Ji ber nebûna xizmetguzariyê, beşek ji bajarên Iraqê tenê navê wan maye

Bi zêdebûna dahata welat, dahata jiyan û xizmetguzariya li bajarên Iraqê, gelek rewş xirab bûye û dahata welat tu deman baş nebûye û bi pêş neketiye.

LAVA KURDE

Navenda Nûçeyan- Iraq hê di raburdûyê de dijî. Dema ku mirov diçe cihên dîrokî weke buhuştek dibîne û gelê ku ji welatên cîhanê ji bo serdanê tên vî welatî matmayî dimîne. Ji ber ku niha ev cih hemû wêran bûne û gek ji wan cihan diçin. Dema mirov diçe Bexdaya payetext xembar dibe, ji ber ku gelek tax û bajarên wê tenê weke nav mane. Di demeke ku dahata mehane ya firotina nefta Iraqê nêzî 11 milyar dolaran e, di warê siyasî de, asta jiyan, dahata şexsî, di aliyê aborî, pêşveçûnên civakî, qerta çandinî, pîşesazî û di aliyê xwendin û tenê di asta pasaport û geşt û guzariyê de di rêza welatên herî xirab ên cîhanê de ye.

Ew dahatên ku di destpêkê de behs hat kirin, ew dahata ku Iraq bi mehane bi dest dixe, di sektora neftê de û yên din de digihîje nêzî 20 milyar dolar lê belê hemû di xizmeta komên çekdar û hevpeymanên nerast û ne dirust de xerc dike. Beşek kêm jî ji bo mûçe û butçeya wezaretan xerc dike ku butce jî piranî ji aliyê wezîr û wezaretan ve tê xwarin û gel jê sûdê nabîne.

Ji derveyî vê dahata zêde, gelek kes bêkar in, hejarî û nebaşiya xizmetguzariyê roj bi roj zêde dibe û wezareta karên Iraqê der barê rewşê de hişyarî daye. Rewşa darayî û xizmetguzariya li Iraqê wisa kiriye ku bûye sedem tindîtûjiya malbatî zêde bibe û 11 milyon kes hejar bin.

Piştî sala 2003’an Iraq

Piştî rûxandina rejîma Baasê, li bendê bûn ku ew welatên serdest ku çavên wan li Iraqê bûn, rewşa welat baştir bikin lê belê tenê çavên wan li ser gaza xwezayî bûn. Ji ber wê niha di çavên civaka navdewletî de yek ji welatên herî xirab ên cîhanê ye û gelek bajarên Iraqê li hemwelatiyan hatine qedexekirin.

Xizmetguzarî, barê jiyan û dahata kesên li Iraqê dijîn di rewşa herî xirab de ye û tenê pêwîstiyên sereke ji bo wan nayên dabînkirin. Her çendî li gorî daneyên hikumeta ıraqê, ji sala 2003’an heta niha zêdeyî 81 milyar dolar di qerta elektrîkê de xerc kiriye lê belê nikaribûn tenê elektrîk, dikarin xizmetguzariyên din weke paqijkirina û rakirina çopê jî pê werin kirin.

Li gorê daneyên sala 2021’ê ya wezareta plandanîna Iraqê, xizmetkirina paqijiyê û rakirina çopê li Basra ji sedî 80’ê berhema nefta Iraqê berhem tîne û bajarê herî dewlemend e û ava wê di asta bilind de ye lê belê ji ber xizmetguzariya kêm a di nava bajar de, hemwelatî bêzar kiriye. Ev amêrane tenê di aliyê xizmetguzariye de belav kirine û cihê gumanê ye.

Xizmetguzariya kêm ji ber gendeliyan e

Hikumeta îro ya Iraqê bi gendeliyan tê zanîn, ev jî bandorek xirab li ser aboriyê çêkiriye her wiha dibe sedema zêdebûna rêjeya hejariyê û zêdebûna bêkariyê û bi cihnekirina projeyên xizmetguzariyên ji bo gel.

Îsrafkirina semana niştimana Iraqê, di astek zêde de ye. Di nava 19 salên borî de bi sedan milyar dolar hatiye îsrafkirin û gendelî di asta herî bilind a hikumetê de belav bûye. Di sala 2021’ê de serokomar Berhem Salih diyar kir ku nêzî 150 milyar dolar dahata neftê birine derveyî welat, ji van jî hevpeymanên gendelî yên piştî sala 2003’an.

Di rêza 180 ya welatên cîhanê de Iraq di rêza 157’an de ye, di rêza herî xirab a gendeliyan li Iraqê ji diyardeya takekesî derketiye û bûye diyardeyek giştî. Piraniya kutleya parlamentoyê û aliyên ku di hikumetê de beşdar in di nava gendeliyan de ne.

Li gorî raportek ku di sala 2021’ê de ji aliyê lijneya paqijiyê derket, nêzî 25 wezîrên pile bilind nameya agahdarkirinê ji wan re derketiye, her wiha nêzî 491 agahdarî girtine ji derveyî 329 berpirsên mezin û pileyên taybet.

Di sala 2015’an de zirar û ziyanên Iraqê di projeyan de nêzî 300 milyar dolar bû, bi awayek kirêdarî ji xezîneya darayî ya Iraqê rakêşan, piraniya van pareyan çûne berîka aliyên siyasî.

Qertên taybet Iraq xist qeyranê

Niha xizmetguzariyên giştî av, elektrîk, tendirustî di asta herî kêm de ye û bidestxistina pêdawsitiyên jiyanê ji ber asta herî bilind ya nirxan ji aliyê kes û malbatên Îraqê ve bi zorê tên peyda kirin.

Zêdetir rewşa kesê Îraq û herêmê bi giştî hejar bûne bi taybet di saktorên weke elektirîk, av, nan, sotemenî, tendirustî, perwerde, çandinî, bazirganî, neft û gaz û hwd. Ji ber hemû belên jiyanê radestî qertên taybet kirine, bi awayek qerta taybet di aliyê darayî de ji ya hikumetê zêdetir e. Di demek ku ev sermayedar e, ji xak, av û hewa û zevî û jêr zeviyê vê welatî çavkanî digre.

Gendelî xilas nebûye berdewam dike

Ev bi salan e di civînên siyasî û hikumetê de behsa rû bi rûbûna gendeliyan dikin, heta wisa lê hat ku gelek ji damezrînerên dewletî sedemê şikestina xwe bi vê mijarê ve girê dan. Gendelî bû diyarde û ji aliyê tu berpirs û serkirdeyan ji şerm neman.

Dosyayên gedelî li Iraqê aloz in, piştî pêvajoya azadiya Iraqê nikarin gendeliyan tune bikin, her vê jî wisa kiriye ku serokê desteya temîzê yê Iraqê Hesen Yasrî di sala 2018’an de dest ji kar berdan, ji ber hikumet ji 12 hezar dosyeyên gendelî heye, tenê ji sedî 15 dosyayan girtiye ku rewaneyî dadgehê kiriye.

Di dawiya sala 2018’an de pêkanîna encûmena bilind jiholêrakirina gendeliyan ragihand, di heman demê de li gel pabendbûn û bernameya hikumeta nû ku dengê parlamentoyê li ser e, beşek ji siyasetmedarên Iraqê xistin nava vê pêngavê lê belê ew jî tenê pêngavek berbiçav bû, tu encameke wê tunebû.

Li gorî amêrên dawî yên desteya paqijî ya Iraqê ragihand ku di meha Hezîrana bûrî de 40 biryarên girtin û banîkirinê ji bo lêkolînê bi tometa gendelî ji bo hejmarek berpirsan hatiye derxistin. Bi vê yekê gihan wê rastiyê ku li Iraqê gendelî gelek zêde bûye. Di lêkolînan de derket holê ku gendelî û nebûna xizmetguzariyan û xizmetnekirina hemwelatiyan bûye pênaseya vî welatî ku xwedî erd û axa tijî neft û berhem e.