Ji Îranê heta Misrê, ji Tûnisê heta Lubnanê saleke jinên Rojhilata Navîn (1) - PANORAMA

Jinên li hin welatên Rojhilata Navîn di tevahiya salek de, tevî gelek zehmetiyên curbecur rû bi rû mane jî gelek destkeftiyên ku mînakên wan tune ne pêk anîn. Jinan ji konferansan heta sehneyên şanoyê hebûna xwe li gelek qadan nîşan dan.

XEDÎR EL-ABBAS

Navenda Nûçeyan- Ji dawîbûna sala 2022’an re çend roj mane, jinan di nava salekî de gelek konferansên navneteweyî û xwecihî li dar xistin, bal kişandin ser polîtîkayên pergala mêr a serdest a li ser jinan û destnîşan kirin ku divê têkoşîna wan hin zêdetir bê bilindkirin. Sala 2022’an ku di aliyê jinê de gelek geşedan hat jiyîn de, di heman demê de bû salek ku komkujî, tacîz, tecawiz û tundiya li ser jinan bi zêdebûne berdewam kir. Sala 2022’an bi tiştên hatin jiyîn re, li hemû welatên cîhanê di astan gerdûnî de deng veda û bûyera herî diyarker jî serhildana li Îranê bûn. Me wek ajans gelek bûyerên girîng ên ku di vê serhildana jinan pêşengiya wê kirin û tevî hemû zextan jî hê didome, derxist pêş.

Gel herikin kolanan

Bûyera herî berbiçav a sala 2022’an, di 16’ê Îlonê de qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên “exlaq” ve hat girtin û rastî eşkenceyê hat, li Îranê xaleke werçerxê ava kir. Ev bûyer li Îranê bû çirûska serhildana gel. Serhildanên jinên Îranê bi awayekî lez di raya giştî ya cîhanê de xuya bûn, serhildan roj bi roj berfirehtir bû. Kampanyayên boykotkirinê û grevên li cihên kar bûn sedem ku gel zêdetir biherike kolanan.

Jinan hîmê serhildanê ava kir

Gel ji nîşandana berteka xwe ya li dijî zehmetiyên aborî û gendeliyê dudil nebûn. Di vê çarçoveyê de xwepêşandanên cuda cuda çêbûn. Lê belê bi her wateyî bingehê serhildanê jinan ava kir. Rewşenbîr, werzişvan, parêzer û xwendekar jî di nav de, ji hemû beşên civakê mirov beşdarî serhildana ku gav bi gav belav bû bûn. Xwepêşandanan pirsgirêka jinan a çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî û binpêkirina mafên mirovan a rayedaran ji hemû mezheb û beşan, girt navenda xwe.

Şermezarkirina hicaba mecbûrî

Di piraniya vîdeoyên ku hatine weşandin de, di dema xwepêşandanan de hicabên xwe derxistin û hejandina jinên Îranî, careke din bertekên wan yên li hember bûyerê raxist berçavan. Ji bilî vê jî hinek jinan ji bo li dijî derketina hicabeyên mecbûrî û şermezarkirinê porên jêkirin. Di encama van xwepêşandanan de gelek jiyan xwe ji dest da.

Gel bi biryar gav paşve navêje

Xwepêşanên ku jinên Îranî ji bo daxwaza mafên xwe, guhertina siyasî û azadiya xwe bikin û bala cîhanê bikşînin dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin jî di nav civaka navneteweyî û kurewî de deng veda. Serhildana ku tevî hewldanên rejîma Îranê ya tepeserkirina xwepêşandanên di pêvajoya dawî de teqiya jî bi lez li welat belav bû, bûyera herî girîng a Îranê di heyama 40 salên borî de şahidiya wê kir ev e. Ev serhildan ji bo pêşeroja welat bû xalek girîng a werçerxê. Rejîma Îranê ji bo tepisandina xwepêşandanan û girtina çalakvanan guleyên rast û gaza rondikrêj bikar anî. Hêzên rejîmê kêliyek be jî dev ji zilm û tundiyê bernade, gel jî tevî hemû tiştan di mijara gav paşve neavêje serhildana xwe de bi biryar e.

Bi hezaran kes hatin girtin

Li gorî îstatîstîkên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi hezaran kesên ku tevlî xwepêşandanan bûn û piştgirî dan hatin girtin. Ji van herî kêm 38 rojnamevan, 170 xwendevan, 16 parêzer û çalakvanên sendîkaya mamosteyan û kedkar jî di nav de zêdetire 580 çalakvana sivîl hatin girtin.

Herî kêm 400 kes hatin qetilkirin

Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê ragihand ku di xwepêşandanên Îranê de, di nav xwepêşanderan de zêdetirî 400 kes hatine qetilkirin. Zêdetirî 40 rêxistinên mafên mirovan ku Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de cih digre, ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de herî kêm 50 zarok hene.

8 girtiyan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan

Di xwepêşandanên li Îranê de, di şewata ku di 15’ê Cotmehê de li Girtîgeha Evîn a paytexta Îranê Tahranê derket de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 61 kes jî birîndar bûn.

Pêdiviya têkoşîna hevpar

Tora Jinên Pêşerojê Dihûnin ku konferansa xwe ya yekemîn di sala 2018’an de li dar xist, 2’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Şoreşa me; Azadkirina Jiyanê Ye” di navbera 5-6’ê Mijdarê de li bajarê Berlîn ê Elmanyayê li dar xist. Ji konferansa ku li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê hat lidarxistin de, ji seranserê cîhanê 41 welatan nêzî 600 jin tevli bûn. Di konferansê de ji bo Şoreşa Jinan, bal hat kişandin ser pêdiviya têkoşîna hevpar.

Jinên cîhanê li Tûnisê li hev civiyan

Li Tûnisê di navbera 4-10’ê Îlonê de bi beşdariya 300 jinên ji 50 welatên Ereb, Afrîka û Ewropayê, Ji Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Qaîdiyat re malvanî kir. Di rêziknameya ku di dawiya konferansê de hat derxistin de, hat diyarkirin ku pirsgirêkên jinan yek in û dişibin hev û bi giranî li ser tundiya zayendî, aborî, civakî û komînal hat rawestandin. Beşdaran diyar kirin ku yên herî zêde ji şer û qeyranan bi bandor dibin jin in. Di konferansê de bal hat kişandin ser ezmûnên têkoşînê yên jinên Kurd û bandora krîza avhewayê ya li ser jinan. Hat diyarkirin ku divê Şoreşa Rojava weke şoreşa jinên azad bê qebûlkirin û parastin. Beşdaran destnîşan kirin ku sedsala em tê de dijîn dê bibe sedsala têkoşîna azadiya jinan û wekheviya tam a di navbera zayendan de.

Jinan bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan

Tifaqa Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) di 30’ê Mijdarê bi dirûşma “Ji tundî û dagirkeriyê re na, em ê piştgiriyê bidin Şoreşa jinê” Di Roja Bîranîna Qurbaniyên Şerê Kîmyewî de, duyemîn sempozyuma xwe ya dijîtal a herêmî li dar xist. Beşdarên ku sempozyuma dijîtal de cih girtin, bang li civaka herêmî û navneteweyî kirin ku li dijî êrîşên Tirkiye û Îranê li ber xwe bidin.

Konferansa Diyaloga Lubnanî-Kurd

Li paytexta Lubnan Beyrûdê cara yekem bi dirûşma 'Ber bi jiyana hevbeş û welatîbûneke wekhev ve’ konferansa diyaloga Lubnan-Kurd hat lidarxistin. Encamnameya konferansa ku nûnerên gelên Kurd û Ereb tevli bûn jî hat ragihandin. Konferansa di 29’ê Gulanê de hat lidarxistin. Ji konferans ji aliyê rêxistinên Navenda Lêkolînan a Lubnanê, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî, Komeleya Jîn a Jinan û Mûsawat Werde Bitrus a Xebatên Jinan ve hat kombûn re ji Sûriye, Filistîn, Urdun û Iraqê gelek nav beşdar bûn. Di kongreyê de hebûna Kurdan, polîtîkayên kedxwarî, mudaxaleyên herêmî, bandora rêbaz û zîhniyeta netewe-dewletê ya li ser têkiliyên Kurd û Ereban her wiha yekitiya çarenûsê ya gelên herêmê li hemberî astengiyan, çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan, rola jinan a bingehîn di demokratîkkirina civakê de hatin nîqaşkirin.

Têkiliyên Kurd-Ereb

Li paytexta Urdunê Ammanê di 22’ê Çile de bi dirûşma "Ber bi diyalogeke Ereb – Kurd a serkeftî ve" Konferansa Diyaloga Ereb-Kurd hat lidarxistin. Di konferansa ku bi armanca xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban hat lidarxistin de, hejmarek zêde siyasetmedarên Iraqî, Filistînî, Urdunî, Libnanî û Sûriyeyê tevlî bûn. Her wiha di konferansê de rola jinên Kurd û Ereb di parastina aştî û aramiyê de, ji bo jiyana hevbeş afirandina jîngehek û ji bo hemû kesan misogerkirina edaletê hat nîqaşkirin. Her wiha jinan tiştên ku ji bo nexşeya berjewendiyên hevpar, pirsgirêka Kurd çawa were destgirtin, hemwelatîbûna wekhev û bi bandor, neteweya demokratîk, mafê tayînkirina çarenûsa xwe, serwerî û parastina yekparçebûna xaka welatan çi dikare bê kirin rêz kirin. Her wiha di konferansê de girîngiya avakirina pêşerojeke hevpar a Ereb û Kurdan û pêşniyarên ku di vî warî de dikarin bên kirin hatin nîqaşkirin. Di konferansê de li ser sê hewldanan hat rawestandin; Ya yekem dîroka têkiliyên Kurd û Ereb, a duyem rola jinan a di demokratîkirina civakê de û ya sêyem jî nexşeriya çalakiyên hevbeş ên têkiliyên Kurd û Ereban û ji bo her du gelan pêşerojek hin baştir çawa were xêzkirin bû.

Rojnamevan û pozîsyonên pêşeng

Di meha Adarê de Tûnisê mazûvaniya Foruma Çapemeniyê ya Navneteweyî ku mijarên şert û mercên rojnamevanên jin û rojnamegerên jin di têkoşîna di dijî tundiya li ser jinan de çawa rol girtine hate nîqaşkirin, kir. Di forumê de hat diyarkirin ku hebûna jinan di vê qadê de ji sedî 60 e lê hebûna wan a li cihên biryargirtinê gelekî qels e.

Bila qetlîama DAIŞ’ê wek jenosîd were naskirin

Di salvegera 8’emîn a qirkirina Êzidiyan a li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat de, di 30’ê Tîrmehê de bi dirûşma ‘Bi vîna jinên azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’  Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî hat lidarxistin. Di konferansa ku li paytexta Iraq Bexdayê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku divê komkujiya DAIŞ'ê di sala 2014'an de li Şengalê pêk anî weke jenosîd bê naskirin.

Foruma jinên Ereb û Êzidî

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di 29’ê Çileyê de li Şengalê bi armanca piştî 74 fermanên li dijî Êzidiyan dayîna naskirina jinên Êzidî û asta rêxistinbûna wan, bi dirûşma “Dê yekitî û têkoşîn parastina jinan bixe bin parastinê” yekemîn forûma şêwrê ji bo jinên Ereb û Êzidî hat lidarxistin.

Jinên ciwan ên Şengalê

Jinên ciwan ên Şengalê, di 30’ê Hezîranê de bi boneya nêzîkbûna salvegera Fermana 74’emîn a di 3’ê Tebaxa 2014’an de kongreya xwe ya yekemîn li dar xistin. Yekemîn kongreya jinên ciwan li Salona Meclisa Gel a Şengalê hat lidarxistin. Ji kongreya ku bi dirûşma “Li ser xeta Zîlan û Bêrîvanê xwe bi rêxistin bikin, îxanetê têk bibin, azadiya Şengalê misoger bikin” pêk hat 150 delegeyên jin ên ciwan tevli bûn. Di konferansê de hat destnîşankirin ku birêxistinbûna jinan pêdiviyeke lezgîn e û niha ji her demê zêdetir pêwîstir e.

Hewldana avakirina derftên xebatê

Li paytexta Urdun Emmanê di 29’ê Gulanê de ji aliyê Komîsyona Aborî û Civakî ya Rojavayê Asyayê ya Neteweyên Yekbûyî (ESCWA) bi dirûşma “Ji Gotin ji Çalakiyê re: Misorgerkirina Wekhevî û Entegrasyonê” yekemîn Foruma Wekheviya Ereban hat lidarxistin. Forum ji bo kêmkirina newekheviya zayendî û afirandina derfetên kar ji bo ciwan, jin û kesên kêmendam ên di sektorên cuda de, bi destpêkirina du hewldanan bi dawî bû.

Jin li Amedê li hev civiyan

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 18’ê Gulanê de li Amedê konferansên xwe yên jinan ên herêmî li dar xist. Di konferansê de zêdebûna cînayetên jinan, tundiya li ser jinan û zextên li ser HDP'ê hatin axaftin. Jinên beşdarê konferansê bûn anîn ziman ku ew ê li dijî her cure êrîşan rêxistina xwe berfireh bikin û gotin, "Em ê ranawestin, em ê bi ser bikevin û serkeftin ya me ye."

Ji Komeleya Dayikên Kesên Hatine Revandan sempozyûm

Komeleya Dayikên Kesên Revandî yên li Yemenê di çarçoveya pîrozbahiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de sempozyûmek bi navê "Jinên aştî û rastiyê ava dikin" li dar xist. Sempozyûm ji bo balkişandina ser rola jinan a di avakirina aştiyê de hat lidarxistin.

Zewicandina zarokan

Di 11-12 Hezîranê de bi hevkariya Fona Hevkariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bo li Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê jiholêrakirina qetlîamên jinan, mirina jinan a di bin navê "întihar" de û bûyerên zewaca zarokan, konferanseke neteweyî li dar xistin.

Foruma Afrînerên Jinên Ereb

Li Tûnisê di navbera rojên 12-14’ê Gulanê de rûniştina bîst û çaremîn a Foruma Afrînerên Jinên Ereb ku sê rojan berdewam kir hat lidarxistin. Di rûniştina ku afrînerên jin beşdar bûn de bal hat kişandin ser mijara "Di Afirîneriya Jinên Ereb de Qedexeya Sê Libî " hat destgirtin. Mijarên ku jinên Misir, Sûriye, Fas, Erebistana Siûdî, Urdun, Lubnan, Lîbya û Tûnisê ji ber urf û edetên xwe rastî tên, hat nîqaşkirin.

Mexrib di 27'ê Îlonê de mazûvaniya foruma parlamentoyê ku rastî û hêviyên ji bo temsîliyeta jinan di meclisan de ronî dike, kir. Mijara zayendiya civakî hat nîqaşkirin.

Greva giştî ya jinan

Zêdebûna komkujiyên li ser jinan di demên dawî de, di nava aktîvîst, parêzvanên mafên mirovan û femînîstên  Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn de rê ji pêleke mezin ya hêrsê re vekir. Jinan ragihandin ku ji bo şermezarkirina qetlîamên li ser jinan dê dest bi greva giştî ya jinan bikin. Di vê çarçoveyê de li hemû welatên cîhanê tundî, komkujî û êrîşên tecawizê yên li ser jinan bi zêdebûne berdewam dike, li Cezayîrê komek jinên femînîst ku di nav de rêxistinên jinan jî hene, dest bi greva giştî bi navê “Ji Bakurê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn Sînorên Hevgirtin Derbas dike” kirin. Jin û tevgerên femînîst û parêzvanên mafên mirovan ên Ereb di 6 û 7’ê Tîrmehê de banga tevlibûna çalakiya greva giştî ya jinan a bi navê “Ji Bakurê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn Sînorên Hevgirtinê Derbas dike” kirin. Mexrib, Cezayîr, Urdun, Tûnis, Filistîn û Lubnan beşdarî vê grevê bûn.

Meşa Jinan a Cîhanê

Jinên Tûnisî beşdarî nobeda elektronîk a ku ji aliyê Meşa Jinan a Cîhanê ve ku bi pêşengiya jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji bo bîranîna Komkujiya Rana Plaza ya Bangladeşê di 24'ê Nîsana 2013'an de pêk hat, hat lidarxistin, bûn.

Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî hat avakirin

Jinên çalakvan ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di 4’ê Hezîranê de li paytexta Lubnan Beyrûdê li hev civiyan  û “Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî (NUN)” ava kirin. Însiyatîfa ku jinên li Lubnan, Filistîn, Iraq, Lîbya, Yemen, Sûriye, Misir û Sûdanê di nav de cih digrin, naskirin û danesankirina felsefe, fikir û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan armanc dike.

23 jinên Mexribê porê xwe jêkirin

23 jinên Mexribê ku di nav wan de hunermend, nivîskar, sînemager, aktorên saziyên sivîl, aktîvîstên siyasî û rojnamevan jî hene, di 10’ê cotmehê de bi  gotina, “Porê me nîn e û em nîvê civakê ne" porê xwe jêkirin.

Mexribê komîsyona wekheviya zayendî pejirand

Konseya Hikûmeta Mexribê di 9'ê Hezîranê de hev civiya. Konseyê, pêşnûmeyek biryarê ya  Avakirina Komîsyona Neteweyî ya ji bo Bihezkirina Jinan û Wekheviya Zayendî dihewîne qebûl kir. Wezîrê Malbat, Yekitiya Civakî û Piştevaniyê Awatif Hayar, wek perçeyek bernameya hikûmetê ya li ser pirsgirêkên jinan a bi taybetî ji bo salên 2021-2026'an, ji bo avakirina komîteyek ji bo xurtkirina wekheviya zayendî projeyek pêşniyar kir. Proje di civîna hikûmeta Mexribê ya di 9'ê Hezîranê de hat qebûlkirin. Ev proje armanc dike ku ji bo bidestxistina wekheviya zayendî û hêza jinan di hemû qadên jiyanê de derfetan biafirîne.

Hat xwestin Xala Hiqûqa Malbatê di ber çavan de bê derbaskirin

Komeleya Jin û Zarokan a Nûr, di meha Nîsanê de li Cezayîrê ji bo xala 66’an a Qanûna Malbatê ji nû ve di ber çavan de were derbaskirin di asta Meclisa Gel a Neteweyî de bang kir. Komeleyê, daxwaz kir ku mijara hevberdan û mafên rayê yên ku di qanûna malbatê de cih digrin aliyê jinan ji nû ve berçavan bê derbaskirin. Li gorî qanûnên Cezayîrê, jineke bi zarok a ji hevjînê xwe veqetiya ye ger dubare bizewice nikare rayeya zaroka xwe dubare bi dest bixe. Komeleya Jin û Zarokan a Nur di vê çarçoveyê de xwest qanûn di ber çavan re bê derbaskirin.

Du pirtûk hatin amadekirin

Di meha Hezîranê de, li Lubnanê Komîsyona Neteweyî ya Mafên Mirov a Komîteya li dijî Îşkenceyê jî di nav de, du pirtûk bi navên "Pêşbera Serlêdanê" û "Pêşbera Destgirtina Gilî yan” ku parastina mafên jinan û parastina wan a ji tundiyê armanc dike hat weşandin. Bi amadekirina pirtûkan re tê xwestin ku mafên mirovan bên pêşxistin û parastin.

Proje û kampanya

Federasyona Yekitiya Mafên Jinan a Mexribê, li ser “Projeya Li Dijî Tundiya li ser Bingeha Zayendî Ciwanên Baraka” dixebite.

Di 1’ê Sibatê de, hejmarek çalakvanên Yemenî li bajarê Taizê, ji bo daxwaza serweriya qanûnê ku rakirina cudahiyê li dijî jinan û ji jinan re dayîna belgeyên geştiyariya garantî dike, kampaniyek bi navê "Pasporta min Bêerk e” dest pê kirin.

Dayikên ku zarokên wan hatine revandin û windakirin

Komeleya Dayikên Girtî, di daxuyaniyek çapemenî ku ji bo zarokên xwe yên hatine revandin û li girtîgehên cuda yên li Yemenê tên girtin dabûn de  ji bo zarokên xwe yên hatine revandin û windakirin kampanyayek dan dest pê kirin. Dayikan diyar kirin ku zarokên wan bêsûc in û ji ber ramanên xwe yên siyasî hatine revandin û windakirin û xwestin 18’ê Nîsanê weke “Roja Dawîkirina Êşên Winda û Yên Hatine Windayan ya Fermî û Neteweyî” bê qebûlkirin.

Ji nû ve dest bi xebatan kir

Center El-Aman, piştî navbereke nêzî sal û nîvekê di 1’ê Sibatê de ragihand ku ji bo hewandin û bersivbûna pêdiviyên jinên mexdûrên tundiyê ji nû ve dest bi karê xwe kiriye.

Însiyatîfa ‘Em Hemû Mirov in’

Di meha Nîsanê de Navenda Agahdarkirin, Dokumantasyon û Lêkolîna Jin (CREDIF), bi dirûma ‘Em Hemû Mirov in’ ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinên koçber înisiyatîfek da destpêkirin. Înisiyatîf armanc dike ku li dijî tundiya ku li ser jinên koçber û bê parastin tê kirin têbikoşe, li dijî tundiya xwe dispêre zayendparêziya civakî têbikoşe û jinan di warê mafên wan û jiyana bi aştî, tenduristiya zayendî de perwerde bike.

Kampanyaya ‘Cîhanek Rengîn’

Navenda Lêkolînên Malên Ereb ên li Misrê di destpeka meha Sibatê de kampanyaya ‘Cîhanek Rengîn’ a bi bihêzkirina jinên ku ji guhertinên avhewayê bandor dibin û başkirina şertên neyînî ve eleqedar dibe, da destpêkirin.

Êrîşa zayendî

Di meha Gulanê de Hewldana Sanad a ji bo Piştgiriya Hiquqî ya ji bo Jinan li Misrê, kampanyaya ‘Hess’ da destpêkirin ku ev kampanya çîroka jinên ku di nav malbatê de rastî êrîşa zayendî hatine derdixe holê.

Li Misrê projeya ji bo jinan û zarokên keç

Yekitiya Jinên Ereb ên li Misrê weke parçeyek yekemîn bernameya xebatê ya salekê domiya Projeya ‘Ji bo bidestxistina Mafên mirovî Bihêzkirina Jinan Da Destpêkirin’. Ev proje armanc dike ku jin û zarokên keç nafê xwe ya sereke bi karbînin û li hemberî her cure cudakariyê tebikoşin.
Misirê projeya zagonan erê kir

Hukumeta Misirê di meha Gulanê de ji bo pêşiya zewaca di temenê biçûk de bigre û ceza zêdetir bike, projeyên zagonên ku zewaca di temenê biçûk de û ji bo faîl cezayê pere û girtigehê were dayîn erê kir.

Dê di sala 2023’an de were weşandin

Dawiya meha Mijdarê komek femînîstan li Yemenê der barê aştiyê de bi navê “Ji bo Aştiyê Nexşerê ya Femînîstan: ji bo Aştiya li Yemenê Çerçova  Pêşber” çarçove hat amadekirin û tê planlan kirin ku meha Îlona sala 2023’an were weşandin.

8’ê adarê roja jinên cîhanê

Roja Jinên Cîhanê  di encama tekoşîna  mîlyonan jinên ku ji bo mafê xwe bi dest bixin tê pîrozkirin ruxmê ku  bi salan erîşên ku li ser wekhevî yê tê kirin, jin hîn jî li hemberî xizaniyê bê parastin in, li gorî mêr qezencên wan ên madî û pozîsyona biryardayînê kêmtir e.

Roja Cotkaran

Di çarçoveya  Roja 15’ê Cotmehê Jinên Cotkar a Navneteweyî ji bo  piştevaniyê, mekanîzma aborî ya 2’emîn rênîşanderî û refaqatê dest pê kir. Gelek welatên ku di nav de Tûnis û Cezayîr jî hene vê rojê bi bîr anîn. Ji bo ku derfetên jin û zarokên keç baştir bibe çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.

Kovara Le Bellasa hat derxistin

Hemû welatên cîhanî Roja 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Navneteweyî ya ku daxwaza çîna karker û rewşa karkeran tê nîqaşkirin pîroz kir. Di 8’ê Adar ê Roja Jinên Cîhanî hemû jin bi meş, bi pîrozbahiya, protesta, konferansa bi semînera û belavkirina broşûran re vê rojê pîroz kir. 8’ê Adar ê veke roja fermî betlane hatiye qebûlkirin. Di gelek welatan de ev roj weke fersendeke ji bo kampanyayên balkişandina serkeftina jinan û wekheviya zayendî ya civakê. Ji bo vê jî li Ceazîrê komek femînîst, aktîvîst û rojnamegeran kovara femînîzmê ya yekem Le Bellasa derxist.

Kampanyaya ‘jiyanê bi guhêrîne’

Fas ê, ji bo jinan xwe gihandina mafê zanînê kampanya bi navê ”Jinan Zana Bike, Jiyanê Biguherîne” ji bo salek perwerde da destpêkirin.

Bangawaziya di ber çavan re derbas bike

Komele û saziyên Tûnisê ji bo mafê jinan ê mîrasê biparêzin bangawaziya di ber çavab re derbaskirina Qanuna bi dîroka 2017’an  58 a beşa 19’emîn rakirina tundiya li ser jinan û cezayên malî kir.

Ber bi civaka wekhev û bi adalet ve

Jinên Komeleya Demokratîk a Tûnisê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi şiara “Mullkiyet û Xwegihandina axê: Ber bi Civaka Wekhev û Adaletê Avêtina Gava Yekeme” forum lidarxistin

16 nûçegihan hatin xelatkirin

Li Lubnanê li ser mijara serpêhatî û çîrokên bi navê “wan” pêşangeh hat lidarxistin. Koma Hunera Kurdistan bi vê wesîleyê, nûçegihana me ya NÛJINHA Şînyar Payîz jî di nav de xelat da 16 nûçegihanan.

Navenda binçavkirinê ya Husiyan

Li Yemenê ji bo azadiyê tifaqa jin, bi vesîleya roja jinên cîhanê ji bo kesen ku li navendên binçavkirinê ya Hûsiyan de sax mane flîma destpêkê weşand.

Dewleta tirk meşê qedexe kir

Dewleta tirk li qada Taksîma Stenbolê cîvîn, meş û daxuyaniyên ku werin lidarxistin qedexe kir, derketina jinan a mîtîngên şevê qedexe kir.

Sunetkirina jinan

Li Misirê saziyên mafên mirovan ên ku bal dikşînin ser sinetkirina zarokên keç û binpêkirina mafên zarokan, di 6’ê Sibatê roja Têkoşîna Li Dîjî Sinetkirina Jinan a Navneteweyî de çalakiyan li dar xistin.

Jin bi çalak tevlî qadên çandê bûn

Ji 2022’an ve jin tevlî xebatên çand û hunerê bûne. Tevli xebatên mîna şano, muzik, fikir, sînema, hunera plastîk, wêje, mîras , folklorê bûn. Jinên Neteweyî yên Cezayîrê 24’ê Îlonê Festîvala  wêje û sînemayê  rûniştina 5’emîn li dar xistin. Festîvala Fîlma Jinan (FIFFS)a ku ji aliyê Komeleya Bouregreg ve hatibû lidarxistin û bi piştgiriya Konseya Kolektîf Sale City ya Fasê  26’ê Îlonê de dest pê kiribû 1’ê Cotmehê bi dawî bû.

Festîvala mehfûra sor

Festîvala Folklora Neteweyî ya ku festîvaleke herî kevnar a Kraliyeta Fasê ye bi şiara “Stranên dawî bê aheng 1’ê Tîrmehê rûniştina xwe 51’emîn li dar xist. Festîvala fîlm a El-Awda bi şiara “Bendêmayina Vegerê Vegerandinek e” 15’ê gulanê 6’emîn rûniştina xwe li dar xist. Ji bo ku doza Filîstînê di asta cîhanî de bixe tevgerê di navbera derhênerên Ereb, Filistînî û biyanî de têkiliyên çandî xwest bi pêş bixe. Çalakiyên Festîvala “Mehfûra Sor” a ku 13 Cotmehê li Xezayê û Rojavayê Şeriayê bi şîara “Me Bibînin” dest pê kiribû, 6 roj berdevam kir bal kişand ser rastiya jinan.

Roja fîlmên Beyrûdê

Festîvala bi navê “Roja Fîlmên Beyrûdê” Ser curbecur fîlm û çîrokên li Lubnanê ya ku berî şerê navxweyî û zewaca zarokên di temenê biçûk de bi bîr dixe, di 10’ê Hezîranê de dest pê kiribû heya 19’ê Hezîranê berdevam kir.

3 jinên Libyayî

3 jinên Libyayî hatin cem hev û ji bo ku bajêr û nasnama xwe ji çanda biyanî biparêzin biryara festîvala bi navê “Bajarê min û nasnameya min” dan festîvala ku 7’ê Adarê dest pê kir 9’ê Adarê bi dawî bû. Di festîvalê de bal kişandin ser wêje, huner û mîmariya Libyayê.

Festîvala Sakîne Cansiz û Zîlan

26’ê Hezîranê li bajarê Zurih ê Siwîsreyê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz 9’emîn Festivala Sakîne Cansiz bi şîara “li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, azad bijî” hat lidarxistin. Festîvala Sakîne Cansiz Şîara vê salê diyarî Aysel Dogan hat kirin. Festîvala 16’ emîn Jinan a Zîlanê ku herî zêde jinên Kurd li Almanyayê tîne cem hev hat pêşxistin. Di Festîvalê de mijarên erîşên dewleta Tirk, têkoşîn û azadiya jinan derket pêş.

Li Yewnanistanê ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Selanîkê di 14’ê Kanûnê de hatibû lidarxistin pişgirî da jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Festîval bi şîara “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Festîvala çand û xwezayê

Plansaziya 20’emîn Festîvala Munzur a Çand û Xwezayê, bi şîara “li hemberî talana madenveniyê xwezayê, li hemberî talanê jiyanê, li hemberî qedexeyan hunerê diparêzin” hat kirin.

Festîvala navneteweyî ya fîlmên jinan a Beyrûdê

Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Beyrûdê di navbera rojên 6- 11 Adadê de hat lidarxistin. Di festîvalê de ji 40 welatan 51 kurteflîm û 20 fîlmên metrajdirêj hat nîşandan.

Teqîna lîmana Beyrûdê

Nîvîskarê Lubnanî Joumana Haddad, teqemeniya ku 4’ê Tebaxa 2020’an li lîmana Beyrûdê pêk hatibû di salvegera wê de romana bi navê “The Killed 232” ji bo rastiya jinên tên cudakirin û pirsgirêka civakê berî teqemeniyê seetekî raxistiye berçav îmze kir.

Li lubnanê listoka ‘Malên mala’ hat pêşandin

Bi boneya li hemberî tundiya li ser jin û zarokên keç ji bo projeya piştgiriyê jinên ku rastiyê tundî tên bi hevkariya Komeleya Jinên Pêşverû li 6 cihên cuda yên Lubnanê lîstoka ‘Malên Mala’ di meha Tebaxê de hat pêşandan.

Li Marakeşê pêşandana hunerê

Forma şanoyê ya navneteweyî bi hevkariya konseya heremê ya Marakeş bi şîara “Bi Awayekê Afirîner Bihêzbûna Jinan” di rûniştina xwe ya 4’emîn de 23-27 ‘ê Mijdarê  “Li Marakeş ê pêşandina hunerê” hat lidarxistin. Afirîneriya jinan a teatral derket holê.

Lîstoka ‘Newal’

Lîstoka ‘Newal’ a derhêner Lîna Abyad ku jiyana pêşenga femînîst Newal El Saadawî vedibêje hat pêşandan. Lîstoka ‘Newal’ 13’ê Cotmehê hat pêşandan û heya 23’ê Cotmehê li salona mono ya şanoyê ji temaşevanan re vekirî hat hiştin. Listok bi deng û bilûra derhêner Lîna Abyad dest pê kir. Ev listik zayîna Nawal El Saadawî  vedibêje. Derhêner bi vê listikê balê dikşîne ser êşa zayînê ya jinan û dîsa balê dikşîne ser rerûbirûmayîna tacîz û sinetkirina Nawal El Saadawî. Her wiha têkoşîn, zor û zehmetiyên Nawal El Sadawî ku dema dibe bijîşk vedibêje. 

Sibê: Ji Îranê heta Misrê, ji Tûnisê heta Lubnanê saleke jinên Rojhilata Navîn (2) - PANORAMA