bi taybetî şîdeta dewletê ya li dijî jin, aktivîstan, zextên hikumetê, tacîz û polîtîkayên îzolasyonê de gelek kes neçarî koçberiya bi zorê man. Ji dema destpêka serhildanê ve heta 2024’an nêzî 665.000 kesan Îranê terikand. Di sala 2023’yan de 262.000, di sala 2022’yan de jî nêzî 403.000 kesan koçber kirin. Li dijî vê koçberiya mêjî ji sedî 14 zêdetir bû.
Komara Îslamê ya Îranê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, li ser du pênaseyên cuda li dijî jinan propaganda kir: Jinên Îtaatkar û bi îffet, weke yên heyranî ji wan tê dîtin û sembolên hatin binavkirin; jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin jî, weke sembola xirabî û bêoliyê hatin nîşandan. Bi kategorîzekirina “baş” û “xirab” a jinan hewl dan pergala baviksalar bidomînin.
Dewleta Îranê, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî hebûna xwe weke liana şer dît û hewl da naveroka dirûşmê vala bike û bandora wê tune bike lê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û vê şoreşê, her çendî pergalên hikumetê ji bingehê ve neguherandibe jî; di warê mafên jinan de şiyarî û hayjêbûnek zêde çêbû. Vê pêvajoyê, bû sedem ku Komara Îslamê ya Îranê ji hêza jinan bitirse.
Îro şoreşa jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ya ku “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo xwe weke manifesto dibîne, bi awayê şênber jiyandar bûye û bi qasî ku hemû jinên Rojhilata Navîn bigre nava xwe mezin bû. Dirûşma sedsala 21’ê û paradîgmaya civaka demokratîk êdî zelal e; ew jî Jin, Jiyan, Azadî ye.