Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen çanda nûjen diafrîne – 6

Endama Hîlala Zêrîn Mîrxan Ismayîl kar û xebatên govendê di Hîlala Zêrîn de dinirxîne û dibêje ku yek ji awayên parastina çanda Kurdî govend e, bi riya rêxistinbûyîna beşên govendê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev çand zindî dimîne.

‘Govenda Kurdî bi her cureyê dîlanan dewlemend e’

 

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Mîrasa govenda Kurdî kevnar e û di dîroka Rojavayê Asyayê de bi nav û deng e. Du meqamên navdar ên muzîka govenda Rojhilatî Kurdî hene. Yekem (Meqam Kurd), a duyem (Meqam Nehawend) e, Nehawend bajarekî Kurd ê kevin ê Başûrê Kurdistanê ye. Govenda gelêrî ya Kurdî jî mîna govenda gelên din taybetmendiya xwe heye û her kesê ku govenda gelên Rojavayê Asyayê nas dike dikare govenda Kurdî ji govendên weke Farisî, Ermenî, Tirkî û Erebî cuda bike lê ev nayê wê wateyê ku di navbera govenda Kurdî û govenda cîranan de qutbûnek heye. Hin tevgerên govenda Kurdî hene ku ketine nava govenda gelên cîranên Kurdan. Kurd civakeke ji muzîk û govendê hez dikin û ev yek gelek caran di munasebetên weke dawet û Newrozê de xuya dike. Govend rîtma bedenê ye di xweîfadekirina giyan de û xala wê ya esasî ew e ku tevger û zindîbûnê bi xwe re tîne. Ew îradeyeke ku jiyana bedewtir bi xwe re ava dike.

Her çar aliyên Kurdistanê li hawirdora xwe kom dike bi rengekî komî tê lîstin

Taybetmendiyên govenda Kurdî ew e ku bi rengekî komî tê lîstin her wiha govenda Kurdî di her cure dîlanan de dewlemend e û di hemû hawirdorên Kurdî de weke (Lûrî, soranî, kurmancî û dimilkî) hinek ji wan reqsên bi rîtmeke pir hêdî, reqsên bi ahengeke navîn, reqsên bi rîtmeke lez in. Rîtma pir zû, bi lerzên tund di nîvê jorîn a bedenê de, nemaze di mil, sîng û destan de tê lîstin. Ev yek balê dikşîne ser zêdebûna vê hunera folklorî di civaka Kurd de. Ya din jî reqsên Kurdî di qatên xwe de wêneyên rasteqîn ên jiyana civaka Kurd nîşan dide, çi li ser asta mîtolojîk, çi lehengî, pratîkî û peymanên bav û kalên kevnar ên ji Gûtiyan dest pê dikin û heta Mediyan diqede. Ji bo wê em dibînin govendên çanda Kurdî bêtirî xwe têkildarî demsalên hilperînê ne, amadekirina xwarinên folklorî, jiyana şivantiyê û şer in.

Bi dehan komên govendê çanda xwe zindî dikin

Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo ku careke din çanda govendê zindî bike xwe li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kiriye. Bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê hunera gelan careke din zindî dibe. Niha li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan koma govendê heye ku careke din dîroka govendê nûjen dikin. Îro jinên Kurd bi cil, berg, tîlîlî û stranên xwe govendê digerînin û bi govenda xwe banga azadiyê dikin. Têkildarî kar û xebatên beşa govendê di Tevgera Hîlala Zêrîn de Endama Hîlala Zêrîn Mîrxan Ismayîl nêrîna xwe parve kir.

‘Yek ji şêwazên parastina çanda kurdî govend e’

Mîrxan Ismayîl got ku yek ji awayên parastina çandê govend e û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di civaka me de yek ji şêwazên parastina çanda kurd govend e. Her wiha ya ku çanda mirov bi gelan re dide nasîn dîsa beşa govendê ye. Ji heyamên bav û kalên me ve govend hebû, dihat gerandin, em jî ji vî bingehî heta niha vê çandê diparêzin û xwedî lê derdikevin. Di civaka me de li govendê wekî fizîkî yan jî dîlaneke xwezayî dinêrin lê em bi wî çavê li govendê mêze nakin.”

‘Her herêmek bi reng cil û bergên xwe govendê digerîne’

Mîrxan Ismayîl qala beşên govend, cil û bergên wan ên gelêrî kir û wiha pê de çû: “Beşên me li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û li tevahî herêman her komek bi rengê xwe govendê digerîne. Bêguman rengbûna her aliyekî ji Kurdistanê, ji bo me girîng e, di mîhrîcan û şahiyan de ne tenê govendên herêmên xwe dilîzin ji lewma em govendên Bakur, Başûr û Rojhilatî dilîzin. Her herêmek cil û bergên wan cuda ne li gorî xwezayî û taybetmendiyên xwe û ji vê bingehê koma her herêmekê cil û bergên aydê herêma xwe tên dirûtin. Mînak; Kobanê bi cil û bergên xwe yên kiras, xeftan, pişman û melesa ku didin serê xwe tê nasîn. Heta vê rojê jin nikarin bi rehetî dîlanê bigrin û hunera xwe derxin pêş, ji ber ku hîn kevneşopiyên kevin li ser civaka me li pêş in.”

‘Govendên ku tên lîstin naveroka wan bûyerên dîrokî ne’

Mîrxan Ismayîl di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku her govendek tê lîstin bi cewherê xwe çîrokek e û wiha vedibêje: “Ji bo me govend wekî çîrokekê ye û bi riya wê re peyamek heye. Her bûyerek xweş û nexweş di dîroka me de hatiye qewimandin, bi riya govendê tê pêşkêşkirin li ser dikê, dîlanên ku tên gerandin ne ji ber xwe ve hatine afirandin, her govendek çîrokek e.”

Çîroka govendê ya Herêma Gumgumê

Mîrxan Ismayîl çîroka gundê Gumgumê yê ku pêşkêş kirin li ser dike wiha tîne ziman: “Me berê jî anîbû ser ziman ku govend çîrokên bi rengê dîlanê ne. Yek ji wan çîrokan çîroka Herêma Gumgum e ku di lîstika wan a govendê de şerek li dar dikeve, di wî şerî de jinek tê û kefiya xwe diavêje erdê û ew şer tê sekinandin. Di wê çîrokê de tê diyarkirin ku jin cihê çareseriyê ne. Her govendek bi vî awayî ye ku çîrokên wan cuda cuda ne.”

Mihrîcana Govendê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Mîrxan Ismayîl herî dawî diyar kir ku her sal mîhrîcana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Salane Mihrîcana Govendê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Di wê mîhrîcanê de tevahî komên govendê yên hemû herêman beşdar dibin û xelat jî ji komên serkeftî re tên diyarkirin. Projeyên me li ser asta herêman û her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên çêkirin ji bo govendê, bi taybetî projeya der barê fikrên Serok Apo yên neteweya demokratîk ku hemû pêkhate beşdar bûn. Em hêvî dikin ji jin, ciwan, zarok, bav û kalên me hunera xwe biparêzin, ji ber ku govend ruh û hezkirinê ava dike.”

Sibê: Di Tevgera Hîlala Zêrîn de beşa şanoyê