Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne – 1

Tevgera Hîlala Zêrîn xwedî li çand û hunera gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikeve û dibe îlham ji tevahî jinên girêdayî çanda xwe re ne.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Hîlala Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çanda resen a gelan diparêze û dide jiyîn. Da ku çanda gelan mayinde bike rêxistinbûna xwe li Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kiriye. Tevgera Hîlala Zêrîn yek ji destkeftiyên şoreşa jinê ye ku bû model. Îro bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, dikarin bi çand, ziman û hebûna xwe bijî û ji pêşerojê re bihêlînin. Jinên xwedî şoreş îro bi çanda kevnar a dayikan çanda xwe zindî dikin û dikin mala dîroka jinê. Îro bi pêşengtiya jinê cardin xweşikî, pîrozî û afrîneriya jinê bi folklor, stran, dîlan, şano, çîrok, dengbêjî, wênexêzî, keda destan, akademiya huner, studyoya jinan û amûrên ku lêdidin derdikeve pêşberî jinan. Jina afrîner karibû bi riya çandê cardin xwedî li çand û zimanê xwe derkeve û bibe îlham ji tevahî jinên cîhanê re. Da ku em hîn bêtir Tevgera Hîlala Zêrîn û beşa wê binasin divê dosyayê de bi berfirehî afrîneriya jinê hatiye ziman.

2016’an rêxistinbûna jinên Rojava destpêkir

Tevgera Hîlal Zêrîn di sala 2015'an de li çiyayên Kurdistanê hatiye avakirin, di 2016'an de li herêma Cizîrê, di 2017'an de li herêma Efrînê û di 2018'an de li Kantona Kobanê hatiye avakirin. Her ku şoreş mezin bû, Hîlala Zêrîn jî xwe berfireh kir û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kir. Niha li tevahî herêm û Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî navendên Hîlala Zêrîn heye û di wan navendan de bi dehan kar û xebat tên kirin. Her wiha da ku Hîlala Zêrîn karibû rêxistinbûna xwe xurt bike, navendek giştî ya Hîlala Zêrîn di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de avakirine. Jin di qadên hunerî de bûne xwedî tecrube û gelek ji wan jinan niha cihên xwe di nava govend, koma muzîk, şano, çîrok, helbest, wênexêzî, dengbêjî, pargîn û nivîskariyê de digrin. Hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bi çand û hunera xwe beşdarî hemû xebatan dibin.

Çand nasnameya yekemîn e

Çand, xwezaya civakê ye û di dîroka mirovahiyê de nasnameya yekem e. Çand rêbaza sereke ya xwe avakirin, parastin, xwedîkirin û hîmê afirandina jiyanê ye. Hemû avabûnên yekem bi destê jin û bi pêşengtiya jin hatiye sazkirin û mayinde bûye. Tenê li Rojavayê Kurdistanê qala 12 hezar girên ku heyî tê kirin ku çanda komînal û civakbûnên yekem yên di pêşengtiya jin-dayik de hatine avakirin û rihên civaka xwezayî temsîl dikin, di wan giran de veşartiye. Erdnîgariya Hîlala Zêrîn divê wateyê de pir bi dewlemend, nirx û benda ronî kirinê ye.

Armanca Tevgera Hîlala Zêrîn

Tevgera Hîlala Zêrîn, xwedî li dîroka jinê derdikeve, diparêze û heqîqeta derxistina ronahiyê di hemû kar û xebatên xwe de, bingeh digire. Tevgera Hîlala Zêrîn, hemû jinên ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi gelemperî di axa Sûrî de xwedî bawerî, çand û zimanên cuda re têkilî datîne û armanca hevgirtineke li ser hîmê çand û hunera jin a azad û pergala konfederal a jin, xwe bi rêxistin dike. Li ser bingeha xeta netewa demokratîk, feraseta navendîbûnê derbaz dike û di civakê de pêşengtî dike. Ji bo ku jin bi reng û vîna xwe bibe xwedî seknên azad, qadên azadiyê û asoya azadiyê bên vekirin, dixebite. Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye, di pêşengtiya jinan de di erdnîgariya jinan de hate bi ser xistin, mîna berdewamiya şoreşa yekem a dayika xwedavend, şoreşa Rojava jî divê serdemê de di pêşengtiya jinê de, di heman xakê de serdikeve. Bi perspektîfa hevjiyana azad, li hember hemû nêzîkatiyên desthilat, tahakkûmî û zayendperestiyê ku di serî de di têkiliyên jin-mêr-malbat û hemû têkiliyên ku di civakê de heyî, têdikoş e.  Da ku jin-mêr-malbatek demokratîk û azadîxwaz pêşbikeve di qada xwe de bi argumanên xwe ve dixebite. Feraseta parastina jinê, dixe navenda jiyana azad û wekhev.  Tevgera Hîlala Zêrîn, qirkirina xwezayê, qirkirina jin û zarok, guhertina demografîk û hemû polîtîkayên bişaftinê wek qirkirina çandî penase dike û li dijî van têdikoş e. Ji bo zindîkirina exlaqa azad, civaka polîtîk, çanda demokratîk û aşitiyê yên ku bi deh hezaran sale di nava kurahiya civakê de dijî, xebatên dewlemend dimeşîne.  

Rêgez û erkên Tevgera Hîlala Zêrîn

Ruxandina pergala Îmraliyê ji xwe re dike armanc. Paradîgmaya modernîteya demokratîk xeta xwe dibîne, înşa kirina netewa demokratîk li ser bingehê paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin, di hemû xebatên xwe de jiyanî dike. Li ser bingehê xeta civaka demokratik, ekolojik û azadiya jin, avakirina hevjiyana azad ji xwe re dike bingehê tekoşînê. Dîrok û erdnîgariya xwe lêkolîn dike,  di zanista dîrokê de kûr dibe, xwedî li nirxên civaka komînal yên dîrokî derdikeve, parastin û derxistina ronahiyê erkeke sereke dibîne û nûneriya wan dike. Ji bo civaka exlaqî û polîtîk û çanda resen ji nû de bê zindîkirin têkoşîn dike. Têkoşîna ku bi pêşengtiya jinê, di aliyê çand, huner û wêje de tê dayîn bawer dike. Li hember feraseta modernîteya kapîtalîst ya ku çand û huner dike sektor têdikoşe. Civakê bi nirxên çand û hunera azad û demokratîk dike yek. Bi cewherê jinê, li ser bingehê çanda resen û kevneşopiyên civaka komînal, çand û hunereke alternatîf bi feraseteke etîk û estetîk bingeh digire û di hemû qadan de rêxistin dike. Di xebata xwe de pergala hevserokatiyê li ser bingeha wekheviyê esas digire. Avakirina çanda netewa demokratîk bi rêgeza parastina cewherî xwe bi rêxistin dike. Girîngî dide ku her netewek di çand û hunerê de zimanê dayikê esas bigire û li hember bişaftina ziman têdikoş e. Zanista Jineolojî ji xwe re bingeh digire û di rêxistin û berhemên xwe yên hunerî de dike hîmê jiyan û gihandina civakê. Li dijî hişmendiyên mîna zayendperest, nîjadperest û olperestî têdikoşe û qutbûna ji van nexweşiyên pergalê, weke hîmê jiyana azad dibîne. Xeta xwe ya çand û hunerê li ser bingeha nirxên jin yên komînal û demokratîk pêş dixîne. Nirxên cewherî yên gelan bingeh digire, yekîtî, hevgirtin, bi hev re têkoşîn û jiyana gelan pêş dixe. Li hember qirkirin û bişaftina çand û zimanê gelan, têdikoşe. Di nava civakê de zanyariya dîrokî a çandî ava dike. Ji bo çanda civakê bide jiyîn xebat dimeşîne. Li dijî şêwaza moda ya jiyana sermayedariyê ya ezez, lîberal, populîst û ji kokên xwe qut têdikoşe. Li ser esasê rengîniya xwezaya jinê, ji cil û bergan heya adet û teqalîta ji xwerin û vexwerin heya hemû tiştên gelêrî li ser koka çanda jin a resen diparêze û dike bingeha jiyanê. Di xebatên xwe de rêbaza kom û komîn bingeh digire. Bi erkên rêhevaltî fêrkirin, fêrbûyîn, dilnizimbûn û parvekirinê pêşdixîne. Zarokan weke pêşeroja xwe dibîne loma xebatên çand û hunerê hîn dike.  Ji bo pêşxistina şoreşa jinê û nasnameya jina azad di aliyê hunerê de xebat dimeşîne. Tevgera Hîlala Zêrîn têkoşîna zayendî bilind dike û têkiliyên xwe bi rêxistinên xweser û jinên ku xebatên çand û huner dimeşînin re xurt dike. Her wiha Hîlala Zêrîn tevgerek çandî û birdoziye. Di heman demê de wek rehendeke pergala konfederal a jin, xwe di qada civakî de rêxistin dike û di wê wateyê de xwedî pêkanîneke dualiye.  

Pergala Rêxistinî ya Tevgera Hîlala Zêrîn

Her du salan carekê konferansa Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li dar xistin. Beriya wê jî konferansa herêman tê li dar xistin. Di konferansê de xebatên du salan tên nirxandin, xeta çand û huner diyar dike, pilanlama derdixîne, rêziknameya xwe nû dike, diçe biryarên nû, meclisên herêman û tevgerê erkdar dike. Salê carekê komcîvîna berfireh çêdike. Meclîsa Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Koordînasyona Meclîsa Herêman pêk tê li gorî pêdiviyan ji 5 heta 7 kesan weke Koordînasyona Hîlala Zêrîn tê avakirin.

Komîteyên Tevgera Hîlala Zêrîn

Tevgera Hîlala Zêrîn xwe li ser 5 komîteyên bingehîn mîna komîteya Ragihandin û Arşîv, Komîteya Perwerde, Komîteya Têkiliyên Dîplomasî û Komîteya Çalakiyan û komîteya darayî bi rêxistin dike.

Komîteya Ragihandin û Arşîvê

Arşîvên xebatên Hîlala Zêrîn tomar dike, bi pergal radike û berhem, daxuyanî, danasîn, reklam û xebatên ku hatine kirin, ji tevna civakî û ji raya giştî re radigihîne. Her wiha xeta çand û hunera jin bi riya çapemenî û ragihandinê belav dike û danasînê bingeh digire.

Komîteya Perwerde

Asta zanistî û pîşeyî yên Endamên Hîlala Zêrîn bilind dike û mufredatên perwerde ava dike. Perwerdekirina endam û jinan bingeh digire. Di perwerdekirina civakê de û rêxsitinkirina xebatên çand û huner de roleke çalak dileyîze.

Komîteya Têkiliyên Dîplomasî

Bi riya çand û huner re dîplomasiya çandî rêxistin dike û pêşdixe. Di asta navneteweyî û Rojhilata Navîn de li ser saziyên çand û huner re, jinên hunermend û rewşenbîr re têkilî ava dike û yekîtiya netewa demokratîk û çanda civaka komînal rêxistin dike. Bi riya çand û hunera xwe rastiya çanda şoreşa Rojava û rastiya pergala xweseriya demokratîk ji jinên cîhan û Rojhilata Navîn re pênase dike û belav dike.

Komîteya Darayî

Bi feraseta “Têra xwe kirinê” xwe bi rêxistin dike. Pilan û projeyên çandî û hunerî pêşdixe. Bi projeyên nû re daraya xwe ava dike. 

Sibê: Beriya şoreşê, kar û xebatên çand û hunerê